Li Wanê eleqeyeke zêde ji bo serlêdanên bernamzetiyê heye

  • rojane
  • 09:49 13 Kanûn 2023
  • |
img
WAN - Ji bo Hevşaredariya Wanê 192 serlêdan li Partiya DEM’ê hatin kirin. Tê payîn ku heta 20'ê kanûnê hejmara serlêdanên ku piraniya wan ciwan in, zêde bibe.
 
Li Wanê di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji 13 şaredariyan 10 şaredarî bi dest xistibû. AKP'ê jî 4 şaredarî bi dest xistibûn. Şaredariyên Ebex, Tûşba û Artemêtê ên ku HDP'ê bi dest xistibûn jî bi hinceta hevşaredarên wan bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibûn îxrackirin Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) mazbata nedabû wan û li şûna wan dabûn namzetên AKP'ê yên di hilbijartinê de têk çûbûn. Bi vî rengî hejmara şaredariyên HDP'ê daketibûn 7'an. Paşê qeyûm tayînî hemû şaredariyên HDP'ê hatibûn kirin. Qeyûmên hatibûn tayînkirin jî meclisên şaredariyan fesix kiribûn û şaredariyan bi çend karmendên tayînkirî bi rê ve biribûn. 
 
NELIRÊTÎ Û GENDELÎ
 
Şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatin kirin, ji ber gendelî û nelirêtiyê her di rojevê de ne. Piraniya mal û milkên aîdî şaredariyan hatin firotin. Her wiha şaredarî di nav deynan d eman. Di rapora dawî ya Dîwana Çavdêriya Darayî de hat dîtin ku tenê deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 2 milyar TL derbas kiriye. Lê nehat hînkirin ku bê çiqas deynên bankên taybet li şaredariyê ne. Her wiha di hesabên bîlançoyê yên Şaredariya Bajarê Mezin de derket holê ku deynê sala 2020'an 103 milyon, deynê sala 2021'ê 89 milyon û deynê sala 2022'an jî 1 milyar û 88 milyon TL ye. Ji dema qeyûm hatiye tayinkirin heya niha, îstîhdamkirina neqanûnî û îstihdamkirina endamên AKP'ê ku li şaredariyan hatine bicihkirin jî, yek ji mijarên cihê nîqaşê ye. 
 
ELEQEYEKE ZÊDE JI BO SERLÊDANAN
 
Tê payîn ku di hilbijartinên xwecihî yên di 31'ê Adara 2024'an de şaredarî dîsa dest biguherin. Tê gotin ku dê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piraniya şaredariyan bi dest bixe. DEM Partî ya ku ji bo hilbijartinan biryara "pêşhilbijartinê" girtiye, heta niha gelek kesan serî lê daye.
 
Heta niha bi giştî 192 kesan ji bo hevşaredariyê serî li partiyê dane. 4 kesan ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê serlêdan kiriye. Ên din jî ji bo hevşaredariyên navçeyan serlêdan kirine. Ji vê hejmarê 140 mêr û 52 jê jî jin in. Her wiha bi giştî 310 kesan jî ji bo endamtiya meclisa şaredariyê serlêdan kirine. Hat hînbûn ku ji sedî 40'ê serlêdanan ji ciwanan pêk tê.
 
Serlêdanên namzetiyê dê di 20'ê kanûnê de bi dawî bibin. Tê payîn ku ev hejmar heya wê rojê du qat zêde bibe.
 
'BÊYÎ BIRYARA GEL DÊ KES NEBE NAMZET'
 
Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partî ya bajêr Delîl Aksoy der barê serlêdanan de axivî. Aksoy diyar kir ku dê serlêdan zêde bibin. Aksoy got: "Gelê me xwe amade dike ku dersa pêwîst bide qeyûman û em vê yekê di hejmara serlêdanan de jî dibînin. Piştî ku em serlêdanan bi berfirehî binirxînin, em ê ji bo erêkirinê pêşkêşî gelê xwe bikin. Hem hevalên me yên ku serlêdan kirine hem jî gelê me rêzê li biryarên komîsyonê digire. Dibe ku di demên berê de kêmasî çêbûbin, lê ji xeynî biryara gel dê kes nebe namzet." 
 
BANGAWAZÎ
 
Aksoy diyar kir ku piştî ku dema serlêdanê bi dawî bibe dê pêvajoya mulaqatê dest pê bike û wê derfet bê dayîn ku namzet xwe bidin nasîn û wiha got: “Piştî van pêvajoyan em ê sindoqan bidin ber gel û gel dê dengê xwe bi kar bîne û hevşaredar û endamên meclisê hilbijêre. Ji ber vê yekê her hevalê ku serlêdanê bike xwedî heman şert û mercan e." 
 
Aksoy bi taybetî bang li ciwanan kir ku "serlêdanê bikin" û got: "Em bawer dikin ku em ê bi dirûşma 'Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin' bi ser bikevin. Armanca me li Wanê ew e ku em her 14 şaredariyan jî bi dest bixin. Demekê me 13 şaredarî bi dest xistibûn." 
 
MA / Adnan Bîlen 

Sernavên din

14/12/2023
19:04 Cenazeyê Yilmaz piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
17:14 Parlamenterê AKP'î birayê xwe kir midûrê nexweşxaneyê!
16:27 Hatîmogûllari û Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan
16:15 Meclisê ji ber mirina Bîtmez navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:12 Li Meclisê bi kurdî axivî bi dovîzan tirkiya wê nîşan da
16:08 Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
15:49 Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin
15:44 Tuncel: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin
15:05 Koçyîgît: AKP hewl dide hegemonyaya çandî ava bike
14:55 Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e
14:31 Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn
14:27 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan: Girtî hedef tên nîşandan
14:03 Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da
14:01 Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl
13:49 Der barê giliya Soylû de daxwazname dan Meclisê
13:20 Rojnameger Sedat Yilmaz hate tehliyekirin
12:47 Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:09 DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be
11:43 Rapora RSF’ê ya 2023’yan: 45 rojnameger hatin kuştin û 521 girtî ne
11:40 Danişîna rojnameger Yilmaz dest pê kir
11:33 Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin
11:23 Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin
10:41 Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge
10:31 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir
10:22 Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin
10:17 Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin?
10:12 DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê
09:42 Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome
09:29 51 roj in aqûbeta rojnameger Ehmed nayê zanîn
09:02 'Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn kedkaran temsîl nake'
09:01 Li Şirnexê serlêdanên li DEM Partiyê zêde dibin
09:01 Li Semsûrê kursên kurdî dest pê kirin
09:00 ‘Armanc tunekirina neteweyekê ye’
09:00 Dayikên girtiyan: Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2023'YAN
13/12/2023
22:18 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Cenevreyê 3 sal li pey xwe hişt
16:35 Ozel serdana DEM Partiyê kir: Diyalog dê bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê bê
16:29 Bozan: Em dengê girtiyan zindî bihêlin
15:56 Di hevdîtinên bûdçeyê de AKP’iyan li baxçeyê Meclisê goştê berxikan biraştin
15:53 Wekîlê berê yê HEP’î Guneş jiyana xwe ji dest da
15:52 Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Edeneyê ji bo serlêdanan bang kir
15:51 Ozel li DEM Partiyê ye: Hevdîtinê dest pê kir
15:48 Di çalakiyên bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tên kirin de peyama bîryardariyê
15:36 DÎSK’ê ji bo ‘5 xal’ li Meclisê bên qebûlkirin bang li parlamenteran kir
15:16 Dedeoglû: Dê Sedat rojnamegeriyê nîşanî wan bide
15:14 Ji ber nûçeya me ya ‘Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin’ lêpirsîn hat vekirin
14:56 Bayindir: Em ê bi têkoşîna hevpar tecrîdê bişkînin
14:42 Li Stenbolê starta Nobeta Edaletê tê dayîn
14:40 Doza Kobanê: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe
14:21 DFG Û MKG: Rojnamevan Ehmed ê hatiye revandin berdin
13:51 Di doza rojnameger Kanbal de biryara beraetê hate dayîn
13:50 Kujerê Hrant Dînk xwest navê xwe weke ‘Alî Eren Karadenîz’ biguherîne
13:23 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: 19 kes hatin binçavkirin
13:14 Çîrokên wan cuda, daxwazên wan hevpar in: Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
13:08 2 karkerên li Nîgdeyê ketin tanka kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
12:08 Kiliç ê ketiye greva birçîbûnê di danişînê de parastin nekir
12:05 Biryara AYM’ê ya ji bo Can Atalay
11:21 Danişîna rojnameger Yilmaz sibê ye: Em xwedî li heqîqetê derkevin
11:01 Wêneyê rojnameger Yilmaz bi keça xwe re kişandî weke sûc hate dîtin
10:44 Zekî Manas ê DBP’î hate girtin
10:38 Rêhevalên Gun: Bi taybetî ew hedef girtin
10:32 Ji ber girteka sexte ya polîsan ev 16 sal in di girtîgehê de ye
10:10 Parêzera lubnanî Majed: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber in
10:07 ‘Çepa tirk heke bixwaze pêşiya faşîzmê bigire, divê di pirsgirêka kurd de xwedî seknekî hevgirtî be’
10:05 Ji rojnamevan Ehmed 50 roj in agahî nayên girtin
09:49 Li Wanê eleqeyeke zêde ji bo serlêdanên bernamzetiyê heye
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17’an de didome
09:31 Tunela di bin gund de tê çêkirin rê li ber xetereyên mezin vedike
09:26 Malbatên girtiyan: Em bibin yek tecrîdê bişikînin
09:20 Kaya ê di Nobeta Edaletê de bang kir: Ji xeynî berxwedanê tu çare tune ye
09:13 Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin: Em hevalên doza zarokên xwe ne
09:12 Ji DEM Partiyê ji bo Sêrtê banga serlêdana bernamzetiyê
09:03 Di ser qedexeya Cizîrê re 8 sal derbas bûn: Ne dayika wî ne jî gelê wî çok danî
09:01 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2023'YAN
12/12/2023
20:24 Doza Kobanê: An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin!
20:12 Rêveberiya Xweser peymana civakî pejirand
18:41 Guvcîn ê girtî yê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
16:43 Meclisê navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:01 Karkerên Ozak Tekstîlê 16 roj in li ber xwe didin
15:30 TÎP çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
15:12 Piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:02 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
15:01 Amedsporê êrişa li dijî hakem Meler şermezar kir
14:46 Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?