Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn

  • rojane
  • 16:49 17 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Ciwanên Xwendekarên Welatparêz jî tev li Nobetên Edaletê yên li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn û Stenbolê didomin bûn û piştgirî dan. 
 
Nobeta Edaletê ya ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene û Stenbolê hatiye destpêkirin didome. 
 
WAN 
 
 
Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER û xizmên girtiyan hate destpêkirin û di roja 13’an de berdewam kir. Endam û rêveberên Komeleya Jinan a STAR’ê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rêya Armûşê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Wanê ji bo piştevaniyê hatin serdanê. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay diyar kir ku tevî zext û zilmê jî girtiyan barê têkoşînê li xwe girtiye û wiha domand: “Em van çalakiyan silav dikin. Em li vir dîsa bang dikin; muxatabê pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e û divê rêyên guftûgoyê bên vekirin. Her dayika ku di vê berxwedanê de cih digire, ji bo me qasida aştiya birûmet e.” 
 
Çalakî bi stran û serdanan dom kir. 
 
AMED
 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezan a Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 14’an de dom kir. Di çalakiyê de pankarta “Em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bidin zindanan” hate vekirin. Her wiha çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Serdanên ji bo çalakiyê di tevahiya rojê de berdewam kirin. Rêveberên Komeleya Hewldana 78’an, endama Meclsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Meyaser Akdag û Încî Guler ku birayê wê Abdulselam Guler 30 sal piştre ji girtîgehê hate berdan hatin serdana nobetê. 
 
Dayika Aştiyê Akdag di çalakiyê de axivî û wiha got: “Divê em heta dilopa xwîna laşê xwe ya dawî piştgiriyê bidin çalakiyê.” Încî Guler jî xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û zextên li ser girtîgehan bi dawî bibin. Guler, got ku heta encamekî bi dest dixin dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Çalakî bi stranan û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” dom kir. 
 
MÊRSÎN
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê jî di roja 14’an de li avahiya Çukurova TUAY-DER’ê berdewam kir. Dayikên Aştiyê û gel piştgirî da çalakiyê, bal kişandin ser rewşa girtîgehan û bertek nîşanî zextên li ser girtiyan dan. 
 
Çalakî, bi stranên dayikan û dengbêjan dom kir. 
 
EDENE 
 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edeneyê ku AATUHAY-DER’ê tê lidarxistin jî di roja 14’an de berdewam kir. Li gel Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, gelek welatî jî hatin serdana çalakvanan. 
 
STENBOL 
 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilar a Stenbolê di kete roja 5’an. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan”  hate vekirin. Endamên Ciwanên Xwendekarên Welatparêz, DÎAYDER, DBP,  heverokên DEM Partiyê yên navçeyên Esenyurt û Maltepeyê û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin serdana nobetê. Endamên Ciwanên Xwendekarên Welatparê ji bo piştevaniyê rojek nobet girtin. 
 
Fînce Akman di çalakiyê de axivî û wiha got: “Zarokên me ketine greva birçîbûnê û dibe ku sibe dusibe xwe bişewitînin an jî ji birçan jiyana xwe ji dest bidin. Heke rewşeke wiha çêbibe, berpirsyar dewlet e. Bila daxwazên zarokên me pêk bînin. Heta ku pêk tên jî em ê neçin malên xwe û li vir nobetê bigirin. Em natirsîn û dê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 

Sernavên din

17/12/2023
20:33 Wêneyên pêşengên kurdan bi Keleha Wanê ve hatin daliqandin
20:28 Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû
19:33 Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
19:18 Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
18:35 Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin
17:01 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
16:49 Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn
16:29 Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin
15:56 ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist
15:16 Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin
14:29 DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir
13:39 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye
13:31 Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir: Dayik û keça wê hatin qetilkirin
12:52 DEM Partiyê biryarên di civîne de hatine dayîn eşkere kir
12:51 Îrmez: Divê tecrîd rabe, çareseriyeke din tune
11:16 Amed di nava mijê de ma
10:53 Li Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: 61 kes winda bûn
10:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 21’an de didome
09:59 Meteorolojiyê ji barînan hişyarî da
09:58 Ji rojnameger Silêman Ehmed 54 roj in tu agahî nayên girtin
09:58 Kovara Jînê bi sernavê ‘Dê ev roj ji bîra we dernekevin' derket
09:57 Dê DEM Partî namzetên xwe kengî eşkere bike?
09:18 Li KYK’ê dîsa asansor ket
09:09 Qeyûm agahiyên şaş dane wezaretê
09:08 Li Manîsayê pankarta pêşengên kurdan hate daliqandin
09:08 Ji ber ku pala xwe daye qalorîferê 2 hezar lîre ceza li girtî birîn
09:05 Ji DEM Partiyê bi 3 zimanan banga ji bo serlêdanên bernamzetiyê
09:04 Tevî pitika xwe ya 4 mehî di Nobeta Edaletê de ye: Em bibin dengê zindanan
09:01 Gurbuz ê DBP'î: Ji bo erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'YAN
16/12/2023
20:54 Ciwanên rihayî wêneyên pêşengên kurdan daliqandin
20:34 Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir
20:20 Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome
16:52 Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin
16:49 Parêzer Sarica: Nikarin vîna Ocalan têk bibin lewma tecrîd girantir kirin
16:05 Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê
15:53 Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin
15:31 Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest
15:28 ‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’
15:06 ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî
14:36 Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin
14:30 Felsefevanê îtalyanî Antonio Negri jiyana xwe ji dest da
14:24 Îhsan Haran 29 sal berê hate windakirin: Bila bêcezatiya di dosyayê de bi dawî bibe
14:05 Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin
13:53 Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da
11:39 Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir
11:36 Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
11:27 NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin
10:50 Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
10:03 Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
09:49 Ji rojnameger Silêman Ehmed 53 roj in tu agahî nayên girtin
09:45 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome
09:42 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!
09:30 Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye
09:24 Tîma Futbolê ya Jinan di sala xwe ya ewil de bû şampiyon
09:17 Parêzer Çîftçîler: Ger tecrîd bidome dê girtîgehên din jî veguherin Îmraliyê
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!
09:04 Parêzerê rojnameger Ehmed ê 52 roj in agahî jê nayê girtin: Ya tê kirin sûc e
09:02 Birayê Yildiz a di greva birçîbûnê de ye: Divê gelê kurd xwedî li çalakiya girtiyan derkeve
09:01 Kavilên erdhejê dirijînin nava goristanê!
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'YAN
14/12/2023
21:36 Li Trabzonê êrişî karkerên ku bi kurdî axivîn kirin
19:53 Delegasyona Jinan serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir
19:49 Rojnamevan Yilmaz ji girtîgehê derket: Hişê min li pişt dîwaran ma