Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin

  • rojane
  • 09:02 23 Çile 2024
  • |
img
RIHA - Şevket Taş, birayê Zeynel Taşê ku dema şaredarê Hewagê bû hat girtin û niha di girtîgeha Yozgatê de ye, anî ziman ku ji ber ku birayê wî di girtîgeheke dûrî wan de ye, dayika wî sal û nîveke birayê wî nedîtiye û got ku ev yek berdewamiya polîtikaya "Bila kurd dayika xwe nebîne" bi xwe ye. 
 
Desthilata AKP-MHP'ê ku bi polîtîkayên şer desthilatdariya xwe berdewam dike, qeyûm tayînî gelek şaredariyên bajarê mezin û navçeyên Kurdistanê kirin û ceza li hevşaredarên ku gel ew hilbijartibûn birîn. Yek ji van şaredariyên ku qeyûm tayînî wê hat kirin jî Şaredariya Hewagê ya navçeya Rihayê bû. 
 
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), di Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adara 2014'an de li Hewagê bi namzetiya Zeynel Taş, 12 hezar û 230 deng stand û bi rêjeya ji sedî 45 di hilbijartinê de bi ser ket. Zeynel Taş (48) ku di BDP'ê de bû Şaredarê Hewagê, piştî 2 salan, di 12'ê Kanûna 2016'an de hat binçavkirin û qeyûm li şûna wî hat tayînkirin. Taş, piştî binçavkirinê bi hincetên parvekirinên li ser medyaya dijîtal, beşdariya li merasîma cenazeyan û "ji bo rêxistinê peydakirina aboriyê" hat girtin û 11 sal û 9 meh û 22 roj ceza lê hat birîn. 
 
Zeynel Taş piştî ku hat girtin 5 salan li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Cirnê Reş girtî ma û di 30'ê îlona 2022'yan de sirgûnî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê hat kirin. Taş ku sirgûnî girtîgeheke 623,5 kîlometre dûrî Rihayê hat kirin, malbata wî ya li Rihayê ji bo hevdîtinê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Taş ku 22 meh maye cezayê wî biqede, dêya wî sal û nîveke nikare biçe cem wî. 
 
Birayê wî Şevket Taş (50) bi lêv kir ku bi sirgûnkirina birayê wî re malbata jî hatiye cezakirin û got ku ev yek berdewamiya polîtîkaya "Bila kurd dayika xwe nebînê" bi xwe ye. 
 
'DEST DANÎN SER VÎNA GEL' 
 
Şevket Taş diyar kir ku girtina birayê wî li dijî hiqûqê bûye û wiha bertek nîşanî cezayê li birayê wî hatiyê birîn da: "Birayê min ji ber ku şaredarî ji destê desthilatiya AKP'ê girt bû hedef û ew bi hincetên pûç girtin. Bi girtina birayê min re dest danîn ser vîna gel û qeyûm hat tayînkirin. Anku ev ne tiştekî hiqûqî ye, bi cezakirina birayê min re gelê li vir jî hat ceza kirin. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin, ji gel re tu xizmet nekir. Niha ji gelê li vir bipirsin bêjin qeyûm ji we re çi kir, wê bêjin tu tişt nekir. Piştî qeyûm namzetê desthilata AKP'ê li vir bû şaredar lê wan jî tu tiştek ji gel re nekir. Dema birayê min li vir şaredar bû gelê li vir ew pir hez dikir û xizmetên baş ji gel re kir."
 
'SAL Û NÎVE DAYIKA MIN KURÊ XWE NEDÎTIYÊ'
 
Bi domdarî Taş bal kişand ser sirgûnkirina birayê xwe ku sirgûnî Girtîgeha Yozgatê hat kirin û wiha pê dê çû: "Çûn û hatina Girtîgeha Yozgatê ji bo me pir zehmet e. Dayika min 76 salî ye. Nexweşîna dil pê re heye û pişta wê şikestî ye. Dema birayê min li vir bû me dayika xwe dibir hevdîtinê. Lê piştî ku sirgûnî Yozgatê bû careke me dayika xwe bir lê li ser çûn û hatina Yozgatê nexweş ket. Piştî wê rojê ji bo tenduristiya dayika xwe edî me ew nebir hevdîtinê. Ji ber wê jî ev sal û nîve ku dayika min zarokê xwe nedîtiye. Bi sirgun bûna birayê min re dayik jî tê cezakirin. Tenduristiya wê rê nade ku biçe hevdîtinê. Ji ber wê dayika min pir diqarê ku nikarê kurê xwe bibîne." 
 
'BILA KURD DAYIKA XWE NEBÎNE'
 
Taş destnîşan kir ku sirgûnkirina birayê wî yek jî berdewamiya polîtikayên "Bila kurd dayika xwe nebîne" bi xwe ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dayika min dibêje min berin hevdîtinê ez di rê de bimirim. Pir dixwaze biçe hevdîtina birayê min lê ji ber tenduristiya wê em nikarin wê bibin hevdîtinê. Dema em diçin hevdîtinê jî ji bo dayika min nexeyîde em ji we re nabêjin ku em çûnê hevdîtinê. Ji ber ku dixeyîde, dibêje wê çi ma ez jî nebirim. Ew yek jî berdewamiya polîtikaya 'Bila kurd dayika xwe nebîne' ye. Ji bo me jî çûn û hatin pir zehmete. Ji bo em biçin hevdîtinê em rojeke pêş de li vir derdikevin. Birayê min wê li wir bikevê fikaran wê bêje ew giheştin malê an na, di rê de tiştek bi serê wan hat an na." 
 
'MUAMELEYA KEYFÎ LI GIRTIYAN DIKIN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Taş anî ziman ku girtî di girtîgehan de rastî gelek muameleyên keyfî tên û wiha got: "Di girtîgehan de muameleya keyfî li girtiyan dikin. Jixwe sirgûnkirina wî ya girtîgeha Yozgatê bi tenê serê xwe muameleya keyfî ye. Em dîsa dikarin biçin girtîgehê lê yên ku nikarin biçin wê çi bikin. Girtiyên ku cezayê wan diqede bi awayekî keyfî înfaza wan tê şewitandin. Birayê min bi awayekî li dijî hiqûqî hat girtin. Dema em dosyaya wî dinêrin dosyayeke virt û vala ye. Dibêjin li ser telefon te ew axaftin kiriyê tev li merasîma cenazeyan bû ye û hwd. bi van hincetan ceza li birayê min birîn."
 
'DIVÊ GEL XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVE'
 
Di dawiya axaftina xwe de Taş bi lêv kir ku divê gel xwedî li girtiyan derkeve û axaftina xwe wiha qedand: "Heke înfaza birayê min neşewitînin 22 meh şûn ve wê bê berdan. Lê ji ber muameleya keyfî ya girtîgehan fikarên me hene ku înfaza birayê min jî bişewitînin. Nexweşiya Hepatît B bi birayê min re heye. Ne nexweşiyeke giran e lê ji ber şert û mercen girtîgehê ew nexweşî jî zorê li wî dike. Divê em girtiyên xwe yên di zindanan de ji bîr nekin. Girtî bi gelek muameleya keyfî û zext û tundiyan re rû bi rû ne. Divê gelê me jî li dijî vê yekê derkeve û piştgiriya girtiyan bikin."
 
MA  / Mahmût Altintaş

Sernavên din

24/01/2024
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe