Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn

  • rojane
  • 15:16 29 Kanûn 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê ku qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê bi bîr anîn, dewlet vexwend ku lêborînê bixwaze û têkildarî tiştên qewimî rastiyan derxîne holê. 
 
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi daxuyaniya li Parka Ozgur Çocûkê dan kesên di komkujiyên Mereş û Roboskê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan jî tev li bîranînê bû. 
 
Di daxuyaniyê de pankartên “Me Komkujiya Mereşê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” û “Şerma mirovahiyê ya berdewam dike Roboskê ji bîr neke, nede jibîrkirin” hatin vekirin û di bîranînê de her tim dirûşm hatin berzkirin. Piştî ku ji bo qurbaniyên her du komkujiyan deqîqeyek rêz hate girtin metna çapemeniyê ya hatibû amadekirin ji aliyê Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekîr Sitki Keçecî ve hate xwendin. 
 
KOMKUJIYA MEREŞÊ JI DARBEYÊ RE BINGEHEK AVA KIR
 
Keçecî anî ziman ku elewiyên ku ji komkujiyê rizgar bûn lê ewlehiya canê wan tune bû ji Mereşê dest bi koçberiyê kirin û avaniya demografîk a herêmê hatiye lîstin û wiha got: “Komkujiya Mereşê yek ji komkujiyên di pêvajoya ber bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980 hatiye kirine û komkujiyeke ku kontrayên wê demê hatine bikaranîne. Ji xwe di îdianmeya doza darbeya leşkerî de bi berfirehî hatiye vegotin û hatiye diyarkirin ku ev yek ji bo darbeyê kirine bingehek û mudaxile nehatiye kirin. Mixabin bûyer avêtine ser çend kesan û faîlên esas ne derxistin holê.”
 
‘SEMBOLA BÊWIJDANIYÊ’ 
 
Keçecî, bi lêv kir ku yek ji komkujiya di demekî nêzîk de li welat çêbûye jî Roboskê ya beriya 12 salan qewimî ye û wiha got: “19 jê zarok 34 can 34 dilên şerê nanî, beriya 12 salan li ser sînor li Roboskê bi bombebarana ji balafirên artêşa tirk hatin qetilkirin. Berpirsyarên vê komkujiyê jî dernexistin holê. Berovajiyê vê weke ku lêborîn jî ji malbatan nehate xwestin, cezayê pereyan li malbatan hate birîn. 
 
Keçecî, destnîşan kir ku Komkujiya Roboskê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bal kişand ku piştî vê komkujiyê bûyerên 6-7’ê Cotmeha 2014’an û di sala 2015’an de gelek komkujiyên weke Pirsûs û Gara Enqereyê pêk hatin 
 
‘DIVÊ KOMKUJÎ BÊN RONÎKIRIN Û BERPIRSYAR BÊN CEZAKIRIN’
 
Keçecî, destnîşan kir ku heta ku komkujiyên heta niha hatine kirin neyên ronîkirin û hemû berpirsyarên leşkerî û siyasî neyên cezakirin hevrûbûnek ne pêkan e û got: “Heta ku ev yek neyê kirin di siyaseta Tirkiyeyê de sivîlbûn û demokratîkbûn pêk nayê. Baş tê zanîn ku bêyî edaletê aştî ne pêkan e.”
 
‘DIVÊ DEWLET LÊBORÎNÊ BIXWAZE’ 
 
Keçecî, anî ziman ku ji bo hemû komkujiyên weke Mereş û Roboskê yên li welat bên ronîkirin divê “Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan” were avakirin û diyar kir ku divê di sûcên li dijî mirovahiyê de faîlan derxînin pêş darazê û hesap ji wan were pirsîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em careke din bi bîr tînin ku berpirsyarê van hemû sûcan dewlet e ku lêborînê bixwaze û rastiyan derbixîne holê.”
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

30/12/2023
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin
10:45 Zarokê karker ê sûriyeyî hate qetlikirin
10:44 Waniyan sala 2023’yan nirxandin: Şer, xizanî, cihêkarî, qedexe
10:19 Li ser rêbeja Colemêrgê hezaz çêbû: 3 kes birîndar bûn
10:18 Rêveberiya qeyûm li Amedê hewl dide 165 karkeran ji kar derxîne
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 66 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 33’yemîn de ye
09:09 Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...
09:06 Doza xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin li DMME'yê ye
09:03 Karakaş a di Nobeta Edaletê de: Tevî hemû zextan jî me li ber xwe da
09:02 Mîrateya ku ji apê xwe yê di rojiya mirinê de hat qetilkirin wergirtiye didomîne
09:02 Şenlîk: Heya Abdullah Ocalan azad nebe em ê paş de gav neavêjin
09:01 Malnişîn: Divê mûçeya me herî kêm 15 hezar TL be
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:55 Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin
08:54 Rojnameger Hakan Yalçin hate binçavkirin
28/12/2023
20:45 Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir: 5 kes hatin qetilkirin
18:09 Erdem piştî 12 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
16:21 Komkujiya Roboskê di sala 12’emîn de ye: Heta ku neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê
16:09 ‘Em ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin’
16:03 Faîlê ku Kuşçu qetil kiribû hate girtin
15:44 Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin!
14:38 Qurbaniyên Komkujiya Roboskê hatin bibîranîn: Heman zîhniyet îro li Rojava komkujiyan dike
14:31 Di êrişên dewleta tirk de derhêner Kerîmeyan hate qetilkirin
14:08 Demîrtaş: Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand?
14:00 Nehiştin balafira ku wêneyê Jîna Emînî li ser dakeve
13:20 Ji akademîsyen parvekirina nijadperest a Roboskiyê
12:30 Parêzerên Ocalan ên 34 meh in agahî jê nayê girtin serlêdaneke nû kirin
12:10 Di dosyaya amûrsaz Yûsûf Akin de keşf nehat kirin
12:02 Di bombebarana dewleta tirk de zarokek birîndar bû
12:01 Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in pirsgirêkên jinan çareser dike
11:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê Komkujiya Roboskê nedin jibîrkirin
11:36 15 kesên li Bakirkoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:15 Ji bo nasname, ehliyet û pasaportê zem hatin kirin
11:14 Binevserê teqawid Gur: Bombebarankirina deşt û çiyayan çareserî nîne
10:56 Ji bo nûçeyên têkildarî midûrê îstîsmarkar biryara astengkirinê hat dayîn
10:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 65 roj in tu agahî nayên girtin
10:40 Di sala 2023’yan de ji aboriya Tirkiyeyê tenê kavil ma
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 32’yan de ye
10:14 Parazvanên mafên mirovan ji bo pirsgirêka kurd çareseriyê dixwazin
09:56 Wezareta Dadê pêwîstî pê nedît ku dosyeya Roboskê bibe Dadgeha Bilind!
09:21 Girtiyên li herêma Marmarayê: Heya binpêkirinên li Îmraliyê bi dawî dibin dê greva me bidome
09:20 Keça girtiyê nexweş Çam: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:15 Rojnameger Îbrahîm: Tirkiye ji bêdengiya qada navneteweyî hêzê digire
09:09 Parêzer Karataş: Divê dengê Ocalan bigihije raya giştî
09:08 Ji bo Roboskêya li benda edaletê bîrdariyek
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2023'YAN
27/12/2023
19:41 Dema pêşhilbijartina DEM Partiyê eşkere bû
19:27 Di doza teqîna li Pasûrê de der barê hevşaredaran de hem beraet hem jî ceza hat xwestin
18:14 Li Semsûrê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
17:10 Li 5 bajaran Nobeta Edaletê: Roj roja têkoşîn û serhildanê ye
16:37 Li Îzmîrê jî Nobeta Edaletê hate destpêkirin
16:22 Sebahat Tuncel dest bi greva birçîbûnê dike
16:17 Peywirdarkirina lijneya rêveberiya MKG’ê hate diyarkirin
15:58 Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê: Bikevin nava tevgerê
15:38 Bayindir: Em ê serî netewînin û di hilbijartinan de bi ser kevin
15:08 Ji Îmraliyê re qert şandin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
14:52 Ji kesên li 3 bajaran hatin binçavkirin 9 jê hatin berdan
14:41 Li 3 bajarên mezin ji bo DEM Partiyê 590 serlêdan hatine kirin
13:37 Li pêşiya DEM Partiyê hewldana provokasyonê
13:35 Navê ‘Esat Oktay Yildiran’ ê li dibistanê hatibû kirin hat rakirin
13:32 Di doza Sîncar de dozger hate guherandin
13:21 Gun ê ku di êrişa cerdevanan de birîndar bûbû cara 4’an emeliyeta bû
12:52 Li Kurdistanê pirsgirêka koçberiyê: Heke em dest bidin hev dê bikarin pêşî lê bigirin
12:38 Li Nisêbînê çoltarên 9 gundan hatin qedexekirin
12:33 ‘Biryara Esat Oktay xeletî nebû, tercîheke siyasî ye’
12:06 Gelê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Sûcê şer e
11:30 Li Meletiyê erdhej çêbû
11:29 Girtî Kavak: Ji bo xwe ji vê çiravê xelas bikin dê têkoşîna me bidome
11:10 Hatîmogûllari: Ma bişerefbûn temaşekirina mirina ciwanan e? | YENİLENDİ
11:03 Parlamenter Aslan: Ji bo çûna Îmraliyê em ê israr bikin
10:36 Piştgirên Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad be
10:02 Ekolojiyê kirin qurbana rantê, bajarên ji betonê bûn goristan
10:01 Girtî li benda mezinkirina piştevaniyê ne
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 64 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan mehek li pey xwe hişt
09:05 CPT’yê ji bo bersiva Wezareta Karên Derve ya ‘Hevkariyê’çi got?
09:04 Sedema kêmkirina cezayê polîsê kujer: Dikaribû çend guleyên din jî berdana lê bernedaye
09:03 Celalettîn Can: Ez bi saya piştevaniyê ji girtîgehê derketim
09:02 Li Mereşê xwezaya gundê Çoçeliyê yê kurdên elewî tê talankirin