Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin

  • rojane
  • 12:48 10 Sibat 2024
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di meha 100’emîn a Komkujiya Garê de axivî, diyar kir ku tevî komkujiyan jî li dijî faşîzmê serî netewandin û anî ziman ku dê ji bo aştî û wekheviyê têkoşîna xwe bidomînin. 

Kesên ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Trenê ya Enqereyê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Mitînga Aştiyê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 100’emîn de hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, endamên KESK, SYKP, ÎHD, Komeleya 10’ê Cotmehê û gelek kes tev li bîranîna ji aliyê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê û Hêzên Demokrasiyê ve hate kirin bûn. Bîranîn ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re navên kesên jiyana xwe ji dest dan hatin xwendin. 
 
DIVÊ KESÊN ÎHMALA WAN HEYE BÊN DARIZANDIN 
 
Berdevka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Coşgûn a di bîranînê de axivî, wiha got: “Niha di dosyayê de 16 jê fîrarî, yek jê girtî 17 bersûc li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tên darizandin. 8 sal in di her danişîna ku em tev li dibin de tînin ziman ku peywîrdarên cemaweriyê û siyasetmedarên ku di komkujiyê de îhmala wan heye divê bên darizandin. Lê mixabin di vê pêvajoya derbasbûyî de heke gotin di cih de be weke mexdûr em weke bersûc hatin dîtin, malbatên ku ‘edalet’ xwestin ji kolanên dadgehê hatin derxistin. Edaleta ku em li eywanên dadgehê rast lê nehatin, di wijdana raya giştî de nehat nîşandan.”
 
‘DI GIRTEKAN DE HEYE KU MÎT’Ê ÇAWA PÊŞÎ LÊ VEKIRIYE’ 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî da zanîn ku Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê ji bîr nekirine û ji bîr nakin. Hatîmogûllari wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hevrêyeke we ya ku doza piştî komkujiyê hatiye vekirin û didome çend salan şopandiye. Em bûn şahid ku li wê derê kedeke çawa hate dayîn û ji bo hemû hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan çawa hesab hatiye pirsîn. Hûn ê di girtekên dosyayê de bibînin ku DAIŞ çawa hatiye vir, li Dîlokê çawa amadekarîk kiriye, MÎT’ê çawa pêşî li vî karî vekiriye. Ji bo atmosfera siyasî ya 2015’an hate guhertin gelek kes qetil kirin. 
 
LI ENQERE Û PIRSÛSÊ XWIŞK Û BIRAYÊN ME YÊN ŞOREŞGER QETIL KIRIN 
 
Li Enqereyê kevokên aştiyê, li Pirsûsê xwişk û birayên me yên şoreşger qetil kirin. Ev komkujî niha ji bo rejîma faşîst a tê xwestin li Tirkiyeyê were avakirin hate kirin. Em careke din bang li desthilatê dikin; heke bi qetilkirina me hûn dixwazin li Tirkiyeyê faşîzmê ava bikin, hûn şaş in, tevî komkujiyan jî me serî li ber faşîzmê netewand, weke civak me bîat nekir, em li ser piyan e û li dijî vê ne. Ew kevokên aştiyê bûn, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd, ji bo welatiyên nekarin nan peyda bikin, ji bo jinên tundî li wan tê kirin, ji bo me hemûyan, ji bo kesên bindest û keda wan tê xwarin bûn kevoka aştiyê û li vê qadê ber bi asîman ve firiyan. Her yek ji wan li asîman stêrkek e. Em ê wan ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Em soz didin ku em ê têkoşîna aştî, wekhevî û xwişk û biratiyê heta dawiyê ku serbikeve xurt bikin. Heta welatekî azad, wekhev û demokratîk ava bikin dê têkoşîna me bidome.”
 
Bîranîn, piştî axaftina nûnerên saziyên beşdarvan bi dirûşma “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

13/02/2024
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin
20:20 Cenazeyê Kizmazê hat definkirin
18:47 Rojnamevan Tûran hat girtin
17:07 Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin
17:05 Hevserokên SYKP’ê yên nû diyar bûn
16:56 Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:41 Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin
16:04 Meşvanên Azadiyê li kuçe û kolanên Bismilê meşiyan
16:00 Mehmet Sîncar li cihê hatiye qetilkirin hate bîranîn
15:58 Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin
15:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê belgeya helwestê ya hilbijartinê aşkere kir
15:28 Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin
15:26 Girtiyên siyasî: Heke tecrîd bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
14:52 Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê
14:49 Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin
14:37 Girtî Olbecî: Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin
14:36 Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan
14:19 Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin
14:03 Koçyîgît: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a çareseriyê
12:45 Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a winda bûbû hate dîtin
12:20 Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:11 Danişîna rojnamevanan hate taloqkirin
12:08 Bêkariya berfireh derket ji sedî 24,7’ê
11:52 Baskê Qersê li Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin: Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî Ocalan e
11:32 Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin
11:05 Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin kelecana wan zêdetir dibe
10:55 Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye
09:38 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were
09:12 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 78’an de didome
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 111 roj in tu agahî nayên girtin
09:10 Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
11:45 Li Serêkaniyê bang kirin: Werin em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd biaxivin
11:21 Dadgeh ket etra 'siberoja' kiryarê destdirêjiyê û cezayê wî kêm kir
11:19 ‘Krîza aborî dê bi pergaleke nû çareser bibe'
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide