Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê

img
AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya ciwanan de axivî û wiha bertek nîşanî îktîdara ku li ser mirina leşkeran wan hedef nîşan dide da: “Bila êdî tu ciwan nemirin. Gelo hûn jî li gel vê ne? Heke hûn li gel bin, em kurd amade ne. Heke hûn li gel bin, vaye keremkin Îmraliyê, birêz Ocalan.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiyê ku bi dirûşma “Vejînek Ciwan” tê lidarxistin de axivî. 
 
Bakirhan, bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û bi kurdî domand. Bakirhan, bal kişand ser girîngiya têkoşîna ciwanan û wiha got: “Pêşengên me gotin; ‘Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin.’ Hûn, hêviya me ne. Serê me bi we bilinde. Berxwedana we ya mezin, hêviyên me mezin dike. Ruhê berxwedanê winda nebûye. Ciwan, li dijî pişaftin, bêkarî û bêrûmetiyê li ber xwe didin. Bi hêviya ku ev kongre bibe wesîleya mezinbûna Meclisa Ciwanan. 
 
Têkoşîna ciwanan, têkoşîna Şerzan Kurt e, têkoşîna Mazlum Dogan, Alî Çîçek, Berkîn Elvan, Alî Îsmaîl Korkmaz, 33 rêwiyên hêviyên yên li Pirsûsê hatine qetilkirin, Medenî Yildirim û Ceylan Onkola ye. Têkoşîna jinan, xizanan, bindestan, kesên li azadiyê digerin e. Li dijî kedxwariya li dijî civakê; hûn parastvan, ronahî û roja me kurdan, elewiyan, bindestan, kedkar û jinan e. 
 
CIWAN HÊVÎ NE 
 
Li kîjan devera cîhanê têkoşîna ciwanan hebe, pergal ji ewil berê xwe didin wê derê. Ji ber ku ciwan, çiyayê li dijî bêedaletî û kedxwariyê disekine ye. Ciwan hêvî ne û heta ku li dijî kedxwariyê bisekinin jî dê her tim bibin tirsa dilê wan. Em di serdemeke girîng de ne. Têkoşîna ciwanan, ji bo parastina heq û hiqûqa me û xwedîderketina li çand û ziman dê bo me bibe bêhnek. Lewma divê ciwanên ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê hatine vê derê baş bizanin ku heta ku ew hebin dê ev pergala mêtingeriyê her tim neçarî têkçûnê be. Heta ku hûn ciwan hebin dê gelê kurd her tim bi serbilindî bibêjin ku kurd in. 
 
Elewiyên ku nikarin baweriya xwe bijîn û hemû rengên Tirkiyeyê dê bi saya têkoşîna we her hebin. Li her deverê dibêjin ‘dê ciwan bên.’ Lê li ku derê sê ciwanan bi hev re bibînin, yekser hewl didin bi cop û qontaxa tifingê bêdeng bikin. Dibêjin ‘dê ciwan bên’ lê hewl didin pêşî li ciwanan bigirin ku kom nebin. Bi rêya sepanên hov û derdemokratîkî hewl didin têkoşîna birêxistinkirî ya ciwanan ji hev belav bikin. Ciwanan weke mertalekî tirsê dibînin. 
 
EV COŞ BÛ HÊVÎ
 
Li welatê me xeyal jî qedexe ne lê di îktîdara AKP-MHP’ê de firotina xeyalan serbest e. Em ê têkoşîna Mazluman, Îboyan, Alî Çîçekan, Şerzan Kurtan û Haci Lokman Bîrlîkan bidomînin. Li dijî vê pergala xeyalan difiroşe, em ê bibin hêviya gel û bibin pêşeroja wan. Ev coş, berxwedêrî û sekna we ya birûmet, ji bo me bû hêvî. 
 
YÊN JIYANA XWE JI DEST DIDIN EW IN KU SOBEYA WAN VÊNAKEVE 
 
Gelê me yê hêja; hûn jî jinêzve dişopînin ku şer û pevçûnan bi vî welatî tu tiştek neda qezenckirin. Ev 40 sal in li vî welatî şer û pevçûn didomin. Bi hezaran ciwanên ji her du aliyan jiyana xwe ji dest dan. Di pevçûnên duh de dîsa ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Derdikevin û dibêjin ji ber van mirinan xemgînin. Qala ‘welat’, ‘Milet’  û ‘Sakarya’ dikin. Lê zarokên wan bi xwe li Zapê nînin. Yên ku jiyana xwe ji dest didin, zarokên kedkar û xizanan e. Zarokên wan kesên li mala wan sobe vênakevin in. 
 
HEKE HÛN JI DIL BIN KEREMKIN WERIN 
 
Belê heke hûn jidil bin, kerem bikin werin. Werin em bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Weke DEM Partiyê em amade ne ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk tişta ji dest me tê bikin. Lê gelo hûn dixwazin şer bi dawî bibe û ciwan jiyana xwe ji dest nedin? Em ji we piştrast nînin. Banga me ji bo wan kesên piştî van mirinan li dijî partiya me, gelê kurd, têkoşîna demokratîk êrişên faşîst dikin e; di pirtûkeke 500 sal berê de wiha tê gotin; ‘Ji bo kesê şer neke, şer pir şirîn tê.’ Ji bo Umît Ozdag şirîn tê ji ber ku zarokên wî di şer de nînin. Ji bo nîjadperest û faşîstan şirîn tê ji ber ku canê wan naêşe. 
 
KEREM BIKIN ÎMRALIYÊ
 
Em ji Amedê bang li îktîdarê û aqilê dewletê dikin; bila êdî tu ciwan jiyana xwe ji dest nedin. Gelo hûn jî li gel vê ne? Heke hûn li gel bin, kurd amade ne. Heke hûn li gel bin, kerem bikin Îmraliyê, kerem bikin herin cem birêz Ocalan. Di sala 2015’an de ji bo ciwanên kurd û tirk jiyana xwe ji dest nedin, ji bo kurd bibin hemwelatiyê wekhev, ji bo aştiyê li vî welatî îradeyek hate raberkirin. Vaye kerem bikin; em dîsa we ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk we vedixwînin. 
 
AŞTÎ WIHA NAYÊ 
 
Ev, jidil nînin. Ev, ji bo kesên jiyana xwe ji dest didin rondikên sexte dibarînin. Rojek piştre ji bîr dikin. Ev kes ji bo ciwan jiyana xwe ji dest nedin di nava tu hewldanan de nînin. Tenê li pey yekperestî, tirkperestî û polîtîkayên tunehesibandinê ne. Çareserî wiha nabe û aştî nayê. Hûnçand, ziman û hebûna gelekî tune dihesibînin. Baş e hûn weke kesên xwedî vê zîhniyetê rondikên çi dibarînin? 
 
Di serî de hikûmet, em hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê vedixwînin; ji bo komara demokratîk werin em berpirsyartiyên xwe bi cih bînin. Yên ku li vî welatî şer dixwazin, 800 milyar dolarên Tirkiyeyê pûç kirin. Yên ku şer dixwazin ew in ku rantê jê dixwin, îhaleyan werdigirin û zarokên wan raporên astengdariyê werdigirin.
 
BI GUFTÛGO Û MUZAKEREYAN DIKARE ÇARESER BIBE 
 
Lewma hevalên ciwan banga me ya ji bo we ev e; ji kerema xwe xebatên xwe ne tenê li Kurdistanê lê li her devera Tirkiyeyê bi ciwanên tirk û ne tirk re jî parve bikin. Hûn xwe birêxistin bikin da ku gelên Tirkiyeyê bizanin bê ka kî şer û kî aştiyê dixwaze. Divê piştî kongreyê rêhevalên ciwan bi şev û roj bixebitin û xwe bigihînin tevahiya civakên Tirkiyeyê. Heke em bikarin bi xizanan gotina ‘ev şer ne şerê we ye’, wê demê tu kes nekare rondikên sexte bibarîne. Bi vê yekê re em bikin ku ev meseleye tavilê bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bibe. 
 
ME BI CIWANÎ DEST PÊ KIR DÊ BI CIWANTÎ BI SER KEVIN 
 
Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin. Ji vê piştrast bin. Ev ne tenê dirûşmeke. Nexşeya serkeftinê ye. Di pergaleke ku ciwan birêxistinkirî û çalak de piştrast bin ku tu kes bi me nikare. Dê ev welat demokratîk bibe û kesek jiyana xwe ji dest nede. Dê rojekê hesab ji kesên pêşeroja vî welatî pûç kirin bê pirsîn. Heke di siyasetê de hûn bihêz bin, em jî bihêz in. Em dikarin wiha bi ser kevin. Lewma banga min ji bo hevalên min ên ciwan ew e ku bi awayekî çalak tev li xebatên siyasetê bibin. 
 
DI HILBIJARTINAN DE BIBIN NAMZET
 
Li pêşiya me hilbijartineke rêveberiyên herêmî heye. Em dixwazin kurd hem di siyasetê de hem jî di rêveberiyên herêmî de bên temsîlkirin. Ciwanên ku di van rêveberiyan de cih digirin, temînata xizmeta ya gelparêz in. Banga min ji bo we hevalên ciwan ew e ku di van hilbijartinan de bibin namzet. 
 
BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ HIŞBIRÊ
 
We metna ciwanan xwend. Kesên ku bi rêya hovîtî, zilm û girtîgehan nikarin pêşî li ciwanan bigirin, serî li hişbir, fihûş û karên krîmînal didin. Li erdnîgariya berxwedêr a Kurdistanê hema hema hişbir li her deverê belav kirine. Ji bo pêşîlêgirtina vê, erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê ciwanan. Di demên berê de li kolanan hişbir nedihat firotin û çeteyan nedikariyan bikevin wan kolanan. Banga min li ciwanan ew e ku di pêvajoya pêş de li dijî hişbirê têkoşîneke mezin bidin destpêkirin. Divê tiryakfiroş nekarin bikevin Rezanê. Em ê bi têkoşîna xwe vê polîtîkaya qirêjî vala derxînin. 
 
RÊYA CIWANAN PENABERÎ NÎNE
 
Ciwanên ku nikarin debara xwe bikin dev ji dibistanê ber didin. Ji ber ku kar peyda nakin, ji ber polîtîkayên qirêjî dikevin nava bêhêvîtiyeke mezin û dikevin ser rêyên penaberiyê. Ricaya min ji we ew e ku li cem gelê xwe, li ser xaka xwe bimînin. Rêya ciwanan penaberî nîne, rêyên Ewropayê nînin û xeniqîna di behrên Spî û Egeyê de nîne. Ya ku tu jê re dibêjî ciwan divê li cem Mazlum û Xeyriyan cih bigire. Ciwan ew in ên ku xwedî li xweza, nasname, rêber û gelê xwe derdikeve. Mewziya herî zêde îktîdar û pergal jê ditirse ya we ye. Lewma divê em bêhtir xwe bihêz û birêxistin bikin.”
 

Sernavên din

27/12/2023
09:01 Komkujiya Roboskê: Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe sar bû û min got êdî venagere
09:00 Ev 17 roj in kujerên Gun nehatine girtin: Kujer kontra ne lewma nayên girtin
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
26/12/2023
19:59 Gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:56 Nobeda Edaletê: Em ê bi ser bikevin
17:10 Wezaretê ji ber navê Esat Oktay daxuyanî da: Xetayeke
16:21 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bê rakirin
16:18 Demîrtaş: Rapora SETA’yê bingeha ‘Plana Çokdanînê’ ye
16:12 Li Dîlokê banga ‘daxwazên girtiyan qebûl bikin’ hate kirin
15:24 Li Zanîngeha Çukurovayê êrişa nîjadperest
15:24 Ketina herêma Çiyayê Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
15:21 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:51 Mijarên di hevdîtinên bûdçeyê de derketin pêş: Axaftina bi kurdî û azadî
14:04 Ahmet Turk: Navlêkirina dibistanê ya ‘Esat Oktay’ peyameke ku xelatê dide îşkencekaran e
13:28 DEM Partî: Bombebarankirina qadên sivîlan sûcê şer e
13:24 Kesên di êrişê de hatin qetilkirin bi girseyî hatin oxirkirin
13:09 Derbarê qeyûmê deng ji AKP’ê re xwest de daxwaza mifetiş
13:03 Bi îdiaya ‘heqaretê’ doz li hunermend Alî Baran hate vekirin
12:56 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:36 Girtiyên di greva birçîbûnê de name şandin: Hêvî jî hêz jî em in
12:21 Nûçeya lezgîn a medyaya desthilatê nûçeya beriya 2 salan e
11:53 Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ya ji danişînan bên xelaskirin nehate qebûlkirin
11:29 Egîtîm Sen: Em qebûl nakin ku navê îşkencekar Esat Oktay li dibistanê bê kirin
10:59 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ mezin dibe
10:58 ‘Heta ku daxwaza me were qebûlkirin dê çalakiya me berdewam bike’
10:54 Şaredariya AKP’î Milazgir da ber firotinê!
10:33 Herî zêde DEM partiyê pêşnûme dane Meclisê
09:51 Bi ser Komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn: Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin
09:49 Li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin: Bi sedan kes hatin binçavkirin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 30’an de didome
09:37 Bozgeyîk: Li dijî ‘bûdçeya hilbijartinê’ ya AKP’ê divê em bi hev re têbikoşin
09:28 63 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Keleha dîrokî veguherî sergoyê
09:11 Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê
09:09 Hinceta beraeta di doza îşkenceya bi kûçikan de: Raye nehat derbaskirin!
09:06 Li komeleyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bûn, niha madekariya mamostetiyê dikin
09:05 Dadgehê plana guherandina îmarê betal kir: Ne li gor mewzûatê ye
09:04 Gelê Wanê: Em di hilbijartinê de qeyûman bişînin cihê jê hatine
09:03 Malbatên zarokên xwe winda kirine: Aştî û demokrasî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:02 Ji Çemê Aksûyê jehr diherike
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'YAN
25/12/2023
19:33 Êrişî qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin: 8 kes hatin qetilkirin
18:07 Ji ciwanên hatin binçavkirin 26 jê hatin berdan
16:54 Berhemên Koma Asmînê kirin album
16:35 Çalakgerên Nobeta Edaletê ji Îmraliyê re name şandin
16:32 Doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin hat taloqkirin
16:09 Demîrtaş: Abdullah Ocalan muxatabê rewa ye, aktorê herî bibandor e
15:40 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişê de ye: 6 kes hatin qetilkirin
15:04 Hejmara kesên li Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 4’an
14:56 Çerkezoglû: Heke çîna karkeran hebe hêvî heye
14:39 Serokwekîlên Koma DEM Partiyê têkildarî budçeyê axivin
14:05 Dereweke din a ‘deqeya dawî’ derket holê!
13:52 Jinên Ciwan: Em dikarin bi rêxistibûnê şerê taybet pûç bikin
13:35 Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
12:55 Demîrtaş: Kî ji muzakereyan bireve berpirsyarên mirinan ew in
12:45 Li gundê Hespistê dorpêça leşkeran didome
12:36 Dewleta tirk êrişî Qamişloyê jî kir: 3 welatî birîndar bûn
12:15 Suryanan li Mêrdînê Cejna Zayînê pîroz kirin
12:09 Salih Muslim: Dê êrişên wan negihijin armanca xwe
11:52 Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome