Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Selahattîn Demîrtaş got ku sedema namzetiya Başak Demîrtaş ji bo Rêya Sêyemîn a DEM Partiyê bêhtir xuya bike bû û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd, pirsgirêka mezin a demokrasî û edaletê ya li Tirkiyeyê ji bo me mijarên esasî ne. Em dikarin bi her kesên dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin re biaxivin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, têkildarî namzetiya Başak Demîrtaş û çendek îdiayên ji hêla derdorên cuda ve hatine kirin, nivîsek nivîsand. Demîrtaş, nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji ber xatirê hinek tiştên qirêjî nebûne” li ser hesaba xwe ya X’ê parve kir. 
 
Di nivîsê de Demîrtaş wiha got: “Heke siyaseta we ne ji bo başiya gel, xizan, kedkar û bindestan be, wê demê tişta ku hûn dikin, ‘bazirganiyeke erzan e.’ Dema mirov tenê li tiştên di nava van 20 rojên dawî de qewimîn jî dinêre, dikare vê tespîtê bi rehetî bike; li Tirkiyeyê ne siyaset lê ‘bazirganî’ tê kirin. Ew kesên ku di bin her hemleyeke me ya siyasî de li pey dek û dolaban digerin, dibêjin qey her kes mîna wan e. Yek ji wan jî nafikire û nabêje gelo dibe ku ev hemleya siyasî ji bo armanceke baş hatibe kirin. Heyf û mixabin, cihê xemgîniyê ye lê partiyên siyasî veguherîne mekanîzmayên ji bo bidestxistina kursî, meqam û rantê. 
 
Lewma namzetiya Başak Demîrtaş a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî, hewldanên DEM Partiyê yên ji bo Rêya Sêyemîn jî fêm nakin. Ji ewil bazariyên qirêjî tên bîra her kesî lê yek kes jî nabêje ku siyaset dikare ji bo pêşxistina demokrasî û aştiyê were kirin. Ji ber ku siyaseta heyî veguherî ‘siyaseta berjewendiyan’ û nirxên siyasetê hatin jibîrkirin. Ez nizanim bê ka hûn çiqas di ferqa vê rewşa nebaş de ne lê heke em niha mudaxele nekin, ev rewş nîşan dide ku salên pêş hêj pir zûde hatine windakirin. 
 
Ji bilî parastinên xwe yên li dadgehan, ev demekî dirêj bû ez nediaxivîm û inyetke min a wisa jî nebû. Lê di demekî ku ji derveyî me lê derheqê me de ewqas spekulasyon dihatin kirin de nedibû ku ez bêdeng mabûma. Bêguman ez nikarim bersiva her spekulasyon, derew û îftîrayê bidim. Ez ê tenê tiştên hewce dike ez bibêjim dê bibêjim û dîsa xwe vekişînim. 
 
Bêyî ku gotina xwe dirêj bikim, ez xal bi xal vebêjim. 
 
- Ez nizanim bê ka di navbera DEM Partî û AKP’ê de hevdîtin tên kirin an na. Lê heke nebin, ev yek kêmasiyeke mezin a her du partiyan e. Divê hemû partî bikarin ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hevdîtinan bikin û biaxivin. Ev tiştekî pir rewa ye, heta di rewşa heyî de peywir û berpirsyartiyeke. 
 
- Li ser çapemeniyê hat parvekirin ku di navbera DEM Partî û CHP’ê de hevdîtin tên kirin. Divê ev hevdîtin hêj bêhtir bên kirin û bêhtir bihevre biaxivin. Bi heman awayî divê partiyên din jî bi hev re baxivin. Parastina berevajiya vê rewşê, li dijî xwezaya siyasetê ye. 
 
- Îradeya namzetiyê ya Başak Demîrtaş ji bo wê bû ku rewşa dijbertiyê ya heyî, dabeşkarî û dijminatiya heyî hinek jî be ji holê rake û atmosfereke ku her kes bikare bi hev re biaxive biafirîne. Hêj niha jî cenazeyên zarokên me ji çiyayan tên bajaran û ji bilî barandina rondikên tîmsehê ya koroya ‘şermezarkirina terorê’ çi tiştek nayê kirin. Gelo ma lixwegirtina berpirsyartiyê ya ji bo vê rewşê ji tevahiya kursiyên şaredariyan biqedirtir nîne? Heke bersiva we ‘nîne’ be, wê demê ji vir û şûnde- îşala nebe- dema cenazeyên leşkeran hatin bila mîna libên tizbiyan nekevin rêzê. 
 
- Îradeya Başak Demîrtaş ji bo wê bû ku siyaseta Rêya Sêyemîn bêhtir bê xuyanîkirin. Ji bo wê bû ku bibêjin ‘em siyasetê ne ji bo kursî, meqam û rantê lê ji bo demokrasî, aştî û edaletê dikin.’  Heke kesên ku dibêjin ‘nexêr, ji bo min ev nirx bi qasî kursiya şaredariyê girîng nînin’ hebin, wê demê bila qala edalet û demokrasiyê nekin. 
 
- Îradeya namzetiyê ya Başak Demîrtaş ji bo wê bû ku destên bûne mist bên vekirin û bidestêhevgirtinê bi bîr bixe bû. Kesên ku qîmet nedayîn vê, êdî dema mist li nav çavên wan dikeve qet nebe bila axe waxê nekin. 
 
- Îradeya namzetiyê ya Başak Demîrtaş nîşaneya sekna jidil û birûmet a gelê kurd û DEM Partiyê bû ku tevî bedelên giran jî tu caran dev ji gotina demokrasî û aştiyê bernedan. Bêexlaqên ku di tevahiya jiyana xwe de tu bedel nedayîn û li şûna xwe rûniştî û digotin ‘ji bo hevjînê xwe bazarî kir’, qet nebe belkî ji vir û şûnde hinek jî be biexlaq tevbigerin. 
 
Weke encam; 
 
Pirsgirêka kurd, pirsgirêka giran a demokrasî û edaletê ya li Tirkiyeyê û pirsgirêka aboriyê mijarên me yên sereke ne. Em ê bi her kesên dixwazin van pirsgirêkan çareser bikin re rûnin. Heke em jidilbûn û cidiyetekê bibînin jî her du alî jî dê gavan biavêjin. Ji bo vê jî em ji tu kesî destûrê naxwazin. Îcar tu mecbûriyeta me nîne ku hesabê bidin kesên ji bo kursiyekî ketine qirika hev. Divê DEM Partî bi vê jixwebaweriyê tevbigere. Lê heke bikare, partiya îktîdarê û muxalefet jî di nav de, bi tevahiya partiyan re hevdîtinan bike. Heke bikare, di çarçoveya rêgezan de dikare lihev bike. Ji bo me ji hilbijartinên 31’ê adarê zêdetir, 1’ê nîsanê û pêvajoya piştre girîng e. 
 
Kesên ku girîngiyeke pir mezin didin hilbijartinên 31’ê adarê, divê bi awayekî cidî nêzî lêgerînên me yên ji bo edalet, demokrasî û aştiyê bibin. Divê CHP vê mijarê tenê girêdayî 31’ê adarê neke, divê girîngiyê bide tifaqa têkoşîna demokrasiyê. AKP jî divê van çar saliyên pêşiyê ku dê bêyî hilbijartin derbas bibin, weke firsenda vegera li demokrasiyê binirxîne. Divê DEM Partî bikare bi her du aliyan re hevdîtinan bike û ji wan kî jê li gorî rêgezan tevbigere divê di nava hewldanên lihevkirinê de be. 
 
Ji van aliyan ve namzetiya Başak Demîrtaş, ji bilî DEM Partiyê ji hêla tu aktorên din ên siyasî ve rast nehat nirxandin. Lewma jî tê fêmkirin ku dê bi hevalên me yên din re bikevin pêşbirka hilbijartinê. Lê belê em vê hemleyê ji hilbijartinê zêdetir, ji bo aştiya civakî girîng dibînin. 
 
Lewma jî ji bo pêşketina aştiya civakî û demokrasiyê, tu carî ji bo guftûgo û muzakereyan dereng nîne. Divê hemû partî bikarin bi hev re biaxivin. Divê hemû kes mijarê ji vî alî ve û bi bêhnfirehî binirxîne. Em xizmetê ji bo demokrasî, azadî û aştiyê dikin. Bedelên em didin tenê ji bo vê ne. Û di wê baweriyê de me ku dê ev nirx bi ser kevin û bikevin meriyetê. Ji bo vê hem îrade hem jî hêza me heye. 
 
Selahattîn Demîrtaş 
 
9’ê sibata 2024’an” 
 

Sernavên din

12/02/2024
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket