Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in pirsgirêkên jinan çareser dike

  • jin
  • 12:01 28 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Komeleya Jinan a Rosayê tevî hemû zextan jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan têdikoşe. Rêvebera komeleyê Berfîn Polat destnîşan kir ku ew ê jinan “ji wijdana vê pergala xerab re nehêlin”. 
 
Li Tirkiyeyê di 29’ê kanûna 2018’an de, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de (KHK) sazî û navendên jinan hatin girtin. Li Amedê li dijî tundiya zilam-dewletê ya ku her diçe zêde dibe, jin ketin nava liv û tevgerê û Komeleya Jinan a Rosa ava kirin. Komeleya ku di nava 5 salan de ne tenê li Amedê li bajarên derdorê hewl dide xwe digihîne jinan, ji bo pêşiyê li sûcên zayendî û tundiyê yên li dijî jinan û zarokan bigire, hevgirtinek ava kir. Di vê serdemê de nêzî 200 rêveber û endamên komeleyê ku tevî zext û zordariya darazê jî têkoşîneke bê navber dimeşand, ji ber daxuyanî, çalakî û aktîvîteyên xwe doz li wan hat vekirin, di nava 3 salên dawî de zêdetirî 200 jinên rastî tundiya psîkolojîk, zayendî, aborî û dîjîtal hatin serî li komeleyê dan û piştgirî xwestin. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleyê Berfîn Polat, têkildarî 5 salên li pey xwe hiştin axivî. 
 
PÊVAJOYA DERKETINA RÊ
 
Polat, bi bîr xist ku di pêvajoya OHAL’ê de navendên piştevaniyê yên jinan hatin girtin û wiha got: “Di pêvajoyeke wiha de ji bo tundî were dîtin û ji pirsgirêkên saziyên sivîl ên civakî re bibe îtîraz komele hate avakirin. Em li ser bingeha têkoşîna li dijî tundiyê, hilberîna polîtîkayên têkildarî wê û li ser wekheviya zayendî dixebitin. Jinên ku bi awayekî komele bihîstin dest bi serlêdanê kirin. Pêvajoyeke ku hem ji bo jinên ku komele ava kirine û hem jî ji bo jinên bajar û herêmê gelek baş bû.”
 
ARMANC EW E KU BIBIN MEKANÎZMAYA ÇARESERIYÊ 
 
Polat, da zanîn ku komele di pêvajoyeke ku dema jin rastî tundiyê hatin de mekanîzmayeke ku jin serî lê bidin nemîne de hate avakirin û wiha berdewam kir: “Mekanîzmayên ku em jinan araste bikin û ji tundiyê dûr bikevin nebûn. Stargeh di vê mijarê de ji xwe pirsgirêkeke cidî ne. Ji ber şert û merc xerab in demekî dirêje jin naxwazin li stargehan bimînin. Em jî bi Şaredariya Stenbolê û Mor Çatiyê re ketin nava piştevaniyê û hewl da ji pirgirêkên jinên ku serlêdan kirin re bibin çareserî.”
 
Polat, anî ziman ku ji bilî van piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk jî didin jinan lê piştevaniya wan bi sînor e û wiha lê zêde kir: “Em jinan di çarçoveya pêdiviyên wan de arasteyî navnîşan û mekanîzmayên rast dikin. Di rewşên dema kirdeya mijarê zarok bin de, em wan arasteyî Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê û bi daxwaza parêzeran kesên serî lê didin arasteyî Navenda Mafên Jinan dikin. Heta ku ji destê me tê bêyî ku wan vegerînin em hewl didin li gorî pêwîstiyên xwe bi adresên rast bersivê bidin jinan.” 
 
ROJEVA BINGEHÎN ŞERÊ TAYBET E
 
Polat, bal kişand ku yek ji rojevên wan ên sereke yên li Kurdistanê polîtîkaya şerê taybet a bi zilaman re bi taybetî ji herêmê re hatiye şandin û li Kurdistanê bi dijminatiya kurd û jinan xwe xwedî dike ye û wiha pê de çû: “Li ser hemû esasên ku em tê de ne, di komxebatên me yên navxweyî de, di xebatên me yên dane û raporkirinê de polîtîkayên şerê taybet bûne yek ji mijarên me yên herî girîng.”
 
TACÎZA DARAZÊ 
 
Polat, qala tacîza darazê ya ji roja avabûna komeleyê ve didome kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber nasnameya kurd em bi pratîkên darazê yên cuda re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê di salên 2020-21-22’yan de di hin navberan de du caran bi ser de girtin, gelek endam û rêveberên wê hatin girtin û binçavkirin. Ji bo ku ev tacîzên darazê bi dawî bibin me gelek caran daxuyaniyên çapemeniyê dan û kampanyayên îmzeyê pêş xistin û bang li Neteweyên Yekbûyî (BM) kir. Mixabin li vî bajarî tacîzên darazê tenê ne ji bo Rosayê ne, di salên dawî de gelek aktîvîstên jin û siyasetmedar bi sûcên weke ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘rêveberiya rêxistinê’ tên sûcdarkirin û binçavkirin, girtinên dem dirêj û îdianameyên takekesî re rû bi rû dimînin. Feraseteke desthilatê heye ku hewl dide bi rêya jinê atmosfereke tirsê di nava tevahiya civakê de biafirîne.”
 
HERÊMÊN ERDHEJÊ 
 
Polat, bal kişand ku zext her ku diçe zêde dibin û gihiştine asta kuştina jinan û qala pirsgirêkên jinan ên li herêma erdhejê kirin. Polat wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me li Semsûrê li gundan di konan de xebatên şopandin û raporkirinê meşandin, pêdivî tespît kirin. Di mijara ku alîkariyên dihatin arasteyî navnîşanên rast bikin de me xebat meşandin. Me hevdîtinên dîplomatîk ên navneteweyî pêk anîn. Lê dema me xwest em di Hefteya Mafên Mirovan de biçin Semsûrê me bihîst ku bi mûxalefeta hêzên ewlehiyê û AFAD’ê tê xwestin ku konteynirên me rakin. Di wê kêliyê de jinên ku ji bo bi me re hevdîtinê bikin hebûn û ew jin jî Bûn şahidê rakirina konteynira Komeleya Jinan a Rosayê. Ev jî esas nîşaneya tenêhiştina jinan bû. Ji ber vê yekê ev ji bo me tabloyeke giran a cuda bû.”
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QEYÛMAN 
 
Polat, bal kişand ser Hilbijartinên Heremî yên 31’ê Adarê û wiha pê de çû: “Bi qeyûman re gelek navendên piştevaniya bi jinan re hatin girtin. Rosa tam jî ji ber pêdiviyê ji valahiya vê derê hate avakirin. Em niha li bajêr bi tena serê xwe têdikoşin. Em jî rastî polîtîkayên şer û tundiyê yên qeyûman tên lê li aliyê din em dest ji têkoşînê bernadin. Mehên borî jinan li Silopiyayê têkildarî xebatên herêmî komxebatek li dar xistin. Di nîqaşên hatin kirin de pêşniyarên girîng derketin holê. Me careke din dît ku jin ji polîtîkayên qeyûman re serî natewînin.”
 
MUXALEFETA CIVAKÎ YA SERDEMÊ 
 
Polat destnîşan kir ku divê pêvajoyeke rêveberiyên herêmî ku hem di aliyê mîqdar hem jî di warê kalîteyê de girîngiyê dide hebûna jinan were birêvebirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em qeyûman qebûl nakin, ji ber ku polîtîkayên dijminên jinan û kurdan bi ser qeyûman tên birêvebirin. Em saziyeke ku li bajêr bi awayekî zêde ev yek tecrube kirine. Ji ber vê yekê, em hêvîdar in wê pêvajoyeke wisa rû bide ku di rêveberiyên herêmî de navendên piştgiriya jinê ji nû ve werin vekirin û mekanîzmayên ku jinan ji şîdetê diparêzin bikevin meriyetê. Li dijî zextên dewletê yên pir alî jin berxwedaneke mezin didin. Em baş dizanin ku jin hêza muxalefeta civakî ya serdemê ye. Ji ber vê yekê mekanîzmayên ku jinan diparêzin bêfonksiyon dikin. Em ê xwe ji wijdana vê pergala xerab a ku 6284 û perwerdehiya têkel ji nîqaşê vekirin û guhertina Destûra Bingehîn xistin rojevê re nehêlin. Em ê her tim têkoşîna xwe bidomînin.”
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

30/12/2023
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin
10:45 Zarokê karker ê sûriyeyî hate qetlikirin
10:44 Waniyan sala 2023’yan nirxandin: Şer, xizanî, cihêkarî, qedexe
10:19 Li ser rêbeja Colemêrgê hezaz çêbû: 3 kes birîndar bûn
10:18 Rêveberiya qeyûm li Amedê hewl dide 165 karkeran ji kar derxîne
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 66 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 33’yemîn de ye
09:09 Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...
09:06 Doza xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin li DMME'yê ye
09:03 Karakaş a di Nobeta Edaletê de: Tevî hemû zextan jî me li ber xwe da
09:02 Mîrateya ku ji apê xwe yê di rojiya mirinê de hat qetilkirin wergirtiye didomîne
09:02 Şenlîk: Heya Abdullah Ocalan azad nebe em ê paş de gav neavêjin
09:01 Malnişîn: Divê mûçeya me herî kêm 15 hezar TL be
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:55 Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin
08:54 Rojnameger Hakan Yalçin hate binçavkirin
28/12/2023
20:45 Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir: 5 kes hatin qetilkirin
18:09 Erdem piştî 12 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
16:21 Komkujiya Roboskê di sala 12’emîn de ye: Heta ku neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê
16:09 ‘Em ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin’
16:03 Faîlê ku Kuşçu qetil kiribû hate girtin
15:44 Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin!
14:38 Qurbaniyên Komkujiya Roboskê hatin bibîranîn: Heman zîhniyet îro li Rojava komkujiyan dike
14:31 Di êrişên dewleta tirk de derhêner Kerîmeyan hate qetilkirin
14:08 Demîrtaş: Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand?
14:00 Nehiştin balafira ku wêneyê Jîna Emînî li ser dakeve
13:20 Ji akademîsyen parvekirina nijadperest a Roboskiyê
12:30 Parêzerên Ocalan ên 34 meh in agahî jê nayê girtin serlêdaneke nû kirin
12:10 Di dosyaya amûrsaz Yûsûf Akin de keşf nehat kirin
12:02 Di bombebarana dewleta tirk de zarokek birîndar bû
12:01 Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in pirsgirêkên jinan çareser dike
11:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê Komkujiya Roboskê nedin jibîrkirin
11:36 15 kesên li Bakirkoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:15 Ji bo nasname, ehliyet û pasaportê zem hatin kirin
11:14 Binevserê teqawid Gur: Bombebarankirina deşt û çiyayan çareserî nîne
10:56 Ji bo nûçeyên têkildarî midûrê îstîsmarkar biryara astengkirinê hat dayîn
10:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 65 roj in tu agahî nayên girtin
10:40 Di sala 2023’yan de ji aboriya Tirkiyeyê tenê kavil ma
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 32’yan de ye
10:14 Parazvanên mafên mirovan ji bo pirsgirêka kurd çareseriyê dixwazin
09:56 Wezareta Dadê pêwîstî pê nedît ku dosyeya Roboskê bibe Dadgeha Bilind!
09:21 Girtiyên li herêma Marmarayê: Heya binpêkirinên li Îmraliyê bi dawî dibin dê greva me bidome
09:20 Keça girtiyê nexweş Çam: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:15 Rojnameger Îbrahîm: Tirkiye ji bêdengiya qada navneteweyî hêzê digire
09:09 Parêzer Karataş: Divê dengê Ocalan bigihije raya giştî
09:08 Ji bo Roboskêya li benda edaletê bîrdariyek
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2023'YAN
27/12/2023
19:41 Dema pêşhilbijartina DEM Partiyê eşkere bû
19:27 Di doza teqîna li Pasûrê de der barê hevşaredaran de hem beraet hem jî ceza hat xwestin
18:14 Li Semsûrê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
17:10 Li 5 bajaran Nobeta Edaletê: Roj roja têkoşîn û serhildanê ye
16:37 Li Îzmîrê jî Nobeta Edaletê hate destpêkirin
16:22 Sebahat Tuncel dest bi greva birçîbûnê dike
16:17 Peywirdarkirina lijneya rêveberiya MKG’ê hate diyarkirin
15:58 Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê: Bikevin nava tevgerê
15:38 Bayindir: Em ê serî netewînin û di hilbijartinan de bi ser kevin
15:08 Ji Îmraliyê re qert şandin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
14:52 Ji kesên li 3 bajaran hatin binçavkirin 9 jê hatin berdan
14:41 Li 3 bajarên mezin ji bo DEM Partiyê 590 serlêdan hatine kirin
13:37 Li pêşiya DEM Partiyê hewldana provokasyonê
13:35 Navê ‘Esat Oktay Yildiran’ ê li dibistanê hatibû kirin hat rakirin
13:32 Di doza Sîncar de dozger hate guherandin
13:21 Gun ê ku di êrişa cerdevanan de birîndar bûbû cara 4’an emeliyeta bû
12:52 Li Kurdistanê pirsgirêka koçberiyê: Heke em dest bidin hev dê bikarin pêşî lê bigirin
12:38 Li Nisêbînê çoltarên 9 gundan hatin qedexekirin
12:33 ‘Biryara Esat Oktay xeletî nebû, tercîheke siyasî ye’
12:06 Gelê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Sûcê şer e
11:30 Li Meletiyê erdhej çêbû
11:29 Girtî Kavak: Ji bo xwe ji vê çiravê xelas bikin dê têkoşîna me bidome
11:10 Hatîmogûllari: Ma bişerefbûn temaşekirina mirina ciwanan e? | YENİLENDİ
11:03 Parlamenter Aslan: Ji bo çûna Îmraliyê em ê israr bikin
10:36 Piştgirên Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad be
10:02 Ekolojiyê kirin qurbana rantê, bajarên ji betonê bûn goristan
10:01 Girtî li benda mezinkirina piştevaniyê ne
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 64 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan mehek li pey xwe hişt
09:05 CPT’yê ji bo bersiva Wezareta Karên Derve ya ‘Hevkariyê’çi got?
09:04 Sedema kêmkirina cezayê polîsê kujer: Dikaribû çend guleyên din jî berdana lê bernedaye
09:03 Celalettîn Can: Ez bi saya piştevaniyê ji girtîgehê derketim
09:02 Li Mereşê xwezaya gundê Çoçeliyê yê kurdên elewî tê talankirin