Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê

ÎDIR -Ji Meşvanên Azadiyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun diyar kir ku îro ew 38 kes dimeşin lê ew bi milyonan kes in û wiha got: “Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe jî dê ev meş bidome.” 

 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin û di roja duyemîn de didome. Piştî Qersê, meşvan derbasî navçeya Qulpê ya Îdirê bûn. Meşvan, tevî kesên ew pêşwazî kirin heta avahiya partiyê meşiyan. Di meşê de tililî hatin avêtin û çepik hatin lê xistin. Her wiha dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê" hate berzkirin. 
 
‘EM AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN DIXWAZIN’ 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li wir axivî û wiha got: “Tu zext, binçavkirin û kuştinan nekarî me ji rêya me bikin û dê nekarin jî. Em ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin. Têkoşîna me ji bo gelên Tirkiyeyê ye. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê ev krîz bi dawî nebin. Gel, daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dikin. Armanca me jî ev e. Heta ku em vê armancê pêk tînin jî dê meş û têkoşîna me bidome.” 
 
Piştre jî girseyê stranên kurdî gotin û xelekên govendê gerandin. Meşa li vê derê bi dirûşma “Hezar silav ji Îmraliyê re” bi dawî bû. 
 
LI ÎDIRÊ BI COŞ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
 
Meşvan piştre jî derbasî Îdirê bûn. Di ketina bajar de bi dahol, zirne û çepikan hatin pêşwazîkirin. Piştre jî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” ber bi navenda bajar ve meşiyan. Bi sedan kes tev li meşê bûn. Meşvanên ku ketin Rus Pazariyê, li vir bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Girse her ku çû mezintir bû û meş heta pêşiya avahiya partiyê dom kir. Gelan li vir govenda azadiyê gerandin. 
 
‘EM BI MILYONAN KES DIMEŞIN’
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li vir axivî û ev tişt anî ziman: “Li ser pêşmalkên me ‘Meşa Azadiyê’ dinivîse. Em di wê baweriyê de ne ku paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareserî ye û me bi vê baweriyê ev pêşmalk li xwe kirin. Ev meş, meşa me tevan e. Em 38 kes dimeşin lê bi milyonan kes in. Li her devera em jê derbas dibin gel daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dike. Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad dibe jî dê ev meş bidome.” 
 
‘AZADIYA BIRÊZ OCALAN PÊWÎSTIYEKE’ 
 
Uçar, axaftina xwe wiha domand: “Apekî 80 salî ji me re got; ‘Em heta qiyametê kurd in.’ Pirsgirêka kurd dikare were çareserkirin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘ez dikarim di hefteyekê de çareser bikim.’ Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan mecbûriyeteke. Birêz Ocalan tekane muxatab e. Em li dijî kesên siyaseta mirinê li me ferz dikin têdikoşin. Em spasiya gelên dibin parçeyeke têkoşîna hevpar dikin. Ev meş dê 15 rojan bidome. Her gotina me bila bibe wesîleya aştiyê.” 
 
Piştî daxuyaniyê, bi gel re civîn hat lidarxistin. Di civînê de beşên ji parastinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. 
 
 

Sernavên din

16/04/2024
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû
20:25 Tacîza çawişê pispor li Manîsayê hate şermezarkirin
19:54 Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê
18:57 Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê
18:47 Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin
17:55 Amedsporê Kastamonûspor têk bir û serkeftineke girîng bi dest xist
17:05 Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin
16:48 Jina ku li dijî êrişê xwe parastî hate binçavkirin
16:30 Di 22 saliya xwe de kete hefsê di 52 saliya xwe de derket
15:42 Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin kir
15:10 Firarê şerê di navbera malbatan de ku 9 kes miribûn 10 meh piştre hate girtin
14:53 Li Nisêbînê meşa li dijî tacîzê: Em ê li dijî tundiyê xweparastinê pêş bixin
14:00 Xizmên girtiyan: Dê Nobeta Edaletê bi şêweyên nû yên çalakiyan bidome
13:08 Kesên ji ber derbkirina faîle tacîzê çawişê pispor hatin binçavkirin hatin berdan
12:58 ÎSÎG: Di 3 mehan de 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
11:37 Îsraîl: Îranê bi nêzî 290 moşek û ÎHA’yan êriş kir
11:27 Îran: Êrişên me biencam bûn, heke Îsraîl êrişê neke em êdî êriş nakin
10:34 Îsraîlê bang kir: Konseya Ewlehiyê ya NY’ê îro dicive
10:02 Tirkiyeyê du gundên Metînayê bombebaran kir
10:01 Îranê piştî êrişê got: Dibe ku bûyer hatibe girtin
09:56 Kovara Jînê bi manşeta ‘Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn’ derket
09:27 Li Hewlêrê dengê teqînan
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 140 roj in di çalakiyê de ne
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'
09:05 Rojnameger Silêman Ehmed 173 rojn in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'
09:00 ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2024’AN
08:12 THY û Pegasusê seferên balafiran ên ji bo Îranê betal kirin
01:16 Îran dest bi êrişa Îsraîlê kir
00:47 Urdun sehaya xwe ya hewayê girt, li Îsraîlê dibistan hatin girtin
13/04/2024
23:50 Li dijî tecrîdê li Mannheîmê çalakî li Kopenhagê mitîng hat lidarxistin
23:24 Jinên Şengalî: Em pêngava xweparastinê dan destpêkirin
21:57 Kombûna Jinan a Zenûbiyayê têkildarî îşkenceyê daxuyanî da
21:37 Li Beyogluyê êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
21:17 Rojnameger Dîlan Oynaş hate berdan
19:55 Evren Bariş Yavuz ê hatibû hedefgirtin hate girtin
18:45 Têkildarî qezaya teleferîkê biryara binçavkirina 13 kesan hate dayîn
18:17 Çawişê pispor ê faîlê tacîzê hate binçavkirin
17:57 Platforma 1’ê Gulanê li dijî qetlîamên karkeran banga Taksîmê kir
17:22 Di bobelata Teleferîkê de 17 kes rakirin nexweşxaneyê
16:59 TJA’yê bertek nîşanî tacîza çawişê pispor da: Em ê bêdeng nemînin
16:40 Li Edîrneyê jinek hate qetilkirin
16:39 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî tacîza çawişê pispor daxuyanî da
16:27 Gotin ‘Bila ji azadiyê re bibe rê’ û şitil danîn
16:23 Li Pakistanê êriş: 10 kes hatin qetilkirin
16:20 Nobeta Edaletê: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan biisrar in
16:05 ÎHD’ê xwest girtiyên nexweş Demîr, Guvel û Zorarslan bên berdan
15:32 Tacîza çawişê pispor bi meşê hate protestokirin: Faîl tê parastin