Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe

  • rojane
  • 10:31 13 Çile 2024
  • |

AMED - Konferansa ku TJA bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî”li dar dixe, dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Hacer Ozdemîr diyar kir ku bi konferansê dixwazin berxwedanan jinan a li girtîgehan belavî cîhanê bikin û dixwazin bibin wesîleya piştevaniyeke navneteweyî.

 
Konferansa ku Tevgera Jinên Azad (TJA) bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” li dar dixe dest pê kir. Konferansa ku ji qada navnetewî jî kes beşdar bûne, li oteleke li navçeya Sûr a Amedê tê lidarxistin. 
 
Li eywanê pankarta “Bi Jin Jiyan Azadiyê re Ber bi Azadiyê ve” ku dirûşmeya kampanyaya TJA’yê ye hate daliqandin. Li konferansê pêşengeheke ku ji wêneyên girtiyan pêk tê jî hate vekirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, nivîskar, siyasetmedar, jinên ku piştî demekî dirêj li girtîgehê man û pişt re derketin, rojnamevan û gelek jin tev li konferansê bûn. 
 
Di konferansê de ewilî aktîvîsta TJA’yê Kader Ûzûn axivî. Ûzûn a bi gelek zimanan beşdarvan silav kirin, ji girtiyên jin û berxwedana didin mînak dan. Ûzûn, diyar kir ku weke jin li hemû kolanan berxwedana xwe didomînin. 
 
‘GIRTÎGEH HER TIM BÛN QADÊN BERXWEDANÊ’ 
 
Dû re aktîvîsta TJA'yê Hacer Ozdemîr axivî. Ozdemîr, di destpêke de jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Ez di serî de girtiyên ku li dijî tecrîda li dijî Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dan destpêkirin silav dikim. Bi salane em têkoşînê didin. Li erdnegariya kurd lê dijîn çand, ziman û hebûna kurdan tu carî nehat qebûlkirin. Em têkoşînek didin. Em di rewşeke zor û zehmet de derbas dibin. Jinên kurd li girtîgehan bi salan e li ber xwe didin. Berxwedana li girtîgehan ji salên 70'î û Darbeya 12'yê Îlonê ve dest pê kir. Vê demê her kes îşkenceya ku li girtîgehan pêk dihat baş dizanî. Li vir berxwedaneke mezin dihat dayîn. Mazlum Dogan, Sakine Cansiz li cîhanê bûn sembolên berxwedanê. Çiqas berxwedan mezin bû têkoşîna jinan jî mezin bû. Girtîgeh hertim bûn qadên berxwedanê. Em dibînin ku jinên ku di nava tevgera jinên kurd de cih digirin hatine girtin.”
 
‘TÊKOŞÎNA JINÊN KURD MEZIN BÛ’ 
 
Ozdemîr, da zanîn ku berê dema jinek bihata binçavkirin û bihata girtin di nava civakê de baş nedihat dîtin û wiha bi lêv kir: “Lê belê roj bi roj ev nêzîkatî di nava civakê de guherî. Di dîroka me de Leyla Qasim baş tê zanîn. Li Îranê Şîrîn Elemhulî dema hat darvekirin got 'Ez wek jineke kurd li ber xwe didim, ez bawer dikim ku dê jinên kurd bi ser kevin'.  Li Girtîgeha Amedê îşkenceyeke mezin li Sakîne Cansiz kirin lê tu carî negot 'Ax'. Di nava têkoşînê de çend binçavkirin û girtin çêbûn jî ewqas jî têkoşîna jinên kurd mezin bû. Di nava 4 parçeyan de berxwedan berdewam kir û dike jî."
 
‘DIXWAZIN BIBIN WESÎLEYA PIŞTEVANIYEKE NAVNETEWÎ’ 
 
Ozdemîr diyar kir ku bi konferansê dixwazin berxwedanan jinan a li girtîgehan belavî cîhanê bikin û dixwazin bibin wesîleya piştevaniyeke navneteweyî. Ozdemîr, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çima em vê konferansê li dar dixin? Em dizanin ku di girtîgehan de ne tenê jinên kurd hene. Li cihên din jî girtiyên siyasî hene û berxwedaneke mezin heye. Hêviya me ew e ku ev konferans bibe bingehek. Di rojên pêş de dê xebatên mezin bên kirin. Ew ê bigihîje armancekê û bi pêş ve biçe. Em vê konferansê bi taybetî diyarî Şîrîn Elemhulî, Leyla Qasim û Sakîne Cansiz dikin. Her wiha em di şexsê Sabahat, Ayla, Fîgen û Leyla de hemû girtiyên jin ên li girtîgehan di hucreyên sar de ne, silav dikin. Dibe ku ew bi fizîkî ne li vir bin, lê ew di nav me de ne. Serkeftin a jinan e, yên li girtîgehan li ber xwe didin.”
 
‘TEVGERA JINÊN KURD PARÇEYEKE TÊKOŞÎNA ENTERNASYONAL E’ 
 
Parlamentera berê ya Îrlandayê Martîna Anderson, kêyfxweşiya xwe ya tevlîbûna konferansê anî ziman û wiha axivî: “Tevgera Jinên Azad a Kurd parçeyeke têkoşîna enternasyonal e. Hûn bi îdeolojiya ku baviksalarî çêdike û didomîne û şîdetê diafirîne re rû bi rû ne. Hûn ji bo civakeke demokratîk têdikoşin. Dema ez hatim dinê li bakurê Îrlandayê daxwaza hemwelatîbûnê dihat kirin. Li hemberî wan cudakariyek hat kirin û dewletê şîdetê bikaranî, lê komarparêzan li hemberî 6 dewletên ku dejenerebûyî li ber xwe dan û li dijî veqetandina welat şer kirin. Muhafazakarên Îrlandayê rola jinê qet qebûlnedikirin. Li dijî normên civakî wêrekbûna jinên komarparêzan dihat wateya ku bên cezakirin. Di sala 1985’an de bi hinceta ku komplo li 4 rêhevalan hat kirin em hatin sûcdarkirin û hatin girtin. Li Londonê 600 mêr û em du jin girtî man. 13 salan em girtî man û bi heman tacizan re em jî rûbirûman. Li hemberî mahremiyetiya me êriş pêk hatin. Pişre me sirgunê girtîgeha ku hezar mêr lê diman kirin. Hinek kes digotin bêdeng bimînin, lê pêwistbû ku em zincîran bişkînin. Piştre li Îrlandayê peymana 'Îna bixêr' hat îmzekirin. Girtiyên siyasî piştre hatin berdan. Lê piştî ku em serbest hatin berdan hin welat li me hatin qedexekirin.”
 
‘HÛN BI TENÊ NAMEŞIN’ 
 
Anderson, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bi girtina xwe serbilind im. Ez tevli hilbijartinan bûm û di sala 2011'an de bûm wezîr. Mafê mirovan û edaleta civakî ji bo min bû rêberek. Ez 6 caran çûm Filistînê. Nehiştin ez biçim Xezayê. Şahidbûna qirkirinê dilê min pir diêşîne. Dema ez endama Parlamentoya Ewropayê bûm min bal dikişand ser binpêkirina mafên mirovan û bêedaletiya ku pêk dihat. Dema parlamenter di greva birçîbûnê de bûn ez hatim Tirkiyeyê lê polîsan bi êrişan me ji girtîgehan dûr xist. Me bi dîmenên ku kêşandî parvekir. Leyla Guven a ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li malê di greva birçîbûnê de bû min serdana wê kir. Ez niha carek din hestên xwe yên piştevaniyê bi Leylayê re parvedikim. Hûn di nava rojên tarî de bi tenê nameşîn, dê rojek roja me bê. Em ji bo piştevanî û rêhevaltiya we spas dikin.”
 
Piştre aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Weke jineke erdnîgariyeke ku şaristaniyên mezin daye cîhanê, li vir bi we re gelekî bi qîmet e. Bi sedan jin li Amedê konferansê li dar dixin û bi taybetî jî ev yek weke pêvajoyeke dîrokî bi nav dikim. Hevalên ku 30 sal in bi îradeyeke mezin li ber xwe dane hene. Ez wan ji dil silav dikim. Hevalên me yên ku di nav me de ne û bi azadiyê bawer in û hê jî di girtîgehê de li benda berdanê ne hene. Ez hemû rêhevalên me yên li hemû zindanan li ber xwe didin, bi dil û can silav dikim.”
 
‘DEWLET JI BO SERÎ BI JINAN BIDE TEWANDIN WAN DI GIRTÎGEHÊ DE DIHÊLE’ 
 
Ektiyê bal kişand ser dema di girtîgehê de bû û wiha got: “Min di zarokatiya xwe de girtîgeh nas kir. Mala me nêzî girtîgehê bû û min dengê hevalên me yên dirûşm berz dikirin, dibihîst. Ez 10 salan di girtîgehê de mam. Li Girtîgeha Sêwazê gelek hevalên jin ên ji Kurdistan û Tirkiyeyê anîbûn hebûn. Sêwaz wekî herêma pîlot hatibû hilbijartin. Li vê girtîgeha îşkence li girtiyan dihat kirin 7 salan mam. Gelek hevalên min ên li vir bi salan di girtîgehê de man hene. Ez bextewar im ku niha dîsa li gel wan im. Dewlet ji bo jinan terbiye bike û serî bi wan bide tewandin wan di girtîgehan de dihêle.”
 
‘BI PÊŞENGTIYA JINAN RASTIYEKE SERHILDANA GEL HEYE’ 
 
Ektiyê, bi lêv kir ku gelek rêhevalên wan bedena xwe dane ber agir û wiha got: “Deynê me yê ji bo hevalên me yên bedena xwe dane ber agir heye. Di salên 80'ê de Sarayan li ber xwe dan. Her wiha Kemalan li ber xwe dan. Di salên 90'î de rêhevalên me yên mîna Sema bedena xwe dan ber agir. Bi têkoşîna hevpar a gelek hevalên me yên li sirgunê em têkoşîna xwe dikin yek û konferansa xwe li dar dixin. Li Rojhilat bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi pêşengiya jinan rastiyeke serhildana gel heye. Şoreşa Rojava li hemû cîhanê olan da ev bû nîşaneya serhildana jinan.”
 
‘DIXWAZIN BI RÊYA TECRÎDÊ VÎNA ME TÊK BIBIN’ 
 
Ektiyê bal kişand ser belavbûyina dirûşma “Jin jiyan azadî” ya ku li ser esasên paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Ger îro ev dirûşm tê berzkirin ev nîşaneya serkeftina têkoşîna jinan a sedsala 21'emîn e. Bi rêya tecrîdê tê xwestin vîna me têk bibin. Di navbera tecrîd û îdamê de ferqî tune ye.”
 
Ektiyê, da zanîn ku wê têkoşîna jinan û serhildana jinan a hevpar li hemberî şerê zihniyeta serdest a mêr a Rojhilata Navîn bisekine û wiha dewam kir: “Yek ji beşa girîng a vê têkoşînê jî serhildana hevalên me yên di girtîgehan de ne û sekna wan e. Di serî de Îmrali serhildana hemû rêhevalên me ew ê van êrişan têk bibe. Çend nifş bin bila bin, em ê bi serbilindî û bi eniya pak bimeşin. Em ji her hevalên ku vê kevneşopiyê hildigirin spas dikin. Baş e ku ez nifşeke têkoşîna jinê me.”
 
Piştî axaftinan navber dan konferansê. Piştî navberê wê bi serenavê “Nêrînek li hemberî girtîgehên Tirkiyeyê yên îro” rûniştina ewil konferans dewam bike. Piştre jî wê rûniştinên bi sernavên “Têkoşîn û tecrubeyên girtiyên jin ên siyasî” , “Di girtin û darizandinên siyasî de hiqûqa neteweyî-navneteweyî” bên lidarxistin. 
 

Sernavên din

15/01/2024
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin