Parêzera lubnanî Majed: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber in

  • rojane
  • 10:10 13 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Parêzera lubnanî Manal Majed ku têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdê de agahiyê bigire li Tirkiyeyê serdanan dikin wiha got: “Fikir û felsefeya Ocalan ji bo hemû gelan rêber in.”
 
Şandeya Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk tê ku ji gelek welatên Ewropayê parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de hene ji bo hin rêze serdanan di 9’ê kanûnê de hatin Tirkiyeyê. Şandeyê di vê çarçoveyê de ewilî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 33 meh in agahî jê nayên wergirtin dike, kir. Şandeyê pişt re serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Jin Bi Hev Re Hêzin kirin, Kongreya Demokratîk a Gelan û Dayikên Şemiyê kir. 
 
Endama Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî (NUN) ku ji aliyê aktîvîstên jin ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ve li Beyrût a paytexta Lubnanê di 4'ê Hezîrana 2022'an de hat avakirin Parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Manal Majed, ya di nav şandeya ku piştî Stenbolê serdanên xwe li Amedê didomîne de cih digire li ser paradîgmaya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan û têkildarî tecrîdê ji ajansa me re axivî.
 
Majed, diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan were berdan dê têbikoşin. 
 
‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Majed, anî ziman ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan rêber e û tecrîda li Îmraliyê rexne kir. Majed, axaftina xwe wiha domand: “Ev polîtîkaya tecrîdê qet nayê qebûlkirin. Demekî dirêj e destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em nizanin ka dijî an na, tu kes nikare xwe bigihînê. Nayê fêmkirin ku mirovekî ji bo hemû cîhanê fikrên girîng danîne holê ji mafên xwe yên xwezayî mehrûm bê hiştin. Polîtîkaya tecrîdê bi tu awayî ne hiqûqî ye û ne li gorî tu standartên mafên mirovan e.”
 
Majed girîngiya hatina gelhev a cudahiyan a li dijî tecrîdê destnîşan kir û bi lêv kir ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin divê her kes di nava hewldanan de be.
 
‘ARMANCA HATINE ME EW E KU JI ÎMRALIYÊ AGAHIYÊ BIGIRIN’ 
 
Majed da zanîn ku jinên ji Lubnan, Filistîn, Iraq, Lîbya, Yemen, Sûriye, Misir û Sûdanê di Înîsîyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî de cihê xwe girtine û destnîşan kir ku wek însiyatîf ew armanc dikin ku felsefe, fikir û paradîgmaya Abdullah Ocalan nas bikin û bidin nasîn.
 
Majed, diyar kir ku di çarçoveya van fikran de di nav şandeyê de cih digire û qala armanca serdanên xwe yên li Tirkiyeyê kir. Majed, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez li ser navê înîsiyatîfa NÛN’ê li vir im. Yek ji armanca me ya herî girîng a hatin vir ew e ku derbarê rewşa Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê girtiyê de agahiyan bigirin. Dîsa em dixwazin serdana girtîgehên li vir bikin û têkildarî rewşa girtiyan agahiyan bigirin. Em ê têkildarî vê mijarê serdana rêxistinên mafên mirovan bikin.”
 
‘OCALAN MAFÊ HEMÛ JINAN DIPARÊZE’ 
 
Majed da zanîn ku însiyatîfa NÛN'ê girêdayî fikir û felsefeya Ocalan a li ser jinên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê, di encama hewldanên jinên ku azadiya Abdullah Ocalan dixwestin pêk hatiye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn avakirina ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ înîsiyatîfa jinan a yekemîn e. Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn mirovê ewil e ku mafên jinan diparêze. Em weke Înîsiyatîfa NÛN’ê dizanin ku Ocalan mafên jinan diparêze. Ne tenê mafên jinên kurd, mafên hemû jinên cîhanê diparêze. Bawerî azadî û wekheviya jinê dike. Em bawer dikin ku paradigmaya Abdullah Ocalan ji bo jinan rêber e. Ez jî weke jineke lubnanî ji bo ku bawerî vê yekê dikim îro li vir im.”
 
PARADÎGMAYA AZADÎXWAZIYA JINÊ YA ABDULLAH OCALAN
 
Majed, anî ziman ku Abdullah Ocalan demekî dirêje ji bo mafên jinan têdikoşe, ked dide û wiha domand: “Hemû cîhan dirûşmeya jinên kurd a ‘jin jiyan azadî’ dizane. Jinan ev dirûşm ji fikra azadîxwaziya jinê ya felsefeya Abdullah Ocalan wergirtin. Em dikarin van fikir û ramanên Abdullah Ocalan têxin pratîkê. Abdullah Ocalan ev fikir ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê danî holê, em di ferqa vê yekê de ne. Ez weke yekî parazvanên mafên mirovan û ji Înîsiyatîfa NÛN’ê piştgiriya gotinên Abdullah Ocalan dikim û em weke înîsiyatîf azadiya wî dixwazin. Ji ber ku Abdullah Ocalan bawerî azadiya jinan û mafên jinan dike. Ji bo jinên kurd ez jî dibêjim ‘jin jiyan azadî’.”
 
‘JI BO KU WERE BERDAN DIVÊ EM TÊBIKOŞIN’  
 
Majed, destnîşan kir ku fikrên Abdullah Ocalan di serî de jin ji bo hemû gelan çareserine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vî awayî di her qadê pêşî li jinan vebû. Hem di siyasetê de hem jî di qada civakî de jinan bi vê rêyê gelek destkeftî bi dest xistin. Weke jin em girîngiyê didin azadiya jinan. Em derbarê rewşa civaka kurd de xwedî agahî ne. Em Ocalan ne tenê kesekî ku azadiya jinên kurd kesekî ku azadiya jinên cîhanê dixwaze dibînin. Ji ber vê yekê ji bo were berdan tişta ji destê me tê em ê bikin, ev yek girîng e.”
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

16/12/2023
20:34 Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir
20:20 Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome
16:52 Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin
16:49 Parêzer Sarica: Nikarin vîna Ocalan têk bibin lewma tecrîd girantir kirin
16:05 Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê
15:53 Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin
15:31 Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest
15:28 ‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’
15:06 ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî
14:36 Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin
14:30 Felsefevanê îtalyanî Antonio Negri jiyana xwe ji dest da
14:24 Îhsan Haran 29 sal berê hate windakirin: Bila bêcezatiya di dosyayê de bi dawî bibe
14:05 Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin
13:53 Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da
11:39 Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir
11:36 Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
11:27 NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin
10:50 Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
10:03 Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
09:49 Ji rojnameger Silêman Ehmed 53 roj in tu agahî nayên girtin
09:45 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome
09:42 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!
09:30 Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye
09:24 Tîma Futbolê ya Jinan di sala xwe ya ewil de bû şampiyon
09:17 Parêzer Çîftçîler: Ger tecrîd bidome dê girtîgehên din jî veguherin Îmraliyê
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!
09:04 Parêzerê rojnameger Ehmed ê 52 roj in agahî jê nayê girtin: Ya tê kirin sûc e
09:02 Birayê Yildiz a di greva birçîbûnê de ye: Divê gelê kurd xwedî li çalakiya girtiyan derkeve
09:01 Kavilên erdhejê dirijînin nava goristanê!
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'YAN
14/12/2023
21:36 Li Trabzonê êrişî karkerên ku bi kurdî axivîn kirin
19:53 Delegasyona Jinan serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir
19:49 Rojnamevan Yilmaz ji girtîgehê derket: Hişê min li pişt dîwaran ma
19:04 Cenazeyê Yilmaz piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
17:14 Parlamenterê AKP'î birayê xwe kir midûrê nexweşxaneyê!
16:27 Hatîmogûllari û Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan
16:15 Meclisê ji ber mirina Bîtmez navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:12 Li Meclisê bi kurdî axivî bi dovîzan tirkiya wê nîşan da
16:08 Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
15:49 Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin
15:44 Tuncel: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin
15:05 Koçyîgît: AKP hewl dide hegemonyaya çandî ava bike
14:55 Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e
14:31 Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn
14:27 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan: Girtî hedef tên nîşandan
14:03 Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da
14:01 Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl
13:49 Der barê giliya Soylû de daxwazname dan Meclisê
13:20 Rojnameger Sedat Yilmaz hate tehliyekirin
12:47 Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:09 DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be
11:43 Rapora RSF’ê ya 2023’yan: 45 rojnameger hatin kuştin û 521 girtî ne
11:40 Danişîna rojnameger Yilmaz dest pê kir
11:33 Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin
11:23 Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin
10:41 Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge
10:31 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir
10:22 Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin
10:17 Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin?
10:12 DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê
09:42 Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome
09:29 51 roj in aqûbeta rojnameger Ehmed nayê zanîn