Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin

  • jin
  • 10:23 27 Çile 2024
  • |
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku dê di hilbijartinên herêmî de qeyûman bişînin û wiha got: “Dem dema jinan e, dê bajêr bibin bajarên jinan. Me zend û bend hildan em tên ku şaredartiya jinan ava bikin.”
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) Halîde Turkoglû, di civîna Hevserokên Bajêr ên Jin de li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Turkoglû işaret bi êrîşên li ser Rojhilata Navîn, Efrîka, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bal kişand ku di şer de berê çekan li ser gel e. 
 
‘EM NIKARIN QETILKIRINA GELAN TEMAŞE BIKIN’ 
 
 Turkoglû, diyar kir ku di şeran de herî zêde jin û zarok bi bandor dibin û wiha got: “Gelek meseleyên mîna koçberiyê, tecawizkirina li jinan û teşhîrkirina bedena jinan her wiha destdirêjî di nava vî şerî de cihê xwe digirin. Ev her diçe mezin dibe. Tevî polîtîkayên zilmê û israra di vî şerî de em ê di daxwaza xwe ya aştiyê de bi israr bin. Em nikarin tenê li şerê emperyalîst sor dikin temaşe bikin. Em nikarin li qetilkirina gelê kurd a bi tank, top, ÎHA û SÎHA'yan temaşe bikin, em nikarin li qetilkirin û perçekirina bedena zarokên li Filistinê temaşe bikin. Ji bo ev şer ji holê rabe divê kedeke mezin bê dayin.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’ 
 
Tûrkoglû, da zanîn ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome û wiha pê de çû: “Bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan malbatên girtiyan jî li gelek bajaran dest bi çalakiyên Nobetên Edaletê kirin. Em li vir silavên xwe ji hemû jin û her kesên tevli vê çalakiyê dibin, dişînin û em dibêjin bila tu gumana kesî ji aliyê mezinkirina me ya piştevaniyê tune be. Ji bo ev têkoşîn bi awayekî bi rûmet bibe sedema avakirina aştî û edaletê em ê têkoşînê mezin bikin.”
 
‘BERSIVA HERÎ XURT EM JIN DÊ BIDIN’ 
 
Turkoglû, da xuyakirin ku li kuçe, di şer de, li cihên kar jin tên qetilkirin, tundî li wan tên kirin û dema mêr dibin mijara gotinê mêr tên parastin û jin têra xwe nayên parastin. Turkoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dîsa tundiyê dibînin û dîsa em tên kuştin. Lê belê aqilê mêr dewleta mêr diparêze û pêvajoya darazê jî li dijî jinan pêş têxe. Desthilat destkeftiyên me yên bi salan ên me bi têkoşîneke mezin bi dest xistine xesp dike. Yên xwe ji Peymana Stenbolê vekişandin vê carê jî êrişî mafê me yê nefeqeyê dikin. Komxebat û konferansên tê de jin tune ne tên lidarxistin. Ya wê bersiva herî xurt bide vê desthilatê wê em jin bin. Em van konferans û komxebatana qebûl nakin.”
 
Turkoglû, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
 
“Qeyrana aboriyê, qeyrana piralî bandoreke neyînî li ser jinan û civakê dike. Civakê bêparastin dihêle. Li dijî vê xizaniyê dîsa me jinan dengê xwe bilind kir. Em ê ji bo çareseriyê, ji bo avakirinê û ji bo teşhîrkirinê dengê xwe her bilind bikin. Yek ji rojeva sereke ya civîna me hilbijartinên herêmî ne. Me li gelek cihên bakurê Kurdistanê bi nêzî 100 hezar delegeyî dengdayina gel pêk anî. Ev yek wê ji Tirkiye û cîhanê re bibe modelek. Me bi dengên gel endamên meclisê û hevserokên xwe hilbijart. Wê namzetên me paradîgmaya azadiya jinan û ekolojîk têxin meriyetê. Ez namzetên me yên jin ên hatine hilbijartin pîroz dikim. Em di 31'ê Adarê de bi partiyên din re têkevin nav pêşbirkekê, qezenckirina vê pêşbirkê wê di destpêkê de bibe serkeftina gelê kurd û serkeftina jinan, gelên tên çewisandin. 
 
‘EM Ê LI DIJÎ FERASETA QEYÛM TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’ 
 
Wê her hevalên me wekî ku namzet bin bixebitin. Ji vê yekê tu gumana me tune ye. Delegeyên jin, namzetên me, dayikên me negotin herî û baran e bi awayekî ji dil tev li vê pêvajoyê bûn. Ev yek bû moral. Di vê dengdayinê de dîsa me carinan li dijî zihniyata mêr jî têkoşîna xwe kir. Têkoşîna me hevpar e. Dewamî ye. Ew ê sibehê li qadeke din jî wiha dewam bike. Di vir de pergala hevserokatiyê xeta me ya xemrî ye. Ji bo hilbijartinên nêz dibin em jin dibêjin em hene. Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm a ji feraseta demokrasiyê û ji feraseta zayenda civakî ya di şaredariyan de dûr e têkoşîna xwe bidomînin û em ê bajarê xwe bi rê ve bibin. 
 
‘YEK JI PEYWÎRA ME YA SEREKE ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN SEREKE YE’ 
 
Me ji rêxistinbûyina xwe ya xweser dest pê kir û me got nûnertiya wekhev. Me pergala fermuarê wekî rêgeza sereke xist meriyetê. Ev sîstema destkeftiya me ya têkoşîna me ya bi salan e. Ez hevserokên me pîroz dikim. Wê her hevaleke me bi awayekî bi hêz vê peywira xwe bi cih bînin. Ji vê yekê em guman nakin. Em berî civîna partiya xwe tên gel hevdu û em gotina xwe di raya giştî de dibêjin. Çareserkirina pirsgirêkên jinan ên li bajêr yek ji peywira me ya sereke ye. Em dizanin wê her hevaleke me di vî warî de berpirsiyariyê bigirin ser xwe û wiha tev bigerin. Em ji hêz û morala ku em ji hev digirin xebatên xwe bidomînin. 
 
‘DEM DEMA JINAN E’ 
 
Em li tu bajarî ne mecbûrî partî û şaredariyên ku berjewendîxwaz, talanker û zayendperest in. Em ê şaredartiya jinan avabikin. Beyî jin şaredartî nabe, xizmet nabe û xebat nabe. Ji bo serkeftinê em bi rê ketin. Partiyên siyasî li bajarên mezin namzetên mêr nîşandan û bi hişmendiya mêr projeyên xwe tînin ziman. Ev partiyên ku xebatên hilbijartinê dikin îro dibêjin sibehê jî jibirdikin. Em projeyên ku fikrê jinan negirtiye qebûl nakin. Li bajaran jin ked didin, em diafirînin û hildiberînin û em ê serdestiya mêr a li şaredariyan têk bibin. Em ê demokrasiya herêmî, tevlİbûna berfireh, azadiya jin û ekolojiyê esas digire avabikin.
 
Em ber bi hilbijartina herêmî ya ku dê di 31'ê Adarê de pêk bê ve diçin û em ji niha ve dest bi xebatên 8'ê Adarê dikin. Wek Meclîsa Jinan a DEM Partiyê em dibêjin 'Dem dema jinan e, bajar wê bibin bajarên jinan’. DEM Partî tê. Niha dema hêviyan e û tiştên ku ji me hatin dizîn em ê paşve bigirin û em dest bi xebatan dikin. 
 
‘EM RÊ NADIN FAŞÎZMÊ’ 
 
Bi pêşhilbijartinan me dersa demokrasiyê da û niha dora serkeftina hilbijartinê ye. Endamên Meclîsa Jinan a partiya me, hevserokên me û rêveberên rêxistinên me baştir pirsgirêkên bajêr dizanin, ji ber ku bi gel re nin. Em ê li Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Serhad û Amedê civînên herêmî li dar bixin. Em ê li ser danezan û stratejiya xwe ya hilbijartinê nîqaş bikin. Em ê rêxistinbûna xwe û vîna xwe bi hêztir nîşan bidin. Em ê meclîsên jinan ên bajar û navçeyan xurt bikin. Cihê ku meclîs nîne em ê avabikin. Em ji rastiya xwe tawîz nadin. Em qeyûman ji bajarên xwe derxin. 
 
Li Tirkiyeyê cureyek din a faşîzmê heye û bêtir jinan dike hedef û cudakariyê dike. Ev rewş bêtir di hilbijartina herêmî de xwe nîşan dide. Em rê nadin vê faşizmê. Hewcedariya me hatina li cem hev heye. Ev berpirsiyariya hevserokan e û pêşengên vî karî ne.”
 

Sernavên din

29/01/2024
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin
16:32 Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
15:40 ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
15:38 Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin
15:09 Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
14:58 Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye
14:47 Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome
14:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin
14:15 Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin
13:22 Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir
12:45 Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin
11:51 Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin
10:56 Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin
10:40 Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha!
10:21 Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan
10:12 Pratîka qeyûm a li Êlihê: Dijminatiya li kurdî û tayînên derusûlî
09:26 Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir
09:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
09:10 Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin
09:09 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê
09:01 Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 96 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2024’AN
27/01/2024
21:51 Li Swîsreyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome
21:47 Nûçegihanê MA'yê Altintaş careke din hat binçavkirin
20:19 Nûçegihanê me Altintaş hat berdan
18:30 Li nûçegihanê me Altintaş xistin
17:38 Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin
17:16 Hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
16:32 Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû: Diyanet xizmeta henêfiyan dike
16:14 Prz. Ozturk: Êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin
15:52 4 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hatin kirin
15:42 Xizmên windayan: Taniş û Denîz ên li qereqolê winda bûn li ku ne?
15:21 Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleyên dengan diyar bûn
15:02 Salar: Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e
14:37 Cezayê hepsê yê Seroka TTB'ê Fîncanci erê kirin
14:26 Riyên 806 jîngehên li Colemêrg û Wanê hatin girtin
14:06 Dayikên Şemiyê faîlên Akar ê bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
14:04 Şaredariya AKP’î wesayît neda cenazeyê jina pîr
12:07 Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê li Stenbolê were lidarxistin
11:11 Hevserokê DAD’ê Kete yê di Konferansa Îslama Demokratîk de axivî: Divê em lewaziyên xwe xurt bikin
10:26 Malpera Xwebûnê hate astengkirin
10:23 Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin
10:18 Qedexeya Çiyayê Gabarê 15 roj din hate dirêjkirin
09:58 Nûçegihanê me Altintaş hate binçavkirin
09:56 Tum ê OHD’î: Divê Girava Îmraliyê ji kontrolkirinê re bê vekirin
09:18 Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
09:16 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin
09:14 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bê pere û bi zimanê dayikê tê dermankirin
09:10 Dîmenên ku gava polîs milê parêzer dişikînin derketin holê
09:06 Girtiyên siyasî 62 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:05 95 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Deynê qeyûmê Wanê 3 milyar TL'yî derbas kir
09:01 Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Canpolat: Ji bo çareseriyê tev li meşa me bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN
26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome
16:33 Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da
15:05 ESP’iyên tev li Nobeta Edaletê bûn: Em ê tecrîdê rakin