Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome

img
RIHA - Endama Şaxa OHD’ê ya Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel tekildarî serdana wan û girtiyên di gireva birçîbûnê de ne axivî û diyar kir ku di serdanê de girtiyan ji wan re gotiyê heta daxwazên wan neyên bicihanîn dê çalakiya wan bidome. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 33 meh in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin tu agahî nayê girtin. Girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" dest bi greva birçîbûnê ya bidorveger kirin. Greva birçîbûnê ya girtiyan wê heta 15’ê Sibatê roja anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bidome, zêdetirî mehekê li pişt xwe hişt. 
 
Li hemberî daxwazên girtiyên ku zêdetirî mehekê ye di greva birçîbûnê de ne gavên berbiçav nehatin avêtin û berovajî wê binpêkirina mafan û muameleya xerab a li ser girtiyan zêde bû. Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel ku çû serdana girtiyên di greva birçîbûnê de ne diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de rastî gelek binpêkirinên mafan tên.
 
Ayşe Şehrîban Demîrel
 
‘GIRTÎ DI TECRÎDE DE NE’
 
Demîrel, diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne li bendê ne ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin gavên berbiçav bên avêtin û wiha got: “Girtiyan gotin ku tecrîd ne tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye û ew bi xwe jî di bin şert û mercên tecrîde de ne. Me weke OHD’ê di serdanên xwe yên li girtîgehan de ev rewşa tecrîdê û gelek binpêkirinên mafan tespît kirin.”
 
ZEXTÊN LI DIJÎ GIRTIYAN
 
Demîrel da zanîn ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve rastî muameleya xerab tênê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiya girtîgehê der barê girtiyên di greva birçîbûnê de ne, lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Bi van lêpirsînên dîsîplînê re, cezayê qedexeya hevdîtinê ya bi malbatê re an jî hevdîtina bi girtiyên din re tê dayin. Tevî ku îtîrazên girtiyên siyasî li ser vê yekê hebin jî tu îtîrazên wan nayên çareserkirin. Her wiha dema girtî tekildarî pirsgirêkên xwe ji saziyên sivîl re nameyan dişînin jî ev namê nagiheje berdestê saziyan. Her wiha diyar kirin ku li derveyî muameleya xerab nêzîkatiyeke nebaş li dijî wan heye. Lê li dijî vê yekê girtî dibêjin ku ew di daxwazên xwe de bi israrin û heta daxwazên wan neyên bi cih anîn çalakiya wan wê bidomê. Bi heman awayî diyar kirin ku wan ji Birêz Abdullah Ocalan re name şandine û daxwazên wan ên ji bo derbasbûna Girava Îmraliyê jî berdewam dikin.”
 
Demîrel, agahî da ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne di serdanê de diyar kirin ku xwarina pêwîst ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayê dayîn û ev tişt gotin: “Pewistiya ava fekiyan, çay, dew û hwd a girtiyan ku divê di nava rojê de 5 qedehan vexwin nayê dayin. Tenê xwê, şekir û lîmon tê dayîn. Her wiha di dema veguhastina nexweşxaneyê de rastî lêgerîna tazî û muameleya xerab a cendirmeyan tên. Ji ber vê yekê jî girtî naxwazin biçin nexweşxaneyan.”
 
‘SEDEMA BÊHIQÛQIYAN TECRÎDE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Demîrel anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûye sedema gelek binpêkirinên mafan û bê hiqûqiyên ku tên jiyin û wiha pê dê çû: “Em dikarin bibêjin ku sedema vê rewşa bêhiqûqî ya ku em li girtîgehan, li nav civakê û niha dijîn tecrîd e. Ji ber ku di sala 1999’an de dema ku Birêz Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, li Girava Îmraliyê girtîgeheke taybet jê re hat avakirin. Mînaka vê yekê li cîhanê nîne. Hewl hat dayîn ku li wir pergal û laboratuwar were çêkirin. Qanûna ku di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de ji bo parastina her girtiyan hatibû amadekirin, li wir hat rawestandin. Lê cidiyeta vê ji aliyê muxalefeta civakî ve nehat fêmkirin. Ji ber ku ev yek nehate fêhmkirin tu îtîraz li vê yekê nebû. Li dijî bêhiqûqiya ku li wir dest pê kir deng derneket. Birêz Abdullah Ocalan aktorekî siyasî û Serokê gelekî ye ji ber vê yekê jî li dijî vê yekê deng derneket û ev pêvajoya ku niha em di nav de dijîn dest pêkir.”
 
'DIVÊ LI DIJÎ BÊ HIQÛQIYÊ BIHEVRE TÊBIKOŞIN'
 
Demîrel, bi lêv kir ku bingeha bêhiqûqiya li Tirkiyeyê bêdengiya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Bêhiqûqiyên ku di van demên dawî de pêk hatin weke bicihneanîna biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn ne nû ne. Ev demeke dirêj e biryarên DMME’yê û destûra bingehîn ku ji bo Girava Îmraliyê hatinê dayin nayên bicihanîn. Ji ber ku muxalefeta Tirkiyeyê çavê xwe li bêhiqûqiyên ku li dijî kurdan pêk tên girt niha gelek bê hiqûqî tên jiyîn. Herî dawî biryara Can Atalay jî encama vê yekê ye. Divê muxalefetên din ên civakê vê yekê bibînin û li gorî wê bertek nîşan bidin. Ji ber ku divê hemû beşên civakê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin."
 
MA / Mahmût Altintaş - Ceylan Şahînlî
 
 

Sernavên din

02/01/2024
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin