Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar

  • jin
  • 09:06 3 Çile 2024
  • |
ŞIRNEX - Hatîce Ûyar, dayika endama KJA'yê Fatma Ûyar ku di qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin, got: "Divê sedema tekoşîna her jineke kurd Sêvê be, Pakîze, Fatma, Sakine û Asya Yuksel be. Heta em sax bin em mîrateya tekoşînê ya ku wan ji me re hiştiye bidomînin." 
 
Di dema qedexeya derketina derve de ku di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû îlankirin, di 4’ê Çileya 2016’an de 3 siyasetmedarên jin; Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar hatin qetilkirin. 
 
Fatma Ûyar, di sala 1988’an de li gundê Dihokê yê girêdayî Şirnexê ji dayik bû û piştî xwendina pola 5’an dest ji xwendinê berda, di temenekî biçûk de di nav tekoşînê de cihê xwe girt. Ûyar, piştî daxilî nava têkoşînê bû, bi awayekî çalak tev li xebatên Meclisa Ciwanan bû, 2 sal piştî xebatên xwe berdewam kir, di sala 2009'an de ji doza KCK'ê hat girtin û 5 salan di girtîgehê de ma. Ûyar ku di temenekî biçûk de di nav xebatên partiyê de cihê xwe girt, di girtîgehê de jî bi disîplîn û girêdayina xwe li partiyê hat naskirin û hezkirin. Ûyar, piştî ku ji girtîgehê derket xebatên xwe yên partiyê li hêla Serhed û Botanê didomand. Di dema qedexeya derketina derve de got, "Ez ê bi gelê xwe vê pêvajoyê bi rê ve bibim." Ûyar, li  Silopiyayê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da. Piştî Ûyarê dayika wê Hatice Ûyar jî sond xwar ku mîrasa ku keça xwe bidomîne û di nav HDP'ê de cih girt. Dayika wê ya ku di her kêliyên jiyanê de têkoşîna keça xwe didomîne niha jî Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya navendî ya Şirnexê ye. 
 
'ÇAWA KU JI GIRTÎGEHÊ DERKET DI NAV XEBATAN DE CIH GIRT'
 
Dayika Fatmayê Hatîce Ûyar wiha behsa keça xwe kir: "8 sal di ser qetilkirina van mirovan re derbas bû, lê hê bûyera ku qewimiye nehatiye ronîkirin. Me nezanî ku ev sê jin çawa hatin qetilkirin. Fatma miroveke fedekar bû, ji vê dozê pir hez dikir. Di temenê xwe yê biçûk de dest bi têkoşînê kir. Heta ku çû jî ev doz wekî kulekê dilê wê de bû. Min her tim ji wê re digot, 'tu biçûk î, tu nikarî vê xebatê bidî meşandin.' Lêbelê wê her tim digot, 'van tiştên wiha nebêje min, ez nekim dê kî bike?' Di pêvajoya qedexeyên derketina derve de li vir bû û piştre jî derbasî Silopiyayê bû. Min ji wê re digot, 'tu li vir bimînî çêtir e.' Lêbelê wê guhdar nekir û berê xwe da Silopiyayê. 20 rojan ma li Silopiyayê û piştre qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî ku qedexe hat ragihandin şer û pêvçûn çêbûn. Fatma carekê li min geriya û got, 'Yadê heqê xwe li min helal bike.' Piştî wê axaftina bi du rojan min agahiya şehadeta wê stand. Hezkirina wê ya li hemberî partiyê nayê gotin. Fatmayê ji bo azadiya jinan têdikoşiya. Her tim digot, 'Heta ku em jin negihêjîn heqê xwe ez ê tu carî nesekînim.' Pênc salan di girtîgehê de ma. Piştî ku ji girtîgehê de derket jî daxilî nav xebatan bû û karê xwe berdewam kir. Fatma li malê nesekînî. Min çend caran jê re got, 'hema carekê tu li cem min razê'. Xwedê carekê tenê jî min serê wê neşûşt, xwarin li mala min nexwar. Ji min re derd bû ku şevekê tenê li mala min razê. Ev qasî ji têkoşînê hez dikir ku wijdana wê qebûl nedikir li malê bisekine."
 
'DIVÊ SEDEMA TEKOŞÎNA ME JINAN SÊVÊ, FATMA Û PAKÎZE BIN'
 
Ûyarê bi lêv dike ku xwedî derketina li têkoşîna her sê jinan erka her jinê ye û wiha domand: "Piştî Fatmayê min jî xwest ku têkoşîna ku wê daye destpêkirin berdewam bikim. Piştî ku Fatma hat qetilkirin, kezeba min şewitî. Divê ku em hemû jin vê mîrasa têkoşînê ya ku wan ji me re hiştiye bidomînin. Piştî Fatmayê ev doz li ber çavên min şirîntir bû. Ez bi wê bêtir girêdayî tekoşînê bûm. Wijdana min qebûl nake ku ez li malê rûnim. Heta ez sax bim ez ê li pey vê dozê bim. Ez dev ji vê dozê bernadim, bi qasî ku ji destê min bê ez ê têbikoşim. Divê sedema têkoşîna her jineke kurd Sevê be, Pakîze, Fatma, Sakîne û Asya Yuksel be. Divê her jin têkoşîna wan bîne ber çavên xwe û têbikoşe."
 
'MIROV JI SEKNA WAN HÊZ DIGIRT'
 
Asya Akin ku her 3 jinan nas dikir û bi wan re têdikoşiya, wiha behsa her sê hevrêyên xwe kir: "Ez û hevala Pakîze di rêveberiya HDP'ê de bûn. Min û wê bi hev re xebat dikir. Pakîze her tim ji bi xwe bawer bû. Heta dawiyê ji xwe bawer bû û girêdayî doza xwe bû. Heval Pakîze dikarî bi saetan bi kesan re biaxivîya û ji wan re behsa partiyê bikira. Ez û ew carekê bi hev re derketin xebatê û me kovara Hêviya Jinê difirot. Dema ku em çûn dikanekê dikandar got, 'ez kovarê naxwînim lê belê ez ê pereyê wê bidim.' Heval Pakîze bi qasî saetekê wate û giringiya kovarê ji wî zilamî re vegot. Got, 'em ji bo pereyan nafiroşin em dixwazin hûn bixwînin û jinê nas bikin, keda ku jin didin bizanibin.' Piştre me pere nastand û me kovar jî nedayê. Pakizeyê jê re got, 'heke tu nexwazî fêm bikî û tu nexwînî em nadin.' Piştre em derketin."
 
Akinê axaftina xwe wiha domand: "Dema ku xweserî hat îlankirin wê jî weke hevserok cihê xwe girt. Wê demê bû hedefa dewletê. Bi zanebûn ew her sê hevalên jin hatin qetilkirin. Min heval Sevê jî nas dikir. Sêvê hevaleke pir kedkar û mutewazî bû. Bi mezinan re mezin, bi zarokan re zarok û bi ciwan re jî ciwan bû. Dema ku min heval Sêvê dît min ji wê hêz digirt. Sekna wê û hebûna wê hêz dida mirovî. Axaftinên wê bandor li mirov dikir. Her sê jî bi zanebûn hedef hatin girtin. Bi hezaran jin hebûn çima ew her sê heval hatin qetilkirin? Divê mirov ewilî pirsa vê yekê bike. Heval Fatma jî ew 10 roj bû ku hatibû Silopiyayê. Ji girtîgehê nû derketibû. Min ew jî nas kir. Carekê min û hevaleke mêr gengeşî dikir, heval Fatma hat tevli sohbeta me bû û nêzî du seatan bi wî hevalê zilam re gengeşî kir. Ew pir hesas nêzikî mijara jinê dibû. Her sê jî ji ber sekna wan a şoreşgerî û girêdana wan a rêxistinê hedef hatin girtin. Heta em sax bin wê têkoşîna wan bidome. Li Parîsê jî hevalên me hatin qetilkirin. Ev jî wê nîşan dide ku miroveke bi rêxistinkirî be û li Parîsê be, li Silopiyayê be ferq nake, di hedefê de ye. Em soz didin ku heta ku ji destê me bê em ê layiqî têkoşîna wan bin." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

06/01/2024
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin