Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgerên ji bo azadiyê fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Nobeta Edaletê digirin peyama, “Serkeftina çalakiyê dê edaletê bi xwe re bîne” dan. 
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin, berdewam kir. 
 
MÊRDÎN
 
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ên di Meşa Azadiyê de cih digirin çûn, serdana Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, hatiye destpêkirin. Meşvan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hatin pêşwazîkirin.
 
‘WEKE PÊŞENGTIYA GEL KIR’
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di serdanê de axivî û wiha got: “We pêşengtiya gelê kurd, pêşengtiya azadiya vî gelî kir. Îro meşvanên azadiyê guh dan dengê we, 9 roj in dimeşin. Dê ev vîna me, baweriya me bigihije milyonan. Dê bigihije dayikan, ciwanan û kurdan. Heya ku gelê kurd azad be û heya tecrîda ser birêz Ocalan tê rakirin, dê meşa me dom bike. Hûn dê her tim ji bo têkoşînê bibin meşaleya me. Baş e ku hûn hene.”
 
Nûnerê TUAY-DER’ê yê Mêrdînê Fettah Tekîn jî ev tişt gotin: “Divê Rêberê Gelê Kurd were berdan. Em dixwazin Nobeta Edaletê ya dayik digirin, mezin bikin. Encam û berdêla wê çi be bila bibe em di çalakiya xwe de bibiryar in. Em amadeyî dayîna vê berdêlê ne. Dayik jî amadeyî dayîna vê berdêlê ne. Ji ber vê sedemê em ê qet dest ji çalakiya xwe bernedin.” 
 
WAN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 67’an de berdewam kir. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Ercîşê û şêniyên Taxên Seyît Fehîm Arvasî û Serhatê serdana çalakiya nobetê kirin. 
 
Dayika Aştiyê Fatma Serhatli ya di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku divê tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn demildest bi dawî bibe û wiha got: “Em nobeta ku dayikên me daye destpêkirin silav dikin. Hêviya me ew e ku ev çalakî bigihe armanca xwe û edaletê bi xwe re bîne. Em weke dayik dixwazin ev tecrîd demildest bi dawî bibe.” 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 68’an de berdewam dike. Nobeta ku li avahiya komeleyê tê girtin îro rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Yuregîrê ji Dayikên Aştiyê dewr girt. 
 
Dayika Aştiyê Bînnaz Karakaş a di dema dewrkirina nobetê de axivî, xwest ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest were bidawîkirin û azadiya wî were pêkanîn. Karakaş, da zanîn ku ji bo azadiya Ocalan û girtiyên din û hatina edaletê ya li welat di Nobeta Edaletê de ne. 
 
Lawê Ayşe Şîmşek a di Nobeta Edaletê de cih digire Sedat Şîmşek, 8 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin. Dayik Şîmşek, da zanîn ku ji ber cezayên dîsiplînê yên tên birîn nikare bi bi lawê xwe re hevdîtinê bike û diyar kir ku bi hezaran girtî bi awayekî bêsûc li girtîgehan tên ragirtin. Şîmşek, destnîşan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî tev li çalakiyê bûye. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî di roja 68’an de berdewam kir. Rêveberên DEM Partiyê û gelek Dayikên Aştiyê tev li nobeta îro bûn. Di çalakiyê de her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Çalakvanên di nobetê de cih digirin, diyar kirin ku heta encamekê bidest  dixin dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan. Emê bi hêza xwe tecride bişkînin u jiyana azad bikin” hatin daliqandin. Di nobeta edaletê de ku tevahiya rojê serdan çêbûn eleqeya jinan bal kişand ser xwe. Ji bilî welatiyan Rêxistinên DEM Partiyê yên Beşîktaş û Çatalcayê serdana nobetê kirin. 
 
Rêveberê MATUHAY-DER’ê Ridvan Karataş ê di nobetê de axivî, beşdarvan silav kirin û wiha got: “Ji bo ku bibin dengê bi hezaran hevalên xwe nêzî 2 meh in çalakiya xwe didomînin. Hûn dizanin li 7 herêman çalakiya dayikên me berdewam dike. Em jî dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û tecrîdê lanet dikin. Bi gel û hevrêyên xwe re heta ku tecrîd radibe em ê çalakiyên xwe bidomînin. 
 
Nobeta Edaletê bi klamên kurdî re berdewam kir. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 67’an de berdewam kir. Dayikê girtiyê nexweş Şaban Kaygûsûz, Dûrrî Kaygûsûz a ji Dîlokê hat, rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) serdana nobetê kirin. 
 
Dayika girtiyê nexweş Şaban Kaygûsûz ê ji sedî 90 astengdar e û dest û lingên wî yên rastê nînin û li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Bunyana Kayseriyê tê ragirtin, Dûrrî Kaygûsûz, strana ji bo lawê xwe çêkirî got. Dayik Kaygûsûz dê 3 rojan piştgiriya nobetê bike. 
 
Li ser navê rojnamegeran Seroka MKG'ê Roza Metîna axivî û diyar kir ku ji bo piştevaniya çalakiyê ew hatine serdanê û got: “Têkoşîneke mezin didome û berxwedaneke ku roj bi roj mezin dibe heye. Ev berxwedana li gelek qadan bûye çalakiyeke mezin, tê wateya ku têkoşîn hatiye hembêzkirin û gihîştiye armanca xwe. Meşa Azadiyê ya hatiye destpêkirin û ev meşa azadiyê ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî bandora xwe dike. Kelecana gel ne tenê îradeya di vê têkoşînê de xurt dike, di heman demê de mezintir jî dike. Ewropa jî li ser piyan e. Bi vê yekîtî û hevgirtinê em hevgirtina xwe mezintir dikin û em bawer dikin ku em ê bigihên rojên xweş.”
 
ÊLIH
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 9’an de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Ji bilî nûnerên partiyên siyasî yên li bajêr, rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatiyan serdana nobetê kirin. Di nobeta tevahiya rojê berdewam kir de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Nobet bi stranên kurdî yên hatin gotin bi dawî bûn. 
 
ÎZMÎR 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 21’an de berdewam kir. 
 
Di Nobeta Edaletê ya li Nûnertiya DBP’ê ya Herêma Egeyê didome de bi kurdî û tirkî pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Rêxistinên DEM Partiyê yên Denîzlî û Îzmîrê û welatiyan serdana nobetê kirin. 
 
Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin, Medîne Kaymaz, anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Kaymaz, anî ziman ku ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelan nobetê digirin û got: “Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. 3 sal in destûr nayê dayîn ku bi kesê re hevdîtinê bike. Heta ku ew li Îmraliyê be, kes rehet nake. Em li dijî zilmê ne. Heta ku dengek ji Ocalan neyê em ê çalakiya xwe bidomînin.”
 
Nobeta Edaletê bi klaman berdewam kir. 
 

Sernavên din

12/02/2024
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket