Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye

img
STENBOL - Ji rêveberên Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Cegerxwîn Polat diyar kir ku li girtiyan sepana “e-doktor” tê ferzkirin û wiha got: “Ev yek dê tecrîda li ser girtiyan girantir bike. Ev sepan, binpêkirina mafê tenduristiyê ye.” 
 
Di bin navê Projeya Entegrasyona Teknolojiyê ya bi Girtîgehan re (ACEP) de li qawîşên girtîgehan kabîn hatin bicihkirin û sepana “e-doktor” tê ferzkirin. Sepana behsa xeberê li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ferzkirin û girtî dibêjin ku ev sepan êrişeke li dijî mafê wan ê tedawiyê ye û dê qebûl nekin. Endamê Lijneya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Cegerxwîn Polat têkildarî encamên sepanê ya li ser tenduristiyê û girtiyan axivî. Polat, got ku sepan helwestekî binpêkirina mafên mirovan e û dê tecrîda heyî girantir bike. Dr. Polat, ev tişt anî ziman: “Divê sepanên wiha tavilê bên bidawîkirin û neyên pêşxistin.” 
 
‘LI DIJÎ MAFÊN MIROV Û NEXWEŞAN E’
 
Polat, anî ziman ku nepeniya têkiliya nexweş-bijîşk girîng e û wiha domand: “Ev mafê girtiyan bi Protokola Stenbolê hatine mîsogerkirin. Girtiyeke ku bi fîzîkî birin nexweşxaneyê divê li odeyeke parastî bi bijîşkan re bi tenê muayene bibe. Li Tirkiyeyê ev maf jî tê binpêkirin. Bi vê sepanê girtî bijîşk nabîne, bi awayekî ferazî û rewşeke tê qeydkirî tê kirin. Mirov nikare ji vê re bibêje muayane. Ev helwest yekser li dijî mafên mirovan e. Binpêkirina mafên nexweşan e. Ji hêla tibbî ve nexweş nikare derdê xwe vebêje, bijîşk nikare girtî nexweşî/ê tedawî bike û hêmayên fîzîkî tespît bike. Ev derfet ji holê hatine rakirin.” 
 
‘MEHREMIYETA NEXWEŞAN TÊ BINPÊKIRIN’
 
Polat, bi lêv kir ku dema nexweş bi bijîşk re bi tenê dimîne derdê xwe rehettir vedibêje û aliyekî vê rewşê yê wisa heye ku bijîşk pirsgirêka heyî fêm bike. Polat, wiha dirêjî da aHastanın hekimle yalnız kaldığında kendini daha rahat ifade edeceğini ve mahremiyetin hekim açısından axaftina xwe: “Bi vê sepanê re mahremiyeta nexweş tê binpêkirin. Her wiha mafên şexsî tên binpêkirin. Armanc dikin ku vê rewşê pir pêş bixin û veguherînin tiştekî cuda. Anku di nava hev de gelek binpêkirin hene.” 
 
PÊŞÎ LI BER VEGOTINA MUAMELEYA XERAB DIGIRIN
 
Di berdewamê de Polat destnîşan kir ku li derve jî hinek pêvajoyên ku nexweş bi rêya axaftina bidîmen tên muayenekirin hene û wiha pê de çû: “Têkildarî vê biryarên lijneya etîkê hene. Em dibêjin ku bi vê yekê re ewlehiya agahiyên taybet ên şexsan tê binpêkirin û binpêkirina mafên nexweşan e. Heke pirsgirêkên psîkolojîk, derdên wan an jî rastî miameleya xerab û îşkenceyê hatibin û bixwazin vebêjin, ji ber vê sepanê dê nekarin bibêjin. Anku em dikarin bibêjin bi temamî sepaneke binpêkirinên mafan bi xwe re tîne ye. Sepan di beşên dahîliye û psîkiyatriyê de ketine meriyetê. Lê ji hêla mafên şexsî yên girtiyan û mafên mirovan ve nayê qebûlkirin. Girtiyê ku hevdîtina wî/wê tê qeydkirin dê xwe bisînor bike, venebêje û pirsgsirêka wî/wê neyê çareserkirin. Dê bijîşk jî nekarin têkildarî rewşa girtî û girtîgehê pirsan bikin. Heta ku hûn nexweşekî muayene nekin, temasî wî/wê nekin û lebatên wî guhdarî nekin hûn nikarin pirsgirêkê çareser bikin.” 
 
‘SEPAN DÊ TECRÎDÊ KÛRTIR BIKE’
 
Herî dawî jî Polat ev tişt anî ziman: “Bi vê sepanê re dê tecrîd kûrtir bibe. Hewl didin bi vê sepanê têkiliya girtî ya bi derve qut bikin. Dema girtiyekî/ê ji bo tetkîkê dibin nexweşxaneyê divê parêzer an jî malbat pê re be, ji rewşê bên agahdarkirin. Ev mafê hiqûqî ye. Lê hûn bi vê sepanê nahêlin girtî bi tu kesekî re têkiliyê deyne, pirsgirêkên xwe bi awayekî objektîf vebêje û di hucreyê de difetisînin. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Hinek girtî bi mehan di dorê de dimînin. Girtiyên nexweş ên divê di girtîgehê de nemînin hene. Divê ev bên kontrolkirin û tedawiyeke baş bibînin. Divê dewlet li dijî girtiyan berpirsyartiya xwe bi cih bîne. Em ê çavdêrî û tespîtên xwe bikin û raporê amade bikin. Hewceye dewlet li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û şert û mercên girtiyên nexweş baş bike û pêdiviya wan a tedawiyê bicih bîne. Em dixwazin tavilê derfetên tedawîkirinê yên girtiyên nexweş bên afirandin û sepanên tecrîdê kûr dikin bi dawî bikin.” 
 

Sernavên din

09/02/2024
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin
14:18 Meşvanên Azadiyê li Dêrsimê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn
14:12 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin
14:11 Qurbaniyên erdhejê li Edeneyê hatin bibîranîn
14:04 Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye
13:33 Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
13:27 Zuhtu Arslan ji Erdogan re got: Her kes mecbûr e bi biryarên AYM’ê bike
12:50 Kesên bi hinceta êrişa edliyeyê hatine binçavkirin rastî muameleya xirab hatin
12:33 Di hefteya ewil a Meşa Azadiyê de çendek nîşe
12:13 Li Bûrsayê zilamekî malbata xwe qetil kir
11:53 Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’
11:43 Ji bo çûyîna li Îmraliyê dîsa serlêdan hate kirin
11:36 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:16 ‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’
11:12 Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Mîrateya berxwedanê hiştin
10:54 Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin
10:38 Meşvanên Azadiyê: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
10:37 NÇM dê ji bo piştgiriya ‘Meşa Azadiyê’ şahiya gel li dar bixe
09:38 Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
09:18 107 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Greva birçîbûnê di roja 74’an de berdewam dike
09:07 TDÎ'yê ji bo rakirina girtîgehên tîpên Y û S kampanya da destpêkirin
09:05 Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin
09:03 Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê
09:02 Dadgehê biryara xwe xera kir!
09:00 Xizanî zêde dibe: Berpirs desthilata heyî ye
09:00 Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
07/02/2024
22:31 'Li dijî komploya navdewletî têkoşîneke navneteweyî divê'
22:05 Li Rojavayê şermezarkirina komployê
19:17 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome
18:54 Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn
17:03 Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin
17:03 Di Nobetên Edaletê de tekane rojev azadiya Abdullah Ocalan e
16:29 Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan
16:15 Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin
16:05 Danişîna rojnameger Akin û Erdogan hatin taloqkirin
15:30 Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan
15:09 Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
15:00 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
14:59 Alayên AKP’ê bi wesayîtên şaredariyê li stûnan hatin daliqandin
14:52 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê esnafan ziyaret dikin
14:50 Di navbera Guler û Barzaniyan de hevdîtinên ‘hevkariyê’ tên kirin
14:29 Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an
14:19 Hêzên PDK’ê kesek revandin
14:09 Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
13:51 ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Semra Guzel nehat berdan
12:03 Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e
11:18 Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê
11:01 Başak Demîrtaş daxuyanî da: Dê nebim namzet
10:51 Meşvanên Azadiyê li Cizîrê ne: Tu hêz nikarin vê meşê bidin sekinandin
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin
10:13 Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e
09:42 Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
09:14 Greva birçîbûnê di roja 73’yan de berdewam dike
09:13 106 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 ÎMO: Ji bo erdhejeke gengaz a Colemêrgê wexteke bê berhewakirin tune ye
09:01 Parêzer Ormanli: Xwedîderketina li meşê nîşaneya dilsoziya bi Ocalan re ye
09:01 Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan
09:00 Salih Surucu yê bi rojan bi Abdullah Ocalan re maye: Kesek wisa li dinayayê tune ye
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN
06/02/2024
18:36 Meşvanên Azadiyê Ekîn Wan û Hakan Buksur bibîr anîn
17:03 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê yê hatibû binçavkirin hate berdan