Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan

  • rojane
  • 14:49 22 Çile 2024
  • |
 
AMED - Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin li Edliyeya Amedê serî li Wezareta Dadê dan.
 
Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzer ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, li Edliyeya Amedê serî li Wezareta Dadê dan û xwestin tecrîdkirina li ser Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan  bi dawî bibe. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), gelek parêzerên endamên baroyê û saziyên maf û hiqûqê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), jî beşdarî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan çalakiyê.
 
‘JI 7’Ê TEBAXA 2019’AN VE AGAHÎ NAYÊN GIRTIN’
 
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter daxuyanî xwend. Ekîn Yeter, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Dîlgirtîyên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind de Birêz Abdullah Ocelan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yıldırım û Birêz Veysî Aktaş, hevdîtinên wan ên bi parêzerên wan re bi awayekî derqanûnî tê astengkirin." 
 
Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter, da zanîn ku beriya niha jî gelek caran me anî rojevê û me hûn agahdar kirin ku û wiha berdewan kir: "Ji 7’ê tebaxa 2019’an heya niha bi Birêz Abdullah Ocalan re û ji sala 2015’an heya niha bi Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yıldırım û Birêz Veysî Aktaş re destûr nehatîye dayîn ku hevdîtina parêzeran pêk bê. Qedexeya hevdîtina parêzeran, ji 27’ê tirmeha 2011’an heya 2’yê gulana 2019’an 8 sal in bênavber berdewam kiriye û tenê di sala 2019’an de 5 caran hevdîtin pêk hatîye. Dîsa 7’ê tebaxa 2019’an ji hevdîtina herî dawî ya parêzeran pê ve, kiryarên qedexekirinê dewam kirîye." 
 
RAPORA CPT’YÊ
 
Ekîn Yeter, anî ziman ku di vê pêvajoyê de CPT’yê ( Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê) di rapora xwe ya 5’ê tebaxa 2020’an de behsa serdana xwe ya Girtîgeha Îmralîyê ya 2019’an kiriye û wiha berdewam kir: "Li gorî vê raporê, têkilîya Ocalan û her sê girtîyên din bi temamî qedexe ye û Ocalan û her sê girtîyên din di bin tecrîdeke mutleq (incommunicado) de ne. CPT’yê di nirxandina xwe de ev rewş wekî dijberê standart û belgeyên mafê mirovan dîtîye û neqebûlkirina wê dîyar kirîye. Qedexekirina zîyareta Girtîgeha Îmralîyê ya parêzeran, binpêkirina Zagona Înfazê ya jimara 5275’e, dijberî peymanên mafên mirovan û zagonên navneteweyî ye." 
 
GELEK PARÊZERAN SERÎ LI WEZARETA DADÊ DANE
 
Yeter, bibîr xist ku wan weke 775 parêzerên ku li 29 baroyên cuda yên Tirkiyeyê qeydkirî ne, di sala 2022’an de serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Îdareya Girtîgeha Îmraliyê da ku serlêdanên parêzeran bên qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sala 2022’an de ji bo serlêdanên bi sedan parêzerên ku di nav de serokên baroyan jî hene tu bersiv nehat dayîn. Piştre 350 parêzerên ji 22 welatên cuda bi taybetî ji welatên Ewropayê di 14’ê îlona 2022’an de, ji Rojhilata Navîn jî 756 parêzeran di 19’ê îlona 2022’an de serî li Wezareta Dadê dabûn û xwestin bi girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Lê belê ev daxwaz jî bê bersiv hatin hiştin." 
 
JI 35 BAROYAN 1330 PARÊZER SERÎ LI WEZARETA DADÊ DIDIN
 
Yeter, bal kişand ser hewldanên parêzeran û wiha pêde çû: "Em careke din dibêjin ku hewldanên parêzeran ên ev demeke dirêj e li dijî tecrîd û binpêkirina mafê parastinê di esasê xwe de têkoşîna bicihanîna mafên ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û bi rêgez û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî di nav de ye, ye. Em dixwazin bi we re parve bikin ku me serlêdana xwe ya bi daxwaza hevdîtinê ya bi Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayri Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş re ji Wezareta Dadê re şand. Em weke 35 baro û 1330 parêzer daxwaza xwe  careke din dubare dikin, bila ev bêhiqûqiya ku berdewam dike êdî bi dawî bibe.”
 
Pişti daxuyaniyê ji bo serî li Wezareta Dadê bidin çûn li Edliyeya Amedê daxwazname dan. 
 
 

Sernavên din

24/01/2024
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe