Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin

ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Mehmet Alî Ugur ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, diyar kir ku li girtîgehê îşkence heye û wiha got: “Xwarinê û ava germ nadin, pirtûkên me desteser dikin, ava daşirê didin me û gelek êriş tên kirin.” 
 
Binpêkirinên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibin. Polîtîkaya tecrîdê ya îktîdarê, pirsgirêkên li girtîgehê hêj kûrtir dike. Yek ji girtîgehên ku herî zêde binpêkirinên mafan lê tên kirin jî Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê ye. Girtî Mehmet Alî Ugur ku nexweşê çolyakê ye, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku binpêkirinên li girtîgehan gihiştine asta herî jor.
 
'XWARINÊ NADINÊ'
 
Dayika Ugur, Gulistan Demîr têkildarî rewşa kurê axivî. Demîr, diyar kir ku di hevdîtinê de Ugur jê re gotiye ku di şert û mercên herî giran de têdikoşin. Demîr, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Kurê min bi bêbextî hate girtin. 8 salan di Girtîgeha Tekîrdagê de ma. Piştre anîn Şirnexê û 8 salan di girtîgeha Şirnexê de ma. Ji wir jî birin Girtîgeha Rîzeyê. Piştre birin Panosê, ji wir sewqî Wanê hate kirin û herî dawî dîsa birin Girtîgeha Panosê. Piştî ku kete girtîgehê, nexweşiya çolyakê li wî peyda bû. Xwarina wî nadinê, gelek zext li ser wan hene. Çend roj berê li me geriya û ji min re got; ‘li vir jiyan nîne. Xwarinê nadin, pirtûkên me desteser dikin, ava gerim nadin, ava daşirê didin me, gelek êrişan li dijî me dikin.’ Tiştên ku ji genim tên çêkirin nikare bixwe. Divê xwarinên wî taybet bin lê nadinê. Dixwaze ji xwe re ji kantînê bikire lê destûr nayê dayîn. Di rewşeke nebaş de ne. Nexweş e, bila bê berdan. Ji ber ku nexweşe nekete greva birçîbûnê. Lê hevalên wî yên bi wî re ketine greva birçîbûnê."
 
ÎŞKENCEYA HEVDÎTINÊ
 
Bi domdarî Demîr bi lêv kir ku dema diçin hevdîtinê pir tên bisînorkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Kurê min banga hestiyariyê kir û xwest ku dengê wan bê bihîstin. Ez 2 meh beriya niha ji bo hevdîtinê çûm girtîgehê. Em ji vir heta Panosê diçin lê tenê 20 deqeyan wan dibînin. Nahêlin em bi rehetî biaxivin. Tişta ku dikin heqarete. Her roj heqaret û zilmê li me û zarokên me dikin. Dema em diçin girtîgehê, lêgerîneke zêde tê kirin. Ji ber vê lêgerînê mirov naxwaze biçe hevdîtinê. Nahêlin mirov tu tiştekî bi xwe re bibe. Keça min bi pitika xwe re hatibû hevdîtinê û heta ku mamayê pitikê jî jê standin. Ev ne edalet e. Me ji vê dewletê aramî nedîtiye. Em doza heq û hiqûqê dikin. Banga min ji her kesî re ew e ku xwedî li girtiyan derbikevin û dengê wan bibihîzin." 
 
MA / Zeynep Durgut
 
 

Sernavên din

06/01/2024
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin