Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin

AMED - Parêzer Ozum Vûrgûn diyar kir ku cînayeta Ahmet Gun ê ji aliyê cerdevanan ve hate qetilkirin, weke komkujiyeke malbata Şenyaşar û Dedeogûllari ye û got: “Bi awayekî zelal Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hatiye qetilkirin.”
 
Endamê Meclisa Şaredariya bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê û rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê bajarokê Ahmet Gun, di 11’ê kanûnê de li gundê Taloka yê girêdayî bajarokê Sêgirgê di êrişa çekdarî de hate qetilkirin. Kurê wî Abdurrahîm Gun jî birîndar bû. Biraziyê wî Mahmût Gun ê li cem wan bû jî bêyî ku birîndar bibe ji bûyerê xelas bibû. Kesên ji êrişê sax xelas bûn, îşaret kirin ku sercerdevanê teqawît Şeyhmûs Babat êriş bi Enver Babat, Omer Yarar, Siddik Babat û Ebûbekîr Babat dane kirin. Yek ji tetîkkêşan Enver Babat ê teslîm bû, hate girtin, bersûcên din jî hêj nehatine girtin. 
 
Şeyhmûs Babat ku navê wî bi şewirandina gundan û kuştinên kiryarên nediyar ên salên 90’î re têkildar bû, sala 2004’an ji AKP’ê bû şaredarê bajarok. Babat ji ber nelirêtiyên di şaredariyê de dest ji peywîra xwe berda û ji bajarok reviya, pişt re dîsa vegeriya bajarok. Di 10’ê adara 2009’an de di ketina bajarokê Sêgirkê de wesayîta hilbijartinê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) li ser fermana Babat rastî êrişa kevir û çekan hat. Babat ku sûcên xwe yên li dijî kurdan qebûl kir, bi xizmên xwe yên cerdevan re di 14’ê Sibata 2014’an de bi merasîmeke girseyî tevlî BDP'ê bû û bi vegera desthilatê ya ji konsepta şer re vegeriya AKP'ê. Tê îdîakirin ku Babat herî dawî bi Waliyê Şirnexê Cevdet Atay re hevdîtin kiriye û gotiye “Li gundê min çend terorîst mane, ez ê wan paqij bikim.”
 
Parêzer Ozum Vûrgûn
 
‘ÊRIŞÎ MALA WAN TÊ KIRIN, CENDERME TIŞTEKÊ NAKE’ 
 
Parêzera malbata Ahmet Gun ê hate qetilklirin, Ozum Vûrgûn, diyar kir ku dema lawê Şeyhmûs Babat, Metîn Babat  di hilbijartinên Gulanê de xwest bi awayekî vekirî dengê xwe bide, xizmê Ahmet Gun ê hate kuştin ku ji HDP’ê muşahît bû li dijî vê derketiye û bûyer wiha destpêkiriye. Vûrgûn, da zanîn ku ji ber vê yekê demekî kurt gengeşiyek derketiye û ev yek bi girtekan hatiye qeydkirin û lêpirsîna derbarê vê de hatiye destpêkirin didome. Vûrgûn, da zanîn ku pişt re weke ketiye çapemeniyê jî li qada sporê şerê zarokên 15 salî çêdibe, ji ber vê bûyerê jî Şeyhmûs Babat li dijî malbata Gun amborgeykê deyne. Vûrgûn, destnîşan kir ku hewldanên lihevhatinê yên Ahmet Gun ên ji bo bûyer mezin nebe encam negirtine û wiha got: “Şeyhmûs Babat û malbata wî lihevhatinê qebûl nakin. Ambargoyê li malbata Gun deyne. Ev ambargo çawa çêdibe? Weke gu li bajarok nan jî nadin malbata Gun dibe. Malbata Babatan 2 caran êrişî mala malbata Gun dikin û cendermeyên li wir tiştekê nakin.”
 
‘DI HER DU BÛYERAN DE JÎ AHMET GUN NÎNE’ 
 
Vûrgûn, anî ziman ku di her du bûyeran de jî Ahmet Gun nîne, tenê di dema hewldanên lihevhatinê de ketiye dewrê û wiha berdewam kir: “Ahmet Gun çima hate qetilkirin? Ji ber Ahmet Gun ji malbateke welatparêz e û di heman demê de endamê partiyê ye hate qetilkirin. Xizmên wî yên di salên 90’î de bi awayekî kiryarên nediyar hate kuştin. Di heman demê de Ahmet Gun bi aliyê xwe yê aştîxwaz li bajarokê Sêgirkê û li herêmê tê nasîn.”
 
‘BI RÊBAZA ÎNFAZÊ HATE QETILKIRIN’ 
 
Vûrgûn, destnîşan kir ku dema Gun li ser erdê xwe dar kom dikirin aliyê din jê re gotiye “tu nikarî li wir daran kom bikî” û dest bi êrişê kiriye û ev yek di îfadeyên şahidan de jî zelal e. Vûrgûn, anî ziman ku gotinên aliyê din ên “Ewilî wan êriş kir, gengeşî derket” rast nînin û “yek şopa derbeyê ya li laşê Gun neyî û îfadeyên kesê cenazeyê Gun şuştî yên di vî warî de jî” weke delîl in. Vûrgûn, anî ziman ku îfadeyên têkildarî ku gengeşî derketiye bi temamî derew in û got: “Ahmet Gun yek guleya ku bi serê wî ketiye hate kuştin. Bi awayekî zelal Ahmet Gun bi rêbaza înfazê hatiye kuştin.”
 
Vûrgûn, bi bîr xist ku cerdevanê teqawît Enver Babat di roja bûyerê de teslîm bûye û sê faîlên din reviyan e û diyar kir ku piştî cînayetê 2 rojan jî derbarê dosyayê dosyayê de biryara veşartinê hate dayîn. Vûrgûn, da zanîn ku qasî ku ji dosyayê fêmkirine nêrîna ku “sûcî biavêjin ser yekê û faîlên din jê xelas bikin” heye û got: “Me di dosyayê de ji xwe qeydên HTS’ê daxwaz kirin lê qasî ku Abdûrrahîm Gun bûyer vegot, ewilî bi wesayîtê li ber wan re diçin. Piştî 10-15 deqîqeyan nîqaşeke ‘hûn li wir çi dikin’ çêdibe. An ku di nava 10-15 deqîqeyan de bi kê re hate axaftin çi hate kirin bi kê re hevkarî hate kirin?  Ji ber vê yekê divê dozgerî vê dosyayê bi her alî ve lêkolîn bikin.”
 
‘NEGIRTINA FAÎLAN TÊ WATEYA PARASTINA WAN’ 
 
Vûrgûn, bi lêv kir ku tê xwestin ku dosyayê bikişînin aliyekî din û bal kişand ser fikarên negirtina bersûcên din û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di ketina bajaroka Sêgirkê heta dawiya wê 9 kamera hene. Dîsa em dizanin ku li van herêmên daristanî gelek foto kapan hene. Negirtina wan a tevî vê yekê tê wê wateyê ku dewlet û hêzên ewlehiyê yên girêdayî wê wan diparêzin.  Kesê teslîm bû jî rewşeke nimûne ye. Ji aliyê hêzên ewlehî û hiqûqê ve tê wateya ‘em kesekî bigirin hinekê bidin ji bîr kirine’.”
 
‘MALBATA BABATAN LI WIR DEWLETEKE BIÇÛK AVA KIRINE’ 
 
Vûrgûn, sûckirina cerdevanan a bi awayekî rehet û parastina wan weke “polîtîkaya şerê taybet” şirove kir û wiha pê de çû : “Di heman demê de Fîrdevs Babat a di demekî nêzîk de li bajarokê Sêgirkê hate tecawizkirin û qetilkirin, dîsa pêvajoyeke bûyereke tacîzê ya bi rêya bertil û gefê hate xwestin bê girtin li holê ye. Ya tê dîtin ew e ku malbata Babat bi bikaranîn hêza dewletê li wir ji xwe re dewleteke biçûk ava kiriye an jî hewl didin ava bikin. Ev hemû encama polîtîkayên necezakirinê ne. Li Komara Tirkiyeyê pergalekek u em jê re dibêjin zirxa necezakirinê heye.”
 
‘WALÎ Û QEYMEQAMÊ KU BÛYERÊ DIZANIN JÎ BERPIRSYAR IN’ 
 
Vûrgûn, anî ziman ku ji ambargoya li dijî malbata Gun agahiya walî û qeymeqam jî hebû lê ji vê re bêdeng mane û van her du kesan hewl dan malbatê aram bikin. Vûrgûn, da zanîn ku bûyer cînayeteke siyasÎ ye û wiha lê zêde kir: “Ji ber vê yekê em gotina walî ya ‘ev ne cînayeteke siyasî ye’ qebûl nakin. Walî û qeymeqamê ku ambargoya li wir dît û li dijî dewletbûna li wir bêdeng bûn jî hevkarê vê cînayetê û her cînayeta li wir çêdibe ne. Elbet tu kirarî nehatin kirin û cenderme jî nehate agahdarkirin.”
 
‘JI BO KU HÛN BÊN KUŞTIN KURDBÛNA WE TÊ RE DIKE’ 
 
Vûrgûn, diyar kir ku li welat her tim hinceteke dewlet û hêzên ewlehiyê ya di qetilkirina kurdan de heye û qetilkirina Gun û lêpirsîna pişt re hatiye destpêkirin şiband bûyerên “Malbata Şenyaşar, Denîz Poyraz û malbata Dedeogûllari ya li Konyayê”. Vûrgûn, wiha got: “Ji ber vê yekê pergaleke wiha heye ku bi gotina ‘Kuştina kurdan wacîb e’ ji her tiştên tên kirin re çav tên girtin û wiha axivî: “Ahmet Gun ji ber vê yekê hate qetilkirin.”
 
Vûrgûni, da zanîn ku ji ber vê yekê li pey dosyayê bernadin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku 4 kesên di vê dosyayê de û kesê bi wan daye kirin bi awayekî hiqûqî neyên cezakirin, tişta ji destê me tê em ê bikin.”
 
MA / Mehmet Guleş
 
 

Sernavên din

02/01/2024
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin