Dewleta tirk di 72 saetan de 80 navend bombebaran kirin

  • rojane
  • 12:59 16 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 72 saetan de 80 navend bombe û topbaran kirin. Di êrişan de 7 welatî birîndar bûn, binesaziya herêmê, saziyên xizmetguzariyê ji xezmetê derketin. 
 
Dewleta tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Nîsana 2017`an ve didomîne. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dewleta tirk di 72 saetên dawîn de gelek navend û saziyên xizmetguzariyê kirin hedef.  Pişî nîvê şeva înê (13`ê Çileyê) êriş bi dijwarî ji nû ve dest pê kirin. Di encama bombebarana dewleta tirk a dagirker de heta niha 5 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 7 welatî jî birîndar bûn.
 
Navên birîndaran wiha ne: Ehlam Ebdurezaq Remo ji lingê xwe de birîndar bû, her du zarokên wê Rojan (3) ji serê xwe û Can (4) bi sivikî birîndar bûn. Di bombebarana li ser depoyeke li Qamişloyê de Hêlîn Mihemed birîndar bû.
 
Ciwanê bi navê Mihemed Xeyr Ehmed Şêxî (23) ji rahn û destê xwe yê çepê birîndar bû, welatiyê bi navê Hisên Ayiş Hisên (45) ji çok û hewzê xwe birîndar bûn. Her du jî di aşxaneya Dirbas li navçeya Amûdê de dixebitîn dema hatin hedefgirtin. Di 14`ê çileyê de, dewleta tirk stasyona ceyranê ya navçeya Dirbêsiyê bombebaran kir. Di encamê de karkerê bi navê Kabrîn Ferhp (33) birîndar bû.
 
Navendên ku piraniya wan gelek caran hatin bombebarankirin ev in:
 
13'ê çileyê;
 
Stasyona Zarbe û 2 navendên petrolê li başûr rojhilatê navçeya Tirbêspiyê, bendava Başûr a rojhilatê bajarê Dêrikê ya kantona Cizîrê 5 caran hatin bombebarankirin.
 
Dewleta tirk gundên Xirbet Şeale û Herbil ên kantona Efrîn û Şehbayê bombebaran kirin.
 
Dagirkeran piştî wê bi saetekê, bi 2 moşekan noqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li nêzî bendava Şehbayê kir hedef.
 
14'ê çileyê;
 
Noxteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Xerbîsan ê bajarê Kobanê du caran hat bombebarankirin.
 
Dewleta Tirk gundê Şewarxe yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî bombebaran kir.
 
Stasyona petrolê ya li başûr rojavayê navçeya Tirbespiyê ku di navbera gundên Gir Dahol û Gir Şêran de ye hat bombebarankirin.
 
Bankeya çandiniyê ya li başûrê navçeya Tirbespiyê hat bombebarankirin.
 
Herêma navbera gundên Gir Kendal û gundê Şirk a li herêma Koçerat a Dêrikê hat bombebarankirin.
 
Navenda navçeya Eyn Îsayê hat bombebarankirin.
 
Stasyona ceyranê ya navçeya Eyn Îsayê hat bombebarankirin.
 
Bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li başûrê têketina navçeya Eyn Îsayê hat bombebarankirin.
 
Gundê Xalidiye yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê hat bombebarankirin.
 
Bajarokê Çelebiye yê li başûrê Kobanê hat bombebarankirin.
 
Navenda Tewmînê (çavdêrî) ya li navçeya Dirbêsiyê hat bombebarankirin.
 
Navendeke berê ya şîrketa Lavarage ya fransî ku li rojhilatê Kobanê ye 2 caran hat bombebarankirin.
 
Li gundê Kerbetil ê Dirbêsiyê mala welatiyê bi navê Xalid Hiso hat bombebarankirin, di encamê de hevjîna wî û 2 zarokên wî birîndar bûn.
 
Stasyona ceyranê ya Kobanê hat bombebarankirin.
 
Derdora gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê hat bombebarankirin.
 
Çewlika sewalan a li gundê Şêx Coban a başûrê Kobanê hat bombebarankirin.
 
3 derverên  li herêma di navbera gundên Quneytera û Şamsûr ên rojavayê Dirbêsiyê de hatin bombebarankirin.
 
3 caran noqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Şewarxa yê navçeya Şera hat bombebarankirin.
 
Li Kobanê tîmên agirkujiyê dema hewl didan şewata ji ber bombebaranê derketiye vemirînin hatin hedefgirtin.
 
Depoyeke genim a li bajarê Kobanê hat bombebarankirin.
 
Daristana li rojavayê Kobanê hat bombebarankirin.
 
Di encama bombebarankirina saziyeke ewlehiya leşkerî ya hikumeta Şamê ya li gundê Debane yê Qamişlo de, 5 leşker hatin kuştin.
 
Stasyona ceyranê ya li navçeya Amûdê hat bombebarankirin.
 
Gundê Kotih ê rojavayê navçeya Amûdê hat bombebarankirin.
 
Rojnamevanên ku dîmenên bombebarana li ser Kobanê dişopandin, bûn hedef. Rojnamevanek bi sivikî birîndar bû.
 
Aşxaneya Dirbas a li navçeya Amûdê hat bombebarankirin. Di encamê de 2 karker birîndar bûn.
 
Gundê Merkebe yê navçeya Amûdê hat bombebarankirin.
 
Şîrketa Nêrgiz a li nêzî gundê Herem Şêxo yê rojavayê Qamişloyê hat bombebarankirin.
 
Stasyona ceyranê ya li bajarê Qamişloyê hat bombebarankirin.
 
Depoyeke amûrên xizmetguzariyê ya li nêzî balafirgeha Qamişloyê hat bombebarankirin.
 
Dibistana ajorakariyê ya li bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişloyê hat bombebarankirin.
 
Kargeha Helawe û Tehîne ya li rojavayê Qamişloyê hat bombebarankirin.
 
Stasyona petrolê ya li başûr-rojhilatê navçeya Tirbespiyê hat bombebarankirin.
 
Li Tirbespiyê bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Xezne yê li ser rêya navneteweyî hat bombebarankirin.
 
Navendên petrolê yên li gundê Xatûne yê girêdayî navçeya Tirbespiyê careke din hatin bombebarankirin.
 
Balafirên şer û yên bêmirov û biçek Stasyona Udê ya rojhilatê navçeya Tirbespiyê bombebaran kirin.
 
Stasyona Gazê ya sereke ya Udê hat bombebarankirin.
 
Bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya li gundê Kevirê Spî yê başûr rojavayê Qamişloyê hat bombebarankirin.
 
Stasyona ceyranê ya navçeya Tirbespiyê hat bombebarankirin.
 
Cihek petrolê yê li rojhilatê navçeya Tirbespiyê 3 caran hat bombebarankirin.
 
Cihekî din ê li nêzî gundê Girê Berî yê li ser rêya navneteweyî yê li başûr-rojhilatê navçeya Tirbespiyê hat bombebarankirin.
 
Stasyona Siweydiyê ya ku ceyranê dide kantona Cizîrê hat bombebarankirin.
 
Navendeke parzûnkirina sotemeniyê ku bi navê Tifle li herêma Koçerat a Dêrikê tê naskirin hat bombebarankirin.
 
Stasyona gazê ya li gundê Siweydiyê ya di navbera Girkê Legê û Dêrikê de 10 caran hat bombebarankirin.
 
Gundên Um El Kêf, Til Tawîl ên rojavayê navçeya Til Temirê ji aliyê artêşa tirk û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.
 
15'ê çileyê;  
 
Bi çekên giran êrîşî depoyên genim ên li gundê Um El Kêf hat kirin.
 
Stasyona ceyranê ya li bajarê Qamişloyê careke din hat bombebarankirin.
 
Balafirên bêmirov-biçek ên dewleta tirk stasyona ceyranê ya li navçeya Dirbêsiyê bombebaran kirin.
 
Stasyona kehrebeyê ya li Qamişloyê cara sêyemîn hat bombebarankirin.
 
Di bombebarana li ser stasyona kehrebeyê ya li navçeya Dirbêsiyê de xebatkarê bi navê Kabrîn Ferho (33) birîndar bû.
 
Depoyên çaksazkirina zeviyên petrolê û stasyona kehrebeyê ya bajaroka Rimêlan hatin bombebarankirin.
 
Gundên Til El Werd, El Rebîat ên başûrê navçeya Zirgan, gundên Mehermele, Dada Ebdal, Bobî, Til Hermel û Esediyê yên bakûr-rojavayê navçeya Zirganê hatin bombebarankirin.
 
Avahiyek li taxa Sîna ya Qamişloyê hat bombebarankirin.
 
Li navenda Qamişloyê malek hat bombebarankirin.
 
Stasyona Udê ya navçeya Tirbespiyê careke din hat bombebarankirin.
 
Bîrên petrol û gazê yên li navçeya Tirbespiyê hatin bombebarankirin.
 
Bîrên li nêzî Girê Pirê yên li Tirbespiyê hatin bombebarankirin.
 
Bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nêzî gundê Şirk ê bajarê Dêrikê hat bombebarankirin.
 
Gundê Girbelat ê herêma Koçerat a Dêrikê hat bombebarankirin.
 
Balafirên bêmirov-biçek ên dagirkeran bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê bombebaran kirin.
 
Stasyoneke petrolê ya li başûr rojhilatê navçeya Tirbespiyê hat bombebarankirin.
 
Navendeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişloyê hat bomeberankirin.
 
Dewleta Tirk a dagirker careke din beşa duyemîn a stasyona kehrebeyê ya navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.
 
Gundên Şêxlera Jorîn, Zormixar û mezraya Ehmed Munîr ên li rojavayê Kobanê hatin bombebarankirin.
 
Kargeha gazê ya li gundê Siweydiyê ya Dêrikê careke din hat bombebarankirin.

Sernavên din

20/01/2024
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN