Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin

  • rojane
  • 17:38 27 Çile 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû serdana Nobeta Edaletê kir û got: “Dewlet ji kurdan û girtiyan tolê hiltîne. Divê em têkoşîna xwe bidomînin, em ê vê faşîzmê teqez hilweşinin.” 

Nobeta Edaletê ya di çarçoveya “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li gelek bajaran hatiye destpêkirin, berdewam dike. Kesên li gelek bajaran tev li nobetê dibin, peyamên mezinkirina rêkoşînê dan. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilaWîstin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Jin jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
ELEQEYA MEZIN A JI NOBETÊ RE
 
Çalakiya nobetê di roja 46’emîn de berdewam kir. Rêveberên Komeleya MATUHAY-DER’ê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), rêveberên Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Parlamenterê DEM Partiyê Çîçek Otlû, Xwîşka Mazlûm Dogan, Serap Mûtlû Dogan, Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), Rêxistina DEM Partiyê ya Bûrsayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Beykoz, Uskudar, Umraniye, Sultanbeylî, Pendîk, Sariyer,Şîşlî yên Stenbolê û gelek welatî hatin serdana nobetê. 
 
Nobeta Edaletê ya bi navberên 15 rojan, li cihên cuda dihat domandin, bi panela MATUHAYDER’ê ya li navçeya Sancaktepeyê, hate bidawîkirin. Moderatoriya panelê ji rêveberên MATUHAYDER’ê Abdullah Yildiz, çalakvan Fince Akman, Parlamentera DEM Partiyê Çîçêk Otlû û Parêzerê OHD’ê Ahmet Ozcan wek axiver cih girtin. 
 
Di vekirina panele de xizma girtî Fînce Akman grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de dom dikin bi xist û got: “Divê hemû gel û dayik piştgirî û deng bidin vê çalakiyê. Çalakiya me gelek hêja ye. Ji ber wê divê em wek malbatên girtiyan, vê têkoşînê bi awayeke hevpar bidomînin.” 
 
‘DIVÊ EM BERZKIRINA DENGÊ WAN BIDOMÎNIN’
 
Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû dema dest bi axaftinê kir, kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyanan xwe ji dest dane, bi bîr anî û got: “Dewlet dixwaza ji gelê kurd û girtiyan tolê hilîne. Li aliyekê tecrîda li girtîgeha kur dibe, li aliyê din hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Saziyên Edlî yên Tipê, bûne navendan mirinê. Tevî ku derbarê wan de ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ tê gotin, dîsa jî wan di girtîgehên de digirin, li aliyê din endamên Hîzbullahê berdidin. Divê em li dijî vê bêedaletî û cihêkariyê hêrs bibin. Divê em têkoşîna xwe û berzkirina dengê wan bidomînin.”
 
‘EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Otlû anî ziman ku îro tecrîd belavî tevahiya civakê bûye û wiha pê de çû: “Ev 35 meh in ku ji birêz Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Dewlet dixwaze tolê ji gelê kurd hilîne. Dixwaze karker û kedkaran jî tecrîd bike, wan neçarê bîatê bike. Di serî de li girtîgehan tecrîdê da destpêkirin. Tecrîd tê wateya dûrxistinê. Ji bo ku ji têkoşînê paş bixe, tecrîdê disepîne. Divê em ser daxwazên malbatên xwe hur bibin. Li hundir tecrîdeke giran heye. Divê ewil çav û guhê me li Îmraliyê be, piştre jî li hemû girtîgehan be. Em dayikên ku Nobeta Edaletê digirin, tenê nehêlin. Em ê teqez vê faşîzmê hilweşînin.”
 
'YEKANE DAXWAZA GIRTIYAN AZADIYA ABDULLAH OCALAN E' 
 
Ji Parêzerên OHD’ê Ahmet Ozcan jî da zanîn ku ew ji 27’ê mijdarê heya niha taybetî jî girtîgehên li Herêma Marmarayê şopandine. Ozcan destnîşan kir ku ew dora 20 girtîgehan de geriyane û derbarên wan de rapor girtine, ev tişt gotin: “Dema me di vê pêvajoyê de bi parlamenterên xwe re hevdîtinê li dar xist, tenê daxwazek girtiyan hebû, ew jî Abdullah Ocalan agahiyekê stendin û azadiya wî pêkanîn bû. Em dikarin bêjin ku piştî greva birçîbûnê ya girtiyan dest pê kir, binpêkirinê mafan jî zêde bûn.” 
 
‘DIVÊ BI ABDULLAH OCALAN RE DIYALOG BÊ DANÎN’ 
 
Ozcan, anî ziman ku tecrîd rêbazeke li dijî mafên mirovan e û bi bîr xist ku weke OHD di demekî nêzîk de di vê mijarê de serî li CPT’yê da. Ozcan, wiha domand: “Hemû serlêdan bi awayekî dijhiqûqî bêbersiv hatine hiştin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li dijî mafên mirovan ên bingehîn in. Ne pêkan e ku ev were qebûlkirin. Pêkhatina aştiyê di diyaloga bi birêz Abdullah Ocalan re pêkan e.”
 
Nobeta Edaletê dê ji sibê û şunde li avahiha Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyûrtê berdewam bike. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 54’yan de berdewam dike. Rêxistina DEM Partiyê ya Tûşbayê serdana nobetê kir. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Yilmaz Binbaşioglû axivî û ev tişt anî ziman: “Li dijî kurdan tim koletiyê ferz dikin, em jî dê li dijî vê yekê dest ji têkoşînê bernadin. Weke gel, divê em xwedî li rêhevalên xwe yên li zindanan û dayikan derbikevin. Divê her kes gumanên xwe dane aliyekê û di nava têkoşînê de cih bigire. Bila were zanîn ku azadiya Birêz Ocalan, azadiya me hemûyan e.
 
Aslihan Tîmûr a tev li nobetê bûye wiha axivî: “Divê tecrîd were şikandin. Em li vê derê edaletê digerin û divê heya 15’ê sibatê, her kesek rabe ser piya. Em li bende ne ku her kesek bi dayikên xwe ve piştevaniyê bidin. 
 
‘EM DIKARIN BI TÊKOŞÎNÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’
 
Namzeta Hevşareraiyê ya Tûşbayê ya DEM Partiyê Hanim Okkoş hat serdana çalakvanên nobetê û ev tişt anî ziman: “Girtiyên nexwêş ên giran, ne tên berdan ne jî tên dermankirin. Pêdiviyên wan ên xwarinê û tenduristiyê nayên dayîn. Divê em xwedî li van hevrêyên xwe yên ku bedena xwe razandine mirinê, derbîkevin. Heke em piştevaniyê bikin hem em ê tecrîdê bişkînin, hem jî dê ji vî halê zextê xelas bibin. Gelê kurd ji destpêka dirokê li dijî van zextan li ber xwe da û dê li ber xwe bide. Dê têkoşîna me vê tecrîdê bişkîne.”
 
Nobet bi berzkirina diruşman domiya.
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 55’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku ji hêla Dayikên Aştiyê tê domandin, bi serdana rêveber û endamên komeleyê, endamên DEM Partiyê berdewam dike. Dayik di çalakiyê de gelek caran diruşma “Bîjî berxwedana zindanan” berz kirin. Çalakvanan daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan kirin.  
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 54’emîn de berdewam kir. Rêveberên Komeleya Lêkolinên Ziman u Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Enstituya Kurdî ya Amedê serdana nobetê kirin.
 
Rêveberên MED-DER’ê diyar kirin ku divê tecrîd li cîhanê were belavkirin û wiha got: “Em bawer dikin ku bi vê çalakiya dayikan dê tecrîda li ser girtiyên siyasî û Serokatiyê bê rakirin.” Malbatên di nobeta bi stranan dom kir de cih digirin diyar kirin ku dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin. 
 
Çalakî bi dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya ku li Mêrsînê bi Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê di roja 55’an de berdewam kir. Dayikên Aştiyê, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û gelek welatiyan serdana nobetê kirin. Dayika Aştiyê Şemsa Acar a di çalakiyê de axivî, wiha got: “Em ji bo ku Serokê me azad bibe û tecrîd li ser giriyan rabe 55 roj in li vir rûdinin. Heta ku em hebin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
MÊRDÎN 
 
Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka kurd re çareserî Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Gelek kesan serdana nobetê kirin. Beşdarvanan bi kesên nobetê digirin re stran gotin. 
 
 
 
 

Sernavên din

29/01/2024
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin
16:09 Rojnameger Alagaş hate berdan
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin
16:32 Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
15:40 ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
15:38 Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin
15:09 Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
14:58 Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye
14:47 Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome
14:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin
14:15 Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin
13:22 Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir
12:45 Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin
11:51 Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin
10:56 Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin
10:40 Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha!
10:21 Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan
10:12 Pratîka qeyûm a li Êlihê: Dijminatiya li kurdî û tayînên derusûlî
09:26 Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir
09:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
09:10 Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin
09:09 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê
09:01 Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 96 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2024’AN
27/01/2024
21:51 Li Swîsreyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome
21:47 Nûçegihanê MA'yê Altintaş careke din hat binçavkirin
20:19 Nûçegihanê me Altintaş hat berdan
18:30 Li nûçegihanê me Altintaş xistin
17:38 Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin
17:16 Hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
16:32 Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû: Diyanet xizmeta henêfiyan dike
16:14 Prz. Ozturk: Êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin
15:52 4 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hatin kirin
15:42 Xizmên windayan: Taniş û Denîz ên li qereqolê winda bûn li ku ne?
15:21 Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleyên dengan diyar bûn
15:02 Salar: Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e
14:37 Cezayê hepsê yê Seroka TTB'ê Fîncanci erê kirin
14:26 Riyên 806 jîngehên li Colemêrg û Wanê hatin girtin
14:06 Dayikên Şemiyê faîlên Akar ê bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
14:04 Şaredariya AKP’î wesayît neda cenazeyê jina pîr
12:07 Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê li Stenbolê were lidarxistin
11:11 Hevserokê DAD’ê Kete yê di Konferansa Îslama Demokratîk de axivî: Divê em lewaziyên xwe xurt bikin
10:26 Malpera Xwebûnê hate astengkirin
10:23 Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin
10:18 Qedexeya Çiyayê Gabarê 15 roj din hate dirêjkirin
09:58 Nûçegihanê me Altintaş hate binçavkirin
09:56 Tum ê OHD’î: Divê Girava Îmraliyê ji kontrolkirinê re bê vekirin
09:18 Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
09:16 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin
09:14 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bê pere û bi zimanê dayikê tê dermankirin
09:10 Dîmenên ku gava polîs milê parêzer dişikînin derketin holê
09:06 Girtiyên siyasî 62 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:05 95 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Deynê qeyûmê Wanê 3 milyar TL'yî derbas kir
09:01 Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Canpolat: Ji bo çareseriyê tev li meşa me bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN
26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome