Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin

ENQERE -Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît biryara Dadgeha Bilind a derheqê Can Atalay de weke “Muxtiraya derbeyê” pênase kir û wiha got: “An em ê maf û azadiyên bingehîn biparêzin an jî dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin.” 

 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî rojevên heyî li Meclisê daxuyaniyê da. Koçyîgît di serî de Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku 8 sal berê li Siopiyayê hatibûn qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Di 5’ê çileyê de Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatin qetilkirin. Her cara ku em diaxivin, axaftina xwe bi bîranînê dest pê dikin. Ev yek cihê xemgîniyê ye.” 
 
‘JI BER KURDBÛN Û ELEWÎBÛNA XWE RASTÎ TUNDIYÊ HAT’ 
 
Piştre jî Koçyîgît bal kişand ser îşkenceya li wargeha Zanîngeha Koçê hatiye kirin. Koçyîgît, diyar kir ku xwendekar ji ber nasnameya xwe ya kurdbûn û elewîbûnê rastî îşkenceyê hatiye û wiha domand: “Ev ne mînakeke ewil e. Êrîşên bi vî rengî çavkaniya xwe ji îktîdara AKP-MHP’ê digirin. Me nûçeyên têkildarî vê êrişa nîjadperest de şopandin. Mixabin têkildarî mijarê tişta pêwîst nehatiye kirin, hewl didin vê bûyerê veşêrin, xwendekarê rastî êrişê hatiye ji zanîngehê hatiye dûrxistin û têkildarî êrişkaran tu pêvajo nehatine destpêkirin.” 
 
DADGEHA BILIND CAREKE DIN DARBEYA DARAZÎ ÎMZE KIR 
 
Têkildarî biryara Dadgeha Bilind a ji bo Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay jî Koçyîgît wiha got: “Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind, di 8’ê mijdarê de mohra xwe li bin biryareke mîna darbeyê da û got ku dê bi biryara AYM’ê neke. Parêzerên Atalan cara duyemîn serî li AYM’ê dan û cara duyemîn biryara binpêkirina maf hate dayîn. Lê mixabin 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li şûna ku bi biryarê bike, ji 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind re şand. Wê jî mohra xwe li bin darbeya darazî da û hedê xwe derbas kir.” 
 
NEÇARESERKIRINA PIRSIRÊKA KURD MEKANÎKA DARBEYÊ ZINDÎ DIHÊLE 
 
Bi domdarî Koçyîgît ev tişt anî ziman: “Ev demekî dirêj e em vê pêvajoya darbeyê dijîn. Me gelek caran got ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, mekanîka darbeyê zindî dihêle. 
 
BIRYARÊN MGK’Ê YÊN 24’Ê TÎRMEHÊ
 
Lê divê bê zanîn ku ev mekanîka darbeyê piştî biryara MGK’ê ya di 30’ê cotmeha 2014’an û di 24’ê tîrmeha 2015’an bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê kete meriyetê. Sedema vê jî serkeftina HDP’ê ya 7’ê hezîranê ye. HDP bi 80 parlamenteran kete Meclisê û vê yekê ew tirsand. Bi lez û bez tifaqa dijminatiya li kurdan ava kirin û ji wê rojê heta niha êrişî kurdan, siyaseta demokratîk û qadên din dikin. 
 
PARA YÊN DIGOTON ‘LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E LÊ EM Ê BIBÊJIN ERÊ’ JÎ HEYE 
 
Di 20’ê nîsana 2016’an de tevî ku li dijî destûra bingehîn jî bû parêzbendiyên parlamenteran hatin rakirin. Yên ku wê demê digotin ‘li dijî destûra bingehîn e lê em ê bibêjin erê’ jî di vê krîza darazê ya niha de heye. Heke wê demê rê nedabûna darbe û bêhiqûqiyê, belkî îro me ev tişt nîqaş nedikirin. 
 
EV JÎ BES NEKIR ÎCAR DOZA GIRTINA HDP’Ê VEKIRIN 
 
Bi vê jî bisînor neman. Di 4’ê mijdarê de hevserokên me yên giştî, parlamenter û gelek hevalên me hatin girtin. Bi vê jî qayîl nebûn. Di sala 2016’an de piştî hewldana darbeyê OHAL ragihandin û bi destê KHK’ê endezyariya siyasî kirin û hewl dan tevahiya pergalê biguherînin. Li HDP’ê doza girtinê vekirin. Bi doza kompasê ya Kobanê hewl didin cezayên herî giran bidin 108 hevalên me. 
 
JI 7’Ê HEZÎRANA 2015’AN HETA NIHA EV WELAT DI TARÎTIYÊ DE YE 
 
Ji ber vê sedemê ye ku ev welat ji 7’ê hezîrana 2015’an heta niha di tarîtiyê de ye. Mixabin ji bilî me tu kes vê tarîtiyê ronî nake. Lewma weke partiyeke rastî darbeyên darazê hatî, me tiştên îro tên jiyîn pir zû de ferq kiribûn. 
 
MEHMET UÇUM VÊ LI SER NAVÊ KÊ DIBÊJE? 
 
Mehmet Uçum dibêje; ‘Em derbasî pergala serokatiyê bûn, ji hêla xwe ve me pergaleke nû ava kir lê di halê hazir de di nava pergalê de hinek astengî hene. AYM biryarên ne li gorî dilê me dide. Lewma divê AYM û destûra bingehîn bê guherandin.’ Dibêje ku divê AYM bê bêîtîbarkirin û bêrayekirin. Gelo Mehmet Uçum van li ser navê kê dibêje? Ji ber ku daxuyaniyên Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk û Erdogan bi xwe hene. Mehmet Uçum piştî biryara ewil a Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind, bi awayekî vekirî tiliya xwe li AYM’ê dihejand.  Di vê nîqaşê de qesr alî ye. Hewl dide rejîma xwe ava bike û rejîma yekzilamî saxlemtir bike. 
 
DIXWAZIN DESTÛRA BINGEHÎN A KU FAŞÎZMÊ SAZÛMAN DIKE ÇÊBIKIN 
 
Em ê van hewldanan qebûl nekin û mimkin nîne ku li hemberî vê bêdeng bimînin. Di axaftinên Omer Çelîk ên duh de eşkere bû ku sedema bingehîn a krîzê destûra bingehîn e. Digot ku heta destûra bingehîn a heyî hebe, dê krîz mezintir bibin. Em jê vê bibêjin; nîqaşa li ser destûra bingehîn a nû yek ji nîqaşên sereke ya Tirkiyeyê ye. Me jî gelek caran got ku hewcehî bi destûreke bingehîn a piranîparêz, azadîxwaz û li gorî rêgezên laîktiyê heye. Lê em ji axaftin û kiryarên AKP’ê dibînin ku di serê wan de destûreke piranîparêz û demokratîk tune ye. Destûreke bingehîn a wisa digerin ku dê xelk bibêje ‘xwezî bi Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê.’ Dixwazin destûreke bingehîn a hêj bêhtir otokratîk û despotîk ku hemû maf û azadiya bisînor dike çêbikin. Dixwazin vê rêveberiyê mayînde bikin û faşîzmê sazûman bikin. Lewma divê em rê nedin vê hewldanê. 
 
DIVÊ EM NIHA BIRYAREKÊ BIDIN 
 
Niha du rê li ber me hene. An em tevek dê weke hemwelatiyên vî welatî dê mafên bingehîn û azadiyan biparêzin, an jî dê destûreke bingehîn a ku welêt di nava tariyê de bihêle li me were ferzkirin. Û em tevek yek bi yek dê di nava vê tarîtiyê de winda bibin. Banga me ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ew e ku werin gel me û em bi hev re li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin. Em vê banga xwe ji bo Meclisê dikin; divê xwedî li temsîliyeta gel daye wan derkeve. Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind dixwaze weke qeyûm li Meclisê bê tayînkirin. Divê em li dijî vê feraseta qeyûm bi hev re têbikoşin. 
 
BANG LI SEROKÊ MECLISÊ KIR
 
Banga me ji bo Serokê Meclisê ye; divê biryara Dadgeha Bilind teqez li Meclisê neyê xwendin. Ji ber ku biryara wê, ji muxtirayên darbeyê yên berê cudatir nîne. Banga me li Nûman Kurtulmuş ew e ku biryarê nexwîne û xwedî li vîna Meclisê derkeve. 
 
CAN ATALAY ÇIMA TÊ RAGIRTIN? 
 
Mexdûrê vî karî û vê pêvajoyê jî Can Atalay e. Mîna tevan weke parlamenter hat hilbijartin lê sond nexwar û nikare peywirên xwe yên parlamenteriyê bi cih bîne. Çima tê ragirtin? Ji bo armancên esasî yên AKP’ê. Ji bo avakirina Tirkiyeya nû, AKP wî di girtîgehê de radigire. Em careke din dibêjin ku bi biryara AYM’ê bikin û Atalay tavilê serbest berdin.”
 

Sernavên din

06/01/2024
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin