Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e

  • rojane
  • 14:10 18 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd banga diyalog û muzakereyê kir û wiha got: “Birêz Ocalan ji bo pêşiyê li pêvajoyeke nû ya aştiyê veke xwediyê rola herî girîng e.”
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan dikin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên DEM Partiyê yên Bajêr, endam û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) tev li civînê bûn. Di civînê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê di roja 53’yemîn de ye” hate vekirin. 
 
Hevserokê DEM Partiya Enqereyê Fatîn Kanat ê di civînê de axivî, diyar kir ku karneya mafên mirovan a desthilata AKP’ê û MHP’ê ji aliyê herkesê ve tê zanîn. 
 
‘LI DIJÎ GIRTIYAN POLÎTÎKAYÊN TECRÎDA GIRAN TÊN PÊKANÎN’ 
 
Kanat, anî ziman ku Tirkiye peymanên navnetewî ku alîgirê wan e pêk naîne û wiha got: “Qedexeya hevdîtin, pirtûk û nameyan, hevdîtina bi parêzeran re, îşkence û zextên fizîkî, ji mafê xwegihandina tenduristiyê bêpar hiştin, astengkirina medyaya mûxalîf û astengkirina pêvajoyên dermankirinê pêkanînên herî zêde ne. Girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn xelas kirine û girtiyên nexweş ên li ber mirinê bi awayekî keyfî nayên berdan. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê ku birêz Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, hemû girtîgehên girtiyên siyasî lê tên ragirtin polîtîkayên tecrîdê tên pêkanîn.”
 
‘BIRÊZ OCALAN JI BO AŞTIYÊ XWEDÎ ROLA HERÎ GIRÎNG E’ 
 
Kanat, diyar kir ku tevî şertên îşkenceya giran li 104 girtîgehan berxwedaneke mezin heye û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan ji bo pêşiyê li pêvajoyeke nû ya aştiyê veke xwediyê rola herî girîng e. Ji ber vê yekê daxwaza herî girîng a çalakiya greva birçîbûnê ya tê meşandin bidawîkirina tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. Zêdetirî hezar rojan e destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê tên ragirtin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin.”
 
‘JI BO ÇARESERIYÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ’ 
 
Kanat, anî ziman ku şerê berdewam dike bandorê li gelên Tirkiyeyê û aboriyê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Israra di polîtîkayên şer de ji bilî tejîkirina berîka hinekan a xerckirina zêde ya ji bo şer rê li ber xizanî, xerabûna psîkolojiya civakî û gotinên nijadperest û nefretê vedike.
 
Kuştina leşkeran a di rojên dawî de jî em bi xemgînî temaşe dikin. Bila agir nekeve mala tirkan, kurdan û kesekî din ku li ser vê erdnîgariyê dijî û em dixwazin dest ji vê hilweşînê bê berdan. Ji bo êşên me yên civakî yên nû neyên zêdekirin û pêşî li şikestinên civakî were girtin, bêyî ku agahiyên mirinê bên di mijara greva birçîbûnê de, em bang li hikûmeta heyî û hemû komên siyasî dikin ku bi rêyên aştiyane tedbîrên pêwîst bigirin, daxwazên hatine bilêvkirin binirxînin û ji bo rê li ber çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd veke, bikevin nava liv û tevgerê.”
 
‘DERKETINA LI DIJÎ TECRÎDÊ PÊDIVIYA HIQÛQÊ YE’ 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci jî diyar kir ku Girava Îmraliyê cihekî ku bêhiqûqî lê hatiye avakirine û tecrîd ne tenê hiqûqî di heman demê de siyasî û civakî ye. Yazmaci, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî derketina vê tecrîdê pêdiviya hiqûqê ye. Pêdiviya birêz Ocalan bi parastina kesê ji me nîne lê ji bo pêşerojeke azad, ji bo zarokên me di nava aştiyê de bijîn divê îşaret bi rewşa Ocalan bikin.”
 
 

Sernavên din

19/01/2024
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:50 Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:49 Êrişî gora endamê YPS’ê kirin û kevirê gora wî desteserkirin
17/01/2024
21:50 Girtiyê nexweş Varişlî jiyana xwe ji dest da
21:45 Meclisa Jinan a DBP'î: Jinên kurd bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê mohra xwe li sala 2023’an xistin
21:00 Li Geverê hevşaredar hatin hilbijartin
20:50 Der barê kujer polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez de biryar lêgerîna bi bultena sor
20:44 Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
17:05 Nobeta Edaletê: Divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyan derkevin
16:51 ATK’ê leza wesayîta zirxî ya ku li Mîracê 6 salî da nekarî tespît bike!
16:40 Li Hatayê kon û konteynir di bin avê de man
16:28 Li Stenbolê dema binçavkirinê ya 21 kesan hate dirêjkirin
16:21 Ciwan amadekariya çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ dikin
15:10 Komeleya Dema Jinan e: Bi binçavkirinan dixwazin xebatên me krîmînalîze bikin
15:09 HSK’ê ji bo bijartina 4 endamên Dadgeha Bilind hilbijartin kir
13:55 Bavê Mîraç Mîroglû: Heke ku min li polîs xistibûya dê cezayê muebedê bidana min
13:43 Ji ber teqandina dînamîtan zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê
12:19 Di şewata li Îzmîrê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
11:48 Ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû banga tevlibûnê
11:20 Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
11:15 Rapora îmraliyê: Sala 2024’an divê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan
11:00 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê hate binçavkirin
10:56 Li avahiya emniyetê ya Qereçobanê 320 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
10:46 DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
10:36 Delege ji ber pêşhilbijartinê keyfxweş in: Divê ji bo hemû partiyan bibe mînak
10:34 Li Girtîgeha Sîncanê cil û name winda ne
10:18 Li Hewlêrê 3 rojan şîn hate îlankirin
10:17 85 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:11 Goksu a di greva birçîbûnê de: Çareserî Abdullah Ocalan e
10:09 Di rêveberiyên herêmî de temsiliyet: Tenê ji her 10 kesan yek jin e
09:58 Serokê Baroya Colemêrgê Canan: Li bajar bi qanûnan nayê kirin
09:20 Girtiyên siyasî 52 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:19 Li gorî dozger tedawiya bi destkelemçekirî ‘li gorî hiqûqê ye’
09:18 Bi sedhezaran kes dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin