Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe

  • rojane
  • 11:48 31 Kanûn 2023
  • |

AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku zêdetirî 3 sal in parêzer û malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nikarin biçin Îmraliyê û wiha got: “Bila tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe.” 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê li Eywana Dawetan a Kaplanê ya li navçeya Bajarê Nû bi dirûşma “Dema azadiyê ye” 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Li eywana kongreyê pankartên “Dem dema azadiya jinan e”, “Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk”, “Rêya Sêyemîn rêya çareseriyê hye” û pankarta “Jin, jiyan, azadî” ya bi 11 zimanan hatibû daliqandin. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad, Meclisa Dayikên Aştiyê, Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çanda bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re ya (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) û bi sedan kes tev li kongreyê bûn. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi pankarta “Em silava Kemalê Laz û berxwedan Mazlum Dogan in” ketin eywana kongreyê. Beşdaran jî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” piştgirî dan. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari kete eywanê û rastî eleqeyeke zêde hat. 
 
‘YÊ KU BIKARE AŞTIYÊ PÊK BÎNE BIRÊZ OCALAN E’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren di kongreyê de axivî û wiha bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd: “Ji bo şer pêdivî bi hêsrên çavan, top û tifingê heye. Ji bo aştiyê jî wijdan, empatî û hezkirin lazim e. Yên ku nekarin pirsgirêka kurd çareser bikin, mehkûmên têkçûnê ne. Yên ev şer dane destpêkirin, bila aştiyê bidin destpêkirin. Yê ku bikare vê bike jî birêz Abdullah Ocalan e.” 
 
Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn û Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray axivîn. 
 
EYWAN BI SÊ ZIMANAN SILAV KIR
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî beşdar bi kurdî, erebî û tirkî silav kir. Hatîmogûllari, hêvî kir ku kongre bibe wesîleya aştî û aramiyê û spasiya kesên têkoşîn gihandin vê rojê kir. Hatîmogûllari, wiha domand: “Girîng e ku kongre beriya hilbijartinên herêmî tê lidarxistin. Me biryarên di civînên piştî kongre û hilbijartinên giştî dabûn, pêk anîn. Ji bo azadiyê en biryara jinûvesazkirinê bi cih tînin. Em di serdemekî wisa de ne ku divê ji her demê bêhtir kedê bidin.” Bi domdarî Hatîmogûllari siyasetmedarên girtî silav kir. 
 
‘DÊ ROBOSKÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN’
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari bal kişand ser Komkujiya Roboskê û ev tişt anî ziman: “Li Roboskê 34 mirovên me bi bombeyan htain qetilkirin. Qismekî wan zarok bûn. Tevî bi ser re 12 sal derbas bûne jî hêj êşa dayikan mîna roja ewil e. Ev zîhniyeta faşîst hêj jî heman êşên nû lê zêde dike. Şaredariya Peyasê bîrdariya Roboskê çêkiribû lê qeyûm di sala 2016’an de hilweşand. Em ê qurbaniyên Roboskê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. 
 
BANG LI HUDA-PAR’Ê KIR 
 
Li Tirkiye û cîhanê rejîmên rastgir, nîjadperest û faşîst dibin îktîdar. Yek ji van jî îktîdara AKP-MHP’ê ye. Şerê Rûsya-Ûkraynayê û Îsraîl-Filistînê didome. Me gotibû ku em bi xelkê mazlum ê Filistînê re ne. Îktîdar û şirîkê wê yê biçûk li Kurdistanê çalakiyên piştevaniya bi Filistînê re li dar dixe. Haya we ji çakiyên HUDA-PAR’ê heye. Heke hûn jidil bin, wê demê bang li şirîkê we yê mezin bikin ku dawî li peymanên xwe yên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re bîne. Ew jî hewl didin ji qetilkirina xelkê Filistînê sûd bigirin. Mafê tu kesî nîne li ser zarokên hatine kuştin siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê dîzayn bikin. Ne pirsgirêka kurd ne jî ya Filistînê ne pirsgirêkeke wisa ye ku fedayî hilbijartinê were krin. 
 
Em tevek dibînin bê ka li Rojava sivîl çawa hedef tên girtin. Çapxane û nexweşxane bombebaran kirin. Gelo ma tekane sûcê wan kurdbûna wan e? Werin em pirsgirêka kurd li 4 parçeyan jî çareser bikin. Em naxwazin cînarên me bibin El Nusra û DAIŞ. Em rêbazên ku demografyaya Rojava diguherînin naxwazin. Hûn dê nekarin bi gef, hedefnîşandan, girtin û binçavkirinan serî bi me bidin tewandin. 
 
‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN BILA PÊK BÊ’ 
 
Zêdetirî 3 sal in birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bke. Li 106 girtîgehan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dikare gavên mezintir bên avêtin. Ji bo çalakî nebin sedema êşên mezintir, divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê bê rakirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
EM Ê TÊKOŞÎNA JIN, JIYAN, AZADÎ BIDOMÎNIN 
 
Xelk birçî ye birçî! Hewl didin bi birçîhiştinê serî bi civakê bidin tewandin. Lê pereyê ku wan li derveyî welat kom kirî bi têrî 7 nifşên wan heye. Sê meh piştre dê tu qîmeta vî mûçeyê kêmtirîn nemîne. Di heman demê em ji bo aboriyeke adilane ya vî welatî têdikoşin. Hesaba beroşka nakele ji jinan tê pirsîn. Birçîtî, xizanî û bêdahatû hêjayî vî welatî dîtine. Em dibînin ku ev îktîdar hewl dide serdestiyê li jinan bike. Li dijî tundiya dewletê me heta niha li ber xwe da û dê ji vir û şûnde jî têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bidomînin. 
 
ÎRADEYA EM LI AMEDÊ RABER DIKIN GIRÎNG E 
 
Me li Kurdistan û Tirkiyeyê bi gelê xwe re bi sedan civîn li dar xistin. Biryara hat dayîn ku di hilbijartina pêş de temamiya şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bistînin. Tevî hîleya veguhestina hilbijêran a AKP-MHP’ê jî em ê bi ser kevin. Komîsyona me ya hilbijartinê vê mijarê jinêzve dişopîne. Îtîraz tên kirin. Hema hema me tevahiya şaredariyên Amedê bi dest xistine. Modêla me ya li vê derê dê ji bo hemû şaredariyan bibe modêle. A ewilî divê em bi ser kevin. Ji bo vê jî divê em têkoşînê mezin bikin. Ya duyemîn pêşîlêgirtina tayînkirina qeyûmna e. Ji bo vê jî divê gelê me nehêle qeyûm bikevin şaredariyan. Bi vê îradeyê dê hemû qeyûm ji vir bicehimin û biçin. Em ê li Amed û Kurdistanê serkeftineke dîrokî bi dest bixin. Em ê qeyûman bişînin, li dijî pişaftinê dîsa saziyên xwe yên ziman û çandê, saziyên jinan, ciwan û hwd. vekin. 
 
DIVÊ KED WERE DAYÎN 
 
Pêvajoyeke girîng li pêşiya me heye û divê em gelek ked bidin. Ji niha ve em xwe bigihînin hemû taxan. Em tevek jî plansaziyên xwe çêbikin, bikevin rê û dest bi xebatê bikin. 
 
Hêvîdarim sala nû bibe wesîleya aştî û azadiyê. Bi hêviya ku em komara demokratîk bi hev re ava bikin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin.” 
 
HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN
 
Di kongreyê de hilbijartin bi yek lîsteyê hate kirin. Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn dîsa weke Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

02/01/2024
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin