Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike

  • rojane
  • 10:31 30 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku hewldan hene ku şer û pevçûnan veguhêzin erdnîgariya Kurdistanê û wiha got: “Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike. Divê nehêle ku Tirkiye wê araste bike.” 
 
Şandeyeke bi serokatiya Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê gelek hevdîtin kirin. Kalin, bi Serkokkomarê Iraqê Latîf Reşîd re civiya û piştre jî bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Hat zanîn ku mijara sereke ya hevdîtinên heyî jî êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bûn. 
 
Di heman demê de rojeveke din a hevdîtinan jî Kerkûk bû. Di 18’ê kanûnê de li Iraqê hilbijartinên meclisên giştî hatin kirin û berê her kesî li Kerkûkê bû. Koalîsyona Hêz û Îradeya Me ku YNK’ê serkêşiya wê dikir, 5 kursî bi dest xist û bû yekemîn. Koalîsyona Ereb 3 kursî, Eniya Tirkmen a Iraqê 2 kursî û PDK’ê jî 2 kursî bi dest xist. Tê payîn ku waliyê bajar bibe YNK’î. Lê belê rayedarên Tirkiyeyê di her firsendê de nerazîbûna xwe ya li dijî vê yekê tînin ziman. Hat diyarkirin ku ev “nerazîbûn”, di hevdîtina dawî de jî hate vegotin. 
 
Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî geşedanên dawî axivî. 
 
HEVDÎTINÊN BI PDK’Ê RE HATINE KIRIN
 
Berwarî, anî ziman ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêvajoyeke gelek girîng diqewime û wiha got: “Hewl didin pevçûnên li Rojhilata Navîn veguhêzin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê. Tirkiye ji bo ku li her du herêman hedefên xwe pêk bîne, gelek planan çêdike. Ji bo vê jî gelek hewldanên provakatîf dike. Dibe ku li hêzên leşkerî yên PDK’î, noqteyên ewlehyê û li sivîlan jî bixe. Armanca ji vê jî ew e ku di navbera PDK û gerîlayan de şer derxîne. Heta rayedarên Tirkiyeyê gefa ‘Heke hûn bi gerîlayan re şer nekin em ê Deriyê Sînor ê Halîl Îbrahîm bigirin.’ Li PDK’ê dixwin. Ji hêla leşkerî, aborî û siyasî ve jî zextan dike. Ji bo vê jî çendek hevdîtinan dikin.” 
 
Bi domdarî Berwarî bal kişand ser danezana ku hêzên Zerewan ên PDK’ê êrişî HPG’iyan bikin û ev nirxandin kir: “Bi navê hêzên Zerawanan danezanek hat parvekirin. Demekî kin piştre ev danezan hate derewandin lê du roj piştre kete pratîkê û êriş kirin. Bi rastî jî naveroka wê danezanê cihê fikaran e. Divê tevahiya gelê kurd li dijî vê derkeve. Divê PDK’ê vê mijarê zelal bike. Heke ev kiribin, ev yek îlana şer e. Ji ber ku fermanê dide tevahiya hêzên xwe ku êrişî gerîlayan bikin. Rewşa heyî cihê fikaran e. Her gava tê avêtin, gava birakujiyê ye. Hêvîdarim ku PDK bi berpirsyartî tevbigere û nekeve nava xeletiyeke wiha dîrokî.” 
 
‘ŞER NE LI GORÎ BERJEWENDIYÊN GELÊ ME YE’ 
 
Berwarî, got ku Tirkiye hewl dide berê PDK û hêzên HPG’ê bide hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin li erdnîgariya kurdan bi destê kurdan şer bidin destpêkirin. Piştî vî şerî jî dê bikin ku dewletên herêmê bikevin Başûr. Dixwazin tevahiya destkeftiyên kurdan tune bikin. Lewma divê PDK baş fêm bike ku ev şer ne li gorî berjewendiyên gelê me ye. Heke şerek derkeve dê dawiya wan jî bê. Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike. Divê nehêle Tirkiye wê araste bike û zextê lê bike ku bikeve nava şer.” 
 
'DIVÊ PDK JI TIRKIYEYÊ XELAS BIBE’
 
Berwarî, wiha dom kir: “PDK dibêje ku aliyekî şer nîne. Dibêje ku alîkariya lojîstîkî nade tu aliyan. Lê bi taybet jî qadên tevgerê yên gerîlayan digire, hêzên xwe li qadên gerîlayan bi cih dike, têkildarî liv û tevgera gerîlayan îstîxbaratê dide Tirkiyeyê. Ev yek cihê fikaran e. Divê PDK dev ji pratîkên xwe berde û guftûgoyê bi rayedarên KCK û PKK’ê re pêş bixe. Divê xwe ji tora Tirkiyeyê xelas bike. Girtina Deriyê Sînor ê Halîl Îbrahîm hem ji bo gelê Başûr hem jî ji bo PDK’ê dê baştir bibe. Ji ber ku heta ev derî neyê girtin dê Başûr nekare serbixwe bibe. Gelê Başûr dikare pêdiviyên xwe ji Iraq, Sûriye û Îranê pêşwazî bike. Her wiha dikare bi rêyên hewayî pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Heke bi Tirkiyeyê re tevbigere, dê gelê kurd pişta wan negire.” 
 
‘DIVÊ TIRKIYE JI XAKA BAŞÛR BÊ DERXISTIN’
 
Herî dawî jî Berwarî ev tişt anî ziman: “Ji bo parastina destkeftiyên neteweyî yên gelê kurd ên li her çar parçeyan, divê kurd di navbera xwe de tifaq bin. Divê tevahiya hêzên siyasî û leşkerî bi hev re tevbigerin. Divê kurd siyaseta xwe dîsa li ber çavan derbas bikin û dost û dijminên xwe yên li Rojhilata Navîn û cîhanê baş nas bikin. Divê kurd nekevin şerê sêyemîn ê cîhanê û nehêle şer veguhêze ser xaka wan. Heke kurd bikarin yekitiya xwe ava bikin, dê ji bo wan derfetên mezin çêbibin. Heke PDK bikeve bin sîwana Tirkiyeyê û li dijî kurdan şer bike, dê destkeftiyên neteweyî yên gelê kurd ji dest biçin. Ne bawerim PDK û hikûmeta Başûr wisa bi hêsanî bê xapandin. Ew jî dizanin ku li gel Tirkiyeyê tu dahatûya wan nîne. Lewma divê tavilê leşkerên tirk ji xaka Başûr derxînin. Divê xelkê Başûr jî di vê mijarê de xwedî helwestekî zelal be. Heke Tirkiye ji vê xakê were derxistin dê azadî û aramî serwer be.” 
 

Sernavên din

01/02/2024
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?
13:49 Bi pirekê ve pankarta ‘Azadiya rêbere me azadiya me ye’ hate daliqandin
13:24 Gavên ewil ên Meşa Mezin a Azadiyê hatin avêtin
12:51 Di doza tacîzê de daxwaza cezakirinê
12:44 Bayindir: Em ê tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin
Bakirhan: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
12:11 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:10 Pira dîrokî ya Şapatanê li ber hilweşînê ye
11:55 Li Qersê ‘Meşa Azadiyê’ dest pê kir: Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin
11:50 Zema ji bo simîdan dê bihata kirin taloqî piştî hilbijartinê kirin
10:58 DEM Partî komcivîna xwe ya di 6’ê sibatê de dê li Hatayê pêk bîne
10:48 Tirkiye bi hevdîtinên xwe yên bi Iraq û Îranê re çi armanc dike?
10:41 Rojnameger Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekirî dihat darizandin beraet kir
10:35 Li Wanê starta Meşa Mezin a Azadiyê hat dayîn: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo gelê kurd statû
10:33 Li Rihayê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn
10:25 Li Hatayê xwendekar hêj jî travmaya erdhejê dijîn
09:56 Danişîna 18 rojnamegeran dest pê kir
09:47 Gefa kuştinê li girtî Ekrem Gun tê xwarin
09:41 Komplo di 25 saliya xwe de ye: Çi qewimî?
09:40 Li Rihayê ne hilweşandina avahiyan ne jî avakirina wan temam bû
09:22 DFG'ê ji bo Ehmed bang li saziyên rojnamegeriyê kir: Bêdeng nemînin
09:04 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 67’an de didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 100 roj in tu agahî nayên girtin
09:03 Sedema cezayê ku li Mizrakli hat birîn: Îfadeyên îtirafkara derewîn esas hatin girtin
09:02 Dîlsîz: Tecrîd hem weke hiqûqî hem jî weke siyasî nayê qebûlkirin
09:01 Bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî hat taloqkirin
09:01 Kalçik: Li Wanê 8 qadên avî kirin ‘Bexçeyê Milet’
09:00 Sewalkar ji ber qeyrana aboriyê nikarin karê xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:00 Parlamenter Çûbûk: Divê li dijî tecrîdê sosyalîst berpirsyartiyê bigirin
09:00 Roja ku bavê wî hat girtin ji dayik bû: 31 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2024'AN
31/01/2024
20:28 Girtiya nexweş Guven hat berdan
18:33 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan girtiya nexweş Arslanê
18:16 Nobeda Azadiyê: Hefteya 605'an bi komeke nû dewam dike
16:58 Nobeta Edaletê: Em tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin
16:46 Maça Amedspor û Aksaraysporê 0-0 xelas bû
16:33 Xelkê Qersê namzetên DEM Partiyê bi coş pêşwazî kir
16:08 DEM Partiyê li navendeke din jî namzetên xwe diyar kirin
15:28 Qers ji bo ‘Meşa Mezin’ amade ye: Em sibe ji bo azadiya Ocalan dikevin rê
14:55 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bang kirin
14:06 ESP’ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan greva birçîbûnê da destpêkirin
13:44 Delegasyona YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir
13:43 Li Girtîgeha Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin
12:05 Endeksa nelirêtiyê: Tirkiye ji 180 welatan di rêza 115’an de ye
11:37 Koçyîgît ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Çi ji destê me bê em ê bikin
10:46 Girtî Yilmaz di dema sewqkirinê de hate derbkirin
10:05 Parêzerê Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin: Ev darbeyeke sivîl e
09:50 'Ji bo zarokên girtî divê alternatîfên înfazê bên sepandin'
09:50 Akçîl ê biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kiribû tayînî AYM’ê kirin
09:05 Di 9 rojan de 19 caran girtî sewqî girtîgehên Tîpa S'yê hatin kirin
09:04 Peyv têra vegotina vê berxwedanê nakin
09:02 Girtî ev 66 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 PDK’ê rojnameger Ehmed Revand: 99 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!
09:03 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:47 Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne
29/01/2024
18:51 Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin
16:57 Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
16:50 Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin