Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 14:25 30 Çile 2024
  • |

ENQERE - Dayikên di Nobeta Edaletê de li Meclisê bang kirin û xwestin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê gav bên avêtin. 

Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin, li pêşiya avahiya Meclisê daxuyanî dan. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistaqn Kiliç Koçyîgît û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘EM DIXWAZIN DENGÊ ME WERE BIHÎSTIN’
 
Di daxuyaniya çapemeniyê de ewilî Halîde Turkoglu axivî û got ku armanca wan ew e ku daxwazên xwe bigihînin Wezareta Dadê. Turkoglû, axaftina xwe wiha domand: “Ji bo vê jî me daxwaza randevuyê kir. Bi hinceta ku wezîr li vir nîne randevû nehat dayîn. Me daxwazên xwe wek dosya pêşkeşî cigîrê Wezîrê Dadê kir. Em hêvî dikin ku dengê me bê bihistin. Bi taybetî niha li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Grev 65 roj in didome. Ji bo heq, hiqûq û edaletê girtiyên siyasî têdikoşin. Bi dawî kirina pergala tecrîda li Îmraliyê re dê heq, hiqûq û edalet pêk bên. Bi girtiyên siyasî re li Amed, Wan, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbol û Enqereyê çalakiya Nobeta Edaletê hatin destpêkirin.”
 
‘DIVÊ GUH BIDIN DAXWAZÊN DAYIK Û GIRTIYAN’
 
Turkoglû, diyar kir ku daxwazên aştiyê bi çalakiya Nobeta Edaletê belavî tevahiya bajaran bû û ev tişt anî ziman: “Bi çalakiya Nobeta Edaletê û grevên birçîbûnê re dixwazin dengê xwe bidin bihistandin. Dayikên me ji bo pêkanîna heq, hiqûq û edaletê têdikoşin û bang li raya giştî dikin. Divê dev jî polîtîkayên şer bê berdan û ji bo avakirina aştiyê jî tecrîda li hemberî birêz Ocalan bê bidawîkirin û daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Divê guh bidin dengê Dayikên Aştiyê. Ji ber vê yekê jî divê em piştevaniya xwe mezin bikin.” 
 
BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
 
Dayika Aştiyê Hamdiye Kirici jî banga mezinkirina têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê kir û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe wê jiyaneke demokratîk dest pê bike. Loma em dîsa bang dikin ku têkoşîn bê mezinkirin. Li nêzî 100 girtîgehan ji bo azadiya birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Îro çalakiya greva birçîbûnê kete roja 65'an. Ji bo tecrîd rabe divê gavên hiqûqî bên avêtin.”
 
‘DIVÊ HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
 
Di berdewamê de Kirici daxuyand ku heke gav neyên avêtin dê ji encamên neyînî saziyên têkildar berpirsyar bin û wiha pê de çû: “Ji bo em piştgiriyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, me li Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi nobetên edaletê kirin. Divê hemû girtî azad bibin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Wê daxwaza me ya azadî û edaletê bidome. Rûyê din ê rejîma tecrîdê jî polîtîkayên li dijî girtiyan e. Divê girtiyên nexweş azad bibin. Em bang li Wezareta Dadê û rayedarên saziyan dikin ku ji bo berdana girtiyên nexweş gav biavêjin.”
 
Kirici, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan rabe û birêz Ocalana azad bibe, em bang li jinan, raya giştî û civaka navneteweyî dikin. Divê Wezareta Dadê berpirsiyariya xwe bîne cih.”

Sernavên din

01/02/2024
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?
13:49 Bi pirekê ve pankarta ‘Azadiya rêbere me azadiya me ye’ hate daliqandin
13:24 Gavên ewil ên Meşa Mezin a Azadiyê hatin avêtin
12:51 Di doza tacîzê de daxwaza cezakirinê
12:44 Bayindir: Em ê tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin
Bakirhan: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
12:11 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:10 Pira dîrokî ya Şapatanê li ber hilweşînê ye
11:55 Li Qersê ‘Meşa Azadiyê’ dest pê kir: Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin
11:50 Zema ji bo simîdan dê bihata kirin taloqî piştî hilbijartinê kirin
10:58 DEM Partî komcivîna xwe ya di 6’ê sibatê de dê li Hatayê pêk bîne
10:48 Tirkiye bi hevdîtinên xwe yên bi Iraq û Îranê re çi armanc dike?
10:41 Rojnameger Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekirî dihat darizandin beraet kir
10:35 Li Wanê starta Meşa Mezin a Azadiyê hat dayîn: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo gelê kurd statû
10:33 Li Rihayê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn
10:25 Li Hatayê xwendekar hêj jî travmaya erdhejê dijîn
09:56 Danişîna 18 rojnamegeran dest pê kir
09:47 Gefa kuştinê li girtî Ekrem Gun tê xwarin
09:41 Komplo di 25 saliya xwe de ye: Çi qewimî?
09:40 Li Rihayê ne hilweşandina avahiyan ne jî avakirina wan temam bû
09:22 DFG'ê ji bo Ehmed bang li saziyên rojnamegeriyê kir: Bêdeng nemînin
09:04 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 67’an de didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 100 roj in tu agahî nayên girtin
09:03 Sedema cezayê ku li Mizrakli hat birîn: Îfadeyên îtirafkara derewîn esas hatin girtin
09:02 Dîlsîz: Tecrîd hem weke hiqûqî hem jî weke siyasî nayê qebûlkirin
09:01 Bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî hat taloqkirin
09:01 Kalçik: Li Wanê 8 qadên avî kirin ‘Bexçeyê Milet’
09:00 Sewalkar ji ber qeyrana aboriyê nikarin karê xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:00 Parlamenter Çûbûk: Divê li dijî tecrîdê sosyalîst berpirsyartiyê bigirin
09:00 Roja ku bavê wî hat girtin ji dayik bû: 31 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2024'AN
31/01/2024
20:28 Girtiya nexweş Guven hat berdan
18:33 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan girtiya nexweş Arslanê
18:16 Nobeda Azadiyê: Hefteya 605'an bi komeke nû dewam dike
16:58 Nobeta Edaletê: Em tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin
16:46 Maça Amedspor û Aksaraysporê 0-0 xelas bû
16:33 Xelkê Qersê namzetên DEM Partiyê bi coş pêşwazî kir
16:08 DEM Partiyê li navendeke din jî namzetên xwe diyar kirin
15:28 Qers ji bo ‘Meşa Mezin’ amade ye: Em sibe ji bo azadiya Ocalan dikevin rê
14:55 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bang kirin
14:06 ESP’ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan greva birçîbûnê da destpêkirin
13:44 Delegasyona YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir
13:43 Li Girtîgeha Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin
12:05 Endeksa nelirêtiyê: Tirkiye ji 180 welatan di rêza 115’an de ye
11:37 Koçyîgît ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Çi ji destê me bê em ê bikin
10:46 Girtî Yilmaz di dema sewqkirinê de hate derbkirin
10:05 Parêzerê Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin: Ev darbeyeke sivîl e
09:50 'Ji bo zarokên girtî divê alternatîfên înfazê bên sepandin'
09:50 Akçîl ê biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kiribû tayînî AYM’ê kirin
09:05 Di 9 rojan de 19 caran girtî sewqî girtîgehên Tîpa S'yê hatin kirin
09:04 Peyv têra vegotina vê berxwedanê nakin
09:02 Girtî ev 66 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 PDK’ê rojnameger Ehmed Revand: 99 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!
09:03 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:47 Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne
29/01/2024
18:51 Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin
16:57 Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
16:50 Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin