Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan

  • rojane
  • 09:01 20 Çile 2024
  • |
img
ANTALYA - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tên ragirin ji bo ku armanca çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidin ragihandin, daxwazname ji Wezareta Dadê re şandin. Derbarê 11 girtiyan de ji ber gotina “Birêz Ocalan” a di daxwaznameyê de, 11 rojan cezayê hucreyê hate dayîn.  
 
Girtiyên siyasî yên di girtîgehên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ev 55 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ji van 11 girtiyên di Girtîgeha Tîpa S ya Antalyê de tên ragirtin ji bo ku armanca xwe bidin ragirtin, ji Wezareta Dadê re daxwazname şandin. Ji ber gotina “Birêz Ocalan” derbarê 11 girtiyan de cezayê hucreyê hate dayîn.
 
Piştî ku girtî ji Wezareta Dadê re name şandin, Lijneya Dîsiplînê ya Girtîgehê derbarê 11 girtiyan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsînê de derbarê 11 girtiyan de ji bo her yekê 11 roj cezayê hucreyê hate dayîn. 
 
Li ser vê yekê girtî ji bo ku cezayên huceyê werin betalkirin seri li 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Antalyayê dan. Dadgerî ji ber hinceta “Girtî têkildarî pirsgirêkeke xwe neketine greva birçîbûnê û di heman demê de gelek hikûmxwaran dest bi greva birçîbûnê kirine” serlêdan qebûl nekir. 
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Nagehan Avçîl anî ziman ku çalakiya girtiyên ketine greva birçîbûnê, sûcekî dîsiplînê nîn e. 
 
Nagehan Avçîl da zanîn ku odeyên 1 û 3 kesî yên Tîpa S, di nava girtîgehên polîtîkayên tecrîdê tên sepandin de ye û anî ziman ku ev demeke dirêj e ku Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye. 
 
DI ODEYÊN 3 KESÎ DE 5 KES TÊN RAGIRTIN
 
Avçîl, derbarê girtîgehên behsa wan tê kirin de ev agahî parve kirin: “Girtîgehên Tîpa S li gorî polîtîkayên tecrîdê hatin amadekirin. Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê li gel vê yekê hin odeyên li korîdorê vala kir û hin ranzayên nû xistin odeyên 3 kesî de û 5 kesan di odeyên 3 kesî de digirin. Ranzayên nû, qadên jiyanê yên girtiyan teng dike. Rêveberiya girtîgehê ji bo ku hin girtiyan tenê bihêle vê polîtîkayê disepîne.”
 
DAXWAZNAME BÊUSIL HATIN LÊKOLÎNKIRIN
 
Avçîl diyar kir ku girtiyên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê bi provakasyon, zext û cezayan re rû bir û dimînin û anî ziman ku daxwaznameya girtiyên ji bo Wezareta Dadê şandibûn jî ji hêla îdareya girtîgehê wek bêusil hatiye lêkolînkirin. 
 
NE SÛCÊ DÎSIPLÎNÊ YE
 
Parêzer Avçîl da zanîn ku name, fax û hwd. ên girtî ji bo saziyên fermî dişînin li gorî 73’emîn Madeya Qanûna Derbarê Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê venêrîna wan nayê kirin û wiha pê de çû: “Îdareya girtîgehê bêyî usil da daxwaznameya ji Wezareta Dadê re hatiye şandin lêkolîn kir. Tu raye û mafê wan ya lêkolîna vê daxwaznameyê nîn e û ji ber gotina “Birêz Abdullah Ocalan” lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin. Mijara lêpirsînê jî ‘propaganda û perwerdeya rêxistinên sûcan’ hatiye diyarkirin. Anku dibêje girtî propagandayê ji saziya fermî ya Wezareta Dadê re kiriye. Dadgeriya 1’emîn a Înfazê ya Antalyayê bi sedemên berovajî îtîraza girtiyan red kir. Ji bo sedema redkirinê jî dibêje ‘Girtî ne ji bo pirsgirêkeke xwe ketiye greva birçîbûnê û di heman demê de gelek hikûmxwar ketine greva birçîbûnê.’ A rastî qebûl dike ku çalakiya greva birçîbûnê ne sûc e, lê belê li gorî armanca çalakiyê ya bîrdozî, biryarê dide.” 
 
BERDEVKIYA DESTHILATÊ
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Avçîl destnîşan kir ku biryar di çarçoveya polîtîkayên berdevkiya desthilatê dike de hatiye dayîn û da zanîn ku li gorî Madeya 40’emîn a Kanûna Derbarê Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê de, kirariya çalakiya greva birçîbûnê tenê ji hin çalakiyan bêbar hiştin e lê belê Dadgeriya Înfazê bi bîrdoziya xwe ya ku ser qanûnan digire, li gorî polîtîkayên çewisanidina girtiyan tevdigere. 
 
Avçîl bilêv kir ku di danişînan de, mafê parastina bi kurdî yê girtiyan jî tê astengkirin. 
 
DÊ GILIYÊ LI HSK’Ê BIKE
 
Avçîl destnîşan kir ku ew ê derbarê biryarê de giliyê li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) bikin û wiha axivî: “Biryara hatiye dayîn ne li gorî qanûnê ye. Li gorî polîtîkayên desthilatê hatiye dayîn. Dadgerî hikmên qanûnê nikare li gorî bîrdoziya xwe fireh bike.”
 
Di dawiya axaftina xwe de Avçîl da zanîn ku divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û wiha derbirî: “Ya rewa, di çarçoveya azadiya xweîfadekirine de çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ye. Tecrîda têkuz ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê meşandin ne rewa ye.”
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/01/2024
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin
14:40 Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin
14:34 Dêrbarê lêpirsîna derbarê rojnamevanan de biryara neşopandinê hate dayîn
14:24 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:14 Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin!
14:10 Banga ‘diyaloga lezgîn’: Çareserî Abdullah Ocalan e
13:47 Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin
13:19 DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
12:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes di pêvajoyê de cih bigire
12:15 Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Pakistanê êrişî Îranê kir
11:05 Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:04 Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin
11:01 Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan
10:17 Li dijî Şaredariya Buyukçekmeceyê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
10:15 Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn?
10:06 ‘Dewlet ji girtiyên nexweş tolê dihilîne’
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 86 roj in agahî nayên girtin
09:37 Girtiyên siyasî 53 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:37 AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’
09:12 Bîçen ê 30 salan di girtîgehê de ma û beşdarî dengdayîna gel bû: Kêliyeke dîrokî ye
09:11 Şewb zêde bû, nexweş nikarin dermanan peyda bikin
09:09 Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne
09:08 Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
09:04 Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê
09:02 Wêne-Pirtûka ‘Êzidxanê’ derket: Jiyana olî û civakî radixe ber çavan
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:50 Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan