Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk

  • rojane
  • 09:08 30 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Emran Emekçî diyar kir ku polîtîkayên leşkerî û ewlekariyê yên di pirsgirêka kurd de êdî encamekî nadin û wiha got: “Ji bo vebijêrka hiqûqî û siyasî bixin meriyetê, sala 2024’an guncav e. Bingeha hiqûqî ya tenduristî, ewlehî û azadiyê ya Ocalan heye. Bingeha çareseriya siyasî jî heye.” 
 
Ji ber polîtîkayên tecrîd û şer ên AKP’ê saleke din jî bi krîzên giran ve derbas bû. Li dijî israra Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk, îktîdara AKP’ê polîtîkayên xwe yên neçareseriyê domand. Ji 5’ê nîsana 2015’an ve li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke giran xist meriyetê û vê yekê jî ji aboriyê heta siyasetê, di gelek qadan de rê li ber krîzên mezin vekir. Tevî hişyar Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Heke çareserî çênebe dê mekanîka darbeyê bikeve dewrê” jî AKP’ê di 24’ê tîrmeha 2015’an de konsepta şerê topyekûn xist meriyetê. Tevî hemû hişyariyan jî AKP’ê şer kûr kir û vê jî bi xwe re hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an de anî. 
 
AKP a ku hewldana darbeyê weke “Lûtfa xwedê” nirxand, hevdîtinên malbat û parêzerên ên li Girtîgeha Îmraliyê heta niha bi hincetên weke “rewşa hewa” û “keştî xerabe ye” asteng dikir lê piştre Rewşa Awarte (OHAL) ragihand û di vê çarçoveyê de 4 caran ji bo 6 mehan ev hevdîtin qedexe kir. Qanûnên ku li gorî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine dîzaynkirin, pergala tecrîdê ya Îmraliyê di bin navê cezayên disiplînê de qanûnî kir. Abdullah Ocalan ku di nava 25 salên li Girtîgeha Îmraliyê de tenê karî 2 caran mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Hevdîtina herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de hate kirin lê axaftin di nîviyê de hate qutkirin. Ji wê rojê ve 34 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Sala 2023’yan jî bi pergala tecrîdê ya ji rewşa agahînegirtinê veguherî agahînegirtina mutleq berdewam kir. 
 
Li gel Abdullah Ocalan, ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin jî tu agahî nayên girtin û vê rewşê fikarên malbat, parêzer û raya giştî ya cîhanê jî zêdetir kir. Gelê kurd û dostên wan bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re di tevahiya salê de çalakî û xwepêşandan li dar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li her qadê qêriyan. 
 
Siyasetmedaran di rojên ewil ên salê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re Nobeta Edaletê dan destpêkirin. Di rojên dawî yên salê de jî ev çalakî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” ku li 74 navendan hatibû destpêkirin de hate berdewamkirin. Vê daxwazê mohra xwe li salê da. Parêzerên Abdullah Ocalan jî di tevahiya salê de li Dadgeha Destûra Bingehîn heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hewldanên xwe yên hiqûqî domandin. Ji endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Abdullah Ocalan dike, Emran Emekçî têkildarî bûyerên ji ber Îmraliyê qewimîn û rewşa dawî ya Abdullah Ocalan pirsên me bersivand. 
 
Miwekîlê we Abdullah Ocalan di nava 25 salan de her tim rastî astengkirinan hat. Ev 33 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Heke gotin di cih de be çi derî neman ku we lê neda. Girava Îmraliyê sala 2023’yan çawa derbas kir? 
 
Rewşa agahînegirtinê didome. Di vê salê de me nekarî pê re peywendiyan danîn, nameyan ji hev re bişînin û li ser telefonê biaxivin. Em nizanin bê ka nameyên em dişînin digihijinê yan na. Malbat û parêzeran nekarîn hevdîtinê bikin. Rewşa agahînegirtinê mohra xwe li sala 2023’yan da. Di rewşên awarte yên weke erdhejê de mecbûriyeta mafê bikaranîna telefonê û hevdîtina bi malbat û parêzeran hene. Lê hatin astengkirin. Prosedûra asayî nehat cîbicîkirin. 12 jê me parêzeran û 9 jî malbatan, me 21 caran ji ber erdhejan serlêdan kirin. Lê balkêş e di bersiva ji me re hatiye dayîn de gotin; ‘qedexeyên asayî didomin.’ Bersiveke ku qet erdhej çênebûye dan. Gotin; ‘qedexeya hevdîtina bi malbatê re heye û em nadin kirin. Qedexeya telefonê heye, em nadin kirin.’ Di rewşeke ku hukmê fermandayînê yê qanûnê hebe, wê demê tu wateya qalkirina qedexeyê nîne. 
 
”Cezayên disiplînê” ku weke hinceta astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tên nîşandan, di sala 2023’yan de jî bi awayeke sîstematîk dom kirin. Heta duh digotin “keştî xerabe ye” û niha jî ev astengiye bi hinceta “cezayên disiplînê” tên domandin. Gelo çi bingeha van astengkirinan a qanûnî heye? 
 
 
Pozîsyona birêz Ocalan a di çareseriya demokratîk û aştiyê de diyar e û ji bo vê hewl dide. Berevajî vê, di pêşîlêgirtina darbeyan de rola xwe bi cih anî.
 
Heta sala 2016’an jî hincetên weke “keştî xerabe ye” û  “muxalefeta hewayî” yên jênebawer pêşkeş dikirin. Heta ev rewş bû mijara karîkatûran. CPT’yê jî di rapora xwe de gotibû; “Ev dewleta ewqas mezin ma nikare keştiyekê peyda bike?” Êdî nedikariya îzaheta vê bikin. Kesekî jê bawer nedikir. Di sala 2016’an de OHAL ragihandin û weke ku darbe ji hêla birêz Ocalan ve hatibe kirin, fatûreya wê li wî birin. Piştre jî darbe weke hincet hate nîşandan û bi biryarên dadgehê serî li qedexeyan dan. Biryara qedexeyê ya ewil a bi hinceta darbeyê di 20’ê tîrmeha 2016’an de hate dayîn. Lê tu eleqeya birêz Ocalan bi darbeyê re nebû. Pozîsyona birêz Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk û aştiyê te diyar e û ji bo vê di nava hewldanan de ye. Berevajî vê, ji bo pêşîlêgirtina darbeyan bi rola xwe lîst. Pêvajoyên ku birêz Ocalan çareseriya demokratîk daye destpêkirin û rê li ber darbeyan girtî çêbûn. Heta sala 2018’an OHAL weke hincet hate nîşandan. Piştî rakirina OHAL’ê jî îcar cezayên disiplînê yên ji bo 3 mehan hatin dayîn. Ku tu bawerî jê nedibû. Her carê ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran hatin dayîn û ev biryarên qedexeyê êdî bi awayeke sîstematîk hatin dayîn. Hincetên van biryarên qedexeyan jî kopyayên hev in. 
 
Ji bo van qedexeyan “ewlekariyê” weke hincet nîşan didin. Ji bilî vê tu hinceteke din tune ye. Ji ber ku tu bingeheke qanûnî û maddî nîne. Di qanûnê de wiha tê gotin; ‘tu mecbûrî rê bidî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re û hevdîtina li ser telefonê. Heke piştî dayîna vî mafî heke hêmayek bikeve destê te, li gorî wê dikarî serî li qedexeyê bidî.’ Lê belê ji bo hevdîtina telefonê ya nehatiye kirin biryara qedexeyê didin. Ji bo hevdîtinên bi parêzeran ên nehatine kirin biryara qedexeyê didin. 
 
DMME’yê di sala 2014’an de ji bo Abdullah Ocalan biryara binpêkirina maf da. Got ku cezayê “heta mirinê dê di girtîgehê de be” li dijî qedexeya îşkenceyê û ji bo li gorî hiqûqê were amadekirin divê mewzûat were guherandin. Ev mijar veguhestin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Gelo di vê mijarê de pêşketinek heye? 
 
Di tevahiya sala 2023’yan de mijara herî zêde em li ser sekinînin, Komîteya Wezîran bû. Cîbicîkirina biryara DMME’yê bû. Me di 19’ê çileya 2023’yan de serî li Komîteya Wezîran da. Bi sedema; “hikûmet pêşniyaran bi cih nayîne, mewzûatê naguherîne, cezayan nadaxîne û bersivên di vê mijarê de tên dayîn ne li gorî biryarên DMME’yê ne’ me serlêdan kirin. Me jê xwest ku hikûmet dîsa bê hişyarkirin û heke hewce bike xala 46/4’ê bikeve meriyetê. Ji ber ku hikûmeta Tirkiyeyê di bersivên xwe de bi israr dibêje ku dê mewzûatan neguherîne.  Rejîma înfazê ya “Dê heta dawiya emrê xwe dê di girtîgehê de bimîne” ku DMME wek “îşkence” pênase dike diparêze. Komîteya Wezîran di vê mijarê de jî pasîf man. 
 
 
Prosedûra 46/4’ê zextekî çawa di xwe de dihewîne? 
 
Heke Tirkiye biryarên DMME’yê bi cih neyîne, dikare sicîla wê ya mafên mirovan bidin ber şopandinê û bi gotina “Tirkiye biryarên DMME’yê bicih nayîne” deşîfre bike. Heke pêwîst bike dikare endamtiya wê jî bide sekinandin. Ev zextekî giran e lê nayê kirin. Mixabin ev yek di me de rê li ber fikaran vedike. Komîteya Wezîran jî di nava hewldaneke ku bi demê re vedihêle de ye. Gavên bibandor naavêje. 
 
DMME dema ji Tirkiyeyê re dibêje mewzûatên xwe biguherîne, balê dikşîne ser mîna Vînterê û pêşniyar dike ku sînorê herî zêde divê 25 sal be. Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Îmraliyê tê ragirtin. Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê beriya niha gotibû; “Deriyê hiqûqî yê azadiya fîzîkî ya Ocalan hate vekirin.” Ev bû 25 sal, gelo pêkane ku deriyên Îmraliyê bên vekirin? 
 
 
Tirkiye ji DMME’yê re, ji Komîteya Wezîran, CPT û NY’ê re dibêje; “Ez hiqûqa navneteweyî bi cih nayînim.” Dewleta ne li gorî hiqûqê, dewleta li gorî polîtîkayê. 
 
DMME û welatên din dibêjin ku cezayê ji 25 salan zêdetir nayê dayîn û cezayê 36 salan an jî heta mirinê, cezayekî dermirovî ye. Di vê mijarê de sînorê cezayê weke 25 sal xêz dike. Heke bi rastî jî îradeyeke siyasî ya ji demokrasî û serweriya hiqûqê bawer hebe, ev bingehek û firsendeke gelek girîng e. Birêz Ocalan ji xwe ji çareseriya demokratîk û aştiyê re vekirî ye û dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Heta sala 1991’ê jî di mewzûata Tirkiyeyê bêyî ferq û cudahiyê têxin navbera girtiyên edlî û siyasî, girtiyek herî zêde 20 salan di girtîgehê de dimîne. Di 91’ê de TMK derket û wê demê girtiyên edlî û siyasî ji hev hatin cudakirin. Cezayê 26 salan wê demê anîn. Jixwe 36 cezayekî dermirovî ye. Îcar ev jî besî wan nekir û piştî anîna birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî, rejîma înfazê guherî û cezayê heta dawiya emrê xwe anîn. Ev jî nakokiyeke bi serî xwe ye. Hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê pir tevlihev e. Li gorî tu rêgezan tevnagerin. Jixwe cudakariya di navbera girtiyên edlî û siyasî de tê kirin binpêkirina rêgeza wekheviyê ye. Îcar jî cezayê muebbeta giran a heta dawiya emrê xwe anîn ku ev li dijî mirovahiyê ye. 
 
Li gorî mewzûata girêdayî hiqûqa Ewropayê, li gorî peymanên Tirkiyeyê jî îmze kirine û li welatên di nava wan pergalan de ceza herî zêde 25 sal in. Tirkiye ji DMME’yê re, ji Komîteya Wezîran, CPT û NY’ê re dibêje; “Ez hiqûqa navneteweyî bi cih nayînim.” Dewleta ne li gorî hiqûqê, dewleta li gorî polîtîkayê.  Hiqûq li vir tenê qilifek e. Cezayên disiplînê û hwd. tenê qilifek in. Rastiya mijarê ev e. Tevek jî biryarên polîtîk in. 
 
Heke em bên ser mijara CPT’yê ku dema Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Girava Îmraliyê, ew li wir pêşwazî kiribû. Di sala 2022’yan de çû serdana Îmraliyê lê rapora xwe parve nekir. Hûn vê helwesta CPT’yê ku Abdullah Ocalan jî weke berpirsyarê tecrîdê dibîne çawa dinirxînin? 
 
CPT li heman cihî disekine. Bi ser re salek derbas bû. Rapora xwe di 2023’yan de eşkere nekir. Dev ji eşkerekirina raporê berdin, pêşniyar jî bi cih ne anî. Cezayên disiplînê û qedexeyên hevdîtinên bi malbat û parêzeran re û ya telefonê berdewam kirin. Sala 2023’yan bû sala neçalakbûna CPT’yê ku rayeyên xwe bi kar ne anî. Dema nûçeyên têkildarî jehrîkirina birêz Ocalan û mudaxileya fîzîkî hatin parvekirin, CPT’yê di sala 2007’an de ji hikûmetê re nameyek şand. CPT’yê seknekî radîkal nîşan da û got; “heke tu pêşniyarên me bicih neyînî, em ê helwesta we ragihînin.” Piştî wê jî hinek sererastkirin çêbûn. Hevdîtinên parêzeran dest pê kirin. Anku bandorekî wisa yê CPT’yê heye. Lê niha rewşekî ji wê awartetir li holê ye. Em tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Em di serdemee wisa de ne ku divê rayeya xwe dîsa bi kar bîne. Wê demê her çend bisînor jî be, her 45 rojan carekî malbat û parêzeran hevdîtin dikirin. Bi awayekî agahî jê dihatin girtin. CPT a ku wê demê prosedûr da destpêkirin, niha di rewşa agahînegirtinê de wê prosedûrê naxe meriyetê. Ev yek jî bi awayekî neyekser cisaretê dide polîtîkayên îktîdarê. 
 
Ji 2007’an heta niha çi guherî? 
 
 
Rayeyeke CPT’yê heye. Niha rewşeke hêj bêhtir awarte heye. Em agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Em di serdemekî wisa de ne ku divê vê rayeya xwe dîsa bi kar bîne. 
 
CPT, di encamê de saziyeke dewletên girêdayî Ewropayê ye. Ne saziyeke li ser bingeha civakî ye. Serbixwebûna wê cihê nîqaşê ye. Têkiliyên berjewendiyan ên konseyê bi dewletan re hene. Têkiyên dîplomatîk hene. Xalên hesas hene. Naxwazin zêde bi ser Tirkiyeyê de biçin. Ji ber pirsgirêkên weke koçberî, penaber û hwd. Tirkiye gefan li wan dixwe û ew jî serî ditewînin. Hevsengiyeke siyasî ya wiha heye. Nabêjin “em nikarin bi hiqûqê bikin” lê bi demê re vedihêlin. DMME, Komîteya Wezîran û CPT bi demê re vedihêlin. Rewşa agahînegirtin rewşekî awarte ye û dikeve çarçoveya îşkenceyê lê bi demê re vedihêlin. Mixabin helwesta hevpar ev e. CPT, li gorî xala 10/2 dikare ji Tirkiyeyê re nameyê bişîne, heke bi pêşniyarên wê neyê kirin dikare prosedûra sicîlê bide destpêkirin. CPT dikare bibêje “Em ê bikevin pêvajoya ferzkirina sepanan û ji cîhanê re bibêjin ‘Tirkiye bi hiqûqê nake’, em ê sîcîla wê eşkere bikin.” Ev yek jî cîbicîkirina xala 10/2’yan e. Ev yek di sala 2007’an de kir û hikûmet neçar ma ku pê bike. Lê niha nake. CPT, biryareke polîtîk dide. Em jê re dibêjin “hiqûqê bicih bîne” û me jê nexwestiye ku rayeya xwe derbas bike. Ji niha û şûnde CPT bi xwe mijara nîqaşê ye. 
 
We got ku helwesta vehêlandinê helwestekî hevpar e. Gelo ji encamên vê helwestê, berpirsyartiya van saziyan heye? 
 
Bêguman heye. Biryara tevdîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê heye. Komîteyê di 19’ê çileya 2023’yan de cara duyemîn ev biryar bi bîra Tirkiyeyê anî. Di vê biryarê de NY’ê got ku bi tu awayî nabe mafê xwegihandina parêzeran bê bisînorkirin û astengkirin, divê tavilê parêzer bikarin hevdîtinan bikin. Li ser biryara tevdîrê ya NY’ê, me jî serî li dadgeriya înfazê û Wezareta Dadê da û di hiqûqa navxweyî de hemû serlêdanên xwe kirin. Lê tevî biryara NY’ê jî bi hinceta cezayên disiplînê yên ji bo 3-6 mehan ev biryar binpê kirin. Bersivên “bisînorkikrinê” didin me. Nabe ku xwegihandina parêzeran bê astengkirin lê Tirkiye asteng dike. Doza birêz Ocalan di vê mijarê de doza yekemîn e. Ji bo Mandela jî hevdîtinên bi parêzeran re nehatibûn astengkirin, li Guantanamoyê jî nehatibûn astengkirin. Tirkiye vê hincetê pêşkeş dike; “Mijareke polîtîk e, lewma em bi biryarên we nakin.” Bi kurt û kurmancî mijar ev e. Hincetên ewlekariyê yên yekalî nîşan dide û li biryaran guhdarî nake. Xala 90’emîn a Destûra Bingehîn tenê çîrok e. Serweriya peymanên navneteweyî, bicihanîna berpirsyartiyên ji ber van peymanan û hwd.. tevek jî çîrok in. Bi yek ji wan nake. 
 
Di nava salê de AYM yek ji mijarên herî zêde li ser nîqaş hat meşandin bû. We jî gelek serlêdan ji bo AYM’ê kirine. Hûn helwesta AYM’ê çawa dinirxînin? 
 
Li gorî min li ser AYM’ê zext hene û nikare biryarên xwe li gorî hiqûqê bide. Belkî jî doza Ocalan wê dide zorê. Ji ber ku raporên şîretan ên pir eşkere yên CPT’yê, DMME’yê û NY’ê hene. Ewqas zelal in ku belgeyên wan hene. Li gorî min di vê mijarê de AYM zehmetiyeke mezin dikişîne. Dixwazin biryarên xwe li gorî hiqûqê bidin lê hikûmet bi krîzên çêker re zextê li AYM’ê dike. Dixwaze pêşî li ber AYM’ê bigire da ku derheqê Ocalan de biryarên erênî nede. Bêdudilî saziyên darazê yên payebilind yekser dike mijara nîqaşê. Gelo ferasetekî hikûmetê ya wiha ma dibe? Ji bo kurd û sosyalîstan hiqûq tune ye. Hiqûqa AKP-MHP’ê heye. 
 
Polîtîkaya îktîdarê her kes pê dizane. Bêdengiya hêzên navneteweyî jî didome. Gelo çi bingeheke siyasî yê çareseriyê tune ye? 
 
 
Bingeha hiqûqî ya tenduristî, ewlehî û azadiyê ya Ocalan heye. Bingeha çareseriya siyasî jî heye.  Jixwe birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê têdikoşe û li dijî tecrîdê li ber xwe dide. 
 
Birêz Ocalan ev 25 sal in di girtîgehê de ye. Tirkiye dikare vê veguherîne firsendekê. Dikare qanûna înfazê li gorî hiqûqa xwe sererast bike. Dê ji bo vekirina deriyên Îmraliyê û çareseriyeke demokratîk bibe wesîle. Ji hêla hiqûqî ve jî em sedemekê nîşan didin. Destê hikûmetê pir rehet dibe. Biryarên DMME û NY’ê hene. Rapora CPT’yê heye. Dikare vebijêrka hiqûqî û siyasî bixe meriyetê. Bingeh û derfet ji bo vê ewqas guncav in. Lê vebijêrka tecrîd û leşkerî hildibijêre. Me hemû vebijêrkên siyasî û hiqûqî danîne pêşiya wê. Bi rehetî dikare li ser bingeha van pêvajoyê bide destpêkirin. Birêz Ocalan 25 salên xwe temam kirine. Bingeha hiqûqî ya tenduristî, ewlehî û azadiyê ya Ocalan heye. Bingeha çareseriya siyasî jî heye.  Jixwe birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê têdikoşe û li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Li wê derê kesekê di vê pozîsyonê de tê ragirtin. Birêz Ocalan gelek tiştan naxwaze. Dixwaze bi hiqûqê were kirin. Di hevdîtina dawî de digot; “Bila hiqûqê bi cih bînin.” Em jî heman tiştan dibêjin. Biryarên me dayîn dê ji hêla hiqûqî ve destê hikûmetê xurt bikin. Her wiha di mijara têkoşîna li dijî tecrîdê de destê me xurt dikin. Ji hêla hiqûqî ve birêz Ocalan êdî kesekî azad e. Ji hêla feslefî, psîkolojîk, ruhî û fikrî ve jixwe kesekî azad e. 
 
Li gel ku vebijêrkeke wiha heye jî çima di tecrîdê de israr dikin? 
 
Li Tirkiyeyê îradeyeke ku biryara çareseriya demokratîk û aştiyê dide tune ye. Xwestin bi Ozal bidin çareserkirin lê Ozal birin. Xwesetin bi Erbakan bidin çareserkirin lê li dijî wî darbe kkirin, Ecevît xweset çareser bike lê felc kirin. Xwestin bi Erdogan bidin çareserkirin lê zext li wî jî kirin û teslîm girtin. Gotin; “Nikare çareser bike, nikare bide çareserkirin.” Hevdîtina veşarî ya bi Buyukanit re çi ye? Çima dibêje “Ez nikarim bibêjim.” Li wir bi eşkereyî ji Erdogan re gotin; “Dê destê xwe nêzî pirsgirêka kurd nekî, bi vî şertî dê li îktîdarê bimînî.” Lihevkirineke wan a bi vî awayî çêbû. Gotin; “Em ê rê bidin AKP’ê û tu jî dê dijminatiya kurdan bikî.” Bi vî awayî li ser îktîdarê dimîne. Ew jî ji bo li ser îktîdarê bimîne êrişî kurdan dike. Hebûna xwe li ser vê didomîne. Li ser tecrîd û şer nîjadperestiyê pêş dixin. Lê di dawiya dawî de dê çareseriya demokratîk û aştî bibe. Ji ber ku hemû cîhanê pirsgirêkên xwe wiha çareser kirine. Ev pozîsyona birêz Ocalan firsendekî mezin e. Bes hema bila îradeyeke siyasî derkeve holê bes e. Lê derneket, dernakeve. 
 
Ji bo Tirkiyeyê çi encaman bi xwe re tîne? 
 
 
 Di siyaseta neçareserkirinê de û di feraseta dewleta yekperest de israr dikin û aştî û çareseriyeke demokratêk dest pê nakin... Dê kî hesaba van 8 salên winda bide? 
 
Di siyaseta neçareserkirinê de û di feraseta dewleta yekperest de israr dikin û aştî û çareseriyeke demokratêk dest pê nakin... Li vir winda dike, xwîna jê diçe. Ew jî winda dike û bi gelan jî didin windakirin. Em tevek winda dikin. Rewşa aboriyê li holê ye. Ma dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin rewş wiha bû? Nexêr, refah hebû. Her kesî dikariya biaxive û nîqaş bike. Niha çi bû? Gelo dê kî hesaba van 8 salên winda bide? Girtina deriyên Îmraliyê bi Tirkiyeyê çi da windakiri? Mesele, liv û tevgera bi aqilane ye. Çareseriya demokratîk tê wateya polîtîkaya qezenc bike qezenc bike. Polîtîkaya şer û neçareseriyê dide windakirin. Em jî dê winda bikin, kurd û tirk dê winda bikin. Dê kî qezenc bikin? Rûsya, Yewnanistan, DYA, Almanya û welatên ewropî qezenc bikin. Ew qezenc dikin û em winda dikin. Gel û dewlet winda dike. 
 
Tekane kesê ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareserî pêş xistî, birêz Ocalan e. Bila her kes pirtûka wî ya Çareseriya Şaristaniya Demokratîk a Rojhilata Navîn Krîza Rojhilata Navîn bixwîne. Tekane berheme ku ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyan pêşkeş dike. Heke ew fikir bikevin meriyetê, dê pirsgirêka Îsraîl-Filistînê jî çareser bibe û ya kurdan û yên din jî çareser bibin. Tevek jî bi demokrasiyê dikarin çareser bibin. Li Rojhilata Navîn a demokratîk ji bo her kesî cih heye. Hêzên navneteweyî sûdê ji neçareseriyê digirin. Hikûmeta Tirkiyeyê jî xizmetê ji vê re dike. 
 
Birêz Ocalan li wir e û amade ye. Li şûna ku tawîzan bidin 50 dewletan bila bi Ocalan re vê meseleyê çareser bikin. Birêz Ocalan tenê dibêje; bila zordestî bi dawî bibe. Tiştekî din naxwaze. Lê kesekî wiha tê tecrîdkirin. Ev ne karê aqil û mantiqê ye. Ji ber bêaqiliya xwe hem xwe hem jî gelan têk dibin. 
 
Îsal dîsa nîqaşên “Destûra Bingehîn a Nû” bû rojev. We jî bal kişand ser xala 90’an û got ku biryarên navneteweyî nayên bicihanîn. Gelo tu bendewariyeke we ji Destûreke Bingehîn a ku tecrîd û çareseriya demokratîk paşguh dike heye? 
 
Tu tiştek jê dernakeve. Ji ber ku bingeha pirsgirêkê, neçareserkirina meseleya kurd e. Di Lozanê de kurd derveyî hiqûqê hatin hiştin. Divê hiqûq û mafên kurdan bên naskirin. Mafên şexsî nabin. Li birêz Ocalan zexta “Dev ji mafên komî berde, were ser xeta mafên şexsî.” Birêz Ocalan jî dibêje; ‘Ma misilmanekî ji koma cemaeta misilmanan qut dibe? Ma kurdekî ji civakê qut dibe?’ Ev maf dane her kesî. Di peymanên Ewropayê û NY’ê de mafên koman hatine naskirin. Bingeheke hiqûqî jî heye. Dibe ku bi xwe re gelek rehetiyan bîne lê heke neyîne, destûrên bingehîn çîrok in. Heke îradeyeke siyasî hebe, tu dikarî bi vê Destûra Bingehîn jî meseleyê çareser bikî. Lê bi wan qanûnan jî nakin. Tirkiyeyê di hemû peymanên Ewropayê de ji bo mafên koman xwe paşve daye. Rêveberiyên herêmî, xweserî... Tu ji van qebûl nekiriye. Sedema vê jî ew e ku kurd sûdê jê negirin. 
 
Li holê neheqî û zilmek heye. Ji ewil divê ji ber van neheqiyan bi dîrokê re hevrû bibe. Ji bo vê jî birêz Ocalan firsendekî mezin da. Di hevdîtina dawî de birêz Ocalan got; ‘dikarim di hefteyekê de çareser bikim.’ Ji ber ku amadekariyên xwe kiriye. Mesele ew e ku îradeyek derkeve holê. Gelên Tirkiyeyê dikarin partiya xwe bikin îktîdar, destûra xwe ya bingehîn biguherînin û Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin. Ev yek di destê me û gelan de ye. 
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li gelek deverên cîhanê kampanya hatin birêxistinkirin û hêj didomin. Sal wiha diqede. Gelo ji bo 2024’an peyama we çi ye? 
 
 Divê dev ji siyaseta ewlehiyê berdin. Divê vebijêrka hiqûqî û siyasî bixin meriyetê. Bi rastî jî sala 2024’an ji bo vê guncav e. Heke Tirkiye hemû peymanên îmze kiriye bi cih bîne, dê pirsgirêk çareser bibe. 
 
Birêz Ocalan gotibû; ‘Tecrîd tê wateya betalkirina vebijêrka hiqûqî û siyasî û li şûna wê tercîhkirina vebijêrka leşkerî û şer e.’ Lê ev siyaset na meşe. Halê ku welêt xistiyê li holê ye. Divê dev ji siyaseta ewlehiyê berdin. Divê vebijêrka hiqûqî û siyasî bixin meriyetê. Bi rastî jî sala 2024’an ji bo vê guncav e. Heke Tirkiye hemû peymanên îmze kiriye bi cih bîne, dê pirsgirêk çareser bibe. Lewma em dixwazin sala 2024’an bibe sala çareserkirina pirsgirêka kurd û Tirkiye bibe dewletekî hiqûqê. Em dixwazin ku bibe saleke ku Tirkiyeyê mewzûatên xwe li gorî NY û Ewropayê sererastkirî û bi birêz Ocalan re pirsgirêka kurd çareser bike. Jixwe azadiya birêz Ocalan bi vî awayî dikare watedar bibe. Heke pergal azad bibe, gel azad bibin dê birêz Ocalan jî azad bibe. Dê bi hev re azad bibin. Azadiya birêz Ocalan jî bi tena serê xwe têr nake. Şert û mercên ji bo azadiya fîzîkî temam in. Biryarên DMME’yê temamin, 25 sal  temam e û her tişt temam e. Lê heke îradeya siyasî nebe, hiqûq jî nabe û azadî jî nabe. Lewma hêvî dikim ku sala 2024’an bibe wesîleya çareseriya hiqûqî û siyasî. 
 
Şert û merc guncav in. Bingeha hiqûqî jî guncav e. Tenê hewcehî bi îradeyeke siyasî heye. Armanca van kampanya û têkoşînan jî ev e. 
 
MA / Dîren Yurtsever - Esra Solîn Dal 

Sernavên din

30/12/2023
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin
10:45 Zarokê karker ê sûriyeyî hate qetlikirin
10:44 Waniyan sala 2023’yan nirxandin: Şer, xizanî, cihêkarî, qedexe
10:19 Li ser rêbeja Colemêrgê hezaz çêbû: 3 kes birîndar bûn
10:18 Rêveberiya qeyûm li Amedê hewl dide 165 karkeran ji kar derxîne
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 66 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 33’yemîn de ye
09:09 Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...
09:06 Doza xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin li DMME'yê ye
09:03 Karakaş a di Nobeta Edaletê de: Tevî hemû zextan jî me li ber xwe da
09:02 Mîrateya ku ji apê xwe yê di rojiya mirinê de hat qetilkirin wergirtiye didomîne
09:02 Şenlîk: Heya Abdullah Ocalan azad nebe em ê paş de gav neavêjin
09:01 Malnişîn: Divê mûçeya me herî kêm 15 hezar TL be
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:55 Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin
08:54 Rojnameger Hakan Yalçin hate binçavkirin
28/12/2023
20:45 Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir: 5 kes hatin qetilkirin
18:09 Erdem piştî 12 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
16:21 Komkujiya Roboskê di sala 12’emîn de ye: Heta ku neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê
16:09 ‘Em ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin’
16:03 Faîlê ku Kuşçu qetil kiribû hate girtin
15:44 Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin!
14:38 Qurbaniyên Komkujiya Roboskê hatin bibîranîn: Heman zîhniyet îro li Rojava komkujiyan dike
14:31 Di êrişên dewleta tirk de derhêner Kerîmeyan hate qetilkirin
14:08 Demîrtaş: Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand?
14:00 Nehiştin balafira ku wêneyê Jîna Emînî li ser dakeve
13:20 Ji akademîsyen parvekirina nijadperest a Roboskiyê
12:30 Parêzerên Ocalan ên 34 meh in agahî jê nayê girtin serlêdaneke nû kirin
12:10 Di dosyaya amûrsaz Yûsûf Akin de keşf nehat kirin
12:02 Di bombebarana dewleta tirk de zarokek birîndar bû
12:01 Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in pirsgirêkên jinan çareser dike
11:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê Komkujiya Roboskê nedin jibîrkirin
11:36 15 kesên li Bakirkoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:15 Ji bo nasname, ehliyet û pasaportê zem hatin kirin
11:14 Binevserê teqawid Gur: Bombebarankirina deşt û çiyayan çareserî nîne
10:56 Ji bo nûçeyên têkildarî midûrê îstîsmarkar biryara astengkirinê hat dayîn
10:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 65 roj in tu agahî nayên girtin
10:40 Di sala 2023’yan de ji aboriya Tirkiyeyê tenê kavil ma
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 32’yan de ye
10:14 Parazvanên mafên mirovan ji bo pirsgirêka kurd çareseriyê dixwazin
09:56 Wezareta Dadê pêwîstî pê nedît ku dosyeya Roboskê bibe Dadgeha Bilind!
09:21 Girtiyên li herêma Marmarayê: Heya binpêkirinên li Îmraliyê bi dawî dibin dê greva me bidome
09:20 Keça girtiyê nexweş Çam: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:15 Rojnameger Îbrahîm: Tirkiye ji bêdengiya qada navneteweyî hêzê digire
09:09 Parêzer Karataş: Divê dengê Ocalan bigihije raya giştî
09:08 Ji bo Roboskêya li benda edaletê bîrdariyek
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2023'YAN
27/12/2023
19:41 Dema pêşhilbijartina DEM Partiyê eşkere bû
19:27 Di doza teqîna li Pasûrê de der barê hevşaredaran de hem beraet hem jî ceza hat xwestin
18:14 Li Semsûrê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
17:10 Li 5 bajaran Nobeta Edaletê: Roj roja têkoşîn û serhildanê ye
16:37 Li Îzmîrê jî Nobeta Edaletê hate destpêkirin
16:22 Sebahat Tuncel dest bi greva birçîbûnê dike
16:17 Peywirdarkirina lijneya rêveberiya MKG’ê hate diyarkirin
15:58 Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê: Bikevin nava tevgerê
15:38 Bayindir: Em ê serî netewînin û di hilbijartinan de bi ser kevin
15:08 Ji Îmraliyê re qert şandin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
14:52 Ji kesên li 3 bajaran hatin binçavkirin 9 jê hatin berdan
14:41 Li 3 bajarên mezin ji bo DEM Partiyê 590 serlêdan hatine kirin
13:37 Li pêşiya DEM Partiyê hewldana provokasyonê
13:35 Navê ‘Esat Oktay Yildiran’ ê li dibistanê hatibû kirin hat rakirin
13:32 Di doza Sîncar de dozger hate guherandin
13:21 Gun ê ku di êrişa cerdevanan de birîndar bûbû cara 4’an emeliyeta bû
12:52 Li Kurdistanê pirsgirêka koçberiyê: Heke em dest bidin hev dê bikarin pêşî lê bigirin
12:38 Li Nisêbînê çoltarên 9 gundan hatin qedexekirin
12:33 ‘Biryara Esat Oktay xeletî nebû, tercîheke siyasî ye’
12:06 Gelê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Sûcê şer e
11:30 Li Meletiyê erdhej çêbû
11:29 Girtî Kavak: Ji bo xwe ji vê çiravê xelas bikin dê têkoşîna me bidome
11:10 Hatîmogûllari: Ma bişerefbûn temaşekirina mirina ciwanan e? | YENİLENDİ
11:03 Parlamenter Aslan: Ji bo çûna Îmraliyê em ê israr bikin
10:36 Piştgirên Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad be
10:02 Ekolojiyê kirin qurbana rantê, bajarên ji betonê bûn goristan
10:01 Girtî li benda mezinkirina piştevaniyê ne
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 64 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan mehek li pey xwe hişt
09:05 CPT’yê ji bo bersiva Wezareta Karên Derve ya ‘Hevkariyê’çi got?
09:04 Sedema kêmkirina cezayê polîsê kujer: Dikaribû çend guleyên din jî berdana lê bernedaye
09:03 Celalettîn Can: Ez bi saya piştevaniyê ji girtîgehê derketim
09:02 Li Mereşê xwezaya gundê Çoçeliyê yê kurdên elewî tê talankirin