Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin

img
WAN - Li bajarên Serhedê ku AKP di hilbijartinan de encama dixwaze bi dest naxe, di 9 mehên dawî de 58 hezar û 945 deng hatin veguhestin. 
 
Pêvajoya diyarkirina namzetên partiyên siyasî ya ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an ku rêveberiyên herêmî dê bên diyarkirin, didome. Bi daliqandina lîsteyên hilbijêran a ji aliyê mûxtariyetan ve derket holê ku bi hezaran dengdêr veguhestine bajarên Kurdistanê. Desthilata AKP’ê ku di hilbijartinan de encama dixwaze bi dest naxe, bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêr veguhestin bajaran. 
 
Li herêma Serhedê jî li bajarên Wan, Agirî, Bedlîs, Mûş, Qers, Îdir, Erdexan û Colemêrgê bi hezaran hilbijêr hatine veguhestin. Komîsyona Rêveberiyên Herêmî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di rapora têkildarî liv û tevgera hilbijêran a herêma Serhedê amade kir de hate tespîtkirin ku di 9 mehên dawî de 58 hezar û 945 hilbijêr hatine tespîtkirin. 
 
Di Hilbijartinên Giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan de li bajarên Serhedê 2 milyon û 270 hezar û 702 hilbijêr hebûn, ev hejmar beriya hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an derket 2 milyon û 329 hezar û 647’an. 
 
ÎDIR
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) di Hilbijartinên Herêmî de Şaredariya Îdirê bi hezar û 514 dengan qezenc kir. Piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan 4 hezar û 361 hilbijêr anîn navenda Îdirê û li gelemperiyê bajêr liv û tevgereke 5 hezar û 424 hilbijêran çêbû. 932 kesên ne ji Îdirê ne, veguhestin taxên navçeya Başanê. Derket holê ku gelek ji van hilbijêrên hatine veguhestin leşker û polîs in.
 
AGIRÎ
 
Li Agiriyê li Hilbijartinên Giştî yên 14’ê Gulanê de 307 hezar û 135 hilbijêr hebûn, ev hejmar derket 316 hezar û 537’an. Li bajarê ku 9 hezar û 402 hilbijêr hatin veguhestin, hezar kes li avahiyekê hatine qeydkirin. Avahiya ku li ser Cadeya General Vehbî Engîn a li Taxa Leylek Pinarê ye û weke avahiya hêzên ewlehiyê tê bikaranîn, hezar û 923 kes hatine qeydkirin. Li navnîşana bi Hejmara: 121/3 ya li ser Cadeya Yaşar Kemal a li Taxa Firatê weke mêvanxaneya peywîrdarên cemaweriyê tê bikaranîn jî hezar û 221 kes hatin veguhestin. 
 
Li navnîşana bi hejmara: 25 a li ser Cadeya Atalay a Taxa Firatê ku weke avahiya hêzên ewlehiyê tê bikaranîn di 14’ê gulanê de hilbijêrek hebû, di nava 9 mehan de 987 kes weke “hilbijêr” hatin qeydkirin. Li navnîşana bi hejmara 141 a li ser Cadeya Çevre Yolû ya Taxa Firatê ye û Mala Polîsan e di hilbijartinên 14’ ê Gulana 2023’yan de qeyda 5 hilbijêran hebû, beriya 31’ê Adarê 287 kes hatin qeydkirin. Li navnîşana bi hejmara: 105/A ya li ser Cadeya Yaşar Kemal a Taxa Firatê ku mevanxaneya Îdareya Taybet a Bajêr e, di hilbijartinên Gulana 2023’yan de tenê 4 hilbijêr qeydkirî bûn, derket holê ku beriya 31’ê Adarê 182 hilbijêr hatine qeydkirin. 
 
Piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan ji bajarên cuda bi komî 7 hezar û 104 hilbijêr veguhestin navenda Agiriyê. Hate zanîn ku ji van 5 hezar û 786 kes ji derveyî Agiriyê hatine veguhestin û ji van tenê hezar û 318 ji navçeya Bazîdê ne. 455 kesên di hilbijartina 14’ê Gulana 2023’yan de hilbijêrên derveyî welat bûn, di hilbijartinên herêmî de weke hilbijêrên nava welat hatin guhertin. 
 
AVKEVIR
 
Li avahiyeke ku li Taxa Hurriyetê ya navçeya Avkevirê ya girêdayî Mala Mêvanan a Qeymeqamtiyê ye, 201 hilbijêr hatine qeydkirin.
 
ERZIROM
 
Hejmara hilbijêrên li bajarê Erziromê, ku di Hilbijartinên Giştî yên 14’ê Gulanê de 218 hezar 451 bû, beriya hilbijartinên herêmî derket 220 hezar 276 kesî.
 
QEREÇOBAN
 
Li navnîşana bi hejmara: 14 a Cadeya Gunduz a li Taxa Hacilar a navçeya Qereçobanê ku avahiya cemaweriyê ya artêşa tirk e hejmara hilbijêran a 3 kes in, derket 257 kesî. 
 
COLEMÊRG 
 
Di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de hejmara hilbijêrên li Colemêrgê ji 186 hezar û 492’an derket 197 hezar û 324’an. Li Colemêrg û navçeyên wê di neh mehên dawî de 10 hezar û 832 hilbijêr hatin veguhestin. 
 
ÇELÊ
 
Li navçeya Çelê jî; li navnîşanên bi hejmarên 6/1, 6/2 û 6/3 yên li kolana Yenîyol a Taxa Yeşîl Çeşmeyê, 3 hezar û 602 kesên derveyî bajêr hatine anîn weke “hilbijêr” hatine qeydkirin. Derket holê ku 2 hezar û 699 hilbijêrên li Taxa Emîr Şabanê ne ji van tenê hezar û 238 hilbijêr li nifûsa Colemêrgê qeydkirî ne. 
 
Li navçeyê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de hezar û 594 kesên ku weke hilbijêrên li derveyî welat hatin qeydkirin, weke 2 hezar û 24 hilbijêrên nava welat hatin qeydkirin.
 
ŞEMZÎNAN
 
Li Şemzînanê, ku AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de bi 154 dengan ferqêw ya bi “veguhastina hilbijêran” bi dest xist, li malên Malên Komî yên herêma leşkerî yên li Taxa Modayê ne, 2 hezar û 207 kesên ku hemû mêr in, weke “hilbijêr” hatin nîşandan. 892 kesên di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan de weke hilbijêrên derveyî welat hatine qeydkirin, weke 2 hezar û 24 hilbijêrên nava welat hatin qeydkirin. 
 
BAJÊRGEH
 
Bi veguhestina leşker û polîsan a bajarokê Bajêrgehê  weke  “hilbijêrên veguhestî” re rêjeya nifûsê ya Colemêrgiyên li bajarok daket ji sedî 48’an. Hejmara hilbijêran a bi komî ya Bajêrgehê 3 hezar û 541 e, hezar û 517 leşker û polîsên ku temamê wan ji zilaman pêk tên veguhestin Malên Komî. 
 
QERS
 
Li Qersê ku HDP di hilbijartinên herêmî yên di sala 2019’an de hezar û 238 ferqan qezenc kir, li gorî qeydên fermî li navnîşana bi hejmara: 50/2 ya Cadeya Şehît Yûsûfbey a Taxa Cûmhûriyetê ya Mala Artêşê ye, hejmara hilbijêran a di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de 13 bû, di nava 9 mehan de bû 3 hezar û 5. Dîsa li Taxa Gazî Ahmet Mûhtar Paşa ku di pergala lêkolînkirinê de weke mevanxaneya hêzên çevîkê tê dîtin, hejmara hilbijêran a neyî derketiye 498’an. Hate tespîtkirin ku ji van 185 li nifûsa Trabzonê qeydkirîne. Li navnîşana bi hejmara 1/15’an a Malên Komî yên Fermandariya Cendermeyan a Bajêr a li Taxa Fevzî Çakmakê hejmara hilbijêran a yek bû, derketiye 503’yan. 
 
MÛŞ
 
Li navçeya Milazgir a Mûşê ku AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de AKP’ê bi 3 dengan qezenc kir, di nava 6 mehan de 569 leşker û polîs weke hilbijêr hatin veguhestin. Li navnîşana bi hejmara: 4/4 a Cadeya Agirî ya Taxa Menguçgazî ya temamê wan ji bajarên derdorê hatine anîn 149 kes weke “hilbijêr” hatine qeydkirin. Li navnîşana bi nimreya: 4 D: 1’ê ya li ser Cadeya Agirî ya Taxa Menguçgazî jî 129 kesên ne ji Mûşê ne hatine veguhestin. Li 3 navnîşanên din ên li ser cadeya Agiriyê bi komî 65 kes hatin veguhestin. 
 
Li navnîşana bi hejmara: 2/4’an a kolana 835 a taxa Selçûklû 122 kes, li navnîşana bi hejmara 2/5’an  jî 104 kes weke “hilbijêr” hatin qeydkirin. 
 
WAN
 
Li Wanê di hilbijartinên giştî yên 14’ê gulanê de 707 hezar û 454 kes weke hilbijêr hebûn, ev hejmar di nava 9 mehan de bû 718 hezar û 277’an. Li Wan û navçeyên wê bi komî 10 hezar û 823 kes weke hilbijêr hatine veguhestin. 
 
ERDEXAN
 
Li Erdexanê di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de hejmara hilbijêran a 68 hezar û 108 bû beriya hilbijartinê derket 69 hezar û 185’an. Li Erdexan û navçeyên wê bi komî hezar û 77 kes hatin veguhestin. 
 
BEDLÎS
 
Li Bedlisê di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de hejmara hilbijêran a 220 hezar û 906, derket 227 hezar û 705’an. Li Bedlis û navçeyên wan di 9 mehên dawî de 6 hezar û 799 kes weke “hilbijêr” hatin veguhestin. 
 
MA / Hakan Yalçin
 

Sernavên din

24/01/2024
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe