Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê

  • rojane
  • 13:08 22 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Şandeyeke ji rêxistinên elewiyan çûn serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan. 
 
Şandeyeke ji Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê (KYEE) û nûnerên rêxistinên elewyan ên li Tirkiyeyê pêk dihat çû serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan. Şande, li navenda giştî ya partiyê ji hêla Hatîmogûllari û Bakirhan ve hate pêşwazîkirin. 
 
Di serdanê de ji ewil Hatîmogûllari axivî û da zanîn ku ji dîrokê heta niha civaka elewî her tim rastî zext û pişaftinê hat. Hatîmogûllari, wiha domand: “Tevî hemû zextan jî li dijî senteza tirk-îslamê têkoşiyan. Bi taybet jî îktîdara AKP’ê bi qanûnekê baweriya elewiyan girêdayî Wezareta Turîzm û Çandê kir û ev yek ne hewldaneke jirêzê ya ji bo dengan e.” 
 
 EM JI BO HEMWELATIYA WEKHEV TÊDIKOŞIN’ 
 
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku sekna civaka elewî û saziyên wan ên li dijî zextan girîng e û qurbaniyên Komkujiya Mereşê bi bîr anî. Bi domdarî Hatîmogûllari got ku weke DEM Partiyê, ew li gel pêkvejiyana gel û baweriyên li vê erdnîgariyê ne û wiha pê de çû: “Armanca bernameya me ya esasî ew e ku hemû gel û baweriyên cuda yên li ser vê erdnîgariyê dijîn li ser bingeha mafê hemwelatiya wekhev bijîn û mafên wan di Destûra Bingehîn de bên mîsogerkirin. Em ji bo vê têdikoşin. Valaderxistina hewldanên AKP’ê ku dixwaze bi kodên civakê bilîze, peywira me tevan e.”
 
‘ELEWIYAN XWE LI EWROPAYÊ BIRÊXISTIN KIRIN’ 
 
Serokê Giştî yê Federasyona Yekitiya Elewiyan a Almanyayê (FYEA) û Serokê Wekhev ê KYEE’yê Huseyîn Mat jî ev tişt anî ziman: “Em gelek keyfxweş in ku li vir in. Ji ber ku em gelek caran li dora vê maseyê hatin gel hev. Elewiyên li Ewropayê hemû mafên xwe yên destûra bingehîn bi dest xistin. Me bi rêya du tiştan ev maf bi dest xistin. Ya yekemîn; elewiyan xwe birêxistin kirin û dema xwe birêxistin kirin jî gihiştin vê qenaetê; elewî li kîjan welatî bijîn dixwazin li wî welatî birêve bibin. Tirkiye jî di nav de. Em dixwazin bibin parçeyeke birêvebirinê. Ya duyemîn jî; di Destûra Bingehîn a welatên Ewropayê de azadiya ol û wijdanê heye, mafê hemwelatiya wekhev heye û dewlet mecbûr in ku bi van qanûnan bikin.” 
 
Piştî axaftinan jî civîn hate lidarxistin. Civîn, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 

Sernavên din

23/12/2023
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn
09:00 Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2023'YAN
21/12/2023
18:14 Li Hespistê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ye
16:55 Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be
16:35 Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê
16:28 Ji Nobeta Edaletê edaletê banga têkoşîna bi hev re hate kirin
16:20 'Derheqê girtiyên di greva birçîbûnê de lêpirsîn tên vekirin’
16:02 Li Girtîgeha Menemenê cezayê qedexeya hevdîtinê li 7 girtiyan hate birîn
15:51 ‘Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike’
15:44 Gundiyan RES protesto kirin: Dê bibe sedema ziyanên jêneveger
15:25 Sercerdevan êrişî zaroka 10 salî kir: Diranên wê şikand û laşê wê reş û şîn kir
15:12 Danişîna doza DÎAY-DER’ê hate taloqkirin
14:09 Almanyayê di nava 10 mehan de 13 hezar û 512 kes dersînor kir
14:00 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde 11 bajar hişyar kir
13:59 ‘Em êrişên li dijî nirxên gelê kurd qebûl nakin’
13:27 AYM’ê ji bo Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da
13:25 WHO: Varyanta nû ya Covîdê belav dibe
11:33 Xizanî roj bi roj zêde dibe: Ji bo tiştên erzantir bikirin em dikan bi dikan digerin
11:06 Keskîn bang li wezîr Yerlîkaya kir: Rêbazên Soylu, Agar û Akşener bi kar neyînin
10:40 Nunerên rêxistinên sivîl: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
10:39 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 25’an de didome
10:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 58 roj in tu agahî nayên girtin
10:34 AKP ‘hilbijêran’ vediguhêze kîjan navend û navçeyan?
09:24 Hevserokên MSD’ê yên nû hatin diyarkirin
09:10 Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'
09:05 Endamê Meclisa Ciwanan Guvercîn: Em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin
09:04 Parêzerên bi girtiyan re hevdîtin kirin: Azadî û çareseriyê dixwazin
09:03 Rojnameya Xwebûnê dikeve 5 saliya xwe: Xwebûna herkesî ye
09:02 Girtiyê nexweş ê bi tena serê xwe di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye
09:00 Mexdûrên erdhejê yên roman 11 meh in di konan de ne
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2023'YAN
20/12/2023
16:52 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Hey bêwijdanîno dê çavê me li ser we be
16:50 Hunermendan bang kirin ku Wezîrê Perwerdeyê Tekîn ji peywirê were girtin
16:36 Beriya bersûcan bibîne teşhîs kir
16:34 Di doza Ferhat Tûnç de dê ji miduriyeta polîsan nivîs were xwestin
16:08 Serdanên Nobeta Edaletê: Tecrîd astengiya aştiya civakî ye
15:43 Sansurkirina Rojnameya Yenî Yaşamê ji Serokê Meclisê hate pirsîn
15:09 Cezayê pere li Emîne Şenyaşar hate birîn