Şenyaşar ji bo Erîn ê AKP’î got: Beriya bibî namzet, bibe şahidê komkujiyê

  • rojane
  • 10:00 26 Çile 2024
  • |
img
RIHA - Abdullah Erîn ku di dema komkujiya li dijî malbata Şenyaşar de waliyê Rihayê bû, li Mêrdînê bû namzetê AKP’ê. Ferît Şenyaşar, têkildarî mijarê got: “Erîn beriya bibe namzet, bila bibe şahidê komkujiyê.” 
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kir û bi ser êrişê re 5 sal û 7 meh derbas bûn. AKP’iyan 10 roj beriya hilbijartinên giştî yên 24’ê hezîrana 2018’an êrişî dikana malbata Şenyaşar kir û Celal, Adîl, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar bi kêr, çek û çoyan bi giranî birîndar kirin. Êriş, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî berdewam kir. Birayê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz li dikane di encama guleyeke ku nehat zanîn ji hêla kê ve hatiye avêtin ve birîndar bû û li nexweşxaneyê mir. Di vê navberê de xizmên Yildiz êrişî endamên malbata Şenyaşar ên li nexweşxaneyê dihatin tedawîkirin. Di êrişê de Celal û Adîl Şenyaşar li ber çavên xebatkarên cemaweriyê hatin qetilkirin. Bav Haci Esvet Şenyaşar ku ji bo biçe cem zarokên xwe hate nexweşxaneyê jî di ketina beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ji hêla xizmên Yildiz ve li ber çavên hevjîna wî Emîne Şenyaşar ve hate lîckirin û qetilkirin.  
Di dema lînc û kuştinên li nexweşxaneyê de rayedarên dewletê jî li wir bûn. Yek ji van jî Waliyê Rihayê yê wê demê Abdullah Erîn bû ku Tayyîp Erdogan di 18’ê çileyê de weke namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê nîşan da. Bi ser komkujiyê re 5 sal û 7 meh derbas bûn lê ne îfadeyê Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz ne jî yê Wezîrê Xurek Çandinî û Sewalkariyê Eşref Fakibaba nehatin girtin. Bûyer li pêş çavên Erîn qewimî bû û dema hêj walîtiya Rihayê dikir, bi biryarnameyeke ji hêla Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hatiye îmzekirin veguhestin navendê û bû Sermifetîşê Milkiyeyê. Erîn, îro jî namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye. Tevî gelek bangawaziyên Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar jî xwe li bêdengiyê danî. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku di komkujiyê de bi giranî birîndar bûbû, têkildarî rewşa dawî ya dozê û neaxaftina Erîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘ÎFADE NEHATIN GIRTIN’
 
Şenyaşar, diyar kir ku doza têkildarî komkujiyê di bin zexta siyasî de tê kirin û wiha got: “Beriya destpêkirina danişînan 8 dozger hatin guherandin. Ji ber ku dozgeran îradeyeke xurt raber nekirin, doz piştî 4 salan hate vekirin. Lê tevî kêmasiyan vebû. Li holê îdianameyeke alîgir heye. Bi sedan endamên hêzên ewlekariyê li nexweşxaneyê bûn. Îcar walî jî li wir bû. Ev tevek jî şahid bûn. Parêzerên me her carê xwestin ku li şahidan were guhdarîkirin. Lê bêyî hincetek were nîşandan, ev daxwaz hatin redkirin. Bi ser re 5 sal û 7 meh derbas bûn. Lê hêj jî îfade nehatine girtin.” 
 
‘BILA ERÎN TIŞTÊN DIZANE BIBÊJE’
 
Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku piştî komkujiyê sê caran bi Waliyê Rihayê Abdullah Erîn re hevdîtin kirine û wiha got: “Erîn, yek ji şahidên herî girîng ê komkujiyê ye. Di hevdîtinan de ji me re got; ‘erê ez şahidê bûyerê me. Min hewl da pêşiya komkujiyê bigirim. Min kirasê xwe çirand, min xwe li ber we kir mertal lê min tenê karî we xelas bikim.’ Me xwest li kesekê ev agahî li gel hene were guhdarîkirin. Lê ev daxwaza me tê redkirin. Bila were dadgehê û çi dîtibe bila vebêje. Bila ev bêedaletî bi dawî bibe. Xwe ji bo kê kiriye mertal? Çawa nekarî pêşî li komkujiyê bigire? Bila bersiva van pirsan bide. Ev, mafê me yê qanûnî ye. Erîn, di pozîsyoneke ku rê li ber rastiyan digire de ye. Kî rê li ber rastiyan bigire, em heqê xwe lê helal nakin. Erîn li Mêrdînê bû namzetê partiya malbata ku komkujî pêk anî ye. Beriya namzetiyê, bila ji ewil bê dadgehê û tiştên dizane vebêje. Dayika min ev 6 sal in hêsiran dibarîne û yên bûne sedema vê bila bên dadgehê û tiştên dizanin bibêjin. Bila rastî derkevin holê, faîl bên darizandin û edalet pêk bê.” 
 
NOBETA EDALETÊ
 
Di berdewamê de Şenyaşar destnîşan kir ku ji ber bicihnehatina edaletê wî û dayika xwe Emîne Şenyaşar di 14’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirine û wiha pê de çû: “Nobeta me 846 rojan berdewam kir. Di vê pêvajoyê de ji bilî daraza ku divê edalet pêk bianiya, her kesî dengê me bihîst. Ji bo meqamên darazê dengê me bibihîsin, me Nobeta Edaletê di 27’ê tîrmeha 2023’yan de veguhest pêşiya Wezareta Dadê. Komkujî li pêş çavên her kesî hate kirin. Lê aliyê komkujiyê AKP bû lewma nehat ronîkirin. Heta ku ev komkujî tê ronîkirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bi vê sedemê em çûn Enqereyê. Lê dayika min nexweş bû lewma me di roja 49’an de me navber da nobetê.” 
 
‘HER KESÊN BÛNE ASTENG ŞIRÎKÊN VÎ SÛCÎ NE’ 
 
Şenyaşar, da zanîn ku dayika wî Emîne Şenyaşar di 18’ê çileyê de ji çavên xwe emeliyat bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê kesên bûne sedema vê tu carî efû nekin. Her kesên komkujî jinedîtî ve hatin, endamên darazê yên rê li ber bicihanîna peywirê digirin jî şirîkên vî sûcî ne. Tevî ewqas tiştan jî hêj jî me hêviya xwe winda nekiriye. Danişîna komkujiyê dê di 15’ê adarê de bê lidarxistin. Birayê min bi awayekî derhiqûqî 5 sal û 7 meh in dîlgirtî ye. Dema rewşa tenduristiyê ya dayika min baş bû, em ê dîsa vegerin Enqereyê û dest bi nobetê bikin. Em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Ne tenê ji bo xwe, em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Li holê bêedaletiyeke mezin heye. Em dixwazin her kes piştevaniyê bide me.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

14/04/2024
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket
15:42 Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin kir
15:10 Firarê şerê di navbera malbatan de ku 9 kes miribûn 10 meh piştre hate girtin
14:53 Li Nisêbînê meşa li dijî tacîzê: Em ê li dijî tundiyê xweparastinê pêş bixin
14:00 Xizmên girtiyan: Dê Nobeta Edaletê bi şêweyên nû yên çalakiyan bidome
13:08 Kesên ji ber derbkirina faîle tacîzê çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan
12:58 ÎSÎG: Di 3 mehan de 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
11:37 Îsraîl: Îranê bi nêzî 290 moşek û ÎHA’yan êriş kir
11:27 Îran: Êrişên me biencam bûn, heke Îsraîl êrişê neke em êdî êriş nakin
10:34 Îsraîlê bang kir: Konseya Ewlehiyê ya NY’ê îro dicive
10:02 Tirkiyeyê du gundên Metînayê bombebaran kir
10:01 Îranê piştî êrişê got: Dibe ku bûyer hatibe girtin
09:56 Kovara Jînê bi manşeta ‘Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn’ derket
09:27 Li Hewlêrê dengê teqînan
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 140 roj in di çalakiyê de ne
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'
09:05 Rojnameger Silêman Ehmed 173 rojn in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'
09:00 ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2024’AN
08:12 THY û Pegasusê seferên balafiran ên ji bo Îranê betal kirin
01:16 Îran dest bi êrişa Îsraîlê kir
00:47 Urdun sehaya xwe ya hewayê girt, li Îsraîlê dibistan hatin girtin
13/04/2024
23:50 Li dijî tecrîdê li Mannheîmê çalakî li Kopenhagê mitîng hat lidarxistin
23:24 Jinên Şengalî: Em pêngava xweparastinê dan destpêkirin
21:57 Kombûna Jinan a Zenûbiyayê têkildarî îşkenceyê daxuyanî da
21:37 Li Beyogluyê êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
21:17 Rojnameger Dîlan Oynaş hate berdan
19:55 Evren Bariş Yavuz ê hatibû hedefgirtin hate girtin
18:45 Têkildarî qezaya teleferîkê biryara binçavkirina 13 kesan hate dayîn
18:17 Çawişê pispor ê faîlê tacîzê hate binçavkirin
17:57 Platforma 1’ê Gulanê li dijî qetlîamên karkeran banga Taksîmê kir
17:22 Di bobelata Teleferîkê de 17 kes rakirin nexweşxaneyê
16:59 TJA’yê bertek nîşanî tacîza çawişê pispor da: Em ê bêdeng nemînin
16:40 Li Edîrneyê jinek hate qetilkirin
16:39 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî tacîza çawişê pispor daxuyanî da
16:27 Gotin ‘Bila ji azadiyê re bibe rê’ û şitil danîn
16:23 Li Pakistanê êriş: 10 kes hatin qetilkirin
16:20 Nobeta Edaletê: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan biisrar in
16:05 ÎHD’ê xwest girtiyên nexweş Demîr, Guvel û Zorarslan bên berdan
15:32 Tacîza çawişê pispor bi meşê hate protestokirin: Faîl tê parastin
15:03 Cîhan Oral ê ji heman malbatê 3 kes qetil kirî hêj nehatiye girtin
15:00 Li Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan xwestin faîlên Dagli bên darizandin
13:40 Odeya Endezyarên Makîneyê: Kontrolên teleferîkê nehatine kirin
13:28 Teleferîk ji ber hezazê şikestiye!
13:25 Gultekîn ê Fransayê radestî Tirkiyeyê kiribû hate girtin
13:15 Li Avûstralyayê eriş: 5 kes mirin
11:58 Xelkê Mexmûrê hevşaredarên xwe yên nû diyar kir
11:54 Qezaya teleferîkê ya li Antalyayê: 128 kes hatin tehliyekirin
11:14 Li Mêrdînê ji bo nan ji sedî 33 zem hate kirin
10:56 Ji NÇM’ê atolyeya tembûrê
09:39 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:26 Ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran alîkarî hewce ye
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:09 172 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:07 Jina rastî destdirêjiyê hat: Piştevaniyê hêz da min, heya hesab neyê pirsîn ez ê bitêkoşim
09:04 Rojnamevan Işik: Erdogan, di hevdîtinên navneteweyî de li tiştekî xwe lê bigire digere
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN
08:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kirî hate derbkirin
12/04/2024
20:01 3 kes ji ber teqîna mayinan mirin
19:21 Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin
16:30 Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin
16:27 Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin
15:50 Weqfa Mezopotamyayê kursa bisertfîka ya folklorê û edebiyata gelêrî dide destpêkirin
15:28 Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: Berxwedana we hêviyê dide me
13:48 DEM Partiyê ji bo Doza Kobanê bang kir
13:23 Hejmara filistîniyên jiyana xwe ji dest dayîn 33 hezar derbas kir
13:23 Hatîmogûllari çû serdana malbatên Hatayê
12:44 Bîlançoya 6 rojên betlaneya cejnê: 48 kes mirin
12:34 Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike
12:28 NY’ê di mijara endamtiya tam a Filistînê de lihev nekir
11:02 Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:24 Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê
10:10 MKG’ê rojnameger Evrîm Alataş bi bîr anî: Fikr û ramanên wê rê nîşanî me didin
09:44 Li Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
09:10 Berxwedana girtiyan di roja 138’an de didome
09:07 Ji rojnameger Silêman Ehmed 171 roj in agahî nayên girtin
09:06 Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:05 Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû
09:03 Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
09:01 Pirtûka girtî Alçinkaya nivîsandî jê re nayê dayîn
09:00 ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN
11/04/2024
23:57 Li Xezayê êrişeke nû hate destpêkirin
22:27 Piştî 30 salan hate berdan
21:48 Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin
21:14 Nobeta Edaletê: Kurd berxwedanekî dîrokî didin
19:57 Rêxistinên gel ên demokratîk serdana Şenyaşarê kirin
19:10 Li PE'yê Konferansa Tecrîdê: Divê li dijî tecrîdê torekî navneteweyî were avakirin
18:54 Îsraîl li dijî Îranê tatbîqata şer pêk anî
18:34 Cezayê pere li Amedsporê birîn
16:37 Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin
16:25 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike
16:08 Li Agiriyê ava rûbarî rabû mal di bin avê de man
15:19 Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike