Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin

  • rojane
  • 13:52 12 Kanûn 2023
  • |
img

AMED - Serdarê bi navê Ahmet Eren ku dema li Fermandariya Cendirmeyan a Erxeniyê di dema wergirtina cerdevanan de bi bertîlxwarinê tê tawanbarkirin, ji danişînên dozê hate varestekirin. 

 
Bi sedema di navbera salên 2017-2019’an û 2019-2020’an de li Erxenî ya Amedê di dema wergirtina cerdevanan de bertîl xwariye, li serdar Ahmet Eren û serpêl Soner Eren ên li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê peywirdar bûn, doz hatibû vekirin. Doz, ji ber kiriyarên “bi berdêla bertîlê cerdevan wergirtine kar”, “bi gefa ji peywirê dûrxistinê pere ji sercerdevanan wergirtine û sercerdevan tayîn kirine” û “ji bo bertîlê tayîn derxistine” bi sûcên “Bertîl wergirtin” û “îrtîkapê” hatibû vekirin. 
 
Cerdevanên kevin û yên nû jî di nav de 38 bersûc di dosyayê de cih digirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ahmet û Soner Eren ku bira ne û bersûcên din Hîkmet û Hîlmî Aksoy ku bira ne, Hasan Tekîn Guldogan, Nafîz Yaşar û parêzerên wan tev li bûn. 
 
ŞAHID ÎFADEYA XWE ÎNKAR KIR 
 
Bersûcan di danişînê de parastina xwe kirin û tawanbariyên “Wergirtina bertîlê” û “alîkariya ji bo bertîlê” red kirin. Şahidê bi navê Mahmût Kahraman ku di dema lêpirsînê de gotibû Eren dema serxweş wesayît ajotibû û ji bo jêbirina cezayê 12 hezar TL were jêbirin bertîl daye jî di vê danişînê de got ku ew îfade aydê wî nînin û bûyereke wiha neqewimiye. 
 
BERSÛC JI BO PARASTINA XWE NAVÊN ERDOGAN Û BAHÇELÎ BI KAR ANΠ
 
Soner Eren ku ji bo tayîna xwe bertîl daye xebatkarên cemaweriyê jî got ku armanca esasî ya dozê birayê wî Ahmet Eren e. Her wiha doz weke kompaseke li dijî birayê xwe pênase kir û îdia kir ku ji bo dozê ji birayê xwe xwestiye bi Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û serokê Dadgeha Bilind re hevdîtinê bike lê xeletî kiriye û bi gotina wî nekiriye. 
 
Bersûc Ahmet Eren jî parastina xwe ya berê dubare kir û xwest qedexeya derketina derve, tevdîra kontrola edlî bên rakirin û xwest ji danişînan bê varestekirin. 
 
DÊ JI DANIŞÎNAN BÊN VARESTEKIRIN 
 
Dozger û parêzeran xwestin kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê jî daxwaz qebûl kir û biryar da ku hemû bersûc ji danişînan bên varestekirin, biryarên qedexeya derketina derve û kontrola edlî ya hinek bersûcan bên rakirin û danişîn taloqî 21’ê gulanê kir. 
 

Sernavên din

16/12/2023
20:34 Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir
20:20 Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome
16:52 Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin
16:49 Parêzer Sarica: Nikarin vîna Ocalan têk bibin lewma tecrîd girantir kirin
16:05 Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê
15:53 Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin
15:31 Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest
15:28 ‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’
15:06 ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî
14:36 Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin
14:30 Felsefevanê îtalyanî Antonio Negri jiyana xwe ji dest da
14:24 Îhsan Haran 29 sal berê hate windakirin: Bila bêcezatiya di dosyayê de bi dawî bibe
14:05 Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin
13:53 Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da
11:39 Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir
11:36 Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
11:27 NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin
10:50 Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
10:03 Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
09:49 Ji rojnameger Silêman Ehmed 53 roj in tu agahî nayên girtin
09:45 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome
09:42 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!
09:30 Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye
09:24 Tîma Futbolê ya Jinan di sala xwe ya ewil de bû şampiyon
09:17 Parêzer Çîftçîler: Ger tecrîd bidome dê girtîgehên din jî veguherin Îmraliyê
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!
09:04 Parêzerê rojnameger Ehmed ê 52 roj in agahî jê nayê girtin: Ya tê kirin sûc e
09:02 Birayê Yildiz a di greva birçîbûnê de ye: Divê gelê kurd xwedî li çalakiya girtiyan derkeve
09:01 Kavilên erdhejê dirijînin nava goristanê!
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'YAN
14/12/2023
21:36 Li Trabzonê êrişî karkerên ku bi kurdî axivîn kirin
19:53 Delegasyona Jinan serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir
19:49 Rojnamevan Yilmaz ji girtîgehê derket: Hişê min li pişt dîwaran ma
19:04 Cenazeyê Yilmaz piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
17:14 Parlamenterê AKP'î birayê xwe kir midûrê nexweşxaneyê!
16:27 Hatîmogûllari û Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan
16:15 Meclisê ji ber mirina Bîtmez navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:12 Li Meclisê bi kurdî axivî bi dovîzan tirkiya wê nîşan da
16:08 Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
15:49 Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin
15:44 Tuncel: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin
15:05 Koçyîgît: AKP hewl dide hegemonyaya çandî ava bike
14:55 Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e
14:31 Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn
14:27 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan: Girtî hedef tên nîşandan
14:03 Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da
14:01 Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl
13:49 Der barê giliya Soylû de daxwazname dan Meclisê
13:20 Rojnameger Sedat Yilmaz hate tehliyekirin
12:47 Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:09 DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be
11:43 Rapora RSF’ê ya 2023’yan: 45 rojnameger hatin kuştin û 521 girtî ne
11:40 Danişîna rojnameger Yilmaz dest pê kir
11:33 Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin
11:23 Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin
10:41 Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge
10:31 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir
10:22 Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin
10:17 Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin?
10:12 DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê
09:42 Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome
09:29 51 roj in aqûbeta rojnameger Ehmed nayê zanîn