Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz

  • jin
  • 11:35 6 Çile 2024
  • |
img
AMED - Gonul Kaya ku hevaltiya wê ya bi Sakîne Cansiz a di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hate qetilkirin re kevn e wiha got: “Ew jineke evîndara azadiyê, evîndara têkoşîna afirandina mirovê azad bû.”
 
Yek ji pêşeng û qadroyên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Parîsê Fransayê hate qetilkirin. Yek ji sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, di sala 1958’an de li Dêrsima ku warê Besê û Zarîfeyên ji bo di komkujiya weke Komkujiya 1938’an tê zanîn nekevin destê pergala serweriya mêr çek hilgirtin û xwe di zinaran de avêtin hate dine. Cansiz a di temenên ciwantiya xwe de kete nava lêgerînan, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê adara 1971’an de bi têkoşîna ciwanên şoreşger re eleqedar bû. Cansiz a li Xarpêtê di nav qadroyên pêşeng ên PKK’ê yên bandor li xwendekaran dikir de bû, heta sala 1978’an bi awayekî çalak xebatên rêxistinkirina ciwanan meşandin. Cansiz têkoşîna xwe di serî de li Dêrsim û Çewlîgê li bajarên derdorê berdewam kir. 
 
Cansız ku di 27’ê Mijdara 1978’an de di Kongreya 1’emîn a damezrandina PKK’ê de cih girt, di sala 1979’an de bi komek hevalên xwe re li Xarpêtê hat girtin. Cansız ku li Girtîgeha Amedê ya di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de îşkence lê hate girankirin, tevî êşkenceyên ku lê hatin kirin jî bi berxwedana xwe ya li girtîgehê bû sembol. Tevî hemû îşkence û zextan jî Cansiz li girtîgehên Xarpêt, Meletî, Amed, Çanakkale û Bûrsayê li dijî êşkencekaran têkoşiya. Cansiz piştî ku di sala 1991’an de ji girtîgehê hat berdan, têkoşîna xwe bi awayekî aktîftir dewam kir. Ew jî li Filistîn û Sûriyeyê ma û tev li konferans û kongreyên PKK’ê û Tevgera Jinên Kurd bû. Cansiz ku di rêxistinbûna Tevgera Jinên Kurd de rola pêşengiyê lîst, beriya qetilkirina wê ya di 9’ê Çileya 2013’an de li Ewropayê li gelek qadan xebat meşand.
 
Gonul Kaya ya di sala 1998’an de Sakîne Cansiz nas kir û demekî dirêj pê re hevaltî kir, hevrêya xwe Sakîne Cansiz ku jê re dibêje “Jineke evîndara azadiyê bû” vegot. 
 
Kaya, diyar kir ku ewilî Cansiz di sala 1998’an de di civînekê de nas kir. Kaya, têkildarî dîtina Cansizê ya ewil de wiha got: “Em bi kelecan bûn ku heval Sakîneyê nas bikin. Ew jî ji bo me nas bike bi kelecan bû. Naskirina hevalên nû ew gelek keyfxweş dikir. Ji axaftina wê sohbeta wê ya bi me re, bersiva dida pirsên me diyar bû. Min ji wê roja ewil ku me hev nas kir ve hezkirin, eleqeya heval Sakîne ya li hember hevrêyên wê, parvekirin û hewldanên wê dîtin. Di wê de enerjî, coş û keyfxweşiya vê qet xelas nebû.”
 
Kaya, anî ziman ku Cansiz li Kurdistanê efsaneyeke û wiha berdewam kir: “Efsane gelemperî rastiyeke ku ‘berê hatiye jiyîn û xelas bûye’ penase dike. Lê Sakîne, ev rastî ‘weke efsaneya dijî’ guhert. Di eslê xwe da îspat kir ku her jin di jîyana xwe da efsaneçêker e. Her tim bi zindîkirina xwe, hedefgirtin, bi hest û hişmendiyeke mezin û bi çalakiya xwe ev nîşan da. Bi cesaret, şoreşgerî, lêgerîn û şerê xwe nîşanî me da ku dikarin derkevin derveyî jiyana bi sînoran hatiye diyarkirin.”
 
‘EVÎNDARA AZADIYÊ BÛ’ 
 
Kaya ya qala dilnizmiya Cansizê kir, diyar kir ku xweşikiya hevrêtiya jinan pêkan bû mirov di Cansizê de dîtibûya û ev tişt gotin: “Yek ji damezrînerên destpêkê yên jin ên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û bi berxwedana xwe mohra xwe li dîroka têkoşînê xist. Cihê wê ji herkesê cudatir bû lê wê ev qet bi me neda hîskirin. Di sohbeteke me de dema hevalekê qala wê dikir ku şoreşgereke çendî mezin e,  min li heval Sakîneyê nêrî. Rûyê sor bû, gotinên pesindayînê ew da bû şermê. Serê xwe hinekê daxist û bi kesê got ‘ne heval em mezin nekin, esas xwediyên berxwedanê Mazlûm û Kemal in.’ Bi awayekî dem dirêj ji me re vegot ku divê em çawa nêzî berxwedanê bin. Bi herkesê re têkiliya fikir û dil ava kir, şopa xwe hişt. Min rojekê nebihîst ku ji zehmetiyên dijiyan û bêderfetiyan gilî kir. Kêmasî rexne dikirin lê gilî nedikir. Têkiliya vê bi azadiyê re heye. Ew jineke evîndara azadiyê, evîndara têkoşîna afirandina mirovê azad bû.”
 
 
Kaya, anî ziman ku yek ji encama bingehîn ku ji jiyan û têkoşîna Cansizê derxist jî girîngiya dida perwerdehiya jinan bû û wiha lê zêde kir: “Hevala Sakîne mînaka vê ya herî baş li Zindana Amedê nîşan daye. Li aliyekê berxwedaneke bêhempa daye li aliyê din bi jinên di zindanê re jiyaneke birêxistinî ava kiriye û dijmin di vê noxteyê de têk biriye.”
 
 NEKET NAVA ŞAŞITIYA ‘MIN LI BER XWE DA, AZAD BÛM’ 
 
Kaya, anî ziman ku Cansiz tu caran nekete nava şaşitiya ‘min li ber xwe da, azad bûm’. Kaya, bi lêv kir ku israra di têkoşînê de karaktera wê ya bingehîn bû û wiha pê de çû: “Jina ku azadiyê dixwaze divê zana, birêxistinkirî û têkoşer be. Divê ji welat, ax, dîrok û çanda xwe hez bike. Divê sekin, axaftin û meşa wê li gorî rêgez û exlaqê azadiyê be. Heval Sakîne xwedî vê helwestê bû. Tu mêr nikarin bi awayekî ji rêzê nêzî jineke wiha bibin. Ji xwe civakeke azad ku bi jinan re hatiye avakirin jî destûrê nade vê yekê.”
 
‘ŞERÊ SAKÎNEYÊ’ 
 
Kaya diyar kir ku pirtûka Cansız a bi navê “Jiyana min her tim şer bû” berxwedan û sekna şoreşgerî ya li dijî xeta “hêz, tundî û şer” a 5 hezar salan li ser jinê û hemû bindestan tê ferzkirin îfade dike û got, “'Şerê' hevala Sakîne jî xwe dispêre vê xeta berxwedanê ya 5 hezar salan. Hevala Sakîne ne tenê bi mêtingeriya ku kurdistan dagir kiriye re, di heman demê de bi kesayetiyên mêtinger ên di civaka kurd de hatine afirandin re jî di nava şer de ye. Di hevala Sakîne de ev şer ewqas bi hêz e her çiqas êşê bikişîne jî dibêje ‘jiyana min ev e’, ev jî di wê de azadiyê ava dike. Dibêje ‘ev şer nebe ez nikarim bijîm.’ Ji bo vê jî heval Sakîne pêşenga biryardariya me ya jiyan, têkoşîn û azadiyê ye, abîdeya me ya xweşikbûnê ye, rol modêla me ye.”
 
Kaya, bi bîr xist ku Sakîne Cansiz di rastiya Dêrsimê ya ku qirkirin lê hate ferzkirin mezin bûye û got: “Kurd li ser axa xwe bi seferên leşkerî yên sedsala 20’emîn ên herî zalim hatin qirkirin, dû re bi qirkirina spî re hate xwestin ku bîra wan were jêbirin, lal bibin û ruhê wan were ziwakirin. Lê hevala Sakîne delîle ku van komkujiyên li kurdan û gelan rewa hatine dîtin tu encam bidestnexistine.”
 
‘BÛ NAVÊ RONÎKIRINA DÎROKA JINAN’ 
 
Kaya, anî ziman ku berxwedan, sekin û têkoşeriya Sakîne Cansizê bandoreke diyarker li ser jiyana jinên kurd kiriye û wiha domand: “Nîşanî me daye ku ka em çi bikin, çawa bijîn çawa şer bikin. Em ji Sakîneyan hîn bûn ku divê em çawa bibin şopdarên Çîçek Selcan, Azîme Demîrtaş, Rahîme Kahraman, Hanım Yaverkaya, Sûltan Yavûz, Besê Anuş ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de dîrok afirandine. Em teşwîqî şoreş, civakîbûn, siyaset, têkoşîna bîrdozî, avakirina jiyaneke felsefî û hunerî kir û cesareteke mezin da me.”
 
‘KOMKUJÎ LI DIJÎ HELWESTA XETA JINÊ HATE KIRIN’  
 
Kaya bi bîr xist ku komkujiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê di demeke dîrokî de rû da û der barê armanca komkujiyê de ev tişt anî ziman: “Yek ji armanca qetilkirina Sakîne, Fîdan û Leylayê girêdayîna wan a xeta aştî û berxwedanê ya Abdullah Ocalan bû. Hêza bingehîn a tevgera azadiya kur dli ser piyan dihêle ev sekne. Ya ku xwestin bikujin bû ev sekna jinê. Zimanê mekanizmaya dewletê girêdayî zor û tundiyê ye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo qetilkirina her sê hevalan wiha gotibû ‘Qetilkirina heval Sakîneyê 2’yemîn Komkujiya Dêrsimê ye.’ Di serhildanên Koçgirî, Agirî, Zîlan û Şêx Seîd de gel hatiye qirkirin. Xwestin bi Dêrsimê re vê bidawî bikin. Lê ruhê Dêrsimê di kesayeta heval Sakîneyê de zindî bûye. Ji ber mezinahiya vê têkoşînê ji ber tirsa ji vî rûhî komkujî pêk anîn.”
 
‘EM Ê ŞERÎ MEZIN BIKIN’ 
 
Kaya, got ku “Ronîkirina komkujiya Parîsê, cezakirina faîlan, girêdayî encamên di pirsgirêka kurd de derkevin holê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Helbet kujer hesaba vê komkujiyê napirsin. Ji ber vê yekê weke heval Sakîneyê em ê weke damezrînerên rast ên heqîqet, edalet û hezkirinê xwe bi rêxistin bikin û şerê xwe mezin bikin. Peymana civakî ya jiyaneke nû ku xwe dispêre rizgariya jinê tê qebûlkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bicihanîn. Jiyaneke nû tê avakirin. Jinên enternasyonal ji bo vê avakirinê tên û navê xwe dikin 'Sara'. Têdikoşin, bi hezkirin şerê xwe mezin dikin. Heval Sakîne, dîrok, ked, hezkirin, xeyal û xweşikahiya şer a jinê ku bi hezaran salan de di tarîtiyê de tê hiştin gihand nifşên piştî me. Perspektîfa azadiya jinê ya sedsala 21’emîn ew e ku li ser xeta Zîlanan, Berîtanan û Sakîneyan bijîn, li ber xwe bidin û jiyana azad ava bikin. Jin êdî li bendê namînin ku şoreşek pêk were û mafên wan bên dayîn. Dibin şoreş bi xwe. Civak êdî tev li şoreşa jinê dibe. Ji ber vê yekê Sakîne, Fîdan, Leyla, Emîne zêde dibin û dijminên azadiyê diqehirînin û dê vê yekê bidomînin jî.”
 
MA/ Mujdat Can 
 
 

Sernavên din

12/01/2024
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
16:27 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:11 Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû
15:32 Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan
15:22 TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir
15:15 DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin
14:51 Gulser Ozbay piştî 31 salan hate berdan: Em berxwedanê mezin bikin
14:41 Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’
14:11 Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir
13:53 Li Kirmanşahê kurdek di bin çavan de hate qetilkirin
13:05 Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
12:40 Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
12:39 Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû
12:26 DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da: Em ê pêvajoya tarî biqedînin
12:20 Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê
12:19 Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir
11:43 Dolar û Euro li hemberî lîreyê tirk rabûn
11:42 Li Mêrdînê serdegirtinên malan
10:57 Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin
10:45 ‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’
10:17 Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin
10:16 Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di 30’ê gulanê de ne
10:15 Kordû: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye
10:14 Guhêraniya wezaretê ya ‘qada bazirganiyê’ hat betalkirin
09:45 Okay: Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin
09:33 Silêman Ehmed ê PDK'ê revandiye 79 roj in li ku ye?
09:32 Girtiyên siyasî 46 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:31 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Kes nikare vîna wî bişikîne
09:01 AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhest Pasûrê
09:01 Di doza KCD'ê de sedema beraetê: Lîsteyên delegeyan nabin delîl
09:01 Ji rêveberiya AKP'î şova hilbijartinê!
09:00 Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin
09:00 Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan: Armanç çêkirina wêneyeke Kurdistanî ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN
10/01/2024
23:59 Komeke 'ulkucî' êrişî xwendekarekî kirin
22:09 Laçîn û Bekir piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
22:04 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di weşana zindî de xwe dan naskirin
19:50 Doza Kobanê: Daxuyaniyên Erdogan ên der barê PYD'ê de hatin xwendin
19:01 Dema qedexeya li Çiyayê Gabarê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:57 Ji bo kesên penaber qetil kirin daxwaza cezayê muebbeta giran hat kirin
16:23 Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:10 DEM Partî çû serdana malbata li Geverê hatibû derbkirin
16:00 Nîjadperestan li Zanîngeha Enqereyê êrişî xwendekaran kirin
15:29 Doza 6 rojnamegeran: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên kurd
15:14 Li ber Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Daxwazên girtiyan daxwazên gelê kurd in
15:00 Li Akdenîzê di 55 malan de hezar û 616 ‘hilbijêr’ hatin tespîtkirin
14:44 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê ya li Geverê bişopînin
14:30 ‘Mirina ewil piştî gotina Erdogan dest pê kir, bûyer bi banga Ocalan bi dawî bûn’
13:52 Rojnameger Sozerî di Roja Rojnamegerên Dixebitin de derket pêşberî dadger
13:41 Dayika Aştiyê Demîr li ser gora xwe hat bibîranîn
13:20 Wesayîta rîngê ya ku girtî tê de bûn wergeriya
13:15 DEM Partî: 10’ê Çileyê li rojnamegerên rûmeta pîşeyê diparêzin pîroz be
13:08 Cêwiyên ku bi hev re radizan bi hinceta ‘hevzayend in’ ji wargehê hatin avêtin
12:55 Piştî biryara AYM’ê hate berdan: Sekinîna 4 mehan dê rê li ber mexdûriyetê veke
12:02 Li Dêrikê zarokek hate revandin
11:58 Ji DFG û MKG'ê peyama 10’ê Çileyê: Em ê zilmê têk bibin
11:41 Bêkarî zêde bû
11:35 Li Pêrtagê 2 kes hatin binçavkirin
11:25 Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de rojnamegerên girtî xêz kir
11:21 Li 16 binçavkirin û 12 dozan îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin
10:59 ‘Tekane rêya aştiyê, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne’
10:43 Texrîbata li ser xwezayê mezin dibe: Çareserî paradîgmaya ekolojîk e
10:12 Prof. Dr. Aktar: Rojhilata Navîn ber bi nediyariyekê ve diçe
09:47 Li Geverê serdegirtina malê: Polîsan gule reşandin û endamên malbatê derb kirin
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 78 roj in agahî nayên girtin
09:14 Girtiyên siyasî 45 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:13 Rexnegirê hunerê Yaman: Divê meseley kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin
09:12 Xwişka Veysî Aktaş: Me rûyê girtiyên xwe ji bîr kiriye
09:10 Ajokar dixwazin dawî li zeman bê
09:08 Li Şirnexê cihekî ku mamoste lê bimînin tune ye
09:06 'Hîle jî dê nikaribin AKP'ê rizgar bikin'
09:04 Girtî Kirik: Heta serokê me azad nebe em azad nabin
09:01 Li Farqînê qursên kurdî dest pê dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2024'AN
09/01/2024
21:05 Cansiz, Dogan û Şaylemez li cihê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
20:39 TJA'yê jinên hatin qetilkirin bibîranîn
18:21 Li Hezroyê 1150 hilbijêrên xeyalî hatin tespîtkirin
17:20 Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Ev têkoşîn dê bidome
16:47 'Daxwaza me ne hevdîtineke azadiya Abdullah Ocalan e'
16:42 Jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna heqîqetê dê bidome
15:07 Dê Meclis ji bo Can Atalay necive
15:00 Bernamzetên DEM Partiyê dê beriya pêşhilbijartinê di weşana zindî de projeyên xwe vebêjin!
14:24 Rapora 12 girtîgehan: Girtiyên di greva birçîbûnê de bi gelek binpêkirinan re rûbirû dimînin
14:09 Temellî: Ji bo aştiyê dema liv û tevgerê ye
13:33 Ji bo rojnameger Kanbal biryara neşopandinê û serlêdana sûc hat dayîn
13:08 Doza 3 rojnamevanan: Polîsên tundî kirin ji kar hatin dûr xistin
12:54 DEM Partî dê mitînga ‘Piştevaniya bi Filistînê re’ li dar bixe
11:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin