Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan

img
AMED - Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ ya wenekêşê bergeyê Husamettîn Bahçe ji weşanên J&J’yê derket. Bahçe, destnîşan kir ku ew bi daxwaza pêşdarazên li dijî baweriya êzidiyan kêm bike û jiyana êzidiyan ya olî û civakî bi wêneyan raxe li ber çavan. 
 
Êzidî bi qasî ku em pê dizanin ji 73 fermanên qirkirinê re derbas bûne û baweriya xwe heya roja me ya îro parastine. Tevî gelek caran ji qetlîaman re derbas bûne jî, ji bo ku baweriya xwe biparêzin berdelên giran dane, rastî polîtîkayên bişaftin, cihêkariyê hatine, sirgûn bûne, hatine tecawizkirin, kuştin, weke koleyan hatin firotin. Ev pêvajo di nava geşedanên dîroka mirovahiyê de weke rûpelên reş tên hesibandin. Êzidiyên li Anatoliya Navîn û Başûrê Kurdistanê ji ber van fermanên qirkirinê koçî Şengalê, yên li Serhedê jî koçî Gurcistan û Ermenîstanê kirine. Ji ber vê yekê ye ku pirtûka baweriya êzidiyan a “Mishefa Reş” bi gotina “Bextê Reş” re tê bikaranîn. Herî dawî DAIŞ’ê li pêşberî çavê hemû cîhanê li gorî hin çavkaniyan 5 hezar êzidî qetil kirin, tevî jin û zarok 6 hezar êzidî revandin û 400 hezar êzidî jî ji neçariyê koçber bûn. Ev yek jî weke fermana 74’an di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. 
 
 
Wênekêşê Bergeyan Husamettîn Bahçe bi daxwaza pêşdarêzên baweriya êzidiyan ji holê rake ji sala 2005’an heya 2016’yan li Êzidxanê (cihê ku êzidî lê dijîn) geriya, ji nêz ve şahidiya jiyana civakî û olî kir. Bahçe di nava 11 salan de bi makîneya fîlm a wêneyan nêzî 10 hezar wêne kişandin û derbarê jiyan û baweriya êzidiyan de agahî kom kirin, lêkolîn kirin. Di navbera vê xebatê de êrişa DAIŞ’ê ya wekî fermana 74’an tê penasekirin hat jiyîn. Bahçe bi wêneyên beriya êrişê û piştî êrişê kişandine, rastiya civaka êzidiyan û bandora van fermanan bi wêne û çîrokên wêneyan radixe ber çavan. 
 
XEBATA BÎRÊ
 
 
Bahçe di nava 11 salan de nêzî 10 hezar wêneyên bi makîneya fîlm ji Şengal, Zaxo, Laleş, Xeterê, Şêxan, Serhêçka Tilxiş, Koçer, Zomanî, Şêx Mend, Tilizer, Verdê, Kolika, Xankê, Şarîya, Kebertû, Bozo, Başîk, Bahzan, Qampa Bajed Kendal, Qampa Xankê, Qampa Çemişko, Qampa Şarîya kişandine. Bahçe, piştî kişandinan wêneyan yek bi yek hildibijêre, di odeya tarî de wan dişo. Ji vana 65 wêneyan ji bo pirtûkê hilbijarê. Wêneyên hatine hilbijartin li Amed, Stenbol, Şengal û gelek herêman di pêşengehan de hatin nişandan. Bahçe, di xebata xwe de tevî jiyana olî derbarê jiyana civakî de jî gelek agahî kom kirin û bi wêneyan jî belge kir. 
 
BI SÊ ZIMANAN KÊMKIRINA PÊŞDARAZAN
 
 
Wêne-Pirtûka “Êzidxanê” derbarê baweriya êzdayetiyê û jiyana civakî ya êzidiyan de agahiyên bi zimanê kurdî, tirkî û elmanî cih digirin. Di serî de bi navê “Destpêk” û “Nameya ji bo xwendevan” du nivîsên Bahçe ên derbarê baweriya êzidiyan cih digire. Bi navê “Dîwana wêneyan û depeke modern” nivîsa civaknas û avakarê Weqfa Çanda Êzdayetî” Azad Bariş cih digire. Herî dawî bi nivîsa xwe ya bi navê “Êzidxan” Endama Hîndekariyê ya Zanîngeha Freie ya Berlînê, Khanna Omarkhali bale dikişîne ser serboriya êzidiyan. Bêgûman tu pirtûk nikarin ji hemû pirs û gumanan re bibin bersiv lê xuyaye ku ev berhem dê derbarê pêşdarazên li dijî baweriya êzdayetiyê, heya astekê ji holê rake. Bahçe bi vê xebata xwe derbarê êzidî û êzidîtiyê bîrek daye avakirin. 
 
HÊVIYA VEGERÊ
 
 
Di Wêne-Pirtûkê de derbarê bawerî û bawermendên êzdayetiyê de agahiyên girîng jî hene. Her wiha êzidî dema ku duayan dikin ewilî ji bo 72 neteweyên cîhanê, piştre ji bo xwe alîkariyê dixwazin. Lê mixabin civaka êzidî ji ber qeyran û şerên li ser axa wan tên meşandin, ji gund û warên xwe bêpar mane û belavî welatên cuda yên cîhanê bûne. Ji ber baweriya dê rojekê helbet vegerin li ser warê xwe êzidî hêj jî miriyên xwe li gundên xwe yên hatine valakirin vedişêrin. Wekî gotina êzidiyan ‘bi hêviya xwedê’. 
 
BERHEMA KOLEKTÎF
 
 
Wêne-pirtûka hatiye çapkirin di encama xebateke kolektîf hatiye amadekirin. Ji amadekirina çapê ya pirtûkê bigire heya hilbijartina wêneyan, ji mazûvaniya şêniyên herêmê heya fînansekirina çapkirina pirtûkê herî kêm keda 50 kesan, Anadolû Kultur, Navenda Hûnerê ya Amedê, Kollektîfa NarPhotos û di dema destê HDP’ê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgirî da xebatê û berhem bi piştgiriya Ercan Elma, Hikmet Tolan û Îsmaîl Geyîk hatiye çapkirin.   
 
DANASÎN Û GOTUBÊJ
 
 
Gotubêja derbarê wêne-pirtûka “Êzidxanê” dê di 27’ê çileyê saet 17.00’an li eywana pêşengeha Komeleya Hunera Wêneyî ya Amedê (DÎFAK) ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê were lidarxistin. Wênekêş Bahçe derbarê amadehî, kişandin û çapkirina berhema xwe û ser mijara baweriya êzdayetiyê de dê çavdêrî û serboriyên xwe parve bike.
 
HUSAMETTÎN BAHÇE KÎ YE?
 
 
Husamettîn Bahçe di sala 1974’an de li Amedê hate dinê û di sala 1998’an de dest bi wênekêşiyê kir. Bahçe bêhtir di hêla wênekêşiya dokumenteriyê de, ser mijarên binpêkirina mafên mirovan, hişyariya jîngehê, nasname û kêmneteweyan xebatên xwe didomîne. Heya niha xebatên dokumenteriyê yên, Koçer (2003), Êzdî (2006), Asûriyên Tûrabdîn (2008), Dayikên Aştiyê (2010),Êzidxan (2016), Çîroka Du Çeman (2015-18), Hewreman (2018-22) amade kir. Wêneyên kişandine li gelek navendan di pêşengehan de hatin nîşandan, di kovarên wek Magma û Panaroma û Zaker de hatin weşandin. Xebatên wî bi navê Mazxana (Derbarê jiyana rojane ya taxên Amedê) di sala 2011’an de, Hewreman (Derbarê jiyana rojane ya kurdên goran ên li Herêma Hewremanê dijîn) di sala 2022’yan de wek wêne-pirtûk hatin çapkirin.
 
MA / Racî Abî
 

Sernavên din

20/01/2024
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:50 Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan