Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e

  • rojane
  • 11:43 31 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Hilbijartina rêveberiyên herêmî nêz dibe û di nava 5 mehan de hejmara hilbijêrên li navenda Şirnexê 8 hezar û 343 zêde bû. Ji van hilbijêran qeydên 4 hezar û 368’an jê li 23’yemîn Fermandariya Tumenê ya Sînor hatine qeydkirin. 
 
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 20247’an 3 meh mane. Ji bo ku li bajarên Kurdistanê bandorê li encamên hilbijartinê bike, hejmareke zêde ya hilbijêran li bajaran tên veguhestin. Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî di daxuyanniya 20’ê kanûnê de sepanên serdema berê bi bîr xist û got ku qeydên bi hezaran polîs û leşkeran li navendên bajarên Kurdistanê hatine veguhestin. 
 
Tîryakî, yek bi yek agahiyên li hemû bajaran eşkere kir û got ku îktîdara AKP’ê hewl dide bi rêya hîleyan îradeya gel xesp bike. 
 
Yek ji bajarên ku Tîryakî qala wê dikir jî Şirnex bû. Tê gotin ku AKP’ê di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de nêzî 14 hezar deng li bajar veguhestibû û şaredarî bi dest xistibû. Daneyên ku AKP di vê hilbijartinê de jî serî li heman hîleyê dide hene. 
 
Li gorî daneyên sala 2023’yan, nifûsa Şirnexê 557 hezar û 605 e. Tenê li navenda bajar 102 hezar kes qeydkirî e. Di hilbijartinên 14’ê gulanê de li navenda bajar 41 hezar û 841 hilbijêr qeydkirî bûn. Di hilbijartinê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji sedî 48,05’ê dengan û AKP’ê jî ji sedî 33,60 stend. 
 
8 HEZAR Û 343 HILBIJÊRÊN NÛ
 
Di hilbijartinên giştî de li 12 taxên navenda bajar bi giştî 41 hezar û 841 hilbijêr hebûn. Di nava 5 mehan de 8 hezar û 343 hilbijêr lê zêde bûn û derket û 50 hezar û 184 hilbijêran. 
 
TENÊ 509 JÊ LI SER NIFÛSA ŞIRNEXÊ QEYDKIRÎ NE 
 
Ji van kesên li navenda Şirnexê û taxên wê hatine veguhestin tenê 594 jê qeyda wan li Şirnexê ye û yên din tevek ji bajarên cuda hatine veguhestin. 
 
Ji van hilbijêran hezar û 787’an jê di hilbijartinên giştî de dengê xwe li navçeyên cuda avêtine û niha jî li navenda bajar hatine veguhestin. Yên din jî ji bajarên cuda li Şirnexê hatine veguhestin. Gelempariya van jî leşker û polîs in. 
 
LI TUMENÊ 4 HEZAR Û 368 HILBIJÊR HATIN VEGUHESTIN 
 
Cihê herî zêde hilbijêr lê hatine veguhestin jî Taxa Yeşîlyurtê ku 23’yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan li wir e. Di hilbijartinên gulanê de li vê taxê hejmara hilbijêran 3 hezar û 140 bû lê ev hejmar bi qasî ji sedî 169 zêde bû û 4 hezar û 368 hilbijêr li tumenê hatin qeydkirin. 
 
2 HEZAR Û 961 HILBIJÊR VEGUHESTIN MALA POLÎSAN Û LOJMANAN 
 
Seçmen artışı ile karşılaşılan bir diğer yerleşim yeri ise Yenimahalle. 2 bin 120 yeni seçmenin taşındığı mahallede, taşınan bu seçmenlerden 157 tanesi kent merkezi, 146’sı da bağlı ilçelerden gelirken, geriye kalan bin 817’si farklı kentlerden taşındı.
 
Yek ji taxên din a ku hejmara hilbijêran lê zêde bûyî jî Taxa Bahçelîevlerê ye ku Mala Polîsan li wir e. Hezar û 62 hilbijêr lê hatine veguhestin. Li Bûlwara Vîlayetê ku Mala Polîsan li wir e, 503 hilbijêr hatin veguhestin. Bi sedan hilbijêr li avahiyên bi hejmar 217, 218,219 û 220 ên li nêzî Midûriyeta Emniyetê ya Bajar hatin qeydkirin. Ji van hilbijêrên li taxê hatine veguhestin 353 jê ji navçeyan hatine veguhestin. Her wiha tenê 64 li ser nifûsa Şirnexê qeydkirî ne. 
 
HEJMARA HILBIJÊRÊN VEGUHESTÎ RADIXE BER ÇAVAN 
 
Dema rêjeya bilindbûna hilbijêran a li taxên din ên bajar jî tê lêkolînkirin, ferqa di navbera zêdebûna xwezayî û ya hilbijêrên hatine veguhestin jî derdikeve holê. Guherîna hilbijêran a li taxên din wiha ye; Taxa Vakif Kentê 399 kes, Taxa Şehrî Nûhê 349 kes, Taxa Gundogduyê 225 kes, Taxa Dîcleyê 145, Taxa Cumhuriyetê 140, Taxa Gazî Paşayê 137, Taxa Ataturkê 121 kes, Taxa Aydinlik Evlerê 82 û Taxa Îsmet Paşa jî 44 kes. 
 

Sernavên din

02/01/2024
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin