Li Hatayê xwendekar hêj jî travmaya erdhejê dijîn

img
HATAY - Sekretera Şaxa Egîtîm Sena Hatayê Sûna Kadayifçi diyar kir ku tevî salek bi ser erdhejê re derbas bûye jî hêj jî piştgiriyeke psîkolojîk bi xwendekaran re nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêkên cihê mayînê û veguhestinê hêj didome. Xwendekaran hêj jî travmayê dijîn.” 
 
Di erdhejên navenda wan Mereşê de yek ji bajarên ku herî zêde ziyan gihiştiyê jî Hatay bû. Li gel ku bi ser erdhejê re salek derbas bûye jî hêj jî pirsgirêkên perwerdeyê yên li bajar nehatine çareserkirin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî (MEB) ê demê Mahmût Ozer piştî erdhejê ragihand ku li 11 bajaran heta 1’ê adarê navber dane perwerde û hînkirinê û ji bo 71 bajaran jî got ku dê perwerde bidome. Li Hatayê perwerde di 27’ê adara 2023’yan de dîsa dest pê kir. Wezîr Ozer, diyar kir ku di 24’ê nîsanê de tevahiya dibistanên li Hatayê hatine vekirin lê belê Parlamentera CHP’ê ya Hatayê Nermîn Yildirim Kara çendek dane bi dest xist û li gorî van daneyan; ji 622 dibistanan tenê 111 jê vebûne. 
 
Li gorî daneyên Kara; li Antakyayê ji 265 dibistanan li 27’an, li navçeya Defneyê ji 155 dibistanan li 40’an, li Samandagê ji 90 dibistanan li 21’an û li Kirikhanê jî ji 112 dibistanan tenê li 23 dibistanan perwerde hatiye destpêkirin. Li Hatayê gelek dibistan perwerdeyê di bin konteyneran de didin û vê rewşê jî bi xwe re gelek pirsgirêk anîn. MEB jî di mijara rêyên ne bi ewle yên dibistanan, dayîna dersan a di bin konteyniran de û ji bo travmayên zarok dijîn tu çareserî pêş nexist. 
 
Bi boneya salvegera erdhejê me pirsgirêkên di qada perwerdeyê de li Hatayê tên jiyîn ji perwerdekaran û malbatên xwendekaran pirsî. 
 
Sekretera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Hatayê Sûnay Kadayifçi pirsgirêkên di qada perwerdeyê de yên piştî erdhejê derketin holê rêz kir. Kadayifçi, diyar kir ku ji hêla fîzîkî ve hêj gelek pirsgirêk nehatine çareserkirin û dibistanên xesar gihiştibûyê hêj nehatiye tamîrkirin. Kadayifçi, wiha domand: “Xwendekarên gelek dibistanan ji neçarî di konteyniran de perwerdeyê dibînin. Ji ber taybetiyên konteyniran, perwerdeyeke bitendurist nayê dayîn.”
 
LI DIJÎ TRAVMAYÊ TU PIŞTGIRIYA PSÎKOLOJÎK TUNE YE 
 
Bi domdarî Kadayifçi anî ziman ku zarokên ku erdhej jiyayîn ji ewil pêdiviya wan bi piştgiriya psîkolojîk heye û wiha derbirî: “Di mijara perwerde û hînkirinê de em gelek tiştan nikarin bidin zarokan. Ji ber tiştên jiyayîn, di asta tê xwestin de serwext nabin. Hêj gelek xwendekarên me di konteynir û konan de dijîn. Dema di nava malbatekê de gelek xwişk-bira xwendekar bin, wê demê derfeta xebatê jî nabînin.” 
 
DÊ DI NAVA ŞERTÊN NEWEKHEV DE BIKEVIN EZMÛNÊ 
 
Di berdewamê de Kadayifçi bi lêv kir ku zarokên di konteynir û konan de dijîn derfeta xebitîna dersan nabînin û wiha got: “Ev zarok dê tevî xwendekarên li seranserî Tirkiyeyê bikevin heman ezmûnê. Ev yek bi xwe re ‘newekheviya firsendan’ tîne. Ev rewş, bandoreke neyînî li ser motîvasyona xwendekaran dike. Divê di ezmûnên hevpar de MEB wekheviya firsendan esas bigire. Me ji bo vê bang kir lê weke ku tiştekî pir asayî be tevgeriyan. Li bajarên din jî şertên nebaş hene lê şertên li vir pir pirsgirêk in. Divê MEB ji bo xwendekarên li vê herêmê danekî xwarina bêpere bide û ava paqij bide. Dema MEB  li herêmên erdhejê xebatan dike, agahiyê nade sendîkayan. Pirsgirêkên sendîka dibêjin nayên çareserkirin. Heta ji bo mamosteyan konteyniran jî peyda nake. Veguhestin hêj jî pirsgirêkeke mezin e. Konteynir li deverên dûrî bajar hatine çêkirin. Wesayîtên mamosteyan nînin lewma nikarin bên dibistanê. Me dibistanên xesar gihiştinê diyar kirin û ji MEB’ê re şandin. Lê tiştek nekirin. Gotin ku ji ber bûdçeyê nikarin van dibistanan temîr bikin û nikarin ji bo veguhestinê bibin alîkar.”
 
RÊYA DIBISTANÊ JI BO ZAROKAN TALÛKE YE 
 
 
Yek ji mexdûrên erdhejê jî Gulîze Înce ye. Înce, got ku yek jê 6 salî û yek jî 10 salî du zarokên wê hene û piştî erdhejê çûne Antalyayê. Înce, diyar kir ku heta demekî li wir mane û piştre jî vegeriyane Hatayê. Bi domdarî Înce ev tişt anî ziman: “Dema zarokên min vegeriyayîn Hatayê, ji bo telafîkirina dersên berê tu perwerde nehat dayîn. Konteynir jî ji navendê dûr in û rê li ber mexdûriyetan vedikin. Her wiha fêrgeh û navendên etûtan li bajar tune ne. Zarokên me ji dersên xwe paşde mane. Ez hêj jî serwîsê peyda nakim. Lewma ez zarokê xwe yê biçûk mehê 3-4 caran dikarim bibim pêşdibistanê. Rê gelek xerab in û hêj jî kemçe û kamyon dixebitin. Welatî nikarin di rêyan de bimeşin. Dema hûn dimeşin, bi xetereyan re rû bi rû dimînin. Avahiyên ku hindik ma ye biherifin hene. Mimkin nîne hûn zarokên xwe bi tena serê xwe bişînin dibistanê. Di bin konan de jî derfeta wan a xebatê nîne. Tu tiştekî asayî nebûye. Em jî mîna her kesî jiyaneke asayî dixwazin.” 
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

18/04/2024
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt