Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin

  • rojane
  • 14:10 13 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan rojeva hilbijartinên xwecihî nirxand û wiha got: “Em biryarên xwe ji gelê xwe dipirsin û di rêya wan diyarkirî de dimeşin. Em fermanan ne ji qersan lê ji gelê xwe digirin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiyê ya heftane de li Meclisê axivî. 
 
‘EM PARTIYA DIYARKER IN’
 
Bakirhan, got ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de partiya diyarker in û ev tişt anî ziman: “Her roj li ser televîzyon û deverên cuda kî devê xwe veke qala DEM Partiyê dike lê ji DEM’ê tu kes tune ye. Li ser navê me diaxivin û şîroveyan dikin. Hewl didin tercîhên me yên demokratîk bidin ber nîqaşan, eyarê bidin me û xeta me diyar bikin. Ew nizanin ku em di rêya gelê me diyarkirî de dimeşin. Bo me tu wateya hewldanên wan nîne. Yên ku DEM Partiyê ne weke partiyeke siyasî lê weke ‘depoya dengan’ dibînin, bila guhên xwe baş vekin û li me guhdar bin.”
 
‘EM Ê BI RENGÊN DEM’Ê BIXEMILÎNIN’
 
Bakirhan, bal kişand ser perspektîfa Rêya Sêyemîn a DEM Partiyê û ev tişt anî ziman: “Em ê di hilbijartinê de Tirkiyeyê bi rengê DEM’ê bixemilînin. Li Tirkiyeyê lîstikek tê lîstin ku serlîstikvanên wan îktîdar û mxualefete. Hewl didin pirsgirêkên esasî yên gel bidin jibîrkirin. Xelk di dora nanê şevî de ji bo jiyanê têdikoşe û ciwan li ser rêyên koçberiyê li pêşeroja xwe digerin. Teqawid her roj birçî radizên. Li tu devera cîhanê karker ji patronan zêdetir bacê nadin. Lê li Tirkiyeyê didin. Li her derê feqirî û hejarî heye.” 
 
BAL KIŞAND SER NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ STENBOLÊ 
 
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser nîqaşên piştî DEM Partiyê Stenbol jî di nav de li gelek bajaran namzet derxistî derketîn û wiha pê de çû: “Nivîskarên ku qaşo muxalîf lê di esasê xwe de alîgir ên ku derheqê van de yek gotinê nakin, bi şev û roj heqaretê li DEM Partî û gelê kurd dikin. Nûnerên gelê kurd tên girtin û li şaredariyên wan qeyûm tên tayînkirin û deng ji van dernakeve. Tenê temaşe dikin. Di serî de Stenbol, me li her derê namzetên xwe bi raya giştî re parve kirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê li Stenbolê gelên me bi awayekî herî baş temsîl bikin. Piştî me namzetên Stenbolê diyar kirin, me dît ku kesên aqilê wan di tûrikê kesên din de ketin nava xofê. Di qunciknivîsên xwe de, li ser ekranan ketin nava şîrove û helwestên pûç û vala. Gelo we ji van kesan heta niha derheqê zem, xespkirina mafan, nelirêtî, qeyûm û neçareserkirina pirsgirêka kurd de yek gotin bihîstiye? Nexêr. Ji ber ku derdê van ew e ku li gel muxalefet û îktîdarê di sedsala 21’an de jî gelê kurd bi mêtingeriyê birêve bibin.
 
Dibêjin ku mafê we yê dengdayînê heye lê bidin namzetê me. Dibêjin ‘em wekhev in, bira ne’ lê em vê nabînin. Em vî aqilê mêtingeriyê red dikin. Gelê kurd ê sedsaleke din weke mêtingeh neyê birêvebirin. Yên ku mûçeyên xwe ji kulûbên dewlemandan digirin û yên ji plazayan dernakevin, hewl didin rêyê nîşanî gelê kurd û DEM Partiyê bidin. Li gorî van kurd nikarin siyasetê bikin û ew kê namzet nîşan bidin divê dengê xwe bidin wî/ê. Lê divê bizanin ku ew zarokên me yên li pey otobûsên me yên hilbijartinê baz didin jî dikarin deh kesên mîna van ji berîka xwe derxînin. Bawer bikin ew zarokên hêja ji van kesên li ser ekranan şîroveyan dikin pir polîtîktir in. 
 
Dê ev kesên şîroveyên vala vala dikin biryarê nedin bê ka em ê çi bikin. Em bi xwe biryarên xwe didin û pêk tînin. Em biryarên xwe ji gel dipirsin, em gelê xwe weke kirde dibînin û di rêya wan nîşanî me dayî de dimeşin. Gelê kurd û DEM Partî li Tirkiyeyê kirdeya avaker a siyasetê ye. Duh jî wisa bû îro jî wisa ye. Lewma wiha êriş dikin. Tişta balkêş ew e ku dema em namzetan derdixînin dibêjin ji cihekî ferman girtine, dema em namzet nîşan nedin jî heman tiştan dibêjin. Lê ew jî bi qasî me bi rastiyê dizanin. Em fermanan ne ji qesrê lê ji gelên xwe digirin.
 
EM Ê DAWÎ LI LÎSTIKÊN ALÎ CENGÎZ BÎNIN 
 
Derdê wan sindoq, meqam û rant e. Armanca me jî ew e ku di 1’ê nîsanê de aştî û demokrasiyê diyarî vî welatî bikin. Ew bazirganiya siyasî dikin lê em ji bo demokrasî û aştiyê hewl didin. Em ê dawî li van lîstikên Alî Cengîz bînin û ji bo hemû gelên Tirkiyeyê, ji bo DEM’ê serdema Tirkiyeyê bidin destpêkirin. Em ê ji 31’ê adarê ve aştiyê bînin her bihostekê vî welatî. Rêya me ew nîne ku di navbera mitehit û rantxwiran de tercîhekê bikin. Rêya me Rêya Sêyemîn e. Rêya Sêyemîn, rêya kedkar, kurdan, elewiyan û bindestan e. 
 
Yên di demên dawî de li ser klavyeyê rûdinin û gotinan ji me re dikin wiha dibêjim; me li gel partiyên pergalê tevlihev nekin. Em bi gavên bibiryar dimeşin û her gaveke me bi bedel hatiye avêtin. Ev têkoşîn li zindanan û her deverê didome. 
 
NAMZETÊN STENBOLÊ
 
Me li Kurdistanê pêşhilbijartin kir û namzetên xwe diyar kir. Em niha jî namzetên xwe yên li bajarên rojava eşkere dikin. Namzetên bajarên hêj nehatine eşkerekirin jî dê sibe heta dusibe bên eşkerekirin. Me namzetên xwe yên Stenbolê eşkere kirin. Dilê Tirkiyeyê li Stenbolê lê dide. Hevalek me ji kevneşopiya Terzî Fîkrî û yek jî ji ya Edîp Solmaz tê. Dê her du jî van kevneşopiyan li Stenbolê baş bi cih bînin. Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye; werin rêveberiyên herêmî bidin destên baş û van bajaran azad bikin û ji van rantxwiran rizgar bikin. 
 
Em amade ne ku Enqereyê ji pêşpirka di navbera du aliyên nîjadperest rizgar bikin. Em amade ne ku Antalyayê ji talankirina xwezayê rizgar bikin. Banga me ji bo hevalên me yên li Stenbolê û bajarên din ew e ku kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û têbikoşin. 
 
HILBIJÊRAN VEDIGUHÊZIN
 
Li 32 navendên ku em ê lê bikevin hilbijartinê hesabên zirav kirine. Bi qasî ku bikarin îradeya gelê me xesp bikin, hêzên ewlekariyê weke namzet hatine veguhestin. Dema mijar dibe hîle, ev îktîdar û serokkomar eslê xwe ji bîr dikin. Bajarên herî zêde niha xizanî lê heye bajarên kurdan e. Îcar ev jî têr nake û ji bo xespkirina îradeya wan jî hilbijêrên gerok vediguhêzin. Navê vî tiştî dizî ye, nelirêtî ye. Navê vê xespkirina vîna gelê kurd e. Lê ew derdorên serê sibehê heta êvarê derheqê me de diaxivin, li dijî vê bêdeng in. Heke hinek wijdana wan hebe, bila pirsa vê ji hikûmetê bikin. Di serî de jî muxalefeta ku dengên me ji bo xwe dihesibîne. Yên ku li dijî vê rewşê dernekevin, bila ji xwe re nebêjin demokrat û pêşverû. 
 
NAVE KU LI AMEDÊ KURD LI ENQEREYÊ GUR BΠ
 
îcar beriya ku şerm bikin çendek roj berê li Amedê digot; ‘rêya me vekin em ê pirsgirêka kurd çareser bikin (Efkan Ala).’ Em li vir di hizûra we de bibêjin; bane ku hûn li Amedê kurd û li Enqereyê gur bin. Bi vî awayî hûn nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Siyaseta we rê li ber şer û pevçûnan vedike. Heke îradeya we ya çareseriyê hebe, kerem bikin. Li wir dibin kurd û li vir siyaseta MHP’ê diparêzin. 
 
ÇARESERÎ ÎMRALI YE
 
Heke îradeya we ya çareseriyê hebe, navnîşana çareseriyê Girava Îmraliyê ye. Ma navnîşana ji vê zelaltir heye? Em ê bibînin bê ka îradeya wan a çareseriyê heye yan na. Heke îradeya wan hebe ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokrasiyê çareser bikin, bila vê bibêjin. Gelo derheqê zimanê kurdî, girtiyên siyasî, qeyûm, êrişên ser Rojava û Başûr de çi difikirin? Vaye bila derkevin û bibêjin. Da ku em jî fêm bikin. Em di hizûra we de soz didin, heke îradeya wan a çareseriyê hebe em amade ne ku piştgiriyê bidin wan. Lê heke nebe, em ê li ber xwe bidin. Dema mijar dibe çareserkirina pirsgirêka kurd, em bi her kesî re hevdîtinê dikni. Ji bo me ya girîng, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e. Pirsgirêka kurd, ji hilbijartinan girîngtir e. 
 
BANG LI ÎKTÎDAR Û MUXALEFETÊ KIR
 
Hûn tevek Meşa Mezin a Azadiyê dişopînin. Banga min ji bo we tevan ew e ku hûn lê guhdar bin û piştgiriyê bidin. Meşekî pir girîng e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek girîng e. Çendek roj berê li Mêrsînê tev li Nobeta Edaletê bûn. Daxwaza wan ew e ku li vî welatî êdî ciwan nemirin. Dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û aştî pêk bê. Banga min ji bo îktîdar û muxalefetê ew e ku li dengê dayikan guhdar bin. Her wiha hevalên me yên li zindanan 79 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ew jî balê dikişînin ser navnîşana gavek berê min gotî û dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin. 
 
MA EV MESELEYE DI 25 SALAN DE ÇARESER BÛ? 
 
15’ê Sibatê 25’êmîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Ocalan e. Çavkaniya neçaerserkirina pirsgirêkê di vê komployê de ye. Birêz Ocalan ev 25 sal in di tecrîdê de ye. Gelo ma vê yekê pirsgirêk çareser kir? Ma gelê kurd dev ji daxwazên mafên xwe berda? Na. Anku komploya navneteweyî tiştek bi Tirkiyeyê neda qezenckirin. Berevajî vê, tevahiya aborî û enerjiya Tirkiyeyê di çarçoveya vê komployê de vala vala xerc kirin. Lewma jî em vê komployê şermezar dikin. 
 
Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê Tirkiye ji krîzan xelas nebe, dê derhiqûqtî bidomin. Çareserî ji bo başiya me tevan e. Dê firsend çêbibe ku 86 milyon kes bi xwişk-biratî bi hev re bijîn. Em ê Meşa Mezin a Azadiyê bi serkeftina 31’ê adarê tacîdar bikin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin, xwe bêhtir birêxistin bikin, mezin li ber xwe bidin û serkeftinên mezin bi dest bixin.” 

Sernavên din

14/02/2024
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin
20:20 Cenazeyê Kizmazê hat definkirin
18:47 Rojnamevan Tûran hat girtin
17:07 Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin
17:05 Hevserokên SYKP’ê yên nû diyar bûn
16:56 Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:41 Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin
16:04 Meşvanên Azadiyê li kuçe û kolanên Bismilê meşiyan
16:00 Mehmet Sîncar li cihê hatiye qetilkirin hate bîranîn
15:58 Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin
15:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê belgeya helwestê ya hilbijartinê aşkere kir
15:28 Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin
15:26 Girtiyên siyasî: Heke tecrîd bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
14:52 Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê
14:49 Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin
14:37 Girtî Olbecî: Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin
14:36 Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan
14:19 Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin
14:03 Koçyîgît: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a çareseriyê
12:45 Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a winda bûbû hate dîtin
12:20 Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:11 Danişîna rojnamevanan hate taloqkirin
12:08 Bêkariya berfireh derket ji sedî 24,7’ê
11:52 Baskê Qersê li Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin: Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî Ocalan e
11:32 Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin
11:05 Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin kelecana wan zêdetir dibe
10:55 Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye
09:38 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were
09:12 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 78’an de didome
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 111 roj in tu agahî nayên girtin
09:10 Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket