Nobeta Edaletê: Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin

  • rojane
  • 15:55 16 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li gelek bajaran Nobetên Edaletê domandin, bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din û wiha gotin: “Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin.”
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Wan, Edene û Mêrsînê hatiye destpêkirin berdewam dike. 
 
MÊRDÎN
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê hatiye destpêkirin berdewam dike. Dayikên Aştiyê Nobeta Edaletê bi stranan û sohbeta li ser têkoşîna li dijî tecrîdê domandin. Dayikên tev li Nobeta Edaletê bûne daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Dayika Aştiyê Aysel Îlhan, anî ziman ku lawê wê Agît Îlhan piştî tev li PKK’ê bû di şer de jiyana xwe ji dest da û lawê wê Aslan Îlhan jî 16 sal in di girtîgehê de ye. Dayik Îlhan da zanîn ku lawê wê Agît beriya 14 salan li Sêrtê di şerekî de jiyana xwe ji dest daye û hêj jî cenazeyê wî nehatiye dîtin û anî ziman ku dest ji lêgerîna cenazeyê lawê xwe bernade. Îlhan, bi lêv kir ku dixwazin Abdullah Ocalan û girtiyên din azad bibin ji ber vê yekê di Nobeta Edaletê de ne û wiha berdewam kir: “Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin. Em dixwazin malbatên leşkeran jî piştgiriyê bidin me. Dilê wan jî weke yê me dişewite. Bila ne dilê wan ne jî yê me bişewite. Em ji bo aştiyê li vir in.”
 
‘EM AZADIYÊ DIXWAZIN’ 
 
Dayika Aştiyê Sureyya Yilmaz jî diyar kir ku lawê wî Şeyhmûs di sala 1993’yan de di şerekî de jiyana xwe ji dest daye û lawê wê Agît jî tev li PKK’ê bûye û wiha axivî: “Niha sax e ne sax e nizanim. 7 sal in çûye. Şeyhmûs jî şehîd bû lê em nizanin ka cenazeyê wî li ku ye. Ez ji bo edaletê hatim vir. Ji bo Serok Apo, ji bo girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de hatim vir. Em azadiyê dixwazin. Heta ku zarokên me dernekevin, heta ku Serok Apo dernekeve em li vir di nobetê de bin.”
 
STENBOL 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Hevserok û rêveberên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER), nûnerên DEM Partiyê yên Sûltangaziyê û gelek welatiyan ji bo piştgiriyê serdana Nobeta Edaletê kirin. 
 
Di çalakiyê de bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Malbatên girtiyan bi pêşmalkên li ser nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û klamên kurdî hatin gotin. Welatiyên serdana Nobeta Edaletê kirin, bi tilîlî, çepik û îşaretên serkeftinê ketin eywanê. Welatiyên ji bo piştgiriyê serdana nobetê kirin, ji bo malbatên girtiyan helbest û çîrok xwendin. 
 
‘EM Ê HETA DAWIYÊ BI HEV RE TÊBIKOŞIN’ 
 
Yek ji malbata girtiyan Fînce Akman, bertek nîşanî binçavkirina 165 kesan ku Dayikên Aştiyê û çalakgerên Nobeta Edaletê jî di nav de îro li gelek bajaran bi serdegirtina malan hatin binçavkirin da û wiha got: “Îro gelek hevalên me yên jin hatin binçavkirin. Ji ber ku dewlet ji jinan, ji dayikan ditirse. Em jî bi vîna xwe yek dayikek jî bimîne, em ê vê nobetê bidomînin. Em di vê daxwaza xwe de bi israr in. Dewlet me binçav dike. Îro dayik binçav kirin. Kî çi dike bila bike, em li rex dayikên xwe ne. Em ê heta dawiyê têbikoşin û têkoşînê mezin bikin.”
 
‘EM TU CARAN JI DEWLETÊ NE TIRSIYAN’ 
 
Akman, da zanîn ku desthilat bi salan e êrişî gelê kurd, zarokên kurd, jinên kurd dike û hewl dide çavên wan bitirsîne û wiha berdewam kir: “Em ji vê saetê û şunde bi paş ve gavê naavêjin. Me beriya çend salan jî bi paş ve gav neavêt, em ê ji niha û şunde jî neavêjin. Zarokên me di girtîgehê de ne. Dewlet bi salan e me qetil dike. Em ji dewletê natirsin. Em tu car ji êrişên dewletê netirsiyan. Me bikuje jî, qetil bike jî çi bike bila bike em ji wê natirsin. Em ê bi vîna xwe têkoşîna xwe bidomînin. Me çawa heta îro li ber xwe da, têkoşiya, em ê ji niha şûnde jî têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Piştî axaftina akman, nobet bi gotina stranên kurdî, çepik û tilîliyan berdewam kir. 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 44’an de berdewam dike. Aktîvîstên TJA’yê û rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Seyhanê îro serdana çalakiyê kirin. Di nobetê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate nûkirin. 
 
Di çalakiyê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 44’an de didome. Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li nobetê bûn. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na, ji Abdullah Ocalan re azadî” hatin berzkirin. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sakîne Ertaş a di nobetê de axivî wiha got: “Em bang li hemû kurdan dikin. Bila bên piştgiriya me bikin. Bijî berxwedana zindanan.”
 
Nobetê pişt re bi klamên dayikan berdewam kir. 
 
AMED
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 43’yan de berdewam kir. Welatiyên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Dayikan gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û stranên bi kurdî gotin.
 
Halîme Topûz a di çalakiya nobetê de diyar kir ku bi vegotinê derde dayikan xelas nabe û wiha got: “Xwedê exlakekî wiha daye me ku çi dibe bila bibe, em devê xwe xerab nakin û şerkirinê qebûl nakin. Ez bang li Wezareta Dadê û Serokkomar dikim. Bila bi 10 dayikê tirk re me bînin bahev. Bila em du saetan sohbet bikin. Em derdê xwe ji wan re vebêjin. Me her tim gul da destê wan, wan çek dirêjî me kir. Me her tim aştî xwest, wan bi me re şer kir.”
 
Topûz, anî ziman ku 46 sal in şer berdewam dike û wiha berdewam kir: “Bila ne dayikên wan bigirîn ne jî em bigirîn. Bila dayikên leşkerên hatine kuştin jî bên. Çima em hev dikujin. Em vê çareser bikin.”
 
Piştî axaftinan, jinên di nobetê de çalakiya îro bi çepik û dirûşmeyan bi dawî kir.  
 
WAN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 43’yan de berdewam kir. Rêveberên DEM Partiyê DBP'a Rêya Armûşê û şêniyên Taxa Bûzxaneyê serdana nobetê kirin. Yek ji şêniyên Taxa Bûzxaneyê Necmî Ozturk ê di serdanê de axivî, jinên di Nobeta Edaletê de silav kirin û wiha got: “Heke em bibin yek em ê di têkoşînê de serbikevin.”

Sernavên din

20/01/2024
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN