Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e

  • rojane
  • 14:03 23 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - Parlamentera Rihayê Dîlan Kûnt a di 1’emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê de axivî wiha got: “Kesên li Kurdistanê komkujiyê dikin bila vê baş bizanin; doza rewa ye mafdar e, têkoşîna me dê bi awayekî herî xurt bidome. Kesên beriya we jî heman tişt kirin lê vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e.”
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Konferansê ya Çamlik a li navçeya navendî Halîliyeyê li dar xist. Ji bilî parlamenterên bajêr Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes beşdar bûn. Li eywana ku kongre lê hate lidarxistin pankartên “Zarokên ku parazvanên gelê xwe ne, ne bêxwedî ne”, “Bijî berxwedana ciwanan”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Ji tecrîd, şer û xizaniyê re na” û “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” hatin daliqandin. 
 
Kongre bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir. Endamê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Îzzet Karadag ê di kongreye de axivî, qala girîngiya dîrokî ya Rihayê kir û wiha got: “Berpirsyartiyeke me ya mezin heye. Cihê ku têkoşîna aştiyê lê ji dayik bû û mezin bû ev der e.” Karadag ê qala tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin kir, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan silav kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Serdar Tum jî spasiyên pêşkeşî kesên tev li kongreyê bûn kir û bang kir ku ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome, deng were derxistin. 
 
‘DÊ DAWÎ BI HEYBET BE’ 
 
Mûhsîn Aydogdû yê li ser navê Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Rihayê axivî wiha got: “Ciwanên welatparêz her tim rol û misyona xwe ya ku dîrokê daye bi cih anî ye. Em ê weke hevrêyên Kemal Pîr, Alî Çîçek û Hayriyan di rêya wan de biçin. Silav li kesên li zindanan li ber xwe didin. Ji birêz Ocalan 33 meh in agahî nayên girtin. Ev weke lekeyeke reş di dîroka mirovahiyê de hatiye nivîsîn. Encam çi dibe bila bibe wê dawî bi heybet be. Sibê li Amedê kongreya me heye, em herkesê vedixwînin.”
 
‘GELÊ KURD SED SAL IN LI BER XWE DIDE’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kûnt Ayan a pişt re axivî wiha got: “Me li ber xwe da, em têk neçûn li dijî zilmê li ser piyan e. Gelê kurd 100 sal in li ber xwe dide. Em ji vir bersivê didin wan û 100 hezar sal jî derbas bibin hûnê nikarin berxwedanê bi dawî bikin. Gelê kurd heye û dê hebe jî.” Ayan, qala girîngiya pêşengên kurdan Şêx Seîd, Seyîd Riza, Leyla Qasim û Qazî Mihemed a di dîrokê de kir û wiha berdewam kir: “Bila kesên di kolanên Kurdistanê de komkujî kirin vê baş bizanin ku; doza me rewa ye û mafdar e. Têkoşîna me bi awayekî herî xurt li ser piyan e. Hûn ê kurdan, çand û zimanê kurdan nas bikin. Kesên beriya we jî heman tişt kirin lê vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e.”
 
Ayan, a çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî daye destpêkirin bi bîr xist û ev tişt gotin: “34 meh in hewl didin dengê birêz Ocalan bibirin. Ji bo avakirina aştiyeke civakî divê tecrîd demildest were rakirin. Em ji vir careke din dibêjin; têkoşîna li zindanan hatiye destpêkirin em ê li qadan bidomînin.”
 
HEVSEROKÊN NÛ DIYAR BÛN
 
Piştî axaftinan raporên faaliyet û malî hatin xwendin. Sema Aîşeoglû û Bekîr Karakeçîlî weke Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê hatin hilbijartin. Hevserokan gel silav kir û soza mezinkirina têkoşînê dan. Kongre bi govenda li ber stranên Hozan Şervan gotin hate gerandin bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

24/12/2023
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn
09:00 Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2023'YAN
21/12/2023
18:14 Li Hespistê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ye
16:55 Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be
16:35 Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê
16:28 Ji Nobeta Edaletê edaletê banga têkoşîna bi hev re hate kirin
16:20 'Derheqê girtiyên di greva birçîbûnê de lêpirsîn tên vekirin’
16:02 Li Girtîgeha Menemenê cezayê qedexeya hevdîtinê li 7 girtiyan hate birîn
15:51 ‘Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike’
15:44 Gundiyan RES protesto kirin: Dê bibe sedema ziyanên jêneveger
15:25 Sercerdevan êrişî zaroka 10 salî kir: Diranên wê şikand û laşê wê reş û şîn kir
15:12 Danişîna doza DÎAY-DER’ê hate taloqkirin
14:09 Almanyayê di nava 10 mehan de 13 hezar û 512 kes dersînor kir
14:00 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde 11 bajar hişyar kir
13:59 ‘Em êrişên li dijî nirxên gelê kurd qebûl nakin’
13:27 AYM’ê ji bo Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da
13:25 WHO: Varyanta nû ya Covîdê belav dibe
11:33 Xizanî roj bi roj zêde dibe: Ji bo tiştên erzantir bikirin em dikan bi dikan digerin
11:06 Keskîn bang li wezîr Yerlîkaya kir: Rêbazên Soylu, Agar û Akşener bi kar neyînin
10:40 Nunerên rêxistinên sivîl: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
10:39 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 25’an de didome
10:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 58 roj in tu agahî nayên girtin
10:34 AKP ‘hilbijêran’ vediguhêze kîjan navend û navçeyan?
09:24 Hevserokên MSD’ê yên nû hatin diyarkirin
09:10 Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'
09:05 Endamê Meclisa Ciwanan Guvercîn: Em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin
09:04 Parêzerên bi girtiyan re hevdîtin kirin: Azadî û çareseriyê dixwazin
09:03 Rojnameya Xwebûnê dikeve 5 saliya xwe: Xwebûna herkesî ye
09:02 Girtiyê nexweş ê bi tena serê xwe di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye