Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in

  • rojane
  • 11:07 15 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Ji rêveberên Baroya Amedê Adîle Salman diyar kir ku girtî li bendê ne ku tevahiya rêxistinên demokratîk û raya giştî piştgiriyê bidin çalakiya wan a greva birçîbûnê ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” dane  destpêkirin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Di 10’ê cotmehê de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanya hatibû destpêkirin û girtiyan jî di çarçoveya kampanyayê di 27’ê mijdarê de bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 19’an de didome. 
 
Seroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navendî ya Baroya Amedê parêzer Adîle Selman têkildarî rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de axivî. 
 
‘LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ DI MERIYETÊ DE NÎNE’ 
 
Salman, diyar kir ku li gorî qanûnan hemû girtî divê teqez bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û wiha got: “Li gorî mewzûatê tu tiştekî pêşî li ber vî mafî bigire tune ye. Lê li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq di meriyetê de nîne. Tu îzeheteke astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatan re ya wiha demdirêj nîne. Wezareta Dadê, saziyên darazê û meqamên îdarî tevahiya serlêdanan bêbersiv dihêlin. Ev yek jî rê li ber fikaran vedike.” 
 
SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ ŞIRÎKÊN VÊ SÛCÎ NE 
 
Bi domdarî Salman anî ziman ku di pergalên hiqûqî yên demokratîk de divê erênî yan jî neyînî bersiva hemû serlêdanan bê dayîn û wiha pê de çû: “Lê tu bersiv nayên dayîn. Ev tecrîd, di esasê xwe de li dijî daxwazên gelê kurd tê kirin. Ev yek binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Saziyên navneteweyî gelek caran gotin ku tecrîd binpêkirineke maf e. Heta CPT’yê di raporên xwe de tecrîd xist nav ‘miameleya xerab’ û ‘qedexeya îşkenceyê.’ Lê saziyên navneteweyî seknekî baş raber nakin. CPT hêj jî bêdeng e û ev saziyên navneteweyî şirîkên sûcê tecrîdê ne. Di sepana tecrîdê de para hemû welatan heye.” 
 
‘TECRÎDA HEYÎ ÎRADEYA NEÇARESERIYÊ YE’ 
 
Salman, bi lêv kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê bi Îmraliyê re peywendî hebin û ev tişt anî ziman: “Di bingeha sepana tecrîdê ya heyî de, îradeya neçareseriyê heye. Saziyên navneteweyî yên di kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ de cih digirin jî dixwazin Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de cih bigire. Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyayê de çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Ji hiqûqî ve ev yek şêweyekê protestoyê ye. Divê hêj rewşa girtiyan nebaş nebûyî divê daxwazên wan bên qebûlkirin.”
 
DAXWAZÊN GIRTIYAN
 
Salman, got ku ji bo şopandina çalakiyê tevî Amed Barosu, ÎHD, OHD, MED TUHAD-FED û TUAY-DER’ê şandeyek ava kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em gelek caran diçin serdana girtiyan. Bendewariyên girtiyan ji raya giştî hene. Dibêjin ku yekser ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ev çalakî dane destpêkirin. Dibêjin ku heke ev pêvajo jinedîtî ve bê, dê asta çalakiyê bilindtir bikin. Gotin ku hêj rewş neguherî bila kesên azadîxwaz, aştîxwaz û demokrasîparêz piştgiriyê bidin. Ji ber çalakiyê li tevahiya girtiyan cezayên disiplînê tên birîn. Bi tu awayî bersivê nadin daxwaza girtiyên dixwazin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin. Dest danin ser nameyên ji birêz Abdullah Ocalan re tên şandin. Nameyên girtî ji hev re dinivîsin tên sansûrkirin an jî tên desteserkirin. Her wiha gelek nameyên ji saziyên demokratîk re dinivîsin ji girtîgehê dernakevin û îdare desteser dike. Her wiha girtiyan rêz dikin û jê re dibêjin ku dê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê têxin meriyetê. Girtiyan ku rêveberiyên girtîgehan zexta psîkolojîk li wan dikin.” 
 
‘DIXIN HUCREYÊN YEKKESÎ’
 
Salman, got ku li Girtîgeha Jinan a Erzînganê 50 gardiyanan hewl dan girtiyeka dest bi greva birçîbûnê kiriye bixin hucreyê û ev tişt anî ziman: “Di vê navberê de tevahiya jinên li qawîşê hatin derbkirin. Li ser vê yekê girtiyên jin bertek nîşan dan û dest bi grevê kirin. Li gelek girtîgehên din girtî xistine hucreyên yekkesî, nahêlin kes li cem wan bimîne, xwê, lîmon, şekir û tiştên din pir kêm û di bin zextê de tên dayîn. Pêdiviya bi vîtamînê nayê pêşwazîkirin, nahêlin danûstandinê li kantînê bikin, peywendiyên wan tên qutkirin. Girtiyên di çalakiyê de peyama ‘Em bi qasî di oxira wê de bimrin ji jiyanê hez dikin’ dan û xwestin saziyên demokratîk û raya giştî xwedî li çalakiya wan derkevin.” 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

12/03/2024
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin