TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin

STENBOL - TDÎ'yê ji bo betalkirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin. Endamê TDÎ'yê Abdulmelîk Yalçin got: "Berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Cihên herî bi bandor ên çalakiyê kolan in."
 
Li girtîgehên ku bi zext, binpêkirina mafan, pêkanînên keyfî û îşkenceyê her tim di rojevê de ne, roj bi roj tecrîda li ser girtiyan kûrtir dibe. Girtîgehên tîpên S û Y yên kapasîteya wan ji yên tîpên F girantir in, gelek caran bi binpêkirina mafan, pêkanînên keyfî û pêkanînên îşkenceyê dibin rojev. Înîsiyatîfa Hevgirtina bi Girtiyan re (TDÎ), ji bo rakirina girtîgehên tîpa Y û S kampanya da destpêkirin.
 
Endamê TDÎ'yê Abdûlmelîk Yalçin der barê kampanyayê û tecrîdê de axivî. 
 
Yalçin anî ziman ku girtî bêyî bixwazin sewqî girtîgehên tîpa Y û S tên kirin û got ku ew ê di çarçoveya kampanyayê çalakiyên wekî hevdîtinên bi malbatên girtiyan re û daxuyaniyên çapemeniyê li dar bixin.
Endamê TDÎ'yê Abdûlmelîk Yalçin
 
TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ'
 
Yalçin bilêv kir ku yek ji polîtîkayên "qirêj" ên desthilatê înkarkirin e û bal kişand ser helwesta rayedaran a li hemberî kiryarên berê yên li girtîgehan. Yalçin got: “Gavên dewletê û Wezareta Dadê yên der barê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan de, her tim li ser esasê cezakirinê bûn. Girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê dikin înfaza wan tê şewitandin, piştî grevê vîtamînan nadin wan, hevdîtina parêzeran tê astengkirin, cezayê hucreyên yekkesî li wan tê birîn. Em dizanin ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan pêk tên."
 
Yalçin anî ziman ku hewl tê dayîn ku têkiliya girtiyên siyasî ya bi derve re bê qutkirinh û got ku mînaka vê ya herî berbiçav girtîgehên tîpa Y û S ne. Yalçin diyar kir ku tecrîda li ser tecrîdê li girtîgehên tîpa Y û S tê sepandin û got: “Armanca li vir ew e ku girtiyan di nava tecrîd û îzolasyonê de bihêlin. Ev ne siyaseteke nû ye, di salên borî de li girtîgehan gelek komkujî hatin kirin. Yekane armanca dewletê ya ji wê demê û vir ve ew e ku 'Ez çawa dikarim girtiyan hîn bêtir îzole bikim?' Polîtîkayên wê her tim bi vî awayî bûn. Niha girtîgehên tîpa S û Y hatine aktîfkirin. Armanca vê yekê bi temamî teslîmgirtina vîna girtiyên şoreşger e." 
 
BANDORÊN WÊ YÊN LI CIVAKÊ
 
Yalçin bilêv kir ku bi pêkanînên li girtîgehan hewl tê dayîn civak bê tirsandin û tepisandin û wiha domand: “Em polîtîkaya girtîgehê ya dewletê tenê wekî polîtîkayeke li ser girtiyan nabînin. Polîtîkaya girtîgehê bi du armancan ji raya giştî re tê ragihandin. Yekem; girtina muxalifên şoreşger di zindanan de. Ya duyem; Bi êrişên li dijî şoreşgerên girtî tirsandina civakê ye. Hewl tê dayîn ku polîtîkaya tirsê di nava civakê de belav bikin. Li hemberî van polîtîkayan berpirsyariyeke mezin a hemû beşên civakî heye. Li dijî êrişên dewletê divê em bibin deng û nefesa girtiyan li derve. Gelek rê hene ku em dikarin polîtîkayên tecrîdê yên li ser girtiyan bişikînin û pêşî li êrişên dewletê bigirin. Ji bo serketina çalakiya ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin, em ê li ber girtîgeh û edliyeyan daxuyaniya çapemeniyê bidin. Li vir berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Di vî warî de çalakiya herî bi bandor ya ku em bikin, daketina kuçe û kolanan e." 
 

Sernavên din

09/02/2024
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin
10:13 Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e
09:42 Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
09:14 Greva birçîbûnê di roja 73’yan de berdewam dike
09:13 106 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 ÎMO: Ji bo erdhejeke gengaz a Colemêrgê wexteke bê berhewakirin tune ye
09:01 Parêzer Ormanli: Xwedîderketina li meşê nîşaneya dilsoziya bi Ocalan re ye
09:01 Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan
09:00 Salih Surucu yê bi rojan bi Abdullah Ocalan re maye: Kesek wisa li dinayayê tune ye
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN
06/02/2024
18:36 Meşvanên Azadiyê Ekîn Wan û Hakan Buksur bibîr anîn
17:03 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê yê hatibû binçavkirin hate berdan