Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran didome, gotin: “Dem dema azadiyê ye” û diyar kirin ku dê çalakiyê mezin bikin. 

Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin berdewam kir.
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 59’an de dom kir. Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar ê di nobeta serdan didomin de axivî, wiha got: “Divê weke gelê kurd êdî em azad bibin. Li cîhanê 50 milyon kurd hene û mafên wan hatine xespkirin. Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê ne, heta ku nebin yek nikarin azad bibin. Em tev li ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bûn. Em ê ji bo birêz Ocalan û gelê kurd çalakiya xwe mezin bikin. Her wiha em ê her tim piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin bikin. Em ê bigihin armanca xwe û em ê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bi dest bixin.”
 
Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariyê ya Rêya Armûşê Canan Ûzûnay jî bal kişand ser “Meşa Azadiyê” ya li Wan û Qersê hatiye destpêkirin û wiha got: “Me dît ku xwedîderketineke zêde ji bo Ocalan heye. Tevî hemû zehmetiyan û astengiyan meş didome. Heta ku tecrîda li dijî birêz Ocalan û girtiyan rabe dê têkoşîna me bidome. Her wiha em dixwazin bêyî ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan veguhere rojiya mirinê daxwazên wan werin bicihanîn. Heta ku daxwaz werin bicihanîn çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
Nobetê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.  
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê daye destpêkirin di roja 59’an de berdewam dike. Nobet, li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê tê domandin û çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Nobeta ku ligel tilîliyan stranên berxwedanê hatin gotin, tevahiya rojê bi serdanan dewam kir. 
 
Di nobetê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin.
 
MÊRSÎN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî li avahiya komeleyê berdewam kir. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyan beşdarî nobetê bûn. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” û “Ji tecrîdê re na, ji Ocalan re azadî” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mezîtliyê Zeynep Kavak a beşdarî nobetê bûyî, bang ki rku ji bo daxwazên têkildarî pêk anîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bên qebûlkirin divê têkoşîn û piştevanî were mezinkirin. Hunermend Ramazan Eren ê tev li çalakiya nobetê bûyî jî bi çalakvanan re stran gotin. 
 
EDENE
 
Nobetê Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 60’emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku Dayikên Aştiyê didomînin de azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin. 
 
MÊRDÎN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Di çalakiya ku stran hatin gotin de beşdarvanan bi klamên dengbêjiyê avêtin ber hev. Yek ji welatiyan Ramazan Kalkan ê serdana çalakiyê kir, wiha got: “Ev têkoşîn dê azadiya gelê kurd û birêz Ocalan bîne. Em ji vir heta Îmraliyê silavê ji hemû hevrêyan re dişînin. Em dizanin ku tu tişt heta bedel neyên dayîn nabe. Azadî û hebûn heta bedel neyê dayîn nabe. Em bi hêvî ne, em ê encama van bedelan di demekî nêzîk de bi dest bixin.”
 
Kalkan, da zanîn ku çalakiyên li çar aliyên cîhanê dişopînin û xwest ku dewletên cîhanê di vê mijarê de dirûst û samîmî bin. Kalkan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “CPT û Parlamentoya Ewropayê çima peywîra xwe bi cih naîne? Divê li gorî qanûnên xwe tevbigerin. Kurdan her tim xwişk û biratiya gelan parast lê weke berf û baranê bombe li ser wan tên barandin. Vê nabînin? Kor bûne? Divê hem rêveberên dewletên cîhanê hem jî rêveberên Tirkiyeyê bi aqilane tevbigerin û li gorî wê tevbigerin.”
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 51’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.  
 
Endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), rêxistinên DEM Partiyê yên Buyukçekmece, Esenler û Sariyerê û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê serdana saziyên sivîl ên civakî û welatiyan kir. Di çalakiya ku pirtûkên Abdullah Ocalan lê hatin xwendin de bi hev re stranên kurdî hatin gotin. Rêveberê ANYAKAY-DER’ê Halîm Dogan ê di serdanê de axivî, bal kişand ser komploya navnetewî ya li ser Abdullah Ocalan û wiha got: “Îro li Kurdistanê ji ber komploya 15’ê sibatê starta “Meşa Azadiyê” hate dayîn. Ji birêz Ocalan re 3 sal in tu agahî nayên wergirtin. Ev tecrîd bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Ji bo ku em serbikevin divê em têbikoşin.”
 

Sernavên din

04/02/2024
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye
16:15 Meşvanên Azadiyê li Elbakê ne
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?
13:49 Bi pirekê ve pankarta ‘Azadiya rêbere me azadiya me ye’ hate daliqandin