Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye

  • rojane
  • 09:19 24 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - Girtiya siyasî Saadet Akin a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva bîrçîbûnê wiha got: “Em li dora Ocalan bibin xelek, ji ber wek gel û mirovahî pêdiviya me bi şewq û roniya Ocalan heye.” 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek girtiyên siyasî di 27’ê mijdara 2023’yan de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd, ketin greva birçîbûnê. Çalakî di roja 59’emîn de bi dewrgirtina komên nû, berdewam dike. Saadeta Akin a tevî girtiyan siyasî yên Girtîgaha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û ketiye greva birçîbûnê, der barê çalakiya xwe de pirsên me bersivandin. 
 
LÊGERÎNA HEQ Û HEQÎQETÊ
 
Akin, desnîşan kir ku ji dîrokê heya niha hemû desthilat ji bo ku xwe li ser piya bigirin, çanda “bîatê” dane ferzkirin û ji bo vê jî rêbazên zor, derew û talanê bi kar anîne. Akin, wiha dom kir: "Ji bo rewakirina vê jî mekanîzmayên 'hiqûqê' dixin dewrê. Ev yek weke hincet tê bikaranîn. Ma heke dewletek milk û netewperestiyê bike bingeha edaleta xwe, gelo dê li qir çiqas heq û heqîqet hebe? Di serî de birêz Ocalan, hemû girtiyên heq û heqîqetê li zindanan têkoşîna îrade û rûmetê didin meşandin. Mafên herî bingehîn ên ‘mafê jiyanê’, ‘mafê hêviyê’ di van mekanan de bi awayeke keyfî û bi hiqûqa dijminane, hatine binpêkirin.” 
 
‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN, KURDBÛNA AZAD E’
 
Akin, da zanîn ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rasterast dê çaraseriya pirsgirêka kurd bi xwe re bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çawa ku goşt û hestî ji hev venaqetin, rizgariya gele kurd û azadiya birêz Ocalan jî ji hev nayên veqetandin. Ocalan, rastiya heqîqeta kurdbûna ku li xwe hesiya ye. Ji ber vê yekê Ocalanê azad, kurdbûna azad e, civaka azad e. Jixwe em nikarin vê heqîqetê tenê bi gele kurd re bisînor bikin. Heke îro, ji gelek gelên navneteweyî bi milyonan kes tev li vê kampanyayê bûne, ev yek nîşan dide ku di hêla gelen de jî Abdullah Ocalan wek rêbertiya azadî û demokrasiyê ye. Ji ber wê, em dikarin vê yekê wek hişyarbûn û rizgarbûna mezin a mirovahiyê pênase bikin.”
 
‘CIHEKE TAYBET Ê TÊKOŞÎNA ZINDANAN HEYE’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Akin bilêv kir ku grevên birçîbûnê di dîroka têkoşînê ya zindanan de xwedî ciheke taybet e û wiha pê de çû: “Helbet rêbazeke xwe gihandina heqîqetê, dana windakirina dijmin û diyarkirina rêbaza li gorî riha demê û mekanê ye. Divê em bibêjin ku wek manewî li ser me jî hestên pir xurt û kûr dide avakirin. Di nava xwe de, ronahî û biryarbûna hestên kesên ku jiyanê, bi qasî ku di oxira wê de bimirin, dihewîne.”
 
‘BI QASÎ NAN Û AVÊ PÊWÎST E’
 
Di dawiya axaftina xwe de Akin bi bîr xist ku divê xwedî li grevên birçîbûnê were derketin û wiha derbirî: “Daxwaza me ji gelê me, ji hemû gelen ku di têkoşîna demokrasi, azadî û mirovahiyê de cih girtine û ji kesan ev e; em li dora birêz Ocalan bibin xelek. Em rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bixin navenda jiyana xwe. Ji ber wek gel û mirovahî pêdiviya me bi şewq û roniya Ocalan heye. Ji ber ku Abdullah Ocalan navê mirobûn, wek mirov mayîn, azadbûn û avakirina jiyana hevpar a mirov û xwezayê ye. Ji ber vê sedemê, divê em li her qadê, bi hêza xwe ya heyî, di nava ked û hewldana hevdîtina Abdullah Ocalan de bin. Di vê hêlê de ez, her kesê ku di vê oxirê de ked dide û xwedî hewldan e silav dikim. Em ê teqez bi ser bikevin.” 

Sernavên din

26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome
16:33 Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da
15:05 ESP’iyên tev li Nobeta Edaletê bûn: Em ê tecrîdê rakin
14:58 Baroya Amedê: Li girtîgehê îşkence li zarokên keç hate kirin
14:32 Li qada gaza xwezayî ya li Silêmaniyê hilberîn rawestiya: Mal bê ceyran man
14:20 Di doza Gulistan Doku de giliyê waliyê demê Sonel hate kirin
14:04 DEM Partî: Danasîna namzetan dê di 29’ê çileyê de bê kirin
13:28 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin 26 hezar derbas kir
12:22 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:02 Li Hezroyê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
11:45 ‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’
11:28 Dê di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê dike |
10:56 Ji Meterolojiyê ji bo 31 bajaran hişyariya berfê
10:55 Amediyan bertek nîşanî zeman dan: Çav berdane pariyê nanê me
10:38 Ji Rêwîtiya Azadiyê re bang: Azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye
10:16 Derheqê nûçegihana me Durgut û 17 jinan de doz hate vekirin
10:04 94 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:02 Girtiyên siyasî 61 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
10:00 Şenyaşar ji bo Erîn ê AKP’î got: Beriya bibî namzet, bibe şahidê komkujiyê
09:35 Îmzevanê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Tûnç: Divê hunermend li aliyê zilmê cih negirin
09:27 Nexweşiyên Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma giran dibin
09:25 Di ser berxwedana dîrokî re 9 sal derbas bûn: Ruhê yekîtiyê Kobanê rizgar kir
09:11 Wekîlê DEM Partiyê Duşunmez: Rêya Aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
09:10 Rojnameger Ayva hate girtin
09:07 Konferansa Îslama Demokratîk: Werin bi tevlibûna xwe hêzê bidin konferansê
09:04 28 hezar TL ceza li Amedsporê hate birîn
09:03 Li Qereçobanê îtîraza li dijî ‘hilbijêrên gerok’ hate redkirin
09:01 Li dijî bişaftina çandî tevdigerin
09:00 Parêzer Zana Kaya: Rabûna li ber tecrîdê mafê aştiyê yê civakê ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:57 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 6 kes mirin, 33 kes birîndar bûn
25/01/2024
22:22 Namzetên hevşaredariyê yên 3 bajarokên Şirnexê diyar bûn
18:14 Parêzeran hevdîtin bi CPT re kir: Divê bi lez serdana Îmraliyê bê kirin!
16:41 Parlamenter Uysal: Armanca têkoşîna me azadiya Abdullah Ocalan e
16:22 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
16:22 Girtî: Dest deynin ser nameyên ji CPT û Abdullah Ocalan re tên nivîsîn
16:19 Nobeta Edaletê: Em jin dê Abdullah Ocalan azad bikin
15:54 Siyasetmedarên piştgiriya greva birçîbûnê dikin: Divê mase jinûve were danîn
15:04 Ji bo 24 bajaran hişyariya berf û barana zêde hat kirin
14:23 Siyasetmedar Îlbasan hate berdan
13:58 Dogan: Gel dixwaze agahiyekî ji Abdullah Ocalan bigire
13:55 HPG’ê têkildarî êrişa duh daxuyanî da
13:22 Stûmal û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin
13:16 DEM Partiyê ji bo sûcê windakirina bi darê zorê pêşnûmepirs da Meclisê
12:53 Mela Mehmet Şen: Divê xutbe bi zimanê civakê bên xwendin
12:44 Li Girtîgeha Evînê 61 jinan dest bi greva birçîbûnê kirin: Pêşî li cînayetan bigirin
12:33 Cezayê darvekirinê yê siyasetmedarê kurd Ahmedî hate pejirandin
12:23 Taniş û Deniz hatin bîranîn: Kujerên wan ne camêr in nemerd in
12:07 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:57 Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê bertek nîşanî darvekirinên li Îranê da
11:37 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
11:36 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
11:07 Li gorî AYM’ê girtina siyasetmedarên HDP’î derhiqûqtî nîne
11:06 Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de encamên mulaqatê aşkere nekirin
11:05 Bavê du astengdaran ku tê xwestin xaniyê wî were hilweşandin: Ev zilma dewletê ye
11:00 Girtî Çetînbaş: Heke em bibin yek dikarin vê xerabiya birêxistinkirî têk bibin
10:13 ESP û SGDF’iyên di çalakiya grevê de: Navnîşana çareseriya demokratîk Îmrali ye
10:04 Bû 35 meh ku tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin
09:27 Serokê Şaxa Emeklî-Sen a Wanê: Sala 2024'an dê bibe sala kuştina malnişînan
09:24 Ji rojnameger Silêman Ehmed 93 roj in agahî nayên girtin
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê 2 meh li pey xwe hişt
09:06 Sevîmlî yê ÇHD’î: Divê TBB li dijî tecrîdê bikeve nava hewldanan
09:05 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Çakmak: Ji ber rola girîng a Abdullah Ocalan divê tecrîd rabe
09:04 Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe
09:00 Di hilbijartina gel de daxwaza 'azadî ji Abdullah Ocalan re'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN
24/01/2024
23:54 Di êrişa li dijî wesayîtê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
22:46 Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
19:16 Daxwaza ji bo girtin Sutçu yê êrişî HDP'ê kir hat redkirin
18:42 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
17:12 Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin
16:29 Netîce Suleymanoglû hate berdan
16:28 Avahiya pirxesar bi ser kepçeyê de hilweşiya
16:17 Nivîskarê girtî Çeper: Zext zêde bûn
16:16 DEM Partiyê bernamzetên xwe yên Tarsusê da naskirin
16:04 Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin?
16:03 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
15:31 Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû
15:24 Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê
15:23 Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin
14:31 Hêzên Zerevanî êrişî HPG’ê kirin
14:30 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Kobanê kir
13:46 Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket
13:45 DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye
13:19 Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
13:07 Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê
12:32 Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin
10:33 Li nêzî Şangayê keştiyek binav bû
10:32 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 92 roj in agahî nayên girtin
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj li pey xwe hişt
09:19 Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye
09:06 Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin