Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin

  • rojane
  • 20:40 11 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX- Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê û rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun ku di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da, li Sêgirkê hat definkirin.
 
Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê û rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun ku li gundê Taloka yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin. Gun ku danê sibehê dema bi kurê xwe re ji bo êzingan çû nava zeviyê rastî êrişa çekdarî hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gun ê ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, piştî karên otopsiyê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û malbatê ji bo definkirinê ew bir bajarokê Sêgirkê.
 
Cenaze bi konwoyeke qelebalix û bi tevlêbûna rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî, Meclisa Dayikên Aştiyê û Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatan Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) ji Şirnexê hat wergirtin. Cenazeyê Gun li Garistana Serê Gund hat definkirin. 
 
Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Qilêbanê Abdullah Yaman piştî definkirinê axaftinek kurt kir û got: "Hevalê me Ahmet ji gel, dost û hevalên xwe re wekî keleh û hêlînê bû. Hevalê me Ahmet kesekî dilnizm û welatparêz bû. Ew kesekî dilsozê ziman, çand, erdnîgarî û neteweya xwe bû."
 
‘KUJERÊ WÎ DEWLET E'
 
Yaman anî ziman ku Ahmet Gun 40 sal bûn kedkarê gelê xwe û rêxistina xwe bûye û wiha got: “Hevalê me Ahmet îro ji aliyê zaliman ve bi neheqî hat şehîdkirin. Heval Ahmet ne ji aliyê kesekî ve, ji aliyê dewletê bi xwe ve hatiye kuştin. Zarokên gelê kurd 40 sal in her roj ji aliyê hêzên tarî ve tên şehîdkirin. Zîhniyeta dewletê bi salan bû sedem ku hevalê me Ahmet û gelek kesên wekî wî şehîd bibin. Hz. Alî dibêje ku li dinyayê du cure zilm hene. Ya pêşî yê ku zilmê dike û yê duyem jî yê li zilmê temaşe dike. Ji ber vê sedemê bila tu kes li zilma li hevalê Ahmet hatiye kirin temaşe neke û qebûl neke. Ger em vê zilmê qebûl bikin, em ê jî bibin şirîkê wê. Ji hemû gelê kurd re sersaxiyê dixwazim."
 
Piştî definkirinê gel ji bo sersaxiyê çû mala malbatê.
 
Şîn dê li mala malbata Gun a li Meheleya Tolîgîya bê danîn. 

Sernavên din

16/12/2023
20:34 Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir
20:20 Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome
16:52 Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin
16:49 Parêzer Sarica: Nikarin vîna Ocalan têk bibin lewma tecrîd girantir kirin
16:05 Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê
15:53 Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin
15:31 Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest
15:28 ‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’
15:06 ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî
14:36 Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin
14:30 Felsefevanê îtalyanî Antonio Negri jiyana xwe ji dest da
14:24 Îhsan Haran 29 sal berê hate windakirin: Bila bêcezatiya di dosyayê de bi dawî bibe
14:05 Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin
13:53 Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da
11:39 Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir
11:36 Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
11:27 NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin
10:50 Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
10:03 Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
09:49 Ji rojnameger Silêman Ehmed 53 roj in tu agahî nayên girtin
09:45 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome
09:42 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!
09:30 Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye
09:24 Tîma Futbolê ya Jinan di sala xwe ya ewil de bû şampiyon
09:17 Parêzer Çîftçîler: Ger tecrîd bidome dê girtîgehên din jî veguherin Îmraliyê
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!
09:04 Parêzerê rojnameger Ehmed ê 52 roj in agahî jê nayê girtin: Ya tê kirin sûc e
09:02 Birayê Yildiz a di greva birçîbûnê de ye: Divê gelê kurd xwedî li çalakiya girtiyan derkeve
09:01 Kavilên erdhejê dirijînin nava goristanê!
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'YAN
14/12/2023
21:36 Li Trabzonê êrişî karkerên ku bi kurdî axivîn kirin
19:53 Delegasyona Jinan serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir
19:49 Rojnamevan Yilmaz ji girtîgehê derket: Hişê min li pişt dîwaran ma
19:04 Cenazeyê Yilmaz piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
17:14 Parlamenterê AKP'î birayê xwe kir midûrê nexweşxaneyê!
16:27 Hatîmogûllari û Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan
16:15 Meclisê ji ber mirina Bîtmez navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:12 Li Meclisê bi kurdî axivî bi dovîzan tirkiya wê nîşan da
16:08 Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
15:49 Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin
15:44 Tuncel: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin
15:05 Koçyîgît: AKP hewl dide hegemonyaya çandî ava bike
14:55 Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e
14:31 Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn
14:27 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan: Girtî hedef tên nîşandan
14:03 Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da
14:01 Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl
13:49 Der barê giliya Soylû de daxwazname dan Meclisê
13:20 Rojnameger Sedat Yilmaz hate tehliyekirin
12:47 Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:09 DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be
11:43 Rapora RSF’ê ya 2023’yan: 45 rojnameger hatin kuştin û 521 girtî ne
11:40 Danişîna rojnameger Yilmaz dest pê kir
11:33 Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin
11:23 Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin
10:41 Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge
10:31 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir
10:22 Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin
10:17 Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin?
10:12 DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê
09:42 Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome
09:29 51 roj in aqûbeta rojnameger Ehmed nayê zanîn