Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr

img

HATAY - Li Hatayê ku di erdhejê de 5 nexweşxane hilweşiyan, xwegihandina tenduristiyê pirsgirêkek mezin e. Ji ber kêmbûna bijîşkan û nebûna alavan, nexweşên mexdûrên erdhejê neçar dimînin ku biçin bajarên derdorê.

Di 6’ê Sibata 2023’yan de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li pey hev du erdhej çêbûn. Piştî erdheja bi pileya 7.7 ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê bû û danê sibehê saet 04.17’an de çêbû, saet di 14.23’yan de erdhejeke din a bi pileya 7.6’an pêk hat. Navenda vê erdhejê jî Elbîstan bû. Ji ber erdhejan ligel Mereşê, li Osmaniye, Hatay, Dîlok, Meletî, Semsûr, Edene, Kilîs, Amed, Xarpêt û Rihayê gelek avahî hilweşiyan. Li gorî daneyên fermî li Hatayê 13 hezar û 517 avahî hilweşiyane û 23 hezar û 65 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li bajarê ku hema bêje tu avahiyek saxlem nemaye, tenduristî yek ji pirsgirêkên sereke ye ku nehatiye çareserkirin. 
 
PIRSGIRÊKÊN LI BENDA ÇARESERIYÊ NE
 
Di erdhejê de Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê û Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê ya Kevin bi temamî hilweşiyan, Nexweşxaneya Dewletê ya Akademiya Taybet û Nexweşxaneya Dewletê ya Taybet a Rojhilatê Deryaya Spî zirareke mezin dîtin û beşek ji Nexweşxaneya Bajêr a Antakyayê jî hilweşiya. Li nexweşxaneyên konteynirî yên piştî erdhejê hatin avakirin, amûrên wekî amûrên tomografiyê kêm in. Dema ku nexweş ji bo emar ûû tomografiyê sewqî nexweşxaneyeke tekûz a li bajêr tên kirin, nexweşîên giran bin demildest sewqî nexweşxaneyên bajarên li derdorê tên kirin. Nexweşên ku ji ber şert û mercên heyî rewşa wan a aboriyê nebaş e, nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê. 
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Hatayê (HTO) ya girêdayî Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Samî Reyhan û bijişk li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li bajêr axivîn.
 
65 BIJÎŞKAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Endamê Lijneya Rêveberiya HTO'yê Samî Reyhan anî ziman ku di bin şert û mercên zehmet de xizmetê didin. Reyhan destnîşan kir ku di erdhejê de hema hema hemû nexweşxane hilweşiyane û wiha got: “Gelek navendên me yên tenduristiyê yên malbatê hilweşiyan. 65 hevalên me yên bijîşk jiyana xwe ji dest dan. Me cenazeyê 5 ji wan nedîtin. Di warê tenduristiyê de jî astengî çêbûn. Pêşî pêdivî bû ku hemî nexweş ji bo navçe an bajarên derdorê werin veguhaztin. Hêdî hêdî pêşveçûyîn hene, lê hê li pêşiya me rêyeke dirêj heye. Ji ber ku li şûna Navendên Tenduristiyê yên Malbatê (ASM) yên hilweşiyan ên nû nehatin çêkirin. Em hewl didin di konteyniran de xizmetê bidin. Xizmeta ku em di konteyneran de didin, di warê başbûnê de ne bi dilê me ye." 
 
ASBEST Û ŞEWB
 
Reyhan bibîr xist ku piştî erdhejê demeke dirêj xetereya asbestê di rojevê de bûye û got ku encamên xisara asbestê ya li pişikê dê 15 sal şûnde rû bidin. Reyhan diyar kir ku ji ber hilweşîna ku berdewam dike metirsiya asbestê hê jî didome û der barê nexweşiyên alerjîk de jî ev tişt gotin: “Di destpêkê de nexweşiyên alerjîk û nexweşiyên pergala nefesê pir rû dan. Demekê me gurî belav bû. Ji ber ku mirov li cihekî teng, di konteyniran de bûn û di nava hev de bûn, veguherî şewbê. Niha wer xuya dike ku şewb qediyaye. Lê nêzî 2 hefte ye enfeksyona grîbla heye. Niha em li dijî vê têdikoşin."
 
NAVENDÊN TENDURISTIYÊ KÊM IN
 
Reyhan bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên wekî stargeh, germkirin û xwarinê û diyar kir ku ji ber ku ceryan pir tê qutkirin û çûnhatin zehmet e, xizmeta tenduristiyê jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Reyhan diyar kir ku xwenegihandina zexîreyên baş rasterast bandorê li pêvajoya nexweşînê dke û sozên Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr bibîr xistin û got: "Niha navendên me yên tenduristiyê kêm in. Yanî divê demildest cihê wan bê çêkirin. Midûrê me yê tenduristiyê têkildarî vê tiştên xweş gotin, lê divê ev pêk bên. Divê navendên me yên tenduristyê yên baş hebin." 
 
Em navên bijîşk û tenduristkarên li Antakya, Samandag û Îskenderûnê li nexweşxaneyan dixebitin nabêjin, ji lew re dibe ku paşê ji kar bên avêtin. Bijîşkên li Navenda Tenduristiyê ya Malbatê ya di konteynerekê de ye dixebitin, destnîşan kirin ku di xizmeta tenduristiyê ya malbatê de kêmasiyên mezin rû didin. Bijîşkan bilêv kir ku li Hatayê peydakirina dermanan pir zehmet e û bal kişand ser şewba ku di demên dawî de pir belav bûye. Bijîşkan destnîşan kir ku ji ber ku paqijî tune ye ev nexweşîn li se rhev rû didin. 
 
XETEREYA COVÎD-19'Ê
 
Bijîşk û peywirdarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyên prefabrîk û yên hatine tamîrkirin dixebitin ragihandin ku pirsgirêka herî mezin kêmbûna ekîpmanê ye. Bijîşkan ragihand ku lli nexweşxaneyê nû hatine avakirin tomografî, MR û amûrên din kêm in û ji ber vê xizmeta tenduristiyê tam nayê kirin. 
 
Li aliyê din li gorî agahiyên ku Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) bi dest xistine, gelek kesan ji ber emelçûnê û verişandinê serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Samandagiyê dane û tê texmînkirin ku sedema van nerihetiyên wan ava şebekeyê ye. 
 
MA / Yusra Batihan

Sernavên din

04/02/2024
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye
16:15 Meşvanên Azadiyê li Elbakê ne
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?