Çalakgerên Nobeta Edaletê ji Îmraliyê re name şandin

  • rojane
  • 16:35 25 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Stenbol û Wanê çalakiya Nobeta Edaletê berdewam kir. Malbatan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name şandin.  
 
 
Nobetên Edaletê yên li Amed, Stenbol û Wanê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatine destpêkirin didomin. 
 
AMED
 
Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 22’yemîn de berdewam kir. Dayikên ku pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kiribûn her tim dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û stranên kurdî gotin. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Pasûrê serdana nobetê kirin. 
 
Rabîa Ataş a di nobetê de axivî, diyar kir ku 22 roj in Nobeta Edaletê digirin û wiha got: “Em dixwazin tecrîda li ser Serokê me û zarokên me were rakirin. Heta ku ranebe dê ev grev berdewam bike, em naxwazin ku cenaze werin. Banga me ji hemû dayikên girtiyan re ye, dayikên ku zarokên wan ne girtî ne jî bila destên xwe deynin bin kevir. Heke çareserî çênebe em ê dîsa derkevin kolanan, mudaxile bikin jî em ê derkevin. Di demeke ku zarokên me di vê rewşê de em nikarin li cihê xwe bisekinin.”
 
Çalakiya nobetê bi serdanan berdewam kir. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) hatiye destpêkirin jî di roja 13’emîn de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilarê berdewam kir. Li cihê çalakiyê bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê rakin, ji zindanan re bibin deng” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Malbatên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiya Esenyûrtê serdana welatiyan kir. Di nava rojê de serdan berdewam kirin. Çalakiya Nobetê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) dewr girt. 
 
AKMAN Ê GIRTÎ: HETA KU ENCAMÊ BI DEST BIXIN DÊ BIDOME 
 
Girtî Yakûp Akman ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 3’yan a Sîlîvriyê tê ragirtin di dema nobetê de bi dayika xwe Fînce Akman re bi telefonê axivî û diyar kir ku heta çalakiya greva birçîbûnê bi encam bibe dê çalakiya wan berdewam bike. Peyama Akman ji çalakiya nobetê re şand wiha ye: “Heta ku ji birêz Abdullah Ocalan agahî were girtin û pirsgirêka kurd were çareserkirin de ev çalakî berdewam bike.”
 
Piştî peyama Akman malbatên girtiyan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
JI KAYY-DER’Ê PEYAMA PIŞTEVANIYÊ 
 
Li aliyê din Komeleya Çandê ya Çêrme-Xorxol-Dep-Gêxiyê (KAYY-DER) ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan re peyamek şand û wiha got: “Em piştgiriyê didin têkoşîna we ya ji bo parastina hebûn, nasname û nirxên çandî yên li vê erdnîgariyê û em berxwedana we ya ji bo doza we ya mafdar silav dikin.”
 
Çalakî bi çepik û tilîliyan berdewam kir. 
 
WAN
 
Nobeta di pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hate destpêkirin di roja 21’emîn de ye. Gelek kesan serdana nobeta îro kirin. Di serdanê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî yê di nobetê de axivî wiha got: “Tecrîdeke sîstematîk ku 25 sal in li ser birêz Ocalan tê kûrkirin heye. Hevdîtinên bi parêzeran, malbatan re û axaftina bi telefonê hatiye astengkirin. Hezar roj in em agahiyê jê nagirin. Ji ber vê yekê li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê  girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.”  
 
Dîlekçî anî ziman ku tecrîd ji aştî û demokrasiyê re astengî ye û wiha berdewam kir: “Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Birêz Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye, Serokê civakekê ye. Rol û misyona Ocalan ji bo çareseriyê girîng e. Divê rola Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de baş were xwendin.”
 
MALBATAN NAME ŞANDIN 
 
Malbatan piştî serdanan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name şandin. Daxuyaniya li ber PTT’ê hate xwestin were dayîn jî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. 
 
 

Sernavên din

18/03/2024
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê
14:59 Di Newroza Stenbolê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
14:53 Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike
Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye
14:47 Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin
14:14 Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
14:10 Di Newroza Wanê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
14:05 Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin
14:03 Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê
13:43 Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin
13:35 MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike
13:34 Guven: Divê dengê kesên xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir derkeve
13:13 Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin
13:07 Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê
11:56 Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin
11:47 Di Konferansa Aştiyê de rola civaka sivîl a di aştiyê de hat nîqaşkirin
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in