Xizmên windayan: Taniş û Denîz ên li qereqolê winda bûn li ku ne?

  • rojane
  • 15:42 27 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Xizmên windayan li Amed, Îzmir, Colemerg û Êlih’ê ji bo aqûbeta Serokê Rêxistina HADEP’ê Serdar Taniş, Rêveberê HADEP’ê Ebubekir Deniz û Enter Ozdemîr ê li Çelê hatin windakirin bipirsin daxuyanî dan. Xizmên windayan gotin “Denîz û Taniş ên li qereqolê hatin windakirin li ku  ne?” 
 
Rêveberên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan  ên li Amed, Îzmîr, Colemêr û Êlihê bi boneya “Winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakiyên xwe yên her hefte roja şemiyê pek tînin îro jî berdewam kirin. 
 
 AMED 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 781’an de dîsa li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezan kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan dîsa di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windayan û nivîsa “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ser hebû rakirin. Xizmên windayan disa wêneyên zarokên xwe yên winda rakirin û aqûbeta wan pirsin. Nûnerên rêxistinên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz, anî ziman ku her hefte aqûbeta kesên ji ber fikrên xwe hatine windakirin dipirsin û wiha got: “Em îro li vir ji bo aqûbeta Serokê HADEP’ê yê navçeya Serdar Taniş û rêveberê HADEP’ê Ebubekir Deniz ku di 25’ê çileya 2001’an de hatin windakirin bipirsin kom bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Alî Riza Demîrtaş çîroka Taniş û Denîz ên di 25'ê çileya 2001'an de çûn Fermandariya Cendermeyan a Silopiyayê pişt re agahî jê nehate wergirtin xwend. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan li Êlihê jî di hefteya 617’an de li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û aqûbetna windayan pirsin. Xizmên windayan li vir ji pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de rêveberên OHD, MEBYA-DER, Baroya Êlihê, DEM Partî, Namzetên Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdi Oztuzun, rêvberên DEM Partî û DBP’ê di çalakiyê de amade bûn. 
 
Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Deniz pirsîn û di çalakiyê de çîroka wan hate xwendin. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 107’emîn a çalakiyê de bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin”, li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê civîyan. Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê beşdar bûn. Beşdaran di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çaprak daxuyaniyê xwend. 
 
‘EM Ê DI HEQÎQETÊ DE ISRAR BIKIN’ 
  
Çapraz, anî ziman ku li dijî sûcê windakirina di bin çavan de dê di heqîqet û edaletê de israr bikin û wiha got: “Li dijî kesên di bin çavan de hatin windakirin û bênasname û bêgor hiştine, dewlet berpirsyar e. Bi vî sûcî dixwazin civakê bêhiş bihêlin. Em 107 hefte ne çalakiya bibîrxistin û bibîranînê didomînin. Me vê hefteyê Enter Ozdemîr ê hate xwestin were jibîrkirin û daxwaza malbata wî ya edaletê bi salan e bêbersiv tê hiştin ji bîr nekir û ji bo wî em civîyan."
 
ÇÎROKA ENTER OZDEMÎR XWENDIN 
 
Çapraz, çîroka bavê du zarokan Enter Ozdemîr ê 46 salî ku di 5’ê gulana 1994’an de li gundê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hate qetilkirin xwend. Çapraz, xwest ku demildest lêpirsîneke bibandor were destpêkirin, faîl bên derxistin û cezayên hewce bên dayîn. Çapraz, diyar kir ku dê tu car ev ji daxwaza edaletê ya ji bo Enter Ozdemîr bernedin.
 
ÎZMÎR 
 
Li Îzmîrê jî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHD'ê daxuyanî dan. ÎHD'ê li pêş Sumerbank a Konakê ya berê daxuyanî da. Çalakgeran di çalakiyê de pankartên “Winda wîcdan in xwedî derkevin" û "Faîl diyar in, winda li ku ne" vekirin. Vê hefteyê aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Deniz ên li Sîlopiyê li  Fermandariya Cendirmeyan hatin windakirin pirsîn. Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî xwend. 
Zîlan Gumuş, anî ziman ku wan dest ji lêgerîna windayên xwe bernedaye û em ê tu carî jî dev jê bernedin û wiha got: "Serdar Taniş û hevalên xwe di sala 2000'î de li Silopiyayê ji bo vekirina rêxistina HADEP'ê ya navçeyê dest bi xebatê kirin. Yen dixebitîn rastî gef û zextên giran ên fermandarê alaya cendirmeyan a Şirnexê orgeneral Levent Ersoz û fermandarê qereqola jendermeyan a navçeya Silopiyayê Kaptan Sileman can hatin û gotin “HADEP li herêma min nayê vekirin. Ez ê ti carî destûrê nedim. Tevî hemû zextan jî 3'ê çileya 2001'an rêxistina HADEP'ê ya navçeyê hat vekirin. Serdar Taniş bu serokê navçeyê. Pişt re zext hîn girantir bûn." 
 
Zilan Gumuş da zanîn ku di 25'ê çileya 2001'an de ji fermandariya cendirmeyan a Silopiyayê bang li Serdar Taniş kirin û xwestin ku were fermandariyê û wiha lê zêde kir: "Serdar Taniş bi Ebubekir Deniz re çu û careke din agahî jê nehat. Fermandariya cendirmeyan a Silopiyayê da zanîn ku 5 roj in wan Taniş û Deniz nedîtine. Ji ber ku zextên gel zêde bûn, walîyê Şirnexê Huseyin Başkaya ragihand ku di 25'ê çile de hatin fermandariyê. Lê piştî nîv saetê man ji wir derketin. Bav Şuayip Taniş daxuyanî da raya giştî û wiha got: "Dema kurê min hewl dida ku rêxistina navçeyê veke, Levent Ersoz timî gef li me xwar. Fermandariya cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz got "Kurê we bila dev ji vî karî berde.” Wekî din wê ne xêra te be.” Kurê min dema ji bo xebatên partîyê çûbû Amedê, Levent Ersoz  telefonî min kir û got; “Eger kurê te Serdar lingê xwe bavê ser axa Şirnexê ez nahêlim bijî. Dema kurê min ji Amedê hat gazî qereqola jendermeyan kirin. Çû û nema vegerî ya." 
 
Gumuş da zanîn ku ÎHD, rewşenbîr, ji bo aqûbeta Taniş û Deniz lêkolîn bikin ketin nava hewldanan û wiha lê zêde kir: "Lê hemû hewldan bê encam man. Dosya bi dawî bû. Di sala 2015'an de biryara neşopandinê ya  hat dayîn. Îtîraza ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Cizîrê ve hat redkirin, malbatan di 17'ê tebaxa 2015'an de serî li dadgeha destûra bingêhîn dan. Di 18'ê tîrmeha 2019'an de bi hinceta wext ser re derbas buye ji bo ve hatiyê redkirin. Lê belê di doza ku di sala 2001'an de ji DMME'ê re hat şandin de, dadgehê destnîşan kir ku berpirsyarê windakirina Taniş û Denîz dewlet û ku ji aliyê dadgehên herêmî ve lêkolîneke adil  ya berfîreh an jî lêpirsîneke serbixwe nehatiye kirin. Û bi yekdengî Tirkiye mehkum kir." 
 
Gumuş bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku têkildari biryara windakirina Taniş û Denîz erka xwe pêk bînin û ew ê heta dawî şopdarên aqûbeta Denîz û Taniş bin.
 

Sernavên din

29/01/2024
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin
16:32 Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
15:40 ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
15:38 Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin
15:09 Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
14:58 Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye
14:47 Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome
14:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin
14:15 Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin
13:22 Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir
12:45 Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin
11:51 Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin
10:56 Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin
10:40 Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha!
10:21 Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan
10:12 Pratîka qeyûm a li Êlihê: Dijminatiya li kurdî û tayînên derusûlî
09:26 Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir
09:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
09:10 Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin
09:09 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê
09:01 Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 96 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2024’AN
27/01/2024
21:51 Li Swîsreyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome
21:47 Nûçegihanê MA'yê Altintaş careke din hat binçavkirin
20:19 Nûçegihanê me Altintaş hat berdan
18:30 Li nûçegihanê me Altintaş xistin
17:38 Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin
17:16 Hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
16:32 Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû: Diyanet xizmeta henêfiyan dike
16:14 Prz. Ozturk: Êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin
15:52 4 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hatin kirin
15:42 Xizmên windayan: Taniş û Denîz ên li qereqolê winda bûn li ku ne?
15:21 Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleyên dengan diyar bûn
15:02 Salar: Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e
14:37 Cezayê hepsê yê Seroka TTB'ê Fîncanci erê kirin
14:26 Riyên 806 jîngehên li Colemêrg û Wanê hatin girtin
14:06 Dayikên Şemiyê faîlên Akar ê bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
14:04 Şaredariya AKP’î wesayît neda cenazeyê jina pîr
12:07 Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê li Stenbolê were lidarxistin
11:11 Hevserokê DAD’ê Kete yê di Konferansa Îslama Demokratîk de axivî: Divê em lewaziyên xwe xurt bikin
10:26 Malpera Xwebûnê hate astengkirin
10:23 Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin
10:18 Qedexeya Çiyayê Gabarê 15 roj din hate dirêjkirin
09:58 Nûçegihanê me Altintaş hate binçavkirin
09:56 Tum ê OHD’î: Divê Girava Îmraliyê ji kontrolkirinê re bê vekirin
09:18 Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
09:16 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin
09:14 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bê pere û bi zimanê dayikê tê dermankirin
09:10 Dîmenên ku gava polîs milê parêzer dişikînin derketin holê
09:06 Girtiyên siyasî 62 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:05 95 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Deynê qeyûmê Wanê 3 milyar TL'yî derbas kir
09:01 Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Canpolat: Ji bo çareseriyê tev li meşa me bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN
26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome
16:33 Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da
15:05 ESP’iyên tev li Nobeta Edaletê bûn: Em ê tecrîdê rakin