Bayindir: Em ê tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin
Bakirhan: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e

img
WAN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di starta “Meşa Mezin a Azadiyê” ya Wanê de axivî û got: “Em ê tecrîdê bişikînin. Em ê bikin ku Ocalan azad bibe.” Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî ev tişt anî ziman: “Di çareserkirina pirsgirêka kurd de Ocalan, sermuzakerevan e.” 
 
Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çaresekirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, îro li Wan û Qersê starta “Meşa Mezin a Azadiyê” dan. Ji bo meşa ku dê di navbera 1-15’ê sibatê de bê lidarxistin, li Wanê daxuyanî hate dayîn. 
 
BAKIRHAN: MA NEÇARESERÎ ÇI DIDE QEZENCKIRIN? 
 
Piştî xwendina metna hevpar, siyasetmedar axivîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan diyar kir ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, aloziya heyî dê bi dawî nebe. Bakirhan, da zanîn ku sedema krîza aborî û “domandina pergala riziyayî ye” jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. 
 
Di berdewamê de Bakirhan ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd û komar hema hema di heman temenî de ne. Mixabin hewl dan di sedsala yekemîn a komarê de pirsgsirêka kurd bi rêya tunehesibandin û zextê çareser bikin. Hema hema 40 salên ewil ên komarê bi serhildanan derbas bûn. Çaryeka dawî jî bi polîtîkayên tecrîdê derbas bûn. Divê mirov bipirse, gelo neçareserkirina pirsgirêka kurd çi bi gelên Tirkiyeyê, kedkar, kurdan û tevahiya Tirkiyeyê dide qezenckirin?”
 
‘KURD HÊMAYÊN ESASÎ YÊN KOMARÊ NE’ 
 
Di berdewamê de Bakirhan wiha got: “Ma çareserkirina pirsgirêka kurd dê zirarê bide kê? Zirara wê ji bo tu kesî nîne. Gelê kurd gelekî cuda ye û zimanê wan heye. Bi hezaran sala ye li ser vê erdnîgariyê dijî. Yek ji avakarên sereke yên komarê ne. Dema komar dihat avakirin bi can û xwîna alîkarî da. Her tim qeder û pêşeroja xwe bi ya gelên Tirkiyeyê re wekî hev dît. Lê qebûlnekirina cudahiyan, dê tiştekî bi Tirkiyeyê nede qezenckirin. Divê sedsala duyemîn weke sedsala yekemîn nebe. Divê pirsgirêka kurd êdî bi awayekî cidî bigirin dest û bi rêya guftûgo û muzakereyan bê çareserkirin. Dibe ku hûn pirsa dê çareseriya wê çawa be bikin. Çareserkirina wê gelek hêsan e. Gelê kurd di rêveberiyên xwe de muxatabên xwe afirandî ye. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de muxatabên gelê kurd pir zelal in. Di pêvajoya çareseriyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd îradeyeke cidî hatibû raberkirin.
 
BIRÊZ OCALAN SERMUZAKEREVAN E 
 
Gelê kurd li her devera lê dijîn daxwaza mafên xwe dikin û dixwazin ziman û nasnameya xwe bi awayeke azad bijîn. Heke hûn bixwazin vê meseleyê çareser bikin, heke hûn bixwazin ji şer û tundiya li Rojhilata Navîn xwe xelas bikin, vaye werin em çareserkirina pirsgirêkê hêsan bikin. Em amade ne ku di vê mijarê de tişta ji destê me tê bikin. Îradeya ku birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de raber kiribû, îradeya rast e. Me duh piştgirî da wî û îro jî didin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk,  wekhev û adilane ku kurd û elewî jî xwedî heman mafan bin, rayedar û rêveberên dewletê vedixwînin ser maseyê û muzakereyan. Di vê mijarê de birêz Ocalan sermuzakerevanê kurdan e. Gelek caran ev rastî hate vegotin. Ev meş di heman demê de firsendeke. Pirsgirêka kurd êdî veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî lê pirsgirêk li Tirkiyeyê ye. Dikare li Amed û Enqereyê bê çareserkirin. 
 
MUXATAB OCALAN E
 
Em careke din ji aqilê dewletê re dibêjin; ji bo ku ev pirsgirêk di qada navneteweyî de weke çoyekî neyê bikaranîn, divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Muxatab diyar in. Muxatabê herî girîng jî birêz Ocalan e. Lewma jî divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin, derfetên azadiya wî bên afirandin û pirsgirêka kurd bi rêyên guftûgo û muzakereyan bê çareserkirin. Ev Meşa Azadiyê jî dê ji bo vê mijarê sûdewer be. Hêvîdarim ku îktîdar û dewleta ku ev sedsal e çavê xwe ji vê girtî îcar perspektîfa xwe gihandina Tirkiyeya demokratîk deyne pêşiya xwe. Û hewl bide vê pirsgirêkê bi muxatabê wê re çareser bike.” 
 
BAYINDIR: EM Ê BIKIN KU OCALAN AZAD BIBE
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ev tişt anî ziman: “Em ê heta 15’ê Sibatê li bajar û navçeyên Kurdistanê bigerin. Em ê meqseda ji meşê bigihînin gel. Em niha li vir bi 37-38 kesan dest bi meşê dikin. Lê hêza me mezin e. Dilê bi hezaran, bi milyonan kesên aştiyeke birûmet dixwazin bi me re ye. Em pêşengtiya aştî û azadiyê dikin. Dê ev meş bigihije armanca xwe. Armanca vê meşê tenê daxwazên gelê kurd nînin, di heman demê de daxwazên gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn e. Me îro çirayek vêxist û hêvîdarim ku ev çira tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî bike. Dê bi xwe re rojên azad bîne. Em dixwazin gel û dostên me bişopînin û piştgiriyê bidin. Hêvîdarim ku bi meşa xwe em tecrîdê bişikînin. Bi vê meşa xwe em ê azadiya birêz Ocalan pêk bînin. Em xwedî îrade ne, heta ku îradeya me hebe jî em ê bi ser kevin.” 
 
KAYA: NIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE 
 
Hevseroka Wan MEBYA-DER’ê Hanim Kaya jî diyar kir ku tecrîda li ser Îmraliyê îro li tevahiya civakê belav bûye. Kaya, got ku nifteya aştiyê li Îmraliyê û ew jî ji bo azadiyê tev li meşê bûne. Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya jî got ku dema tecrîda li Îmraliyê bi dawî bû, dê zilim jî hilweşe.  
 
ÇÎFTYUREK: BI QANÛNÊN XWE BIKIN 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî bi lêv kir ku sedema krîza aborî şerê li dijî kurdan û tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Çîftyurek, got ku ji bo astengkirina siyaseta gelê kurd tecrîd tê kûrkirin û got: “Banga me ji bo dewletê ew e ku bi qanûnên xwe bike. Tecrîdê bi dawî bikin û pêşiya gelan vekin.” Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir û da zanîn ku dê di navbera 1-15’ê sibatê de li qadan bin. 
 
Meşvan, piştre jî derbasî Parka Mûsa Anter bûn. 
 

Sernavên din

04/02/2024
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye
16:15 Meşvanên Azadiyê li Elbakê ne
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?