Çoleke ji kavilan: Nûrdagi

DÎLOK - Navçeya Nurdagi ya ku bandoreke mezin ji erdhejê girt, ji ber avahiyên hilweşiyayî wekî çolekê xuya dike. Navçeya Îslahiyeyê jî bi xebatên çandiniyê li ser pêyan e.
 
Ji bajarên ku bandoreke mezin ji erdhejên navenda wan Mereşe bû girtin yek jê Dîlok û navçeyên wê bû. Li van deran hê jî birînên gel nehatin cebirandin. Li gorî daneyên fermî 5 hezar û 343 xanî hilweşiyane û 24 hezar û 358 avahî jî xesar dîtine. Der barê 27 hezar û 165 avahiyên li bajêr de jî tu tespît nehatine kirin. Li navçeya Nurdagi ya bajêr hezar û 743 avahî û li Îslahiyeyê jî hezar û 90 avahî hilweşiyan di erdhejên 6'ê Sibata 2023'yan de. 
 
NAVENDA BAJÊR LODA KAVILAN E
 
Li navçeya Nurdagiyê ku ji aliyê nifûs û avahîsaziyê ve zireke mezin dît, rûxandina avahiyan didome. Ji ber vê navenda navçeyê bûye.
 
PIRANIYA AVAHIYAN NÛ BÛN
 
Li Nurdagiyê di 10 hezar û 579 avahiyan de xisar hat tespîtkirin. Di encama lêkolînan de hat tespîtkirin ku 4 hezar û 787 avahî bi lez û bez divê bên hilweşandin. Piraniya van avahiyan jî ên pirbloq û pirqatî bûne û 5-6 sal berê hatine çêkirin. Derket holê ku piraniya avahiyên ku behsa wan tê kirin aîdî şîrketa bi navê CCK Group a endamê Meclisa Şaredariya Nûrdagiyê ya AKP'ê Yûnûs Kaya bûne. Li Apartmana Kavakê ku Şaredar Ozkeş Kavak ê AKP'yî muteahîdiya wê kiribû, 26 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Ji ber vê Kavak di 25'ê Sibata 2023'yan de hat girtin û di 11'ê Çile de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Îslahiyeyê ve hat berdan. Kavak ku ji bo wî 22 sal û nîv cezayê girtîgehê tê xwestin, di 30'yê Çileyê de li ser îtîraza dozger careke din hat girtin.
 
REWŞA DAWÎ YA NAVÇEYÊ
 
Li gorî daneyên sala 2022’yan 67 hezar û 650 kes û gelek penaberên sûriyeyî li vir diman, lê ji sedî 70’yê nifûsê koç kiriye. Ji 3 payên nifûsê 2 pay jê hê li kontyenerên bi hejmara Bûr 1, 2 û 3'yan dijî. Piştî erdhejê bihayê kirê li bajêr 5 qat zêde bû. Dikandar di konteynerên 21 metrekare de dixebitin. Xebatên rakirina kavilên ku ji teref Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve îhale ji şîrketên taybet re hat dayîn, li qadên çandinî û kaniyên avê lê ne hatin rijandin.
 
PERWERDEHÎ, TENDURISTÎ Û GIHANÎ
 
Ji xeynî xizmetên lezgîn û alîkariya ewil nexweşxaneyek ku xizmeta tenduristiyê bike tune ye û nexweş sewqî Dîlokê ku saetekê dûrî navçeyê yan jî sewqî MEreşeê ku 50 deqeyan dûrî navçeyê ye tên kirin. 
 
Remzî Saglam ê 80 salî yê astengdar ku ji erdhejê xilas bû, ji bo ku mala wî ya ku hinekî zirar dîtiye neyê xerakirin û li dijî diziya muhtemel, nobedê digire. Saglam got: “Niha ez û hevsera xwe li bajarê konteyniran dijîn. Çûn û hatina min zehmet e. Her wiha ji ber toz û dûmana li navçeyê zehmetiyê dikişînim." 
 
Li bajarê ku pirsgirêkên perwerdehiyê lê hene, piraniya mamosteyan tayina xwe xwest û çûn.
 
HÊWIRANDIN
 
 
Li navçeya ku 3 bajarên cuda yên konteyniran lê hene, cihê mayinê yê nû li bakurê bajêr tê avakirin. Ji ber pirsgirêkên binesaziyê tim ceryan tê qutkkirin. Ji ber ku konteyner li hember serma û germê bêparastin in, pirsgirêkên stargeh, tenduristî û xwarinê rû didin. Kemal Coşkûn ê zarokek wî heye, li bajarê konteyniran dimîn. Mamoste Coşkûn anî ziman ku ji ber neçariyê mirov li Nurdagiyê dimînin. Coşkûn got: “Yên xwedî mal û milk in li vir dijîn. Lêbelê, ez karmendekî dewletê me, bawer bikin, ez ji mecbûrî li vir dimînim. Ji ber ku budçeya min tune ku ez biçim xanyekî. Em îsal li vir in, li bajarê konteyniran, lê ez nizanim em ê sala bê çi bikin."
 
GUND HATIN JIBÎRKIRIN
 
 
Pirsgirêkên li navendê, li gundan jî tên jiyîn. Li gundê Komurlerê yê navçeyê ji 100 xaniyî 80 xanî hilweşiyan. Piraniya welatiyên hatin rizgarkirin ji aliyê xizmên xwe ve ji bin xirbeyan hatin derxistin û li taxê 6 welatî û bi dehan sewalan jiyana xwe ji dest dan. Fahriye Yilmaz (60) wiha got: “Salek derbas bû, lê em hê jî wekî roja ewil a erdhejê ne. Niha em ji bêgavî du malbat di van konteyniran de bijîn." 
 
ISLAHIYE
 
Her çi qas ne bi qasî Nurdagiyê be jî, gelê Îslahiyeyê hewl dide xwe bi xwe birînên xwe bicebirîne. Li navçeya ku bihayê xaniyan 5 qat zêde bûye, ji sedî 80'yî kesên di dema erdhejê de koç kirin cardin vegeriyan. Ji bilî navendên tenduristiyê yên konteynerî, nexweşxaneya dewletê ya ku hinekî zirar dîtiye di warê norolojî, kardiolojî û neştergeriya giştî de dixebite. Ji ber kêmbûna bijîşk û personelên tenduristiyê li nexweşxaneyan qelebalixî heye. Pirsgirêka çûnûhatinê ya gundên Îdilli û Kokluyê yên ku di dema erdhejê de rêyên wan hatin girtin berdewam dike. Li navçeyê ji bilî malên brîket û malên gundan 5 qadên konteyner lê hatine danîn hene. Li navçeya ku li 2 herêmên cuda înşaata TOKÎ'yê lê dewam dike, ji bo xaniyên 2+1 j2 milyon TL pere tê xwestin. Hejmara zarokên winda nehatine diyarkirin û ji Îrem Karaca ya 14 salî hê jî tu agahî nehatiye girtin. 
 
ÊN HERÎ BÊÇARE PENABER IN
 
 
Li navçeyên nêzî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek penaberên sûriyeyî dijîn. Abdullaziz Alî Huseyîn Abdullah ê ku di 11 saliya xwe de bi malbata xwe re ji Lazikiyê koçî Îslahiyeyê kiriye, diyar kir ku ew wek du malbat di xaniyekî 2 odeyî de dijîn. Ebdullah, di xaniyên ku xesar dîtiye de dimîne û got: “Di rojên destpêkê yên erdhejê de me dîmenên ji şerê Sûriyeyê wêrantir dît. Me rojên ewil li derve derbas kir. Bi taybetî zarok bandorek xirab girtin. Wê demê em nikaribûn biçin nexweşxaneyê jî. Ji ber vê em du malbat li cme hev dimînin. Li taxa ku em niha lê dijîn, kirêya xaniyê herî xerab jî 7 hezar TL ye. Em rojane dixebitin. Em bi zorê xwe digihînin dawiya mehê." 
 
Rewşa avahiyên ku TOKÎ soz dabûn wê bên radestkirin jî nediyar e. Li navçeya ku tê payîn Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di 6'ê Sibatê de serdana wê bike, xebatên înşeatê bi lez û bez tên kirin. Ji ber vê jî tim qezayên karî tên kirin. 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

04/05/2024
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:10 158 roj in girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:05 Li Êlihê berteka krîza aborî: Tu çima bi bacên min çiyayan bombebaran dikî?
09:03 Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê: Di 22 salan de 894 rojnamevan hatin girtin
09:02 Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê jî bi kêrî cotkaran nehat!
09:00 Cenazeyên 2 kesên hatibûn qetilkirin radestî malbatên wan hatin kirin
09:00 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2024’AN
01/05/2024
23:39 Di 1'ê Gulanê de 226 kes hatin binçavkirin
23:35 Ji DEM Partiyê der barê Bêrecûkê de daxuyanî
22:27 Li Çukurovayê doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin
19:45 Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê ye: Kurê min berdin
17:15 Hatîmogûllari serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir
16:55 Li Êlihê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Dê ev pergal biguhere
16:45 Hevşaredara Gimgimê Ekîncî hate berdan
16:36 Kedkaran li Enqereyê daxwazên xwe rêz kirin
15:48 Li Dêrsim û Dîlokê 1 Gulanê: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê têkoşîn bê mezinkirin
15:12 Li Stenbolê herî kêm 216 kes hatin binçavkirin
15:02 Bayindir: Divê em li dijî zilmê bibin yek
Hatîmogûllari: Heke çareserî pêk were dê para karker zêde bibe
14:52 Di Cejna Karkeran de cinayate kar
14:35 Li Qada Gundogduyê coşa 1’ê Gulanê
14:31 KNK ji bo hevdîtinên dîplomatîk çû DYA'yê
14:03 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Ji bo ku budçeya ji şer re tê xerckirin bidin gel li qadan e
13:57 Li Saraçhaneyê bi hezaran kesan li dijî êrişa polîsan li ber xwe dan
13:24 Bakirhan: Heta ku karker ji vir neçin em bi cihekê ve naçin
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e