Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê, diyar kir ku divê rêveberiya nû ya piştî hilbijartinên Meclisa Giştî ya Bajêr ava bûyî statuya wargehê nas bike û ambargoyê rake. 
 
Komîsertiya Hilbijartina Bilind a Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên ku di 18’ê kanûna 2023’yan de li Mûsil û Kerkuk jî din av de li 15 bajaran hate kirin rojên derbasbûyî aşkere kirin. Koalîsyona Dewleta Kanûnê ya Serokwezîrê berê Nûrî el-Malîkî li paytext Bexdayê bû yekemîn. Tifaqa Nebnî ku baskên siyasî yên Heşdî Şebiyê û Hadî el Amîrî jî di nav de bû duyemîn û Partiya Takaddumê jî bû sêyemîn. 
 
Encamên hilbijartinê yên herî zêde dihatin mereqkirin yên Kerkuk û Mûsilê bûn. Li Kerkukê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) herî zêde deng wergirtin û kete rêza yekemîn û 5 kursî bi dest xistin. Li Kerkukê “ereb” bûn duyemîn “Tirkmenên Iraqê yên Yekgirtî” jî yek jê jin bi du endamên Meclisê rêza xwe ya sêyemîn parast. PDK bi 2 kursiyan di rêza çaremîn de cih girt. Lîsteya hilbijartinê ya “Babiliyuni” ya aydê xirîstiyanan jî ji kotayê kursiyek bi dest xist. 
 
Li Mûsilê lîsteya bi navê “Nînova ya gel e” ya bi serokatiya kurê Waliyê Mûsilê yê berê Necîm Cûbûrî, Mûhannad Cûbûrî bû yekemîn. PDK jî bû duyemîn. Şengaliyan jî ji bo Meclisa Nînova/Mûsilê dengên xwe bikaranîn. 
 
Partiya Demokrasî û Azadiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi hin partiyên ku YNK jî di nav de Tifaqa Yekitiya Gelên Nînovayê. PADÊ, di çarçoveya hilbijartinan de 4 namzet diyarkiribûn. Yek ji namzetan Qasim Keşko di lîsteya Meclisa Giştî ya Bajar a wilayeta Nînovayê de ji rêza duyemîn hate hilbijartin. 
 
ENCAMÊN HILBIJARTINÊ YÊN KERKUKÊ
 
Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di encama ferzkirina Tirkiyeyê ya cerdevanî û şewitandina gundan de nêzî 12 hezar penaberên kurd koç kirine, girêdayî parêzgeha Mûsilê ye û tê payîn ku encamên hilbijartinê bandorê li ser bike. Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê encamên hilbijartinê û bandora wê nirxandin. 
 
Bûdak, diyar kir ku partiyên kurdan bi awayekî parçebûyî tevgeriyan û vê rewşê bandoreke neyînî li encaman kir û wiha got: “PDK’ê li ser xeteke cuda YNK li ser xeteke cuda tevgeriyan. Partiyên din ên biçûk jî bi tena serê xwe ketine hilbijartinê. Di van hilbijartinan de çavên herkesê li bajarên ku piranî kurd lê dijîn bûn. Dihate mereqkirin ku Kerkuk dê çawa teşe bide pêşeroja xwe. YNK’ê serkeftineke mezin bi dest xist. Ev serkeftin ji bo kurdan bû moraleke mezin û peyamek. Ji provokasyon û êrişên di salên dawî de bi piştgiriya Tirkiyeyê bi destê tirkmenan tên kirin re jî bû bersiveke mezin.”
 
ENCAM DÊ BANDOREKE ÇAWA LI MEXMÛRÊ BIKIN?
 
Bûdak, destnîşan kir ku hilbijartinên Mûsilê jî girîng in. Bûdak, bal kişand ku Mexmûr jî di nava sînorên Mûsilê de ye û wiha berdewam kir: “Em li herêmeke ku di nava Iraq û Herêma Kurdistan a Federe de binîqaşe dimînin. Lê di fermiyetê de girêdayî Mûsilê ye. Ji ber vê yekê tabloya di hilbijartinan de li Mûsilê derket holê ji bo me gelek girîng e. Di hilbijartinên Mûsilê de PDK’ê 4 kursî wergirtin. Helbet ev encamên PDK’ê wergirtî dê bandorê li me bike. Ji ber ku polîtîkayên PDK’ê yên li dijî gelê kurd û bi taybetî jî li dijî gelê kurd ên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê li holê ne.”
 
Bûdak, anî ziman ku PDK li ser wergirtina dengan dikare zextên li ser wargehê zêdetir bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû xizmetên divê ji bo wargehê bên kirin ji aliyê qeymeqamê Mexmûrê yê girêdayî PDK’ê ve tên astengkirin. Weke destûrnedayîna derketina nexweşên me yên giran, derbasbûna mirovên me ya Herêma Kurdistana Federe, derketina karkeran… Ji dorpêça ku ji sala 2019’an ve li wargehê tê pêkanîn ew in. Dîsa ji ber ku ji sala 2017’an ve pêdiviyên rojane yên kampê nehatine bicihanîn, berpirsyar PDK ye. Di noxteya ku gel pêdiviyên xwe peyda bike de dê astengiyên wan zêdetir bin. Pêvajoyeke zehmet li benda me ye.”
 
‘DIVÊ STATUYA WARGEHÊ WERE NASÎN’ 
 
Bûdak, destnîşan kir ku divê pêdiviyên wargehê ji aliyê hikumeta Iraqê ve bên bicihanîn û qala bendewariyên xwe yên ji rêveberiya nû kirin. Bûdak, axaftina xwe wiha domand: “Divê Meclisa nû were avakirin statuya wargehê binase. Ji bo ku em li ser vê axê bijîn, divê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.” 
 
Bûdak, zehmetiyên ji ber ambargoya PDK’ê dijîn vegot û wiha pê de çû: “Em çima ji perwerdehiyê sûdê wernagirin? An jî dema em ji noxteyeke kontrolê derbas dibin rastî lêgerîna bi dehan caran tên? Dermanekî biçûk ku tê wargeha me jî bi rojan tê girtin. Divê ev hemû bên çareserkirin. Bi taybetî divê hemû bêhiqûqiyên bi destê PDK’ê tên kirin bên rakirin. Divê di qadên perwerdehî, tenduristî, rêveberiya herêmî hwd. piştgirî bê kirin. Bendewariya me ya ji Meclisa nû ew e ku ev mafên me bi awayekî pratik werin bicihanîn.”
Bûdak, di dawiya axaftina xwe de ev bang li partiyên kurdan kir: “Em hêvî dikin ku hêzên siyasî yên kurd ku bi taybetî li herêmên ku kurd lê dijîn hin hêz bidestxistine, yekitiya xwe ava bikin û bi hev re tevbigerin.”
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

02/01/2024
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin